Tirkî  |  Erebî

gerilla ani“Ji hevalan qutbûn, perçekî ji dilê min qut dikir. Gihiştina çiya û refê gerîla xewna min a pêkhatî bû. Lê nexweşiya bêbext bi suwarbûna kêleka li ser Çemê Dîcle re hêdî hêdî ez ji hevalan dûr dikirin.”

 

Di nava her mercî de, di nava serma û seqema deşt û zozanên welatê agir û rojê de, mîna berfîna serî ji nava berfê hildidin û rû didin tava pîroz. Bav û kalên wan xwe di nava wan çiyayan de dîtin, hîn jî nifşên wan li van çiyan, bi navê gerîla ji bo mafê netewa xwe a çewsawe têdikoşin.

Hogir jî yek ji wan gerîlaya ne. Ew tenê dixwaze serpêhatiyekî bilêv bike. Ew ê me ji Çiyayê Gabarê ber bi şarên bav û kalan ve bibe.

Di payîza 1990’an de em li Çiyayê Gabarê bûn. Wê çaxê ez taze tevlî refên gerîla bibûm. Mixabin, hîn demek dirêj derbas nebibû, ji ber sermayê ez nexweş ketim. Sermaya wê salê li Çiyayê Gabarê heya niha di bîra min de ye. Di nava bêderfetiyeke pir giran de hevalan jiyana li çiya hembêz dikirin. Tişta ku heya niha mîna dîmenekî li ber çavê min e, sipîbûna pişta hevala ye! Gava em li ber agir rûdiniştin, rû û singên me gerim dibû, lê pişta me tevan mîna deşta nim girtî, ji xusiyê sipî dikir. Ev mercên ku bi mehan dirêj dikir, hişt ku nexweşiya min, min ji çiya yên Kurdistan û bi taybet jî ji Gabarê dûr bixe. Ji ber giranbûna nexweşiyê, hevalan biryara şandina min a cem bijîjşk dan. Devara ku ez ê bibam rêwiyê reya wê, Cizira Botan bû.

Edî katjimêrên ji hev veqetînê hatibû. Piştî amadekariyê em hatin li axa Çemê Dicle sekinîn. Ji bo ku em bigihiştan Cizirê, pêwist bû ku em çem derbas bikin. Katjimêrên dawî ên sala 1990’an bû. Ji ber ku ew şeva sersalê bû, hevalan em hişyar kirin.

“Heval, leşker van rojan li Cizirê pir digerin. Çend roj berê du heval şehît xistin. Hûn şiyar bin û hay ji xwe hebin. Hûn serkeftî biçin.”

Ji hevalan qutbûn, parçekî ji dilê min qut dikir. Gihiştina çiya û refê gêrîla xewna min a pêkhatî bû. Lê nexweşiya bêbêxt, bi siwarbûna keleka li ser Çemê Dicle re, hêdî hêdî ez ji hevalan dûr dikirim.

Li paş demekî kurt, bi silavdayîna milîsan re, roja tevlîbûna min a li refê gerîla hat bîra min. Lê ev car berovajî bû. Ew silav, nîşana ji hevalan dûrbûyînê bû! Silava gihiştina Cizîra Bota bû. Bi rêberiya wan herdû milîsan em gihan gundekî Cizîrê ê bi navê “Deşta Darê!” Li wir heval Yusuf li pêşwaziya me bû. Heval Yusuf wê demê rêvebirê wê herêmê bû. Gundê Deşta Darê ji ber ku di hêla ewlekariyê de baş bû, hevalan em li wir bi cih kirin. Lê mayîna me ya li wir hinekî dirêj kir. Ji ber ku mercên tîmarkirinê li Cizîrê ne zêde baş bû, hevalan berê me dan Misêbînê. Lê, mayîna me ya bîst rojan li Cizirê bandorekê mezin li ser min hişt. Her rojek dûrbûyîna min ji hevalan, li ber min mîna mehekî bû. Tenê dilsozî û girêdana welatparêzên Deşta Darê, dihişt ku em zêde bi tenêbûnê nehisin. Bi hilîna roja bîstan ji mayîna me a li Deşta Darê, me xwe ji bo çûnê amade kir. Bi hatina êvarê re, bozinga ku tangêra avê hildigirt, hat ber deriyê mala em lê bûn. Ji bo gihiştina Misêbînê em neçarbûn ku têkevin tangêra avê de. Li paş xatirxwestinê em ketin hundirê tangêrê de û derî bi mifteyan asê kirin. Tangêra ku nîv metire av tê de bû, ewqas cemidî bû ku mîna berfaqerisî li me dihat. Gava em rudiniştin, av dighişt singa me. Lê serma û seqema hundirê tangêrê li hêlekî bû û hizirîna me li ser rû bi rû mayîna bi dijmin re, li hêlek din bû. Ji bo tedbira ku bi dijmin re hatina rû bi rû yê, me sîlahên xwe jî rakiribûn û di hundirê tangêra qerisî de, me wan dabû ber hembêza xwe, mîna dayîka ku zaroka xwe hilgire û nehêlê tu êşê bibîne, me çekên xwe bi meşa bozingê re hişk hembêz dikir.

