Tirkî  |  Erebî

Dılzar Dilok

Xaka ku serma payizê di singa xwe de kom dikir, me bi pelên zer bûyî ve germ dikir. Germayî şikesti bû, agahiya zvistanê bi hêdika navê xwe digihand. Rêya niv saeta durî me, hewa zozanan heye, em di nav daristaneke keçel de, di nav milê demsaleke dilniya de ne.
Hevalekî ji deryareş digot; Amerika yê jî dest ji şer berda, lê Kurd ji Kurdan bernadin. Ez bi vê gotinê hêrs bûm, min got " ne Kurd in, ew ê ku pey hev û du ketine" ji min re got "belê raste, lê bi dardestiya Kurdan ve dikin" ez rastî vê bersivê hatim. YNK'ya ku nabe niştimanperwer, ji bo berjewendiyên xwe yê çînî û eşayîrî, berê çekê xwe dabû me. Di gel ku me şer rawestandiye, lê ji bo parastina nirxê hatiye afirandin, şer bi neçarî bû hilbijartina me; çiyayên ku saleke dengê çekan ne bihistiye, bi destê dijmin ve, ev bêdengî xerab dibû. Îro dijmin bû peşmerge. Giran digrin, keşifan dikin, fêrî leşkeriyê dibin. Her çiqas jiyana me wek hev be jî lê di armancên me, hizirê me de ferq û caweziyeke qasî çiyayan heye. Dijmin wê sizaya tewana xwe, wê di dadgeha mirovatiyê de bibine.
Vaye ev dadgeheke, dijmin li ser girên ku deşt diqede radiweste. Em jî cihê quntara ku daristan diqede, dikevî deştê, beyaniyekî çûn keşifa girên pêş me yê ku dijmin girtiye. Xwezaya wê bêdengiyê, lebata wê dixwazin her tiştî bibînin û binasin. Peydepey hîn bi nêzik ve nas dikin. Bêtir yê herî nêzikî me ye dinasin. Yê li dur jî bilindiya xwe bi tehtên reş û hinek jî biyaniye.
Baya destpêkê, ji deştê bilind dibe, di nava dolên biçuk de dişide û bi xurtî her pêş de diçe. Weke heşma sar nabe, mezin dibe, dibe kîn û rik. Şinahiya asiman tarî dibe, hênkaya êvarê rasti bayê dibe. Daristan di van saetan de weke westandina me li hev pareveke, bi bêdengî xwe dikşîne nav bêhnvedanê.
Di bêdengiya me de dengê daristanê guhdarim. Her tu westana min par vediki jî, ez naxwazim. Lewre ya ku diêşîne, ne tiştekî bê ragirtine, ev hesteke wisa bû ku ez pê dihesiyam, hucreyeke zindî me û naxwezim biçe. Ji ber wê bibe valahiyek, dirêjkirina dema bêhndanê, ez diçûm karê ava ku durî cihê me ye. Bi vî awayî wateyek tev li karê xwe dikir. Bendewarî di çavê her hevalî de werdigeriya bê aramiyê. Deqe û saetên rojên bê hejmar, dihate hejmartin, plana ku hatiye dirust kirin, gavek pêş de diyar bibe ku berî zivistanê dijmin bête ser kum kirin. Ev hizir bandora xwe li ser hestan jî dihîşt.
Dinixumîne, perdeya şeva nehini her ku diçî sayiyan.
Di bin serê min de piştiyê min hinek jî durî wê destê xwe daye hev û ez li ser xakê me. Niha tenê me qasî xaka ku ji her deverê xwe diparêze ... û wek hevalên min yên dur li rex hev veketine, qelebalix. Dîsa weke axê. Axa ku mirovên afirandiye û bi biranînê xwe ve dijî.
Hevrêyan diramim. Rojên me yên dawî. Di pêvajoya fêrgehê de her me şer kir beranberî hev, aliyên me yên paşdemayî bi îdeolojîkî hev û dû dikojand. Caran dibû jêdera vî şerê me tenê şêleke me ya biçuk, piranî jî pevçûnên nakokiyên me yên kur bûn. Niha pêş dijminin. Hember dijminê ku me bi hevparî tîne gel hev û bi tik û tenêne. Şêlên hevalên kevin, weke her carê pir bala min dikşîne. Hoşengiya wan ya ku, wê di wê gavê de derbazî êrişê bibin; amadene. Ji bo şevê re xurt bûn, di rojê de razabûn. Her beyani li cihê keşîfê kom dibûn û guftugoya wan, û, û hin gelek tişt. Ya herî girîng jî ew pirsgirikên ku hebûn di wê demê de cihê xwe ji serkeftin, bawerî û çavkaniya wê re hîşti bû. Ewle ya hem bi xwe re hem bi hevalê xwe re yekgirtinek derdixist û ez hîn bêtir hembêz dikim. Bi hestên germ difilitim bi bayek nermok ve. Ewr li hember baya ku ji deştê diherike berxweneda, hêdika çilkên xwe berdan. Pêda pêda zêde kir. demeke dirêj bin baranê neman û em çûn sitargehên xwe. Min ji xwe pirsî, ma sitargeha her dijwariyê heye? Ramana tenahiya min sitargeha mine, min got û ez ketim hundir. Me çokê xwe dikişande zikê xwe, rudiniştin. Wekî din lebateke me yê biçuk jî dihişt ku her du hevalên din jî bilivin. Barana ku ji devê sitargehê ve dikete hundir hêdî hêdî li pişt xwe, ji heriyê lîçek dihîşt û ber bi hundir ve rê digirt.
