Mihriban Saran Büyük Azime a

NAV Û PAŞNAV: MÎHRÎBAN SARAN

NAVÊ KOD: AZÎME BILIND

CÎH Û DÎROKA JIDAYÎKBÛNÊ: MUŞ-VARTO-1957

NAVÊ DAYÎK: MAKBULE

NAVÊ BAV: FEYZULLAH

DÎROKA TEVLÎBÛNÊ: 1981

CÎHÊ ŞAHADETÊ: HEREKOL-BOTAN

DÎROKA ŞAHADETÊ: 9 COTMEH 1994

Her çendî me di dîroka têkoşîna xwe de têrkar negirtibe dest, dernexistibe holê û nekiribe malê civakê jî, gelek kesayetên dîrokî yên mezin derketine holê. Ya ku em heta roja îro anîn ked û hewldana van lehengên ku zanîne hêjayî rêhevaltiya Rêber Apo bin û jîndar bikine. Meşa serkeftina çil salî ya PKK’ê, di pêşengiya Rêber APO de, encama kesayeta van rêhevalên me yên bêhempa ye. Ev rêhevalên me yên paşerojê baş dizanin û pêşerojê jî baş dibînin, bi kesayet, sekin û çalekiyên xwe ve zanîn bibin bersivek serkeftî. Bi vî rengî jî îro em anîne ber serkeftina dawî.

Yek ji van kesayetên Rêber jî hevala Azîme ye. Navê hevala Azîme yê rastî Mîhrîban Saran, li navçeya Mûş’ê girêdayî Gimgimê, li gundê Tatanê ji dayîk bûye. Dema di salên beriya 1980’î mamoste bû, hevala Azîme partiyê nas dike. Di sala 1981’ê de beşdarî partiyê dibe. Piştî perwerdeya li qada Libnanê di navbera salên 1982-94’an de bi şêwazek çalak di nava refên gêrîla de şer dike. Di Kongreya PKK’ê ya 3. de ji ber sekin û tevlîbûna wê ya biryardar ji bo Endama Komîteya Navendî ya Partî tê hilbijartin. Di pêvajoyên herî zehmet de, li qadên herî zehmet, di mercên bêderfet de, dibe milîtanek pêşeng a Têkoşîna Azadiyê. Di pêvajoyên ku derfet qet tine ne, her cure afirînerî bi vîna, bawerî û zanebûna mirov pêş dikeve û weke dane derdikevin holê de, weke gêrîlayek jin her tim li pêş bû. Hemû nêzîkbûnên paşverû û kevnare yên li dijî jinê, bi pratîk, jiyan û sekna xwe ve vale derdixe. Di xeta jina azad de ji bo xwe têkoşînê esas digire.

Hevala Azîme li çiyayên azad ên Kurdistanê weke ji gêrîlayên jin a yekemîn û fermandara jin a yekemîn navê xwe di dîroka têkoşîna me de dinivisîne. Li qada Botanê bi ked û hewldanek mezin ve destana têkoşîna mezin a nivîsandî, selmandiye ku vîna mirov û vîna jina azad dikare çi bike. Wêrekî û kesayeta şerker ku hevala Azîme di vê pêvajoyê de derxistî pêş li ser zimanan bûye destan û bûye tirs û xofa dijmin. Lewra gelek caran çapemeniya Tirk navê hevala Azîme daye û çalekiyên lidarxistî di raya giştî de eşkere kiriye. Hevala Azîme bi fermandariya xwe ve li ser dijmin metirsiyek mezin çêkiriye. Di heman demê de ji bo hevalên xwe û gelê Botanê jî bûye çavkaniya bawerî û dilşadiyek mezin. Rêber Apo di derbarê hevala Azîme de dibêje; “Heval û milîtanek me ya ku di leşkertiyê de herî zêde xurt e. Mirov çi bêje dike, kesayetek dikare her tiştî bikê ye.” Ev nirxandin raveya herî cewherî ya sekna wê ya milîtanî û kesayeta wê ya şerker e. Çiyayên Botanê yên asî di salên peyre de her çendî bibin warên azad ên gêrîla û bibe remza Berxwedaniya Gelê Botanê jî, di vir de keda kesayetên mezin ên weke hevala Azîme diyarkere. Her wiha ne tenê li dijî Dewleta Tirk a mêtînger, li dijî paşverûtiya zilam, nêzîkbûnên jina kevnare, feraset û meylên çetegerî nûnertiya xeta Apo’yî kiriye û bûye nûnera herî mezin a meyla azadiyê.

