şehîd_nujiyan_bager_n.jpg

Mirov hebûnek çawaye û dixwazê çawa bijî? Ger di gerdûn û xwezaya me ya îro de mirov bi exlaqî û wîjdanî bersiva van her du pirsa bidana û li gor wê jiyan bikirana dibe ku ewqas êş û nexweşî nehatibana jiyîn. Ji ber ku di hişmendiya desthilatdariya cîhanî de mirov, zîndiyek di gerdûn û xwezayê de bi diyaletîka ‘bi re hev jiyan nabê’ re xwe kor û ker kiriye, êşa giran îro civak dikşîne û zirar dide tevahiya xwezayê.

Çiqas hişmendiya desthilatdarî û mijokdarî di roja me a îroyîn de derketiye lûtkeyê jî, hişmendî û hestê ku ji civaka xwezayê azadiyê, wekheviyê û dinava xweşikbûnê de jiyankirin, hewldan û lêgerîna cewherê mirovahiyê ye. Çawa ku ava baranê bêyî estangiye nas bikê çiya û dîwaran diqelêşê û xwe digihînê behre, lêgerîn û hewldana mirovahiyê a ber bi azadiyê, tim di nava herikendinê de ye. Ti hêz nikarê li hember hişmendî û azadiye xweser bisekinê. Di vir de a girîng û diyarker ewe ku mirov bi biryar û israr be…

Çima ewqas sitêrk tê hîskirin, ji ber ku ew azad e, bi xweşikbûn û ronahiyê xwe ve tariyê ronahî dike. Di mesafeyek şûn de tiştek nikarê xwe nêzî bikê û azadiya wê ji dest bigrê, ew dikarê xwe ji asîmanan de bavêjê û xwe parçe bikê, lê ew ti car teslîmiyet û bêrûmetiyê qebûl nakê. Hîskirin ji vê tê. Jiyana azad ewqas bi qîmete ku mirov ji bo wê bi eşq diçê mirinê. Ji bo vê berxwedêrê jiyana azad heval Kemal Pîr gotiye “Di oxira jiyanê de biqasî em bimrin jê hezdikin” bi canbexşana rêbertî, ji jiyana azad re kirine. Her çiqas mirov bi sed yan jî hezar sala jiyan nekê jî, şopê jiyana azad a civaka xwezayî tim jiyan dibê û wê jiyan bibê. Rêber APO tim behsa jiyan û civak, azadî û civakê dike. Ewqas bi hev re girêdayî ye, bê hev nabê...

Bele, di roja me a îro de dagirkerî ye ser civaka ewqas xwe qayîm kiriye ku encex bi tekoşîn û berxwedaneke xurt mirov dikarê bibê xwediyê îradek û jiyanak azad. Ji bo vê Mazluman gotine “Berxwedan jiyan e” mixabin bê berxwedanî û bê bedel azadî û birûmetî jiyan kirin di pergala cîhanî de vê demê ne gengaz e. Xweşikbûn jî bi azadiyê ve girêdaye, Rêber APO tim ev ji me re digot “yê şer bikê azad dibe, yê azad dibê xweşik dibe, yê xweşik dibê tê heskirin” ev hişmendî ronahiye li pêşiya azadî, xweşikbûn û hezkirinê. Ev ronahiyê ku ji bo gelan bûye; hêviya azadî û wekheviyê. Di pêşengiya tevgera Apoyî de, tene ne ji bo civaka Kurdistanê, ji bo tevahî mirovatiyê bûye hêviya jiyanak nû a azad. Ji bo vê yekê desthilatdarî û dagirkeriya cîhanî bi hev re êrîşê xwe yên hovane li dijî tevgera Apoyî pêşdixin.

Cara yekem e ku di nava civaka Kurd û Kurdistanê de tevgerek wek PKK, bi felsefa û birdoziyek zelal riya tekoşîna azadî û serxwebûnê derdixe holê. Gele Kurd ku li  ber qirkirin û tinebûnê bû, bi derketina tevgera Apoyî, çavê xwe li jiyanê vekir û hêviya tekoşîna azadî û serxwebûn pê re pêşket. Dagirkeriya Tirk difikirî ku tevgera Apoyî jî wek serhildanê Kurd û Kurdistani di demek kurt de bê bandor bikê û bê estengî dagirkeriyê xwe bimeşênê. Lê keç û xortê Kurd di pêşengiye hişmendiya Rêber APO de bi seknek qehremantî tekoşîn dan û gelek nirx avakirin. Bêguman di van 40 salên bûrî de gelê Kurd û Kurdistanê gelek berdêlê giranbiha dan. Ji bo azadiya gel û welatê xwe bi hezara keç û xortê ciwan xwîna xwe ser vê xaka pîroz rijandin û bûn ronahiya jiyanak azad û birûmet…