Dema baran barî min got "wê niha raweste, diçilpîne" min cihê xwe neterikandi bû. Gava rejneyê destpêkir bi lawayekî dorandî di dawî de ketim stargehê. Da ku li dawiyê mabûm, li hundir nêzikî heriyê bûm, ev jî di asteke giran de li ser cil û bergê mn de karîgeriyek dirust dikir.
Nîvê şevê derbaz bibû ku perça asîman danî. Pir xweş bû dîsa wek berê daristan û piştî baranê bêdengiya wê. Qey hîn bedewtir bibû. Hîn zêde nikaribûn di nav sitargehê de bimînim. Hingî min pêşniyara derketina derve ji hevalan re kir jî, lê belê wan di vê cihê teng de bêhnvedan pejirandin. Li derve her der şil û pil bû, divaya bû ku tu li şipya rawestî.
Derketim.
Dibe ku ji cara yekê bû ku, demeke dirêj û cihê ku ew qas teng de dimînim ji ber vê dema min gava xwe avêt, pê hesiyam nikarim xwe ser lingan bigrim. Gavên ku min di heriyê de davêt pir sext û dijwar bû. Di demeke kurt de derbaz bû.
Li min sar bû, gelo, ji kincên min yê şil bû ku, min serma dikir an lewaziyê agirê dilê min bû, min ji hev dernexist. Di nav van hiziran, çep û rast dimeşiyam da ku germ bibim. Ronahiyek pêket û vemirî di çav girtin û vekirina min de. Rawestiyam, hîn bêtir bi baldarî li wî alî nihêrî. Tunebû. Bi hêdika meşiyam. Gavek, du gav dîsa heman ronahî dît, ev car hîn birqoki bû. Ji bo çi pêdikeve û winda dibe, tê negihiştim. Di hinava min de serma, bi vê ramanê ve ber bi ronahiyê ve meşiyam.
Ber agir hevalê Cimşîd hebû. Beriya min biryar daye. Ji sitargehê derketiye weke xwe agirekî dilniya pêxistî bû û li cihê ku runişti bû, di gel demên wî yên
reş û esmer, çavên wî yên bi xelekên binewşî ve dorpêç bûye. Diherîkî nava agir. Li pişt wî, ji bo kamuflajê bataniyeke fireh di navbera du daran de hatiye raxistin, dibû nixumandina agirê ku perdeya nehiniya şevê diçirîne. Hevalê Cimşîd ji Serêkani yê pênç sale di nav refê partiyê de, di asta şervaniyê de ne . berî wê jî, ji zikmakî kominîst, kedkarî û helwestên wî yê hevaltiyê bala mirovan dikişîne.
Min destur xwest û runiştim. Min dixwest hinekî germ bibim. Çend hevalên wek min ji bo germ bibin hatibûn wê derê qala baranê dikirin. Ji ber karigeriya westanê heger pêwist nebûya beşdarî axaftinan nedibûm. Ji çaydana ku her tim dor agirê gêrîlla amadeye, çaya dabûne min, ji aliyekî ve vedixwar, ji aliyekî ve jî ji axaftinan guhdar dikim. Car caran jî, pey hizirên xwe dikevim û diçim.
Axaftinên normal bû. Hevalê Cimşîd her çiqas westiyayî û bêxew bû jî, bê navber diaxifî. Ev yek li cem min bû meraqek ku naverokê wê çine? Bi hevalekî gel me re diaxifî û bersiva pirsên wî dida. Tiştê dihatin ziman jêdera xwe ji nakokiyên îdeolojîk werdigirt. Bersiv jî di nav asayiyekî de, di gel sosyal, polîtîk û dirokî be jî ne teorîkî, bi hêsanî vegotinên îdeolojîk bû. Di pirsanda peytek hebû, bersivan de jî, bi rastî tengezariyek hebû. Bîstikekî, ji peyvan qut bûm. Di gel baranê serma, bêxewê yê de, di saeteke wiha de, hoşengîya ku nîşanî hevalekî tê kirin û bêdengî û bê heleziya min,her du jî bi hev re, min şerm kir. Bi karigeriya vê şermê min dawiya beşa gotûbêjê wek guhdarekî jî beşdar nebûm.