Mirov dikariya bi hevala Azîme re kesayetek xwe pêş xistî, ji hêla teorîk ve xurt kirî, asta wê ya fêmkirin û pêkanîna Rêbertî bilind, bertekên wê yên rêxistinî xurt, jiyan li ser ked, hewldan û pakbûnê saz kirî bibîne. Wê li ser bingeha xeta jina azad a Rêber Apo pêş xistî felsefeya Sosyalîzma Demokratîk têgihiştibû, di jiyan û kesayeta xwe de hem nûnertiya vê dikir, hem jî bi qasî bikare vê fikra mezin birêxistin bike, di jiyanê de jî têkoşîna jîndarkirina vê dida. Di vê manê de hevala Azîme, kesayetek xwe fedayî armancên mezin kiribû. Di nêrîna Rêber Apo ya dibêje; “Kesên armancên wan bi qasî rojê zelal, rêya xwe dibînin”, kesayeta hevala Azîme pênase dike. Di wan mercên zehmet de, nûner û şopdara felsefeya Rêbertî, bi armancên xwe yên zelal ve tenê dikare xwe ji bo armancên xwe fedakirinê bê pênasekirin. Li ser bingeha hînkeriya Rêbertî, azadbûn, weke welatê mirovê azad welatê xwe azadkirin, di asta azwerî de pê ve girêdan, di zelaliya rojê de armanca wê ya sereke bû. di vê manê de hevala Azîme, ji bo jina Kurd û civaka Kurd, bû nûnera herî xurt a xeta azadiyê. Li ser axên azad, bû war û welatê baweriya jina azad.

Hevala Azîme bi kesayeta xwe ya pêşeng, dilnizm û fedekar ve heta dawî ji bo hemû hevalên xwe yên têkoşînê bû mînak. Her tim hevalên xwe ser her tiştî re girt. Bi wê re girêdana bi hevaltiyê, nirxa mezin dana hevalên xwe, rêgeza bingehîn bû. Tiştek dana hevalên xwe, ew perwerdekirin, ji hevalên xwe tiştek girtin û tiştek fêrkirin nêzîkbûna wê ya herî bingehîn bû. Misoger nêzîkbûnên weke; “Ev heval dizane, ev nizane, ev heval başe, ev na, ev heval xurte, ev na,” tine bûn. Piraniya hevalên ku di yekîneya hevala Azîme de cîh digirtin xwendin û nivîsandina wan tine bû. lê hevala Azîme carekê jî negot van hevalan nexwendiye û tiştekê nizanin. Nêzîkbûna xwe ji hemû hevalan re wekhev bû. di kesayeta xwe de yekbûna nirxên civakî ava dikir. Hem ji bo hevalên jin, hem ji bo hevalên xort hema bêje hêzek efsûnî bû. di kesayeta wê de, mezinkirin û pêşxistina hestên mirov xisleta sereke ya pêş bû. ji bo wê ya xala herî girîng û taybet hevalên wê yên têkoşînê û mezinkirina têkoşîna welatê azad bû.

Hevalên xort jî pir ji hevala Azîme bandor dibûn. Bi dehan hevalên ku bi hevala Azîme re mayî, digotin; “Em li hember xwe bê bawer bûn, di derbarê jiyanê de nakokiyên me hebûn.” Her wiha her tim behsa hevala Azîme dikirin ku çawa ew beşdarî şer kirine û baweriya wan xurt kiriye. Pêwendiya hevala Azîme ya bi wan re, danûstandin, uslup, hewldanên pratîkî, nirx dayîna wan, çawa ew bandor kiriye tev vedigotin. Digotin; “Me nedikariya cilê xwe bişûn, dihat cem me, bi me re dişûşt û fêrî me dikir. Dema me bi wê re kar dikir ruhê me dihat guhertin. Me nedizaniya em çekên xwe pak bikin, dihat şanî me dikir. Me nedizaniya bikevin nava çeperan, dihat fêrî me dikir em ê çawa di çeperan de bimînin. Em ê li kur şaşiyê bikin, çi bînin serê xwe, tev ji me baştir dizaniya. Her tim baldar û zirav em şiyar dikirin. Me ew fêm dikir, ji ber ku her tim tiştên nû di hest û hişê me de ava dikir. Em bi fêrbûn, vegotin, karê dikir ve têr dikirin, diparast û xurt dikir.” Bi rastî jî dayîkek zaroka xwe çawa mezin û perwerde dike, di gêrîlatiyê de jî hevala Azîme ev rol dilîst. Fîzîka hevala Azîme jî xurt bû. xisletek kesayeta jina Kurd di rêya azadiyê de cihê xwe dîtibû. Hevala Azîme werzîş jî hez dikir. Mamosteyek zane û zanyar bû. wisa jî tevlî dibû. Li cihek weke Botanê, di nav dilê her kesî de cîh girtibû. Di nava dilê gel û hevalên xwe de cîh girtibû.