Piştî çend katjimêran, bozing rawestiya. Ew sekna wê, nîşana gihiştina cî bû. Bii sekna bozingê re, dengê deriyê bi birxuya (vîda) hatibû kilîtkirin, hat. Bi dengê şifêrê bozingê re, me daxwe;

“Heval em gihiştin, derkevin!”

Piştî çend saetan ji nedîtina rojê, em derketin derve. Heya em gihiştin wir, roj ber bi ava bû. Te digot qey, kincên me bûne ewrên payîzê, wisa av jê dinuqitî. Bi derketina ji tangêre, gundiyê li cem me, di cih de kincên me yê şilo pilo bûyî, bi yên zuha re gûhertin. Bi pirsa xwe re me navê gundê ku em li wir bûn, fêrbûn.

“Navê gundê we çi ye?”

“Zorava ye. Gundê Mala Egidê Qaso ye heval.”

Gelê welatparêz ên Zorava bi dilgermî û pêşwaziya xwe tevahî êşên nexweşiya min, ji bîra min bir. Her çendî herdû hevalên ku ji Kongra Partiyê hatibûn dipeyîvîn, lê dîsa jî min xwe li ber gotin û girêdana van welatparêzan bi partiyê re, biçûk didît. Min bi van welatparêza û başiyên wan, rastiya gelê xwe ê Kurd hîn bêhtir dinasî.

Li dûv rojekî em ji Zorava veqetiyan û derbasî Gundê Qurdîsê yê girêdayî Misêybîn ê bûn. Her çend Zorava li paş me ma jî, lê weke masiyê ku li tûra nêçirvanekî bisekine, wisa Zorava di dilê min de bi cih bû. Vê carê ez ji herdu havalên ku ji roja yekem a rêwitiyê bi hev re bûn, veqetiyam û bi tenê li gund mam. Piştî ku hevalê Kemal ê rêvebirê navçeyê, çek û rextên me wergirt, ji min re got;

“Heval Hogir! Tu li vir be. Dema ku me rewş guncaw dît, em ê te rêbikin nik bijîjşk.”

Ew cara yekem bû ku ez bi tena serê xwe li nav gel dimam. Gundê Qurdîsê jî ev tenê mayîna min hembêz dikir. Ew gund bi giştî û bi taybet mala Hemîd ku ez lê dimam, ne tenê heval, eskerên dijmin jî pir dihatinê de. Di wê demê de ger çûn û hatina hevalan li deverekî zêde ba, dihişt ku çûn û hatina dijmin jî pir be. Gundê Qurdîsê jî rewşa wê wisa bû.! Ez 5 rojan li wir, li mala Hemîd mam. Lê ji ber ku hatina havalan dereng ma, min lawê malê rê kir nik wan. Her di wê rojê de hevalan xeber da ku ez dikarim biçim cem dixtor. Ji bo ewlekariyê jî Hemîdê xwediyê malê nasnama lawê xwe da min. Tevî ku wêne yê li ser nasnamê nedişibihî min, lê ji tinebûnê, baştir bû. Bi vî şeweyî ez roja din çûm Qiziltepe ji bo tîmarkirina xwe. Lê dixtor li şûna emeliyatkirina mîda min, hinek derman da û got;

“Ger bi dermanan baş nebe, em ê pişt re emeliyat bikin.”