Şev bi vê şermê ve qediya. Di gel şerma min, bi dilşadiya ji şevê wateyek hilgirtiye, pêşwaziya roja hil tê dikir.
Ronahî bi lebatê ve hevdigirt. Daristan jî weke me bêdengiya xwe xerab kir. Êdî ji ber ku perdeya nehîniya şevê nediçûrusand, me agirê xwe nedixumand. Parçeyekî roja hildihat bû ew, niha bi ahengî bû.
Di hinkariyên jiyanê de rastiyên praktîkî bêtir ji me dixwest ku bi rastiyên serokatiyê ve bi şidyayî bêtin parastin. Û ez niha baştir dighêm, şer çêtir eşkere dike.
Ew yekgirtina giyanî, bi beranberî nakokiyên xwe me da alîkî û em gihiştin hev. Her çiqasî pirsgirêkên biçuk negrin ber çavan jî gorî jiyana me li hember dijmin, hoşengî û nêzikiyek pêwist dikir. Di pêvajoyên berê de, bi taybetî hîn kesayet di nav guftugoyên me de, di derbarê şer de axaftinên germ dikirin. Dema hatin pêş dijmin lulê çekan germ bû, xwe neragirtin. Hinek ji wan salên dirêj şer kirine westiyane, hinek jî, di nav tirsonekiya şer de bû. Rêvebiriya ku bi kêm û kurtiyên xwe ve dibû zemîna baheneyên revê wan. An jî digotin "ev şerê birakujiyê ye" karigeriyeke negatîf diafirandin. Çiqasî bi zanistiye gelo? Her çiqas ne nezanbin jî, ji vê helwesta xwe nikarin cehalete xwe veşêrin.
Û her çiqasî bahaneyan rêz bikin jî, heger yek li hemberî dijmin hevalên xwe bi tenê hişti be, wî kesî xwe bi erdê re kiriye yek ber çavên hevalê xwe. Gorî zagonên şer sizayê vê mirine, lê niha ev hat guhertin. Bi awayê qezenç kirinê nêzikatiyek nîşan didan. Lê belê ew bi van helwestê xwe ve –heger hebe- di nav me de hemberî xwe hinek tişt şikandi bûn, kuşti bûn. Gelo dikarin vejînin? Ne bê derfete, lê destê wan de ye.
Ew kêlîya bê aramî li bendê bûn hat. Hemu amedekarî du car, sê car, tête kontrol kirin. Ji bo di plana çalakiyê de cîh bigrin diçin hemu erk û peywiran. Fizîk û bedena xwe diêşînin. Di gel vê tê gotin ku çalakiya yekeme, wê di çi pêvajoyê de pêş bikeve, ne diyare. Em ji vê ya re kesirîn. Lê belê moralê xwe bilind digrin. Her ku diçe bi hevalan re gotin û axaftinên xwe yên dawiyê dikin.
Çalakiya şevê destpêkir. Me nîvê wê cem koordineyê temaşe kir. Tiştekî negatîf nîne. Heval sengeran digrin. Di navbere de navê hevala Mizgîn derbaz bû,lê ez baş tênegihiştim çi bûye.Ji ber pêşmergeyên sengerên xwe hiştine reviyane, dibe ku êrîşê me bikin, em di stargehên xwe de demekî man. Bedela her tiştî heye.Di gel vê rastiyê, me bi xwînê bedel deyîn nedipejirand. Di vê çalakiyê de, du heval şehîd bibûn. Gelek heval jî birîndar bibûn. Hevala Mizgîn bi barbangê ve destê wê pêçayî anîn. Mizgîn hevaleke keziyên lule û reş, bi çavên wek komirê reş ve balê dikişand ser xwe, ji Qamişlo yê bû. Dema hat bi wî destê pêçayî dikeniya moral dida derdorê xwe. Cara yekê di wê demê de hizirim ew jineke bedewe û rêbaza bedewiya wê; viyana wê ew hîn bêtir tuj dikir. Diviya bibin doktor. Min yekser xwe pêşaniyar kir. Divê kêliyê de, di nava min de daxweziya li cem wê bimînim û tiştêkî bikim û tirsa ji şer dur bikevim ketin nav pevçûnekî. Bi vê pevçûnê ve em çûn nexweşxaneyê. Dema nexweşxaneyê bûn, tirsa ezê demekî dirêj li vir bim û hinek tiştan jî nabînim keti bû nava min. Dengekî ji min re digot vegere kampê, her kêliya derbaz dibû, êşêk dida min. Hingî min ne dixwest morala hevala Mizgîn xerab bikim lê min xwe ranegirt, min jê re got ez dixwezim biçim. Bi çavên tijî û bi hevalên birindar yê din ve, bi kenê xwe ve dibersivandin. Çendîn kosp û kelem derketin jî, piştî çend saetan em ketin rê. Ji bo dimenê me nexwiyê, ber bi êvarê ve me meşa xwe domand. Dema em gihiştin kampê, me heval li dor agirê ku di gotubêjên çalakiya şevek berî wê hatibû kirin de dît. Hevalek jî, ji çavê xwe birîndar bibû.