Mezobotamya dayîkî ji mirovatiyê re kirye û di himbêza xwe de xwedî kirye. Li derdora ava firat û dîcleyê bi xuliqdarî û pêşengiya dayîka xwedavend de berhemên jiyanê hatine xûliqandin û bûye çavkaniya jiyana mirovahiyê. Îro ev ji aliyên herkesî ve tê zanîn û hatiye pejrandin. Herêma rojhilata navîn bi çar demsalê xwe, baran û tava xwe berhemê pir dewlamend derdixê û bala mirov dikşênê ser xwe. Dagirkeriyên cîhanî û herêmî tim çavê xwe di berdê van berhemê dewlemend û êrîşê hovana ser pêşdixê. Bi hezar sala ye ku ev herem dibin êrîş û berxwedanê de dibe qada şer. Ev hêzê dagirker û desthilatdar ji bo berjevandiyê xwe yên demkî, gelek qirkirin ser gelê heremê meşandine û gelek netev ji holê hatin rakirin. Gele heremê tim li hember van êrîşê dagirkera mirin qebûl kirye, lê kolatî û bê rûmetî qebûl nekiriye.

Herema Hezex jî di navenda vê qadê de cihê xwe digrê û di navbera ava Dîcle û Firatê de ye. Li vê heremê gelek netew û ol dijîn. Jiyanek pir dewlemend bi hev re jiyan dikin. Bi av û çandiniye xwe ji bo gela bûye xizîneya jiyanê. Ji bo vê tim êrîş ser çêbûne û gelê herêmê ketiye nava berxwedanê li dijî van êrîşa. Malbata heval Emîne Oral, bi navê din Nûjiyan yan jî Qarlî jî li ser vê xakê û di nava vî gelê berxwedêr de dijî. Di destpêkê de ez dixwazim ser navê heval Nûjiyan çend gotin bêjim. Heval Nûjiyan navê wê ye malbatê Emîne ye, di temeneke ciwan de tevlî gerîlayê azadiya Kurdistanê dibe, navê xwe dixê Nûjiyan Bager. Navê birayê xwe yê şehîd ku Bager bû wek paşnav digrê. Di sala 2015 de dema heval Nûjiyan tevlî nav refê gerîla dibe û di heman salê de di bin fermandariye heval Harûn Çekdar de perwerda sekvantiyê dibînê, ji ber nişana wê pir başe û tim li hedefê dixê, mamosteyê wê heval Harun jê re dibêjê “Çeqel Qarlos” wek tê zanîn Çeqel Qarlos sekvanekî bi nav û denge, di cîhanê de tê naskirin, an ku piştre wek Qarli tê zîvrandin. Piştî şehadeta heval Harûn Çekdar ew êdî ji bo bîranîna heval Harûn ew navê Qarlî bikar tîne. Ezê di nivîsa xwe de bêhtir navê Nûjiyan bikar bînim, ji ber bêhtir ev nav lê tê. Ev malbata welatparêz ku ji çandek berxwedêr tê, li hember dagirkeriya dewlata Tirk jî tim seknek bi rûmet nişan daye. Piştî ku tevgera azadiya gelê Kurdistanê di bin fikir û ramanê Serok APO de li herêmê pêşdikevê, malbata heval Nûjiyan jî wek gelek malbatên din ên welatparêz li dijî zilma dewlata Tirk cihê xwe li gel tevgera azadiyê digrin. Tevgera Apoyî ji bo xwe hêvî û çavkaniya jiyana azad dibînin û bi derfetê xwe beşdarî vê tekoşîna azadiyê dibin. Kurekî wan bi navê Bager di salê 90’î de beşdarî gerîlayê azadiya Kurdistanê dibe û piştre tevlî karwanên şehîdên şoreşê dibê. Malbat li gundekî girêdayî Hezexê ku nêzî ava Dîcle ye jiyan dike û bi kedkariya xwe tênasîn.

