Tirkî  |  Erebî

Ji pênûsa gerîla

Kêla memê bi bilindahiya xwe di warê Botanê de dilekî çêkire. Bi menzerê xwe ye xweşik dilê herkesî de cihekî taybet dabû çêkirin.

Hîna berfa bi salan ser hev kom dima û tivarî kêm nedibû ji serê Kêlê. Di wê havîna germ de me berfa par tam dikir. Berfa di dilê me hênik û westan bûna me ji holê radikir. Pir evîna me de cihekî cuda dida azakirin. Li ser Kêla memê di havînê de hîna giyayên nazik li be bayê dilan digirtin. Gulên li ber keviyan berfa cur bi cur bû, dewlemedbuna gulên bi çûk li ser gerîla gelek bandor dikir.

 Di germahiya Tebaxê de em ji çalekiyan dihatin û çalekiya me gelekî bi serkeftî derbas dibû. Heta me gihabûn cihê xwe  em pir westiyabûn le piştî avekî wekî qeşayê me ve xwar hêdî westanbûna me ji holê wenda dibû.

Piştî çalekiya roj rojekî nû bû hîna nû şewqa tava mîna xeta pênûsa cur bi curb dihatan xuyakirin. Rojekî wisa xwerû, paqiş de dengê guleyan hatî li be guhê me, em hemû bi carekê de amade bûn û bi çalak eme beziyan li ser girê bilind. Hîma nû dijmin girekî girtibûn. Em û dijmin ketin di nava çatişmeyekî pir dijwar de. Armanca  operesyonê, ji be ku me çalekiya xwe bi serkeftî derbas kiribû bi vê sedemê derxistibûn.bi kuştina dijmin êdî har û din dibûn û bi vê sedemê jî dijwar li ser me de dihatin. Di wê gemahiyê de li ser rûyê me de agir û pêt dibarî. Bi carekî de dengê du hevlên keç ku dilê min birîn kirin, ango fîşekikî li ser dilê min ket. Bi dengê wan agir li ser singa me ket ....du hevel bi leheng û mêrxas şehîd ketibûn û keça duyemîn jî  birîndar bibû. Bi wê hevala şehîd bandorekî li se min dilşewat çêkir bû. Min bi herdu çavên xwe lê temaşekirû agri bi dilê min di ket. Min bi şahadeta wê hevalê bawer nedikir. Rastiya ku hatî jiyankirin bi min zor dihat. Bi her kesî bi dijwar em ser dijminde çûn êdî feleka xwe şaş kir û rêya revê êdî di geriyan. Heta ewarî me çatişme kir û piştî wê me li ser girê dijmin êriş kir. Dijmin êdî rev bi rev ji girê xwe direviyan û em ketin wî girî de em mewzî girtin.

Dengê guleyan sekinîbû, lê hîna êşa dilê me kêm medibû. Lê rastî gelekî tal tê jî lê rastiyfa me bû. Hebûna şehîda di dilê min de wê bijiya ne mimkune ku mirov ji bîr bike. ji bîr û ramanê min de derneket, ticarî... ji ber demê em hest bi bûn.

Di wê şevê de em pir bi dîqat me li derdora xwe temaşe dikir. Westanbûna me bo me pir ji bo me ne giring bû, tişta giring hevalê me bûn... hêdî hêdî sibeh tava rengê mîna gula sor ronahî dida çiyan.bi carekê de bala min tiştek kişand, ez pir şaş mabûm! Tişta min dît min bawer nekir. tişta min bawer nekir êdî zindî li ber çavên min bû. Rep repa dilê min ne disekinî, lê gerkebû ku ez xwînsar bibûma. Di carekê de min got: “teslim bibe” leşkerê li pêşiya min ker û lal bû. Hege min destê xwe bida leşker ez bawerim ku ji tirsa yê bimiran. Leşker destê xwe danîbû li ser serê xwe û li min temaşe dikir. Bi dengekî bilind min got “hadê bi meşe”leşker bi tirs dimeşiya li ber mevziyê, ez li hatibûm. Di carekê de guleyên li ser serê me mîna teyîrokê dijwar dibarî. Dîsa çatişma me berdewam bû. Ez û leşker me serê xwe tewan dibû û me ber bi mewziyê ve dimeşiyan.

