Tirkî  |  Erebî

2

Bi rastî jî ezê çawa dilê xwe bi we re parve bikim nizanim lê dixwazim qîr bikim da ku her kes hezkirina mezin bibihîzin. Car di dilê rêheval Viyan de car di banga heval Zîlan de wekî ku evîna mezin bi lêv bibe dilşayiyeke mezin re tijî dibe dilê min. Dixwaze bibe Viyan, Rehşan, Mazlum an jî dîroka berxwedanê. Hewl didim da ku nas bikim, her ku nas bikim nêzî we bibim. Weke teyreke azad berê xwe bidim asîmanên ku hebûnê we ruh dide, zindî dike nexwe ne ji ber heyînê we be wê ziwa bibe dar û daristan, avên herikbar. 

Serokê min;

Ev pêvajoyê ku ez li ser rêya Bakûr de me hîşt ku zêdetirîn li ser xwe bihizirim. Lêgerîna jiyanê wiha bi wateye ku car bi êş, car bi heyecan û moral, car jî wek agirekî dijwar e lewra her ku em xwe nas dikin divê xwe ji bandorên civakî jî rizgar bikin.

Jiyana me xwedan wateyên mezin e lewra weke behrê ye her dilopekî avê ji rûbarekî tê û di nava vê behrê de digihîjin hev dû, heyîneke bêhempa ye û ev bi kedên we ên giranûha re gav bi gav rêya jiyana azad dihûne.

Meşekî bê dawiye lewra bi vê armancê dijîn û berê xwe didin hebûnê. Di vê rêya watedar de her ku di mîhvera dahûrandinên we de dihizirim hîn zêdetir hêza xwe jî dinasim. Dibe zehmetî hebin, lê eger em mirovên bi hêvîne divê bêwestandin mezinahiya nirxên watedar bibînin û ji dil de bijîn. Ji bona ku ti zehmetiyên heyî nikaribin xwe li pêşiya baweriyê me bigrin.

Dibe ku di cîhana niha ya ku serdestiya zilam xwe dide axaftin de cîhê jinê nîn be lê belê di pêşengtiya jina Kurd de berovajî kirina dîrokê tê sererast kirin. Çawa? Di destpê kirina tevahiya nirxên jiyanê de jin bi ristekî afrîner pêşengtî dike lê bi demê re pêşketina baviksalariyê li pêşiya nirxên jin dayî ava kirin bendên bilind ava dike û rastiyan vedişêre. Lê felsefe û jiyana azad a ku bi Rêber Apo re pêşdikeve berovajî kirina dîrokê serî de nîşanê jinan dide û weke ku ji xewna hezaran sala hîşyar dibin. Hîn di rê de ne, ji bona serxistina têkoşînê divê xwe feda bikin, dudilî nejîn da ku tevahiya rojên ku Serok Apo diyariyê me dike bê bersiv nemîne.

Şehîd Mizgîn Amara

Kategori: Şehidên Me