Belê, heval Nûjiyan li vê herêmê welatparêz û di nava dewlemendiyê de çavê xwe li jiyanê vedikê û dibe şopdarê xwedavenda. Ji ber ku herêm û malbat welatparêz bûn, heval Nûjiyan di tevayê jiyana xwe a civakê de bi hestê li dijî dagirkeriyê tekoşîn kirin, mezin bû û meyla xwe da vê. Ew çiqas di nava pergalê de be û wek xwendevaneke dibistana dewlata Tirk xwendibe jî, bandora neyînî ser çênabe û ew xwe diparêze. Di zarokatî û ciwantiya xwe de ku heya lîseye dibistan dixwîne jî, xeyala wê jiyanak azad û bi rûmet bi gelê xwe re di welatê xwe de jiyankirin bû. Çiqas ew li deştê ji dayîk bûbû û mezin bûbû jî, xeyalê wê serê çiyayê azad bû. Li pêşberî wan çiyayê serbilind, Gabar hebû û wê tim bi temaşekirina bilindahiya Gabarê dilê xwe mezin dikir. Bi sala wê, temaşeyî çiyayê Gabarê kir, car Gabar wek bûkek xemilandî bi berfa sipî xweşik dibû, car bi şînkaya biharê dewlemendiyeke pir rengî delal dibû û car jî bi demsala payîzê re zer dibû û renge rojê dida. Li ber çavê heval Nûjiyan, Gabar çar demsalê xwe yên dewlemend jiyan dikir û bala wê dikşand ser xwe. Wê dixwest Gabar bikşîne gel xwe û Gabar dixwest wê bikşêne gel xwe, di navbera wan de ava Dîcle ku wek kemberekî li noqa Gabar di zîvirî derbas dibû. Êdî tû kes û tû tişt nedikarî wê ji eşqa gihandina Gabarê qut bikê û her çû Gabar di dil û mejiyê wê de mezin bû. Roj car di navser Cûdî re, car jî li navsera Gabarê re derdiket û tîrêjê xwe didan çavê wê, deşta Hezex ronahî dikir. Êdî wê jî ji bo rêwîtiya ber bi rojê dil û mejiyê xwe qayîm dikir. Êdî tiştek wê bigrê nema bû, wê jî dixwest ji hêlîna xwe bifrê cihekî bilind ku azad bijî û destê qirêj negihê wê.

Sal 2015 an bû, Deşta Hezex di şînkaye biharê de xemilî bû, Kûlîlkê pir rengî çavê xwe li jiyanek nû vekiribûn, berfa Gabar jî heliya bû û rengîniya biharê li vir jî rûyê xwe yê xweşik nîşandabû. Armanca heval Nûjiyan jî a çûna ser çiyayê azad pêk hatibû. Wê, çekê birayê xwe ê şehîd Bager rakiribû û ketibû rêka heqîqetê. Ew gihaştibû cihê bilind û nêzî rojê bûbû, ji bo parastina gel û welatê xwe li zinarê bilind bûbû nobedar. Eşqa wê a ji Gabar pêkhatibû û pir bi rûkenî dijî. Di Adara 2016 an de em hatibûn Gabarê û li navsera Gabarê cara yekem me heval Nûjiyan dît. Nû nû daristan diteqiyan û pelçimê xwe vedikirin, divan rojan de car teyrok û car jî baran dibarî. Wek tevger û gel li Kurdistanê di çarçoveya berxwedana rêveberiyên xweser de li dijî êrîşê hovane ên dewlata Tirk, berxwedanek mezin dihat kirin. Di zivistanê li Cizrê, Sûrê, Hezex, Kerboran û gelek bajarên din berxwedan meşîbû. Li Şirnex, Nisêbîn, Gever û gelek cihên din berxwedan berdewam dikir. Zivistanê fermandarê Gabarê heval Bedran Koçer bi komek heval ku heval Nûjiyan jî di nav de bû derbasî herêma Kerboranê bûbûn ku piştgirî bidin berxwedana Hezex û Kerboranê. Heval Nûjiyan jî xwestibû ku di pêş de li dijî êrîşê dewlata Tirk yê ser gelê me bisekine û berpisyartiya xwe a demê bi cih bîne. Rexmê nû bû û pir ciwan bû jî, lê ew bi berpisyariyek mezin tevdigeriya û xwedî helwesta demê bû. Dema em di meha Adarê de gihaştin Gabarê heval ji Kerboranê hatibûn, di nav vê berxwedanê de fermandar Bedran Koçer jî di nav de, gelek heval şehîd ketibûn. Van şahdeta çiqas di heval Nûjiyan de jî hestiyariyek çêkiribû jî, lê ew bi biryar bû ku tola wan rake. Ji vê rojê heye bihara 2018 an em ji nêz da heval Nûjiyan nasdikin û me tevlîbûna wê a xebatê şopand. Carna bivhev re bûn, carne bi notê nivîskî û car jî bi rêke hevala silavê xwe ji me re rêdikirin.