Di derbarê çalakiyê de tiştên trajîk û komîk di nav hev de dihate behs kirin. Pişt re awir di kozan de zîq dibû. Heweyeke xemgîn ew digirt û dibir. Dîsa jî min ew dîtin pir şad û gewzîm.
Rojek piştî wê bû.
Hevalek hat, dema got "rêvebirî gazî te dike" matmayîmam. Min pirsî gelo ji bo çiye? Xendeya dor lêva heval wek digot tiştekî cuda û cewaze. Dema min rêvebirî û hinek heval di nav civînê de dît, ez têgihiştim plana çalakîyeke nu tê sazkirin. Ji nişkê ve hêlanakî min girt. Hêlanake hemu xwîna min di nav rayê min re derbaz dibe û dil de kom dibe, çav re diçe. Ev pêlê hêlanê di canê min de digeriya ji bo cihê pê lê dikim baş bibînim, min serê xwe kire ber xwe meşiyam
Runiştim, hêlan hebû, û min ne dixwest ez veşêrim jî. Ji ber ku jê memnun bûm. Min wate dida awirên ken û nêzikatiyên hevalên kevin.
Dema vegeriyam mangayê, min dît hevalên di vê plansaziyê de cîh negirtine xemgînin. Ji ber ev hêrs dide ku welgere xeyîdandinê ji min dilşadiya xwe neda derve.
"Ezê şer bikim" pênasa vê hest û ramanê pir qurse, dijware.
Şerê neçariya dîroka me ya dirêj. Şer; çê kirina dîrokê bû. Di nav de cîh girtin tixubên wê yê rastiyê dîtin, hilbijartina herî dijware ev daxweziya min.
Ya di hinava min de ewe ku, di rewşên herî xirab de xwe parastin, zexme lê di heman demê de, car caran jî, ji derve ve bi tişteke biçuk ve jî ev diwarê xweparastinê dişkê.
Bi van refleksên biçuk ve, ev cîhana navxweyî ve caran nêzîkî jiyana partiyê dibim, caran jî wê dişkînim. Ev veguherîna ku rewşekî derdixe holê; ez bi xwe jî caran tu wateyekî nikarim bidimê. Çi qasî ji xwe feremuş kiriye, çi qasî xwe didim kar, çi qasî ji bo hevalê xwe yê jiyanê, berî xwe, wê dihizirim......? Ev pirsên ku bersivên xwe dizîne, gava mirin nêzîk dibe derdikeve., Kêliya mirinê. Daxweziya birina encama vê ramanê pir hebû. Heya dawî tewşiyek bibe gelo? Tirsa wê di dilê min de cîh çê kiri bû.
Lê ez nekevim vê rahênanê, lê di çalakiyê de sernekevim. Lê nikaribim birevim li dawiyê bimînim, min ne got. Ew bîstika rahênanê, bîstika şer dibe ku di jiyanê de tête afirandin. Lê belê pir dijware, kêmek jî nîv ponijtinî. Bi va hiziran ve ji bo beyanî serxwe bim veketim. Xewa çend saetên bi zorê ve, piştî şeva ezê derbaz bikim rojeke pir bedew wê derketiba.
Roja din, di nav gruba biçe gir de, sê hevalên keç Peyvest, Hêvî û ez hebûn.
Heval Hêvî kezîyên reş û kurt, bi mijangên dirêj ve çavên xwe yê mezin û reş pê diparast. Nikaribû hestên xwe veşêre car caran weke zarokekî dilovan car caran jî bi sextiya mîlîtanekî ve, çavên wê her digeriya. Dêmên wê ya her tim sor, dibû mijara espîrî û henekên me. Hevaleke kevin bû. Li hember hîn kêşeyên me, nêzikatiyên xwe çêker û helwestên dilniya ve çareser dikir, ew fermandara me bû.
Peyvest; ji Sulêmani yê hati bû. Bi zimanê zikmakî perwerdeyek wergirtiye nêzîkî çanda netewiye, pîvanên welatpareziyê wergirti bû. Nakokîyên rastiya civakî bêyî ku veşêre, dijiya û çareseriyê de alîkarî didayê. Porên xwe pêl pêlî jî piştê ve kom dikir. Bi eniya vekirî û tena sipî ve, mezin diyar dibû. Dizani bû em zaravayê kirmanciya jêrê nizanin jî, caran ji bîra dikir an jî zanebûn bi me re soranî diaxifiya. Dema turre dibû, pişta xwe dida me, gotinên soranî dikir, me dizanî bû tiştên dibêje ne başe. Bi bejna xwe kurtik û kîlo yên xwe zêde ve sempatîk bû. Di gel 18 saliya xwe, dixwest xwe bi veguhartinê ve nu bike û hewilên wê hîn bêtir serwextiyek dida wê.
