Tirkî  |  Erebî

Delîla_Nesîme_Yaman_n.jpg

Rêbertiya Partiyê: Fêmkirin û xwe pê re yekirina xebatên em dikin ji bo we hemûyan jiyanî ye. Dibe ku ji nan û avê hewcetir be û divê hûn fêm bikin. Ji bo mirov karibe bijî, dive mirov hêza jiyanê bi dest bixe. Ji bo bûyîna hêza jiyanê divê girêdana bi civakê re bê pêkanîn. Çalakiya me; çalakiya mirovê bi hêz dibe, mirove yek dibe, dibe rêxistin e.

 Em mezinahiya hewldanên xwe dizanin. Eger qîmet bê dayin, hewldanên me ji bo şoreşekê girîng in û têrê dikin.

Ji bîr nekin, hûn di nava hin rastiyan de ne. Hûn ne di nava cîhaneke li gorî we ye de ne, di nava cîhanek ku em hewl didin sînorên wê diyar bikin de ne. Di nav de her cur şervantî heye, ya rast ew e di nav de bi her cure jiyan jî heye. Yê dixwaze dikare bi terza qereçiyan û yê dixwaze jî dikare bi terza pêxemberwarî bijî. Yê dixwaze dikare bi rola miriyan û yê dixwaze jî bi roleke mezin a zindîbûnê rabe. Yê bixwaze ajan, yê bixwaze îxanetê, yê bixwaze welatparêziyê xwedî girêdana mezin an jî dikare mirovê raser bijî. Di vê maneyê de hûn azad in lê ji bîr nekin ev hemû bi giştî di mercên şer de tên jiyîn.

Mirovê herî bi rûmet kesê ku têkiliya navbera soz û rastiyê fêm dike ye. Teqez divê hûn vê girêdanê karibin çêbikin. Lê dubare bêjim; divê hûn karibin bêyî şaşîtî bikin, bêyî ku bixapînin bikin. Hewce ye hûn heya ku vê girêdanê çênekin dest ji xwe bernedin.

Heqê me heye, em mirovên fêhma, girêdayî biafirînin û ji we li hêviya mirovên girêdayî bi pîvanên hevaltiyê bin. Li ser vê bingehê min xwest berpirsiyariyên we bînim zimên. Weke ku min bal kişandiye li ser, mijarên hewce ne ku hûn ji beriya nan û avê fêm bikin û pê re xwe bikin yek. Berevajî, ne gengaz e ku ti berpirsyariyên we erênî bikim.

Ji aliyê kedê ve kolektîvîst im. Kolektîvîstekî pir mezin im, tenê bila hinek eleqeya we hebe. Rojên min ên destpêkê hê jî tên bîra min, dizanim çûkên ku min nêçîra wan kiriye min parve kiribû. Tevî ku min bi tena serê xwe nêçîra wan kiribû, min parve dikir. Her çendî singa çûkan dibû ya min jî, tê bîra min, min lingên wan dida hin hevalan. Ev girîng e, biçûk nebînin. Ji ber ku min nêçîra wan kiribû. Ti têkariya yên li derûdora min tinebû. Jê piştrast im, eger çûkeke we ya wisa hebûya dê we ji nişka ve ev mil, ew alî dehf bida û bixwarana. Zarok tên bîra we, tu çi bidî wan wisa distînin, dadiqurtînin, vedişêrin. Lê me di wî temenî de hêza parvekirinê nîşan da. Wê demê min fêr dikir jî, yanî min banî kesên herî bê xêr dikir û bêyî ku li benda ti berjewendiyê bim tiştê ez fêr bibûm, min fêr dikir. Ya din jî li ser bingeha mal û milk xebitînê, ji bo jiyaneke azad min eleqeya wan bi çiya re çêdikir û zarokên wê demê teşwîq dikir. Ev girîng in. Em alîgirên parvekirinê ne. Ti aliyê me yê ji ti kesî re girtî tine. Hesteke pir mezin a bihevrebûnê hê di wan de pir bi hêz bû. Niha mirov li egoîzma we dinêre, ya din jî li hemaltiya we dinêre dimîne heyirî. Hûn dizanin kole mirovên nehatine dahûrandin in. Kole kesayetiyên ku heya bi dawî li gorî kesên din hatine dîzaynkirin in. Li ser keda wan, li ser hemû kesayetiya wan li ser navê hin kesên din teserûfek tê meşandin. Kesên ezez û egoîst jî, ji bo meaşekî bi her awayî nêzîkatî pêş dixin. Taybetmendiya herî balkêş a sosyalîstan, bi adilane parvekirina ked û berhemên kedê ye.