Hinek mirov hene ne pêwîste ku ji bo mirov wan nasbike pir bi wan re bimîne, di nava çend rojan de tên nasîn. Di jiyana min a van salê dawî de herî zêde hevalê ku ez jê bandor bûm, dil û mêjiyê paqij û vekirî, yek heval Rohat Zelal û yek jî heval Nûjiyan Bager bûn. Ez dikarim zelal bêjim ku van û yên wek van hevala bi sekin û tevlîbûnê xwe yên paqij bi deh cara soza girêdana hevaltiya PKK’ê bi min dan dubare kirin û biryara min a tekoşînê xurtir kirine. Nexasim heval Rojhat û heval Nûjiyan. Ez dikarim li vê mikûr werim ku gelek car dema min tevlîbûn û fedekariya van ciwanê dil paqij didît, gelek car min ji xwe re gotiye “Mirov ji bo van deh cara jî bimre, cardin ne bes e” ewqas keseyetên bi bandor bûn. Di dil û mejiyê wan de çi derbas dibû, di rûkenî û dansitandinê wan de diyar bû û dihat dîtin. Gelek ji me ji bo rastiya xwe em nişan nedin û kêmaniyê xwe veşêrin, em bi zimanê cuda daxivin û xwe cuda nîşan didin. Di heval Nûjiyan û heval Rojhat de ev tine bû, her tiştên wan di rabûn rûniştin, di ronahiya çavê wan de dihat dîtin. Wan di tevayê kêliyê jiyana xwe de ji bo me dibûn mamoste, ez vê vekirî bêjim gelek car min ji wan enerjiyek mezin girtiye û ji bo min bûne hêzek mezin. Tim eşkere têgotin ku şervan bi perwerdeya fermandarê xwe ve xurt dibe û pêşdikevê, lê berovajiyê vê jî rastiyeke ku fermandar jî ji şervanê xwe hêz digre û mecbur dimîne xwe pêşbixe. Herî kêm ev ji bo min derbasdare û rastiyek jiyaniye. Carna mirov ji xwe pirs dike, gelo çî van hevala heye ku ewqas mirov bandor dikin û bi xwe ve girê didin? Dervî dil û mêjiyê paqij ku ji bo azadiyê bi biryar di rêka heqîqetê de dimeşin. Wê demê ev têrî dike ku mirov di kûraniya dilê hevalê xwe de cihê xwe çêbike. Cewhera dilê wan teyîsandina xwe li ser xebat û jiyana wan a rojane jî dikir. Tevayê jiyana xwe xistibûn xizmetê gel, welat û hevalên xwe. Li hember hevalê xwe dil nizmbûn, li hember dijminê xwe yê hovane tolhildêr û xwedî helwestek zelal bûn û di her kêliyê de jiyan dikirin. Ger PKK’yî bûn û têkoşerbûn ne ev be, wê demê çiye? Di şexsê van hevalan de jî me carek din dît ku çiqas mirov nû bê û ciwan jî bê, ger mirov li hember partî, gel û hevaltiyê ewqas zelal be, bi dil û mêjiyên paqij tevlî bibe, mirov pir mezin tê heskirin û derdora xwe pir zêde dikare bandor bike. Ev herdû heval jî ji heman herêmê bûn ser heman xakê mezin bûbûn.