Dema em diçûn girê jor axaftinên ku min û peyvest ê di pawaniyê de kiri bû hate bîra min. Ev şer ji wê re qurs bû. Di nav pêşmergeyan de nasên wê hebû. Di YNK de nasyarên wê rayedar hebûn. Vê yekê nakokiyên wê kur dikir. Di gel, nizim be jî gotinên " şerê birakujiyê ye" karigeriyek li ser çênekir, daxweziya şerkeriyê bi coşekî ve dihate zimên. Nexwesim digot, "Pêwiste di vê demê de bêtir ez beşdar bibim" Digot "pewiste dijmin tewşiya xwe bibîne" , " ez wek soranekî beşdarî vî şerî dibim, ev hem ji bo min giringe hem jî ji bo zexteke giran ezê li wan bixim." Di praktîkê de azmuna xwe dikir û nakokiyên xwe safî dike. Ev ji bo wê azmunek bû.
Gava em gihiştin gir, kontrola teqemeniyê hebû. Teşqeleya dirust kirina kêmasiyên rext, çekan hebû.
Ji bo civîneke kurt, navberek danê, pişt re teşqeleyê dîsa domand. Ev car hîn mestir û min jî girt nava xwe. Di plansaziya hate xwendin de, ne navê min ne jî navê Peywîst ê hebû. Ji nişkave agirekî lêmên min alast. Di wê kêliyê de hemu hizirin min yên ser şer, ji hişê min çu. Em hatin gir, lê ji me re digotin divê hun vegerin. Di wê bîstikê de min xwest bigîrîm, bigîrîm, xwest pir tiştan bikim tengijîm, gîriyam, pirsiyam. Lê nebû.
Dihate gotin hejmara hevalan pire, amedekariyên dijmin jî heye. Yanê pêvajo zor nazik bû.
Di derdorê me de baweriyek hebû, em nikarin xwe biparêzin, bê ewle bûn. Lê di derbarê xwe de jî, ew dikarin xwe biparêzin û ferdiyet diyar dibû. Di çavê fermandaran de qireciriyek berdewam dikir. Dema hevalekî ji min gore xwest, ez hîn bêtir turre bûm.
Gava min got ez venagerim, di navbera me de galagalek dest pêkir. Hevalan ji min re tiştê bi mantiqî digotin. Lê belê dil her tim bi mantiq re heman frakansê nikare bigre.
Ez bi gazin û xêşîm ve ber bi kampê ve diçim dengek wek ji min re bibêje ma te çima ew guhdar kir, tu bi xwe biçubûya!..
Dema gihiştim kampê min qey dizani bû parçeyek ji min ketiye, demekî bi hestê giraniyê, çokê min nikare hilgire. Tariya bendewar temaşe kir. her tişt durî min bû. Qasî hêlana hevalên çûne û tariya bê aramiya kesên mayî vedişêre jî. Naxwezim kesî bibînim, gotinekî bibhîsim. Tenahiyeke weke mirinê nêzîk dibe û ez naxwezim li vê cîhanê bim. Başe ku şev bû. Naxwezim çavê xwe rakim bi rastî çavên nas û nenas bêm, ji aliyekî ve jî hemberî çavan berxwedidim ku negrî. Pişta xwe da darekî serê xwe ber bi asîmanan bilind kir. bi çend deqeyan xwe ragirt. Niha digrîm. Giriyê min caran bi hîssê hestên min ve wê biherike, biçe, dihate birrîn. Dem pêş de diçu. Nîvê şevê bêdengiya ku bête xirab kirin, hinasên xwe yê dawiyê dida distend. Heval bi hatina me hesiyabûn. Gazîkirin, em çûn cîhê koordînê.
Dipirsîyan. Bersivên min her çiqas kurt û asayî be jî diêşand. Gotinên hişk li hewaya sar diqelibî. Û min jî dizani bû heval ji min fehm dikin. Êdî nedigiryam, gazinên di nava min de dikeliya, bi çavên min ve dihate parevekirin.