Îro di serî de li Botan gelek qadên têkoşînê gel Apo’yîyên berê digere, heyrantî û girêdana xwe ya beramberî wan di her firsendê de bilêv dikin. Em vê rastiyê dibînin, dibîhîsin û dizanin. Gelo efsûna Apo’gerên berê çibû? Bersiva herî baş ji vê pirsê re bê dayîn Hevala Azîme bi xwe ye. Kesayetek ne ji bo xwe, ji gel û hevalên xwe dijiya, di vê rêyê de li hember her cure zehmetiyê bê dudilî xwe tevlî dikir, her tim hêvî dida derdora xwe, ji pirsgirêk û tengezariyên dihat jiyîn re dibû hêza çareseriyê, kesayetek bi vîn, însiyatîf, dilnizm, pak û kedkar bû. hevala Azîme kesayetek şoreşgera rasteqîn a bi hevalê û miletê xwe re heyrantiyek bawerî û rêhevaltiyê ava dikir. Ti carî xwe ji ti hevala xwe mezin nedidît. Bi nêzîkbûnên xwe yên gelêrî ve, her kesê ku ew nas dikir bandor dibû û dikariya wan bixe tevgerê.

Hevala Azîme, hêz û baweriya ji zanyarê mezin girtî di jiyana xwe de pêk tanî û di heman demê de li derdora xwe jî dida pêkan. Hem bilêv dikir, hem jî di jiyanê de pêk tanî. Ferasetên herî zêde jê aciz dibû û dijber derdiket, nêzîkbûnên weke “jin darek şikestiye, jin nikare şer bike, nikare li ber xwe bide” bû. ev nirxandin nedipejirand. Her tim diyar dikir ku ev feraset hişmendiya dijmine. Berovajî van ferasetan, jina ku dihat gotin darê şikestiye û nikare şer bike ji nû ve zindî dikir, hem hêza wê ya cewherîvhem jî di jiyanê de ji nû ve şîn dikir. Lewra hêza jin a birêxistin dikir mezin dikir û li dijî van ferasetan têkoşînek mezin dida.

Hevala Azîme weke fermandarekê her tim bi hevalên xwe re bû, ti carî jiyanek wê ya taybet an jî bi tenê nebû. Di bingeha hemû hewldan û keda wê de tiştên ku ji Rêber Apo fêr bûye bi hevalên xwe re parvekirin û ew perwerdekirin bû. lewra dema cara duyem diçe qada Rêbertî û paşê berê xwe dide çiyayên azad bi hêza ku ji Rêber Apo girtî ve biryarekê digire. Biryara xwe jî bi şêweya “divê jin bi hêza xwe ya cewherî derbixin holê û xwe birêve bibin” bilêv dike. di encama vê biryar û helwestê de yekîneyek ji hevalên jin pêk tê ava dike. ango fêmkirina rastiya Rêbertiyê, gava wê ya destpêkê bi vî şêweyî avêtinê ve, hemû jiyana hevaên jin xweser birêxistin kir. Ji bo jina azad hemû karên xwe bi hêza xwe ya cewherî ve pêk bîne û hemû pêdiviyên jiyana xwe birêxistin bike biryara wê pir xurt bû. ango diviya jin jiyanê bi keda xwe ava bike. ji ber ku jiyanek bê ked, jiyanek bê wate bû.

Yek ji armancên hevala Azîme ya herî mezin jî, hêza jinê ya veşartî derxistina holê bû. Diyar dikir, ji bo dema hewce kir jin vîn û baweriya xwe derbixe holê, hewce dike carina ji aliyê fîzîkî ve jî ji zilam qut bibe ji ber ku jin di nava pêwendiyên civakî yên serdest de, bê zilam nedikariya jiyana xwe bidomîne û di nava mercên nedikariya kar bike de bû, lê belê hevala Azîme ev selmand ku, jin dikare xwe bi sipartina hêza xwe ya cewherî ve bi hêza xwe li ser lingan bimîne, dikare şer bike û bijî. Li hember ferasetên serdest, hêza jina azad ava kir û girêdayî vê hêzê, têkoşîna azadiyê mezin kir. Di vê manê de hevala Azîme, bingeha artêşbûna jinê ava dike, ji bo têkoşîna me ya azadiyê veguhere têkoşînek azadiya jinê rolek dîrokî dilîze. Di sala 1989’an de cara yekemîn li qadên weke Colemêrgê pergala jin a mange, taxim û yekîneyê saz dike. Hevala Azîme van hêzan li herêma Qaşûra birêxistin dike lewra di artêşbûna jinê xwe xwedî hewldan û kedek mezine. Di dîroka têkoşîna me de cara yekê ev peywira pîroz û dîrokî hevala Azîme digire.

