Tirkî  |  Erebî

sehit sorxwin roboski

Jiyanî kirina te bûyîna çirûskekî ji agir e

Ji bona ku ji te re bêjim xezala çiyayên Botanê bi hemû hezkirinên ji dil re dibêjim Merhaba Xezala Çiyayên Botanê… Te pênase kirin, pênase kirina gerdûnê ye. Te jiyan kirin, bûyîna çirûskekî ji agir e. Hebûna te jiyîn, dîwarên Îmraliyê rûxandin e. Ronakê, ma ne tu buyî, li hember pergala dagirkeriyê serî rakirî. Me ne tu bûyî, felsefeya Rêber Apo di dil û mêjiyê xwe de jiyan dikir. Ma ne ew tuyê, di dilê hemû hevalên xwe de navê xwe daye nivîsandin. Te her tim serkêşiya govendê dikêşiya. Ma ne te, her demî sitranên evîndariyê li navserên çiyayan de diqirî û dilê mirovan geş dikir. Te bi kenê xwe re zinarên; Herekol, Kato, Cudî û Besta zindî dikir. Te bi kelecana xwe re jiyan germ dikir. Belê tu bûyê heval, tu bûyî şopdara; Sorxwîn Munzur, Gûlbahar, Ronahî, Yildiz, Şerda û Ayselan. Te di dergûşa dayîka xwedawendan de ji nûve çavên xwe li cîhanê vekir. Belê heval û jina bedew tu bûyî, rondikên çavên dayîkan. Te rukeniya zarokan zêdetirî geş dikir. Tu bû tu, te 36 cangoriyan bi kîn û hêrs dijî, tu bû tu bi bedewiya xwe re Roboskî xemîland û 36 gul diçand, di bedenê xwe de şîn dikir. Ew çavên te ya ronî her tişt raxistibû berçavan. Ne zehmet bû te nas kirin ji ber ew hevaltiya te a paqij, dilê te ya gerim dihîşt ku zûtirîn bê nasîn. Bêyî ku tu bixwazî ew dilê te yê şewqdar, paqijbûna hest û fikrên te bi hezkirineke mezin dida der.

Peyv bêhêz dikevin li hember pênasekirina te

Belê xezala çiyayên Botanê, bi rastî parve kirina jiyanê bi te re gelek xweş û bi wate bû. Lê, çaxê ku dem tê da ku te bilêv bikim ji min re gelekî zehmet e lewra peyv bê hêz dikevin li hember pênasekirina rastiyên jiyana te ango bi ronahiya Rojê re zayîna te ya nû. Me bi hev re gelek zehmetî, xweşikahî û rojên bi nirx jiyan kir. Dema ku em bi hev re diçûn serê çiyayên; Kato û Herekolê weke ku bêhna azadiyê heta di her şaneyên xwe de hîs bikin coş û kelecanê re tijî dibû jiyan. Me bi dengê bilind sitranên ku bêhna şoreşgerî dihatin bi awazekî bilind vedigot, me ji kaniyên herî bedew avên herî xweş, cemidî dixist nava destên xwe û vedixwar, dibêjim qey yek ji xweşikbûna herî bi wate jî ev be lewra qultekî ji avên mêrg û zozanên Botanê vexwarin ji bona me dibû sedema azadiyê. Gelek rêhevalên me yên ku me bi hev re nas kir, jiyan kir, bi çûyîna cenga mezin re ji me veqetiyan û ber bi stêrkan re bûn rêwî. Ji ber vê rêwîtiyê me bi hev re rondikên herî paqij ber bi axên pîroz re barandibû. Cudî, Herekol, Kato, Besta û dilê Kurdistanê Botanê ve gav bi gav em dibûn rêwî, xweşikbûnên herî mezin di dil de jiyan dikir. Dibe pênase kirina jiyan û hevaltiya te ji bona min zehmet be lê belê tuyê her tim bi min re bijî heval. Tu her di dil û mêjiyê me de bijî heval. Çavên te bila li pişt te nemîne Xezala Çiyayên Botanê…

Ew evîndara jiyanê bû

Dema ku heval Sorxwîn dihat nava hevalan ti carî ken ji ruyê wê xilas nedibû. Mirov her daxwaz dikir da ku li gel wê bimîne. Bi taybet hezkirina jin, bi kelecan û moralên bilind re zindîbûna jiyanê hîn bilindtir dikir. Dema ku biçûya ser erkekî wê demê yekser cîhê wê xuya dibû. Dema çûyînê çavên min jî her li benda hatina wê dima. Dema dihat jî qet nexuya bû ku ew çûye û barên herî giran bi seatan rakiriye lewra her ku ked dida keyfxweşiyeke mezin di dilê wê de tijî dibû. Ew evîndara jiyanê bû jiber jiyan nas dikir lewra aşiqê jiyanê bû.