Leşker ji bo bikeve mevziyê lingê xwe rakir jor lê rep repa lingê wî dihat û diçû, di çarekî bikeve mevziya me wê bi tirs xirab dibû û ket meviyê û rûnişt. Gelekî dilê min bi leşker dişewitî ji ber ku ji çavekî xwe birîndar bû û xwîn di royê wî de hişk bibû. leşker digot “ ne olursun öldûr beni” bi wan axaftinê wî ze pir şaş mabûm û min nedizanî çima wisa digot. Min ji leşker re got “em mirovan na kojin” leşker şaş ma û ji min re got “ pekî hûnê çi jimin bikin. Min jî got “ Emê biçin cihê me û li wir doxto heye yê li te temaşe bike, piştî gotinên min leşker hinekî sakînbû û dîsa got “pekî doxtorê we ji çavên min fêmdike.

“Bi dilekî xemgîn ooohh doxtorê me ji hertiştî fêmdike. Dema min wisa got tirsa wî hinekî kêm bû. Li ser serê me vîze vîza guleyan dihat û diçû û min jê re got “ hatdê xwe dirêj ke û betanyê bi serê xwe de bike. leşker bi zû betanye avêde li ser serê xwe û xwe dirêj kir. Dinava çatişmê de min gelek tenaqod jiyan dikirin, ji ber ku kuştina mirovan gelekî bi min zor dihat û min nedixwest ez bikojim. Dema ku min li hevalekî xweyî keç meyze dikir û guleyên ku li ser serê me re derbas dibe min dida fikiriandinê kur. Heyanî êvarê me çatişme kir lê me şehîd nedabûn lê birindar û kuştiyşen dijmin pir zêde çê bibûn. Ji bona me serkeftinek derbas bibû îro. Dijmin rev bi rev şûnde diçûn û tiştên xwe şûn xwe de dihiştin, bi dehan sîlehên xwe yên biçûk,  yên mezim û hinekan çentê xwe avêtibû. Hêstirê xwe ji tiştên wan bardikir û em bi kêfxweşî me berê xwe dida noqta xwe.

Dema ku me rêîşê li ser girê dijmin kirbû hingê lerşker dilê wî borîbû û mevziyê de dimîne leşkerê din jî hemû direvin. Hingê em ketin girê dijmin de em heta sibehê.

Leşker ji me bawer nedikir, jibona wê ne xwarin dida wî ne dixwar û digot “ hunê min bi kojin.” Doxtor ji bo birîna wî derzî dixwest lê bide lê nedihişt û disa digot “ hunê min bikujin” lê piştî çend seatan birîna leşker giran dibû êşa wî hîn zêdetir dibû, ji ber wê jî em ma ku  derzî li xwe danê qebûl bikê. Pitî derzî lêdan bawer nekir ku emê wî nekujin û xwarina me ji noda xwar. Dewleta Tirkiye gelek piropagangayê ne baş ji bo me kiribû û bi vî awayî leşker em meyze dir. Lê leşker dît ku em ne wisaninin û em mirovan naxwin.

Li ser çiyaye bilid hêlmekî çemidî dida rûyê me û li ser latan aşhîn û baz difiriyan. Xum xuma ava çemidî diherikî dilê me de. Navê yê leşker yê rast Mustefa bû, Mustefa êdî xwe bi bawerî li me temaşedikdi. Mustefa bibû dostê min yê ratiye û gelekî şaş mabû ku ez hevalekî 14 salîbûm

 

 

 

 

 

 

 

Kategori: Biranînên Gerîla