Bi dengê bêsîmê re, ez hinekî ji van bîr û hiziran dur ketim. Panîkek hebû. Hevalên beşdarî çalakiyê bibûn, guftuguhek li ser keşifa kêm hatiye pêkanîn dikirin. Dijmin belavî cografya yê bibû, ji ber vê tevger giran dibe û li cihekî rawestiya bûn. Yên bêtir karê keşifê de cîh girtibûn, niha li rex koordînê bûn, hevalên nikari bûn pêş de biçin qasî hinasa dijmin hîs bikin nêzîk bibûn. Ji aliyê din ve dengekî digot; "metirsî nîne, biçin." Dengekî din jî her digot; "em nikarin biçin," yên din jî digot; "dereng man," dengê xwe bilind dikir. Cengekî destpêkiri bû. Berî ku bîryarê bidim. Hizirîm, kê mafdare, kê na! Di vê navberê de, bêsîmên din de dengek digot; "pêş dijminim û xwe têwerdana koordînê nerasteqîniye. Bêsîma xwe ditemirîne û dimeşe. Ev encama, ji xwe baweriyê û ewleyê tê. Di vê navberê de dengek tê dibêje, bêsîmê bide hevalekî din. Bersiva tê her çiqas bendewariyê bixweze jî lê ferman, bi tundî xwe dubare dike. Ji vî alî ve nirxandinên oportinistiyê dihate kirin. Ev jî dengê din re giran tê. Li hember vê helwestê çekê xwe hildigre, bi tena serê xwe ber bi dijmin ve dimeşe. Hevalên wî, wî radiwestînin, pişt re dema ez van tiştan dibîhizim, dizanim şervanek ji bo xîreta xwe, çawa ji mirinê re dikeve nav hesêb. Ev zaman, hestên durketinê tîne bîra min çavên min giran dike. Dixwazim bikevim Dema min beyanî çavê xwe vekir, tirêjên rojê ku diherike hundirê stargehê bi tevliheviya tirsekî ve pêşwazî dikim. Qey weke yekî fener girtiye ser halê min ruhî ji bo fehm bike û dixweze ez çavê xwe vekim ew jî bixwîne. Lê kes tune bû derûdor. Di gel xeweke dirêj, min ne dixwest çavên xwe vekim, bimeşim û tev li jiyanê bim. Piştî demekî ji wê sitargehê, bi awayekî ji tekoşînê têk çuye derketim. Hemu heval yek bi yek ji xewê radibin. Serkeftin û coşiya çalakiya şev, û dilşadiya girên ku hatine bi destxistin, heya hewaya dikşînin nava xwe diyar dibû. Ji ramanên xwe yê doh dur mam û min behsa vegera bûyerê kir. Pirs bi asa û normal, bersiv jî bi heman rengî dihate guhdar kirin. Careke din pê hesiyam ne tenê me. Di gel tenêtiya min, min di rojên herî teng de hêza piştewaniya hevalên xwe dîsa dîti bû.
Serê evarê em çûn girê ku hevalan stendiye. Serkeftina kesan ya partiyê û ya me hemuyan be jî, min dixwest di vî karî de renc û keda min jî hebe. Lê ev ne bû. Ev yek min diêşîne, qey em bê ked li ser keda wan runiştine.
Serkeftina hatiye bi dest xistin, coşiya wê di demeke kurt de min jî girt nav xwe. Bi çuyîna gir ve, bendewariya me, bê aramiya me, bi kêmekî be jî dil hênik kiri bû.
Roj du rojan derbaz dibû. Bi veguhertinên cîh û bi erkan ve, çiya nêzîkî jiyana livbaziya rast dibû, me jî dîroka saetên xwe mêze nedikir.
Niha piştî bendewariya dirêj, girên ku me naskiri bû û ji me re biyanî bû em li ser bûn. Me dîrok xistibû nav rojên xwe yê lezgîn.
Dîrok; bêyî em bizani bin, zayîna wan û jîyana wan dinivisî. Di çalakiya dawî de behsa hevalên bi tena serê xwe senger bi dest xistine û bi coşiya govendekî ve, ber bi biryargehê ve dimeşiyan. Behsa şehîdan dikirin. Çalakî berfireh bû, lê belê şehîdekî jî, em dikesirandin. Şehîdên me, jî bo em bijîn xwe dikin gorî, dibûn ala jiyana me. Dema qala lehengiyê tê kirin, bêyî hevalê Cimşîd nabe. Piştî du rojan, min li ser gir dema dimeşiya dît. Piştî serkeftinên wî yên dawiyê,kareke nu di yekineke din de wergirti bû. Dema behsa wî dikirin, digotin; "Komandoyê netewî." Dema wî dinêrî, ramanên min di navbera dîmena wî û ya min de diçu û dihat. Bi şalvarê xwe yê qirêj û gorê ku kişandi bû ser şalê xwe –her çiqas kincên li me weke hev bin jî- ew weke nunerê poreleteryayê bû. Min silav kir û dema got tu çawanî serê xwe tewand li erdê nihêrî, bi şermokî, pak û dilniya bersivand. Hingî esmer bû jî, westana wî ji xelekên çavên wî diyar dibû. Kumê serê wî çendîn Fîdel Castro bîne bira min jî, min ew wek Che didît. Niha ji bo gelê xwe di nav şer de bû û ew komînistek bû. Welatperweriya Kurdistan ê, gerduniyek di dilê wî de çê dikir.