Jineke ji xwe bawer û tolhildêr bû

Sala 2011 an li herêma Besta em di heman qampê de bûn. Heval Sorxwîn her şev diçû ber agirê ku hêdî hêdî pêdiket dirinûşt û pirtûkên Serok Apo dixwend. Her tim wiha digot “Ji bona ku ez Rêber Apo nas bikim divê her tim ramanên wî bixwînim” Carekî serê sibê rabû û çû ber agir lê belê, vê carê bi awayekî xemgîn rûniştibû. Dema min ew wiha dît çûm gel wê û min got “Xêre heval Sorxwîn tu zûka ketiyê tevgerê” bi rukeniya xwe zivirî û got “Tiştekî tine ye” Wê rojê cîhanê hemêza xwe ji tarîtiyê re pêçandibû lewra 36 stêrk li ezmanan de dibiriqiyan. Hevala Sorxwîn ew 36 stêrkan nedîtibû lê, hîsekî cuda ketibû dilê wê. Lê nebihîstibû ku dijminê hov û faşîst 36 kulîlkên azadiyê ji cîhanê qut kiribû. Nedizanî ku berfa sipî ji serbanê re xuya nedikir. Ne dizanî di dilê dayîkan de birînekî bê derman vebûye. Ne bihîstibû ku dengê kenê xwînxwaran bilind bûye. Ne bihîstibû qirîna dayîkan, rondikên ku di çavên mirovan de diherike, lê ew tenê hîs dikir da ku tiştekî çêbûye. Dema ku destê xwe dirêj kir da ku radyoyê pêbixe min dest avêt û antêna radyoyê xirab kir û min got “ Bibore şaşitî çêbû” Lê min dizanî, min nedixwest da ku ew dilê wê ya gerim biêşe. Me du rojan rastiya rûyê tarî yê dijminê xwînxwar ji wê veşart. Lê piştre pê hesiya û ez gelek xemgîn bûm. Min wiha digot “Eger heval Sorxwîn komkujiya li Roboskî bibihîse bi rastî gelek zehmetî bikişîne û dibe ku demekî dirêj nikaribe werê ser xwe” lewra wê demê hevaleke ciwan bû. Bi bihîstina vê agahiyê re cardin çû ber pala agir û hewl dida ku hêza xwe kom bike. Min jî tevahiya hêza xwe kom kir da ku bikaribim hêz bidim heval Sorxwîn lewra di demên wiha de pedîviyên me hemûyan jî wiha pêş dikevin.

Min got “Heval Sorxwîn tu çawa yî” ew jî ruyê xwe ya bedew zivirand ber bi min û peyvên ji dil wiha ber bi rûpelên dîrokê ve herikîn “Ez başim. Xema nexwe. Fermanên pir mezin li ser gelên Êzîdî, Helepçe, Amudê û gelek komkujî pêk anîn ev jî berdewama wî ye ji ber wê ji bona ku em bibin bersivekî herî di cîh de divê em xwe xurtbikin. Ji bona ku em bikaribin tola wan rabikin.”Ew, jineke ji xwe bawer, tolhilder û asî bû.

Ji bona tolhildana dîrokî ew bû şopdara Sorxwîn û Delalan

Navê Sorxwîn Munzur rakiribû ji ber wê weke heval Sorxwîn serhildêr û tolhildêr bû. Ti carî serî li hember şaşîtiyan neditewand. Tu carî mirov acizbûn di ruyê wê de nedidît lewra tevahiya kelecanên ruhê Apo’yî di dilê xwe de kom kiribû. Her tim bi eşq jiyan dikir. Dema sitran digot heta dawî dengê xwe bilind dikir û destê xwe ber bi asîmanan ve bilind dikir. Dilê xwe bi gerdûnê re dikir yek û ji dil de sitranên xwe vedigot lewra ew keçikeke çiyayî û xwezayî bû ji ber ku ew şopdareke Rêber Apo û şehîdan bû. Belê keçika delal a Botanê, ji bona pênase kirina te ne pênûs ne jî lênûs têr nabe.

Em soz didin te û şehîdan heta dilopek xwîn di laşê me de hebe emê her bi te re, bi şehîdên azadiyê re bimeşin. Heta niha jî bi çûyîna te nebawerim lê ezê her  bi bîranînên bi nirx re jiyan bikim da ku hêviyên te û tevahiya şehîdên me bigihîjînin rojên azad.

Di roja îro de jî cardin şerkêşiya berxwedanê jin dikişîne. Ji ber ku jin xwedî hêzeke gerdûnî ye.Em jî weke hevrêyên te bibin şopdarên jinên wek Sara, Delal û Leylayan.

Mala felekê xira bibe cîhanê cardin hemêza xwe ji tarîtiyê re vekiriye. Lê dîsa ezman şîn bûye û stêrk cardin dibiriqin. Yek jî di nava wan stêrkan de heye ku ji cîhanê re dikene û cîhanê hemû ronî dike. Ew jî keça delal Sorxwîn Roboskî ye. Çû ber bi stêrkan da ku ezmanên Roboskî yê ronî bike, da ku tevahiya welatên me ronî bike. Sal 2018. Li herêma Cudî di operasyonekî berfireh de heta guleya dawî şer dike û dibe stêrkekî pir mezin…

Sarya Botan Gever

 

                                                           

Kategori: Şehidên Me