Belê keça ciwan û a berxwedêr heval Nûjiyan, wê navê xwe ya rast danî bû û ew li gor vî navî tim tevdigeriya û nîşanî mirov dida. Wê bi timametî jiyana kevin berdabû û bi tevlîbûna PKK’ê dest bi jiyanek nû kiribû. Li hember jiyana dagirkeriyê ku ser civak û malbatê bandorê neyînî çêkiribû, tim pêre di nav tekoşînê de bû û kesayeta xwe nû de ava dikir. Di tevayê kêliyê jiyana xwe de, nîqaş û pîrsê wê tim li ser vê bûn. Lêgerîna wê a ku xwe zû çêkê û xurt tevlî bibê, di tevayê kêliyê jiyana wê de dihat dîtin. Ji aliyekî ve wê tim pirtûkê partiyê, ser şehîda û yê Serokatiyê dixwendin, ji aliyên din ve baş li fermandar û hevalê kevin bi baldarî guhdar dikir û tiştê erênî ji bo xwe digirtin. Gelek car wê bi mêyzandin û guhdarkirina xwe a bi baldarî, dihîşt ku mirov bîranîn û danehevên xwe pê re parve bike. Demek dirêj heval Nûjiyan li gel fermandariye jor ma ji ber ku di malbatê de şehîd hebûn parastina wê bû sereke dihat dîtin. A din û herî girîng ji ber ew ji pêşketinê re vekirî bû û hêviyek mezin dida mirov. Tim dixwest mezin bifikre û mezin bixebite, ji tevlîbûna xwe nerazîbû û hewldida ku vê bibûrîne. Di van 4 salê ku li dilê Botanê, Gabarê de derbaskir de tevlî gelek çalakiyan bû û derbeyên giran li dijminê dagirker xist. Lê ew bi vê nerazî bû û tim dixwest ku di pêş de têkevê êrîşê û derbê girantir li dagirkeriya Tirk bixê. Çiqas ew li hember vesazkirinê fermandar û rêveberiyên xwe bi rêz bû û pirsgirêk nederdixistin jî, dema ku ew di komê çalakiyê ên paş de dihat vesazkirin, bi mêyzandin û rûyên xwe nerazîbûn nîşanî mirov dida.

Teybetmendiyek din ya heval Nûjiyan ku cihê xwe di kûraniye dile me de çêkir jî, tim hevalê xwe fikrandin û pê re parkirin bû. Tevahiya tiştên wê heman demê yê hevalê wê jî bûn. Carna çiqas em dûrî Gabarê, li herêmek din a Botanê bûn jî, heval Nûjiyan em ji nîmetê Gabarê bê par nedihîştin û ji me re rêdikir. Ji dewlemendiya Gabarê dimis, simaq, benî, tirşo û behîv ji me re rêdikirin. Bi vê nêzîkbûna xwe a bi hevalê xwe re dilsoz, dixwest ku hevaltiya PKK’ê bîne bîra me. Di PKK’ê de ji xwe bêhtir hevalê xwe fikrandin, diyalektîkek jiyaniye û pêşengê PKK’ê ev nîşanî me daye. Gelek car heval Nûjiyan bi dilsozî gotiye ku “Xwezî li şuna vî hevalî ez şehîd biketama!” Ji bo hevaltiyê fedayibûna xwe danî ziman. Ewlehiya hevalê xwe ser a xwe re digirt, cilek baş ji bo hevalê xwe fikrandin, xwarinek xweş ji bo hevalê xwe çêkirin û şandin, keseyetek mezin dixwaze. Ev mezin bûn û dilpakî bi heval Nûjiyan re pir zede bû.

Heval Nûjiyan li kêleka van dilpakî û paqijiya xwe, sekna jina azad jî ji bo xwe esas digirt û jê tawîz ne dida. Ew bi mezinbûn û bûna hêz a jinê bawer bû û bi vê serbilind bû. Baş dizanî ku ev mezin bûn û bûna hêz bi xwe pêşxistinê re gengaz e û pêkane, ji bo vê ewqas lêgerîn û hewldanê wê yên xwe pêşxistinê xurt bû. Ew pir bi xwe bawer bû û bi tev hevalan re di nava nîqaşên vekirî de bû. Biqasî ew li hember desthilatdarî û paşverûtiyên zilam redîqal bû, ewqas jî li dijî jina kole û paşverû bû. Car bi rexnê xwe yên vekirî, car jî bi sekna xwe a rêxistinî li dijî şaşîtiyê disekinî. Gelek car me dît ku bi refleks û mêyzandina xwe li dijî sekna zilam a nêrîna şaş ser jinê helwest digirt û nerazibûn nişan dida. Wê dikarî bû ku pîvan û mêyzandinê şaş ji nav hev derxê û bi pîvanê rêxistinî li dijî wê helwest bigre. Wê tenê rexne nedikir, hewl dida ku sere rastkirin çêkê û hevalên xwe xurt bikê. Taybetmendiyê heval Nûjiyan yek jî ew bû ku bi axaftin zedetir, bi mêyzandin û refleksê xwe re şaşîtî rexne dikirin û dixwest ku heval xwe berçava re derbas bike. Ji bo wê pîvanê partiyê, nirxê gel, girêdana şehîda û hevaltiya rast, xeta wê a sor bûn.