Bi ronahiya vê ramanê, bêyî dem û cîh pêş ve çûm. Êvar daketi bû. Axa ser veketiya bûm hîn jî germ bû. Asîman bêyî ku xwe veşêre, wek tabloyekî li pêş min bû. Min çawa bikira? Min dema çavê xwe vekir nîvê şevê bû. Stêrk wek bibêjin qerma te, bedewiya asimand dorand.
Dema asîman temaşe dikir, ez keti bûm xew. Min çeka xwe hilgirt çûm cîhê pawaniyê. Nu ji xewê rabûm lê wek qet xew nekiriye zindî û şîyar bû, hemu hestên min. Ji bo kontrolê min biryar da biçim rêşiva mezin. Kevirê ku dane ser xaka kombûyî ez dame rawestandin. Digotin gora du hevalên çalakiya dawî şehîd bûne. Dema ev hate bîra min lerzek kete canê min. Ev ne ji ber tirsa miriyan bû. Ji ber diyalektika jiyana me, nirxên me û wek serokatiya me gotiye şehîd; "çîçekê bekaretê ne". Ez ew qas nêziki wanim lê, fêrî wan nebûme. Ev hevalana beriya herkesî çubûne gir. Dijmin di wê demê de pir xurt bû. Niha tunenin. Ew bedelê vê xakê ne, da ku bikaribin bimînin û bijîn. Di nav tivliheviya hestan de ez, hevaltî û şehadet bûn yekgirtî, yek û yek hate bîra min, wîjdan, bêwîjdaniya min, bêfêmiyên min. Wekî di platformeki de, li pêş şehîda me.
Min xwest ez dur bikevim. Du gavan paş vekişyam jî, lê her hêzek min ber bi wan ve dibir. Çavên min tije dibû. Li cem wan bi xwe ewle dibûm. Diviya xwe biêşînim, hêjayî van bedelan bibim. Pêwiste ev şerê piralî û prensibên wê bê parastin.
Dengekî bala min kişande hawirdor, demekî guhdar kir tiştek tune bû. Li seatê nihêrî, divê min hevalê pawan yê du xwe şiyar bikira. Heya berî demekî jî ew pawaniya bi dijwarî radibûmê û hinekan jî bi xewê derbaz dikir, hate bîra min û keniyam. Pawan ji jiyanê û tempoya wê rizgar bibî dikarî bi tekuzî bihizirî. Piştî min pawan rakir, ji bo xewna min ya bi asiman re nivî mabû temam bikim, veketim ser xwe nixumandin.
Çend roj ser re derbaz bibû. Piştî danê nivro bû. Her roj di van seatan de dest pê dikim, heya tariya êvarê li ser çekê giran dihizirim, ka çi qasî hîn bûme? Dîsa destpêkir. Ji ber ku ev der, berê cihê dijmin bû, kanal û stargeh tune bûn. Lewra ji bo pêşgiriya parçeyên bombeyan, diketin sengerên şer. Ji ber vî alî ve
metirsiyek nejiyam, li cem hevalê kevin bûm, loma jî pir bi rehet û ewle bûm. Di aliyekî de jî me ji wan sengerên kevin bawer nedikir ku me biparêzin.
Piştî topê li girên hember me diketin, rengê axê dibû gewr û bi tozê ewir çê dikir. Bi fermana komutanê xwe, em di sengera dawiyê de mabûn. Ev fermana bi cîh hat, lê em pir pê zîvêr dibûn. Ez û Peyvest di heman sengerê de bûn. Deng nêzik dibû, em çûn rex sengerekî rawestiyan. Piştî qasekî me biryar da, da ku têkevin nav sengerê. Bi ketina me ve, bi teqîneke guhan kerr bike qewimî. Bi çavên girtî destên min Peyvest ê geriya. Li cem min bû. Min xwest çavê xwe vekim, hingî toz bibû tu der ne dixwiya. Min jê pirsî "çawanî." Got; "ez başim." Qederekî din min çavê xwe vekir. Ji ber tozê em di rewşeke nenas de bûn. Di wê navberê de dît ku hevalek ber bi me ve bi rev û rev tê. Ji ber topê dawiyê li cem me keti bû, tirsiya bû, hatibû. Peyvest bi hêlanekî ve dema rewş şîrove dikir, min pirsa mirinê ji xwe dikir. Dema roja ji çalakiyê vegeryam hestên wê û ya niha ji hev û du cewaztir bû. Wek tune bû. Jiyan û mirina mirov, di hinava xwe de biryar dayîne, xwe afirandine.
