Tirkî  |  Erebî

Newroz CIZRE

Ji bo her mirovek çawa hinek rojên ku demxeya xwe li jiyana mirovan dide

û êdî ji wir û şunde tevahî herikandina jiyana mirov bandor dike, ji bo min jî heftê Gulana sala 1998’an seat 11 êvarê jî, ji bo min bi wî rengiye.

 

 

Weke her gerîllayekî xeyalê me yê hevbeş, dîtina Serokatî, bûyîna şervanekî wê rojê û dengê Serokatî bihîstin bû. Di vê wateyê de sala 1998’an ji bo min salekî ku bûyde  sedem ez di herikandina jiyana xwe de rûpelekî nû vebikim.

Serokatî dem bi dem bi teleofonê bi hevalan re diaxivî. Her carekî di telefonê de pirs dikir ka bê kîjan hevalên kevin yên li qadê hene û Serokatî nedîtine.

Rojekî dîsa Serokatî bi telefonê tekmîla qadê girt û pirs kir ka bê kîjan hevalên kevin li wir amedene. Wê demê jî ez amede bûm. Serokatî got; ‘‘ka kîjan hevalên kevin li wir e, ne hatiye qada Serokatî, bila bi min re biaxive.’’

Hevalan jî gotin, hevala Newroz heye. Çawa ku hevalan ji min re gotin, tu yê biaxive heyecanekî gelek mezin di min de çêbû. Ez bi telefonê bi Serokatî re diaxivîm, lê ev xewn e, xeyal e, an jî rastiye, min nedizanî bû. Ji ber berî kêliya biaxivim jî, di warê ruhî de volkanekî di hundirê min de dikelî. Ji heyecanê heraret li ser min ket.  Min çawa telefon girt, Serokatî dest  bi axaftinê kir û got; ‘‘hevala Newroz em li te guhdar dikin.’’

Wê kêliyê, Serokatî xîtabekî bi wî rengî bikaranî, weke ku ez di wê mekanê deme û Serokatî min nas dike bû. Ev bandorekî gelek mezin li ser kesayeta min kir. Bêyî ku dîtinekî fizîkî were çêkirin, di warê derûnî de hevdîtina min bi Serokatî re çêbû. Herikandina xwînê bi vê hevdîtinê çêbû.

Min çawa telefon girt û ez ê biaxivim, min nedikarî ji heyecanê biaxivim. Serokatî jî her carekê dubare dike ku ez xwe bidim nas kirin. Lê, ez ji heyecanê lal bûme. Weke ku min zimanê xwe daqûrtandiye li min hatibû. Di wê deqê de, di warê hest de, bandorekî gelek mezin li ser min çêkir. Ji ber ku min hîn jî bawer nedikir ku rastiye. Ev hevdîtin ji min re weke xewnekî bû.

Hevalên li kêleka min îşaret didin, destê xwe li min didin ku ez biaxivim. Min jî hemû wêrektiya xwe kom kir ku biaxivim. Ji ber ev hevdîtin ji bo min bextewariyekî bû. Dengê  Serokatî ya ku dihate guhê min, bersivê ji min dixwest. Min bi kurtî xwe da nas kirin û ez sekinîm. Serokatî ferq kir ku ez ketime heyecanê.

Axaftina ku Serokatî di destpêkê de ji min re kir ev bû. Serokatî got; ‘‘hevala Newroz, dibe ku me di warê fizikî de hevdu nedîtibe û tu ne hatibe qada Serokatî.’’

Serokatî weke ku tiştên di hundirê min de derbaz dibe dixwîne û bi wî rengî axaftina xwe dike. Xeyalên min yên ji bo dîtina Serokatî di kurahiyê hîs kiribû.

Gelek hevalên ku em bi hevre van xeyalên xwe bi hevre parve dikirin, bi vê xeyalê gihiştin merteba şahadetê. Diviya bû, ez ji xeyalên wana re bûbam bersiv û min xeyalên wan yên hevdîtina Serokatî pêk bianiya. Ji lewra pêkanîna van xeyalên wan ji bo min barekî gelek giran bû.

Serokatî di berdewamiya gotinên xwe de van gotinan kir; ‘‘nekeve wê pîskolojiya ku min Serokatî nedîtiye. Ez ne çûme qada Serokatî. Hevdîtin, ne tenê di warê fizîkê deye. Ez ji vê bawerim ku gelek hevalên li serê çiyan yên min nedîtine, di nava zor û zehmetiyan de bi kedekî mezin dîrokekî mezin dinivîsin. Hevdîtina herî mezin ew e ku em li vê derê li ser bingeha azadiyê Rêbertiyê dikin, hun şervanên wê ne. Hun qehremanên wê ne. Hun xwedî Serokatî ne. Xwe kêm nebînin.’’

Xîtabekî di rastiya min de kir û got; ‘‘di kesayetê hemû hevalên ku min nedîtine de vê dibêjim. Di warê fizikî de mirov bi hevdu dîtinê tenê nas nake û nabe parçeyeke ji jiyana hevdu. Parve kirina yekitiya herî mezin, yekitiya ruhî û yekitiya dil e. Di dilê we de çiqasî rastiya Serokatî lê bixe, di rastiya ruh de çiqasî hun wê yekitiyê ava bikin, ewqasî hûn bi Serokatî re dijîn. Hun bi Serokatî re jiyan dikin û hunê ewqasî jî bibin şervanên Serokatî û yên azadiyê. Ez yê we hemûya me. Weke yek kesî min nefikirin. 24 seatan ez li çiya û li  gel we me.’’