Ez bawer im we xwe amade kiriye, li gel hin hevalan jî her diçe sebir diqede. Hûn dibêjin qad, hûn dibêjin erk. Niha em çi bikin, em dikarin bi dorê tevî çend kesan sozê bidin. Her çendî ne weke bendewariya wan jî be, hinekî em ji bo bendewariya wan bibin bersiv. Kî heye? Bi dorê, yên di nava bendewariyekê de ne em dikarin bi kûrtasî binirxînin.

Delîla (Nesîme Yaman): Nasnavê min Delîla ye. Navê min ê din Nesîme ye. Nozde salî me. Ji Qilabanê me. Heya bi dîroka 1988’an li Qilabanê mam, piştre em çûn Mêrsînê. Sala 1989’an vegerîm Qilabanê û tevlî Partiyê bûm. Di sal 1989’an de heşt mehan li Botanê mam û paşê derbasî Zagrosê bûm. Ji ber biçûkbûna temen, heya bi 1991’ê li vê qadê mam. Di destpêka sala 1991’ê de çûm Serhedê. Zivistana 91’ê min dîsa li Zagrosê derbas kir. Ev şeş sal in li Zagrosê me, zêdetir li herêmên hindur ên weke Zerzan, Şemzînan û Geverê mam. Ev heşt meh in li qada Rêbertiyê me.  

Rêbertiya Partiyê: Em bi te re jî zêde mijûl bûn. Niha çawa yî, ma dikarî biryareke nû bidî?

Delîla (Nesîme Yaman): Serokê min, biryardar im. Ti car bêhêvî nebûm, her timî xwediyê biryar bûm. Her ku diçe biryara min bihêz dibe. Ya rast ew e, ez ji bo welêt amade bûm, li gorî wê amade bibûm.

Rêbertiya Partiyê: Ma xwendina te heye?

Delîla (Nesîme Yaman): Heye Serokê min.

Rêbertiya Partiyê: Ma dikarî bi Tirkî bixwînî?

Delîla (Nesîme Yaman): Belê Serokê min.

Rêbertiya Partiyê: Dibêjin hinekê biaqil e, ma wisa ye?

Delîla (Nesîme Yaman): Ji aliyê fêmkirinê ve zehmetî nakişînim.

Rêbertiya Partiyê: Rewşa van hevalan çawa ye?

Zeynep (Elif Ildeş): Serokê min, li gorî çîna wê rewşa fêmkirinê li pêş e.

Rêbertiya Partiyê: Çîna wê çi ye?

Zeynep (Elif Ildeş): hevaleke jîr e. Mijara ku heval herî zêde dîqeta wê bike, bi bertekên xwe tevgerkirin e. Pratîka li vê derê wisa diyar e. Li nêzîkbûnên şaş ên kesan, dialiqe û hê zêdetir weke zererê bide Partiyê bertekên xwe dide der. Bawer im ji aliyê qontolkirina hestan ve hinekê lewaziya wê heye. Dibe ku ev jî bi lêhûrbûnê bê derbaskirin.

Rêbertiya Partiyê: Hewce dike bi cîhana zanistê re vê bînê pêşberê hev û wisa bi pêş bixe. .

Zeynep (Elif Ildeş): Rast e Serokê min.

Rêbertiya Partiyê: Ma ji bo pêşxistina hizirê xwe amade yî

Delîla (Nesîme Yaman): Serokê min, dema ez hedefekê ji xwe re diyar dikim bi misogerî divê ez bi ser bikevim, ev înad li gel min heye.

Rêbertiya Partiyê: Ji aliyê îdeolojiya Partiyê ve înad bike, îsbat bike.

Delîla (Nesîme Yaman): Serokê min, heya bi niha bi terzeke şaş pêş ketibû. Hevalê Cûma jî gotibû “divê tu di rastiya Rêbertiya Partî û rastiya Partiyê de israr bikî.

Rêbertiya Partiyê: Bi xwe bawer dikî, dirust î, dikarî li soza xwe xwedî derkevî.

Delîla (Nesîme Yaman): Serokê min, heya bi dawiyê baweriya min bi min heye, heya bi dawiyê ez ê girêdayî bi Rêbertiyê bimînim.

Rêbertiya Partiyê: Ya girîng te jî dersek stend. Tecrubeyên te jî çêbûn. Partiyê jî barê te rakir. Niha tu xurt bûyî. Tê li ser rastiyên Partiyê bibî xwediyê rol. Tê bibî Delîlayeke bi temamî veguherî ye, ma hate fêmkirin? Bi temamî soz ev e.

Delîla (Nesîme Yaman): Biryardar im

Rêbertiya Partiyê: Heya bi dawiyê?

Delîla (Nesîme Yaman): Heya bi dawiyê, Serokê min.

Rêbertiya Partiyê: Temam, serketin.

 

16. 09. 1997

Kategori: Şehidên Me