Heval Nûjiyan di sala 2018 an de ji heval Cemal re namek rêkiribû, min jî ew name xwend. Di vê name de jî berpisyara wê a rêxistinî dihat dîtin, navê gelek hevalê rêveberiya me a jor divê nameyê de derbas dibû. Hem rexnê xwe kiribûn, hem jî hişyariya ewlakariyê van hevala kiribû û bêrîkirinê xwe anîbû ziman. Heval Cemal rewşa wê ji min pirsî û min jî ew dabû nasîn. Heval got ku bi rêka bêtêlê bêjin ku bila ew jî bi heval Şerda re were Başûrê Kurdistanê û ji hevala re ev hatibû gotin, yanî ew bi vê name xwe ketibû rojeva rêxistinê û rêxistinê dixwest wê bikşînê gel xwe. Lê mixabin dema rêkê de dihat ew jî wek gelek hevalên xwe ketibû kemîna xayîn û bêbextê hovane ên dewlata Tirk. Belê ew li çiyayê Cûdî, li pêşberî deşta Hezaxê di encama êrîşek balafirê şer e dewlata Tirk yê hovane de birîndar dibe û ji bo dîl nekevê destê artêşa Tirk a hovane, bimba xwe bi canê xwe ya ciwan de diteqînê û tevlî karwanê nemira dibe! Wê li bilindahiya çiyayê Cûdî bi dengê bimba xwe, xwe gihand tevahiya mirovatiyê û ronahiya xwe dabû deşta Hezex, Cizîrê, Silopî û Dêrika hemko. Wê jî wek gelek hevalên xwe xwîna xwe ber bi ava Dîcle ve herikandibû. Wê li pey xwe gelek bîranînê ku ji bo azadî û serxwebûn ronahî çêbikin hiştibûn. Li geliyê Hesena dengvedana bimba wê hêj tê guhê me û ew deng wê tim di guhê me de bimênê!

Bele hevalno, gelek bîranînê me bi heval Nûjiyan re jiyan kirin û bandorek erênî ser me kirî hene, êdî ji me tê xwestin ku vana em jiyan kin û bidin jiyankirin. Heval Nûjiyan ji bo ku tiştek baş ji me re bêjê, yan jî di jiyana xwe de nîşanî me bide, hemû derfetê xwe bikar danîn. Em îro baştir fam dikin ku ew di demê herî zêde diwestiya, an jî nexweş bû wê ev êş di dilê xwe de vedişart ji bo ku hevala xwe bi xwe re mijûl nekê û moralê hevalê xwe nexê. Dikarî bû ewqas êş bi canê xwe bide kişandin, lê nedihişt ku hevalê wê bibihîzîn û xemgîn bibin. Ewqas ji bo hevalê xwe bi berpirsiyar û zirav difikirî. Vê jina leheng û delal bi gelek bîranînê xwe re nîşanî me da ku êdî lazime em sekna xwe a li hember xeta jina azad, girêdana Rêber APO, girêdana şehîdên şoreşê, girêdana nirxê gel, girêdana hevaltiya PKK’ê, cardin ber çava derbaskin û  kêmasiyê xwe bidin derbaskirin. Vê hevala delal ev ferman bi sekna xwe da me. Êdî lazime di jiyan û tevlîbûna xwe de em sererastkirin çêkin û bibin layîqî vê şehîda mezin û seknek Apoyî nîşandin. Heval Nûjiyan tim ji min dixwest ku em li Gabarê bi hev re bin, belkî tim ne li Gabarê be, lê ez soz didim te ku di tevahiya jiyana xwe de  bi te û hevalên te ku ewqas ji wan hezdikir, heval Rojhat û tevahiya şehîdên şoreşê re bim. Ezê tim hewlbidim ku we di kûraniya dilê xwe de bicîh kim û jiyan kim, bi jiyan kirin bidim. Her ku ez zehmetî bikişînim, ezê wê rûkeniya we a pir delal ji bo xwe hêz bigrim, bînim bîr û berçavê xwe.

   Haqî Armanc        

               

   

                  

Kategori: Şehidên Me