Di şer de ev rewşeke biçuke. Lê ji bo me azmuneke giringe û berî me gihişti bû hevalan.
Serê êvarê em bi tevayi cun cem hevaên din. Di vê navberê de bêtir top û havan davêtin. Di van avêştinan de cizirandinek bibû. Grubek heval ji bo parastinê, grubek jî ji bo teqemeniyê çubûn. Di bêsîmê de alîkarî dihate xwestin. Gazî pênc hevalên xort kirin, bi wan re axaftineke kurt çê kirin. Di wê navberê de diviya bû ku ez jî biçubama. Dîsa heman heyecanê destpêkiri bû. Lê bê amedekarî, hemu atmosfer girtibû nav hêrsekî. Bi vê deruniyê ve em bi rê ketin. Em hatin ber gir. Bi bêsîmê me ve me pirsa cîhê xwe kir. Bersiv hat, "niha ne pêwiste, her amade bin dema me gazî kir werin." Ev gotinana laşê xweydayî qerisand. Çend deqan em rawestiyan, wek stunên avahiyeke sedsalan di ser min de hatiye xwerê. Di gel hatina me, vegerê de me lezginiyek girti bû. Belavî sengeran bûn, bendê man. Demekî kurt dengê hemu çekan rawestiya bû. Bê dengiyek li ser hewayê bû. Weke dengê şevê hatibû lêdan. Li gorî ragihandinan, dema çizirandinê de, ji ber kêm bûna teqemeniyê demên pir xeter çê bûne. Bi hinek teqemeniya kêm hatiye ve gir tê rizgar kirin. Dijmin hati bû şikandin. Gava vegeriyam cihê kampê, bi gotina "şehîdên me hene" ve bêdengiya şevê temam bibû, şev lal bibû. Ketibû nav şevê, bi şevê re xwe gihandi bû roj.
Vê beyaniyê, di rabûna me de qirecirî û deng tunebû, em qet fêrî vê rewşa grubê nebibûn. Hevalên çavên wan di bin keserinekî de bûn, çûn li kêlekê runiştin. Şehadeta du hevalan xemginiyek dabû ser her kesî.
Her şehadet, hinek tiştan bi me dide darezandin, hinek tiştan jî digre dibe. Bê deng dikir van hiziran. Piştî şehadeta hevalekî ku tu dinasî dema di nebûna wî de, rojên bi wî re derbaz bûye, ken û henekên wî, hêz û tengaviya wî bi her awayi rewşa wî bi bîr tîne. Bêtir xemginiyek peyda dibû.
Ji ber ku nediçûme cem grubên din û karên din, min nedizani bû kê kême û min ne dixwest ez hîn bibûn jî. Piştî demekî êdî min xwe ranegirt, biryar da ji bo hîn bibim. Hevalê ku ez nêzîkî wî bûm serê xwe jêr bû, ne dixwest binêre, bibîne. Min ji wî re, "ev mafê me ye, em jî bizanibin kê şehîde." Pey bîstikekî ji gewruya hişk dengek bilind bû.
Guhê min kete rastiya sar.
"Cim...şîd ........"
A niha hewaya vê sibehê bi tevahî desthilat bû. A niha piştî navê Cimşîd hate gotin; hemu bê dengî, çuyîna ser gir, lehengiya wî bi xelekên binewşi ya dor çavên wî, her tiştî bahsa wî dikir, her wiha bîranînê wî zindî dibû. Di nav mehekî de cara yekem gotinên wî yê dor agir dît. Cara dawî jî, di rê de sekînî bû. Di her du rewşan de Cimşîd ber çavên min diçu û dihat, min nedixwest bawer bikim. Laşê wî yê bêliv niha li ber çavên min wek tabloyekî naçe. Saet di pêş de diçu, lê zaman rawestiya bû, dema Cimşîd nîşan dida.
Berî ku wî bibin, min xwest ez bibînim. Bê can be jî, çavên wî girtî be jî ez dizanim hîn tiştên wî hene, wê bibêje. Dibe ku ev ruyê wî yê ku berê jê tiştêk fêm nedikir, wê niha baştir diyar bibe. Ez heviya vê bûm. Dibe ku ji ruyê xwe re keleman nenase û behsa şervaniya wî ya heya gulleya dawiyê dikin.
Gir ber bi ketina ve diçû, teqemenî tê, laş qefesa xwe terikandiye, ber bi bê dawiyê ve diçu.
Niha nîne!
Ev parçeyekî mezin bû, di vê cîhana ku em beşekî wê yê biçukin. Dema em ji wî veqetiyan, zivirim pişt xwe nihêrîm. Li lutkeyan, dihejiya ala me û mizgîniya serkeftinê dida hevalên dur. Hevalên bûye ala me, bi bedelê qezencê ve li binahiyê de diherikî.

 

Kategori: Biranînên Gerîla