Nêzîkbûna ku dixtor kir, diyar bû ku welatparêz e.

Lê çûna cem dixtor û nexweşiya min li hêlekî, dîtina ewqas leşker ku li hin deran jii mirovan pirtir bûn, li hêlek din bû. Min bi gera xwe gelek cihên leşker lê radiwestin nasî. Di wê gerê de gelek tişt ketin bîra min. Yek ji wan; ji bo êrîşkirina li ser Mêrdinê, min ji nêz ve qereqol û cihê wan nasîn. Di nava ewqas esker de bêguman tirsa girtinê û nasînê jî li ba min çê dibû. Lê bêyî ku tu pirisgirêk rû bide, bi erebeya gûnd, piştî em gihiştin Mêrdinê, em vegeriyan gundê ku em jê hatibûn. Lê ji ber ku xwediyê erebê ez nasîm û ji ber ku hîn roj bû, bi armanca kes min nebîne, ez birim mala xwe. Tevî ku xwediyê erebê li ser welat û zora dijmin dipeyivî jî, min xwe neda nasîn. Bi hatina êvarê re, wî ez dîsa birim mala Hemîd.

Malbata Hemîd ji du law û çar qîzan pêk dihat. Bi rastî jî min mal weke wê nedîtibûn. Gava ez gihiştim weke ku endamekê malê piştî demek dirêj vegere wisa keyfxweşbûn. Ez çiqas li ser wê malê bêjim jî, wê nebes be, tenê dibêjim di koşeya herî binirx a dilê min de cî girtine. Min pênc roja li wir jiyan kir, lê min rojekî xwe biyanî hisnekir. Ji bo vê yekê tişta ji destê min dihat, min dikir, tenê ji bo mal ji destê dijmin tu êşê nekişîne. Lê mayîna min li wir roja dehan jî dagirt. Lê belê jixwe nêzîkatiya wan ji min re ewqas germ û baş bû, ez êdî li hember wan xwe hertim deyndar hîsdikir. Hemû tiştê xwe ji bo xatirê me feda dikirin. Ji bo parastina hevalan û bi cî anîna erkên xwe yê welatparaziyê, gelek caran mirin jî digirtin ber çavan. Ger ez bêjim wan çend rojên min ê li mala Hemît welatparêziya rasteqîn bi min da naskirin, wê neşaş be. Her endameke malê te digot qey erkekî wî ê welatperweriyê heye, wisa bi fedakarî dixebitîn. Min gelek caran ji xwe digot, ger dijmin were gund gelo malbata Hemît bi taybet û malên gund bi tevahî wê çi bikin? Hevalan gelek caran qala welatparêziya gel kiribû. Min ew rastî tenê bi gotinan bihîstibû û naskiribû. Lê, mayîna min ê çend rojan di nava gel de ev rastî bi zelalî ji min re da nîşandan. Wê çaxê gotina bav û kalên me ket bîra min; “Ger Kurd, bi çavên xwe nebîne, bawernake.” Lê ê min ji hêlekî bi gotin ji hêla din ve bi çavên xwe jî min dît.

Tevî ewqas parastina xwe, rojekî serê sibehê ez bi dengê reyîna kuçikan şiyar bûm. Wê gavê xwediyê malê, ez hişyar kirim.

“Heval, eskeran dora gund girtine. Wê li malan bigerin!”

Wê çaxê min ji xwe re got ku; xebera mayina min a li gund gihiştiye dewletê. Bii tirsa hatina eskeran re min û xwediyê malê nîqaş kir. Em destpêkê gihiştin biryara ku ger esker werin hundir em ê bigrin. Lê me ev nêrîn gûhert û min kincên lawê malê “Delîl” ku şivantî dikir (Niha di nav gerîla de ye) li xwe kir û ketim nav pez de. Piştî ku min dît esker nehatin şûna mayîna min, bi armanca ji gund dûrketinê min pez derxist çolê.

Lê hîn ez ji gund derbas nebibûm, eskerek hat pêşiya min û got;

“Hê, çoban (şivan) vegere gund. Kontirolkirina nasnaman heye.”

Wê çaxê min hinekî cesaret girt. Ji ber ku wî ez şivan nasîm. Min bi tirkî fêm dikir lê bi kurdî min bersiva wî da:

“Ez venagerim.”