Artêşbûna Jinê ya ku îro bi şêweya YJA Starê xwe bi rêxistin kirî, ji bo hemû mirovatiya cîhanê, di vê rêyê de remza têkoşînek destanî ye. li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê li dijî her cure paşverûtî, desthilatî, dewletperestî, binesazî û hişmendiyên serdestiya zilamtî, weke pêşenga hişmendî û têkoşînek azadîxwaz, civakparêz, wekhev û demokratîk, Jina Kurd, ji bo mirovahiya pêşveçûyî bûye çavkaniya îlhamê. Bîrdoziya Azadiya Jinê ya di PAJK’ê de rê ravekirin, felsefe, teorî û zanista jineolojî  jiyanek girêdayî jinê derdixe holê û zemîna vê ya herî xurte. Îro li cîhanê hêza herî zêde nêzî azadiyê û têkoşîna vê ya herî mezin dimeşîne jina Kurd e.

Elbet çavkaniya van pêşketinan tevê, kesê derxistî holê û afirandî Rêber APO ye. Bi felsefeya “Ya şer dike azad dibe, ya azad dibe xweşik dibe, ya xweşik jî dibe tê hezkirin” ve di artêşbûn û partîbûna jinê de bîrdoziya azadiya jinê derxistina holê de pêşengiya teorîk, fikrî, pratîkî, jiyanî Rêber APO diyarkere. Elbet rêhevalên ku felsefeya Rêber Apo rast fêm kirîn, xwe fedayî vê kirîn, di vê manê de azad bûyîn û têkoşîna vê meşandin jî xwe parek mezinin. Yek ji van jî hevala Azîme ye. heman weke hevala Sara, Zîlan, Bêrîtan û Sema, di pêşketina Têkoşîna Azadiya Jinê de û di asta ku îro xwe gihandiyê de rola van hevalan a diyarker heye. Yekîneya jinê ya xweser ku cara yekê ava kirî paşê bû Artêşbûn, Partîbûn û Bîrdoziya Azadiya Jinê û ji van re bû zemîna herî mezin.

Hevala Azîme di şerê Başûr ê 1992’an de weke fermandara eniyê di berxwedaniya Heftenînê de, hêzên li eniya pêş kordîne dikir. Di vî şerî de rolek girîng digire. Li Botanê di pêşveçûna gêrîla de û darbeyên mezin li dijmin danê de, para jêhatiya fermandarî û kesayeta şerker a hevala Azîme mezine. Di fermandariya jinê de di asta pêşeng de cîh girtin, bi yekîneya jin a xweser ve di pêşketina artêşbûna jinê de hevala Azîme dibe xwedî kedek mezin. Di bihara 94’an de li Botanê li pê Yekîneya Jinê ya Xweser tevlî şer dibe. Heman salê li hember êrîşên dijmin ên topyekûn dema li qada Herekolê şer kordîne dikir de, di encama pevçûnek dihat jiyîn de bi roketek hawanê şehîd dikeve. piştî şahadeta wê di kongreya PKK’ê ya 5. de weke “Endama Komîteya Navendî ya PKK a Giyanwerî tê hilbijartin. Paşê jî di sala 1995’an de di Kongreya Jinê ya 1. De weke “Fermandara Giyanwerî ya Artêşbûna Jinê” serfiraziya wê tê destnîşankirin.

Hevalên weke hevala Azîme, Bêrîvan (Binevş Agal), Xanim Yaverkaya, Çîçek Selcan, Rehîme Qehreman, Nafiye Öz, Sultan Yavuz H Mizgîn Fehîme Şerxe, Şîlan Kobanê, Şevîn Dêrike, daneyên yekemîn ên jinên gêrîla û artêşbûna jinê yên îro ne. Bingeh ew in. Hewldana cewherî jî ew in. Wan di wê demê de bi tena xwe weke artêşa jinê tevdigeriyan. Wan pir mezin bi civak, heval û rêxistina xwe bawer kirin û bawerî dan. Qalikê jinê yên hezar salî şikandin û di derketina derve de, bûna hebûn û veguhertina nirx de xwe kirin xeta bingehîn. Bûn remz. Bûn remza azadiyê. Tirsên hezar salî berteraf kirin, wêrekî jîndar kirin. Wan meşa azadiyê bi meşa xwe re di jinê de ava kirin. Lewra ew li çiyayên Kurdistanê di gêrîlayên ku di xeta fedaî de têdikoşin  û berxwedaniya serkeftinê dimeşînin û pêşengiya jinê de ber bi serkeftinê de di ruhê azadiya têkoşîna me de dijîn û dê her tim jî bijîn.

DÎLAN SPÊRTÎ

                                                                                                                                                                        

Kategori: Şehidên Me