Ev gotin, di mejiyê min gotinên ji bo klavuzekî jiyana azad wê çawa bibe, di hafizeya min de yek bi yek cihê  xwe girtin. Weke ku hefizaya min demeke dirêje li benda van gotina ye, bi yek carê de di hafizeyê de qeyt kir.

Serokatî li ser rastiya jin hinekî axivî. Min di axaftina xwe de got, Serokê min, dixwazin rastiya Serokatî fêm bikim. Li ser vê bingehî pirtukên Serokatî dixwînim.  Ji ber ku em çiqasî şer jî bikin, ger ku em rastiya Serokatî fêm nekin, em ê nikaribin bibin bersiv. Serokatî got; ‘‘ez dizanim hun zehmetî dikişînin. Tekoşîna hun didin tekoşînekî gelek zehmet e. Weke keç û jinên Kurd derketina we ya çiya, bi serê xwe we şoreşekî ava kiriye.  Ev heft salên te çêbûn li serê çiya. Tu dizanî te çiqasî dîrokekî mezin ava kiriye. Weke jinekî tu yê çawa xwedî li keda xwe derbikevî, îfade kir. Ked, wateya jiyanê ye. Ked, tiştekî ewqasî pîroz e ku ti carî nebêje, ev ked vala çû. Li ser keda xwe bîrdoziyekî biafirîne. Bîrdozî û jiyaneke nû biafirîne. Di warê bîrdozî û felsefîk de xwe pêşbixin û zanabikin. Ji ber ku dijmin rastiya civaka me kole kiriye, nezan kiriye, cahîl kiriye. Herî zêdetir jî koletî li ser zihniyet û mejiyê me dane ava kirin. Bi taybetî jî jina Kurd di vê mijarê de nezan hatiye hiştin. Ger ku jina Kurd bi xwe hesiya, wê demê wê li beramberî koletiyê îsyana herî mezin ava bike. Ev rastî jî PKK isbat kir. Hun îro yê ku dîwarên azadiyê rêz dikin. Hun her yek kevirên wê yên esas in. Li ser vî bingehî xwe pir zana bikin û li ser pêşketina xwe bisekinin.’’

Wê demê zehmetiyên pêvajoyê gelek hebûn. Operasyon hebûn, gelek şahadetên me çêbibûn. Me windahiyên komî dabûn.

Serokatî li ser vê jî got; ‘‘ez dizanim,  min we xistiye rêyekî gelek zehmet. Tekoşîna hun dikin, gelek berdêlên giran dixwaze. Bi taybetî jî weke jin hun pir êş û sancî dikişînin. Lê hun ji bîr nekin, hun sanciyên azadiyê dikişînin. Ev zehmetîyên hun dikişînin, li ser gihiştandina jiyana azad e.’’

Ji derveyî vê rêyê ti rêyekî din nîn bû li pêşiya me. Hilbijêrka azadiya ji bo gel û jina Kurd, alternatîfên ku PKK ava dike, bi gotinên xwe ev rastî da nîşandan. Li ser vî bingehî Serokatî gotinên xwe yên dawî got û bi vî rengî berdewam kir; ‘‘ez careke din dibêjim, di kesayeta te de ji bo tevahî jinên li derdora te, hevalên ku min nas nekirine, 24 seat li gel we dijîm. Ez jî dixwazim layîqê we derbikevim. Ez jî dixwazim ji vê tekoşîna we re bibim bersiv. Ez jî dixwazim li ser vî bingehî demekî pir nêz de em Kurdistanekî hevre azad bikin û bi hevre bijîn.’’

Serokatî nêzî çil xulekan axivî. Di rastiya mirovan de, herikandina enerjiyê ya deng jî, rastiya mirovan çawa aliyê wê yê ruhî îfade dike, dide nîşandan ku mesele ne tenê bi fizîkî hevdu dîtineke. Di PKK’ê de li ser bingehê yekitiya ruhî çawa rastiyekî nû ava dike, ev roj ji bo min bû dersa herî mezin ya nas kirina PKK ê. Ez ê di jiyanek bi çi rengî de bijîm, li ser kîjan esasa ez ê bijîm, ez ê bi çi rengî zor û zehmetî bêxim sedemê ku ji jiyaneke xûrt re bibim bersiv, ev roj ji bo min êdî bûye felsefeyek ya jiyanê. Dema ku îro ez qal dikim, weke ku ez wê kêliyê jiyan dikim e. Ev kêlî ji bo min kêliyên bê mirine. Rastiyeke ku xwe li hemû demên min jiyan kirine daye. Bûye çavkaniya hêz û moralê ji bo min. Ev hevdîtin bûye sedem ku li himberî hemû zehmetiyan xwe bi hêza xwe li ser linga bigirim.

Bûye sedem ku li beramberî rastiya Serokatî erk û wezîfeyên xwe bi awayekî herî serkeftî pêkbînim û li  rastiya wê xwedî derbikevim. Ev hevdîtin, ji bo min dewreyeke perwerdê bû. Ji ber ku bandora xwe gelek li ser kesayeta min kir.

Bi vê hevdîtinê, di rastiya min de dîrokeke nû hate destpê kirin. Di warê hest de jî rojekê jînbûnê bû ji bo min. Tarîfa wê rojê dîtin, gelekî zehmet e. Mirov nikare gotin peyda bike. Hinek hest hene, li beramberê wê ti gotin û têgih peyda nebûne. Ji ber ku di dil de cihekê gelek taybet daye çêkirin. Bandora wê ya ku di dil de daye çêkirin, hemû gotin jî li himberî wê kêm dimînin. 

 

Kategori: Biranînên Gerîla