Lê piştî wî sîlaha xwe xist nava min, min ew tehv da paş. Dema min ev yek kir, jii jor çend eskerên din hatin, wê çaxê ji bo ku ez newim nasîn, min berê xwe careke din da gund. Hecî lawê Hemîd bû. Ji ber ku wê demê wî karê milîstiyê dikir, ew hatibû naskirin. Vê yekê hişt ku di wê rojê de were girtin. Di nava vê rewşî de tevî ku min ji xwediyê malê xwest ku min derbasî malekî din bike jî, lê wî nepejirand;

“Tu ji mala min dernakevî!”

Ew mal pir ji hêla hevalan ve hatibû bikaranîn. Ji ber vê yekê, her cara ku esker hatibana gund, dihatin wir. Dema ku eskeran li derî xist ez li ser piştê vezelandî bûm. Ji bo min nenasin ez li gel zarokan bi heftokan mijul dibûm. Gava esker silav da ez ji şûna xwe ranebûm. Wî got;

“Ma mirov wisa nêzî mêvanan dibe?” Lê xwediyê malê dest bi axaftinê kir:

“Ew zêde fêm nake, mîna dîna ye.”

Tevî ku vê gotinê zora min bir jî, lê ji bo parastina min bû. Esker ku asta wî sûbay bû, pirsî:

“Lawê te ê dîn bênasname bû, ma a vî jî nîn e?”

Wê çaxê xwediyê malê ji min re got;

“Kimlîkê bidyê de.”

Dema sûbay li nasnamê û wêneyê wê nêrî, serî hejand û got;

“Ev ne a te ye. Lê bila a te be!”

Û ji xwediyê malê re got;

“Bila bi me re derkeve nav gund.”

“Ew zêde fêmnake bila lawê min ê din bi we re bigere.”

“Wê çaxê bila bi me re li mala xwe bigere.”

Ez neçarbûm ku bi wan re li mala ez lê dimam bigerim. Piştî gera li malê bi dawî bû, esker çûn malên din geriyan. Lê wekê min li jor got; piştî ji malê derketin, lawê malê heval Hecî girtin. Vê yekê hişt ku jin û zarokên gund bi eskeran re bikevin nava şerê bi dar û qoskan. Piştî pevçûnek dirêj şazdeh esker û albayek birîndar bûn. Erebeyên wan bêcam mabûn hingî kevir lê ketibûn. Lê mixabin heval Hecî ji nava destê wan nehat derxistin. Piştî bîst û pênc rojan ji îşkence û şaş mehên hepsê, hevalê Hecî tu tiştî nabêje. Ji ber ku dijmin tu tişt jê nagire, xwestin wî di rêya qontir gerîla re, bikujin. Dema ew ji hepsê dibirin reya mirinê, heval Hecî xwe davêje dolekî li rexê rê û di bin kevirekî de xwe vedişêre. Lê ew dîsa ji hêla eskeran ve li wir tê girtin.

Hemîdê bavê heval Hecî piştî çûna eskeran got;

“Hecî hat girtin tişt nabe, tenê başe tu nehatî girtin.”

Ev peyva wî mîna morekî ku tu car winda nabe, li ser dilê min şûna xwe çêkir. Tevî ku lawê wî û zarokên wî tevan ewqas îşkence dîtin, hîn jî ji ber neişkerebûna min keyfxweş bû. Vê yekê peyvên ku li jor li ser welatparêziya gelê me digot baştir ronî kir. Mirov gelek caran dibe şahîdê gelek bûyeran. Lê tişta herî mezin ew e ku ew bûyer bi ser min bi xwe re derbas bû. Ji ber vê yekê ew mayîna min û gotinên bavê heval Hecî bûne xwedî cihekî hîn taybettir di dilê min de.( Piştî wê rojê min pir caran dixwest ku car din biçim mala heval Hemît. Mixabin, çûna min negengaz bû. Ji ber ku malbata Hemît tev de tevlî refê partiyê bibûn. Lawê wî ê ku min nasnama wî hilgirtibû di zindanê de, ji ber îşkencê şehît ket. Ên din jî tev di nav gerîla de cih digrin.)

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla