Tirkî  |  Erebî

 

Di dîroka PKK ê de li ser şehîdan gelek nirxandin hatin kirin. Min xwast bi taybetî ji bo şehîdên destpêkê nirxandinên rast bikim. Ji bîranîna rêhevalê Hakî Karer hetanî bîranînên şêhîdên qehreman ên Newrozê, min nirxandina hemûyan a rast kir. Ji bo ez vê yekê ji her şehîdî re bikim jî min xwe nedida paş, lê ji pêdîviya wê ya zêde min bawer nekir.

Dema min bawer kir, min pêk anî. Jixwe kesayeteke ku xwe di çerçoveya şêhadetê de bide rûniştîn, kesayeteke ku şehîd bi wateya wê ve bizanibe, dibe kesayeteke mezin.

Dema ez zarokbûm jî mirinên wisa min xirab didîtin. Min wisa xwedî wate nedidît. Piştre jî min ev yek dît, mirin esas dibin amrazê raberkirin xizaniya zindiyan. Mirov esas ew rondikên ku ji bo miriyan dirijînin ji bo xwe dirijînin. Di yê mirî de xwe dibînin. Miriniya xwe, miriniya xwe ya di jiyanê de dibînin. An jî giryaneke wisa zêde ne fêmkar e. Wisa xwe qels hiştin û wisa xwe şipandina miriyan mijara gotinêye ku, di miriyekî de qiyametê radikin. Pêvajoyeke wisa xwezayî wiha bi rondikan fetisandin zêde ji min re watedar nayê. Her wiha di şehadetên niha de zêde girîn nîne. Gihiştandina şehîdan a hêza wêrekî û jiyanê heye. Ev jî ji mirina xirab re dibe bersive.

Wisa veguherîna tirsa mirinê ya ji wêrekiyê re nayê biçûk dîtin. Ev yek bi serê xwe serkeftinek e. Tirsa mirinê ya di gelê Kurdistanê de, rewşa jana mezin û hêsirbarînê niha veguherîna şerê wêrek, pêşveçûyîneke mezin e.

Me ev yek jî kir. Me ev yek pir bi hişyarî amade kir û niha hema her kes hindekî bêmirin hatiye kirin. Li hember mirinê pêşvexistina me ya feraseta rast, dîsa rastnirxandina me ya di navbera mirin û jiyanê de ev tirs têk bir. Wêrekiya zêde, bêmiriniya li jinê, dîsa dema mirina fizîkî pêk hat jî ev yek bi mirinî nehesibandin me derxiste holê. Bêguman ev yek jî pêşveçûyîneke nebiçûk e. Ev, ji bo Kurdistanê pêk anîna pêdîviyeke mezin e. Tirsa mirinê hatiye rakirin, di jiyanê de pêdîviya afirandina hesta bêmiriniyê hatiye pêkanîn.

Vaye ev şêhîdên mezin, hindekî bûn rêberê vê yekê. Fêmbûna vê rastiyê û rola girîng a bandorkariya vê yekê bi cih anîn. Ez ji vê yekê re dibêjim, rûxandina tirsa mirinê, zelalkirina jiyanê ya ji bandoriyen mirinî, bêtirsiya ji mirinên fizîkî yan jî bêtirsiya ji şehadetan, ji ber nirxên pîroz, di mirinê de nîşandana hebûna jiyanê û bi vê şêweyê avakirina girêdaniya mirin û jiyanê. Ev pêşveçûyîneke girîng e.

Me kêm zêde şehadeta rêheval Mazlum jî biwate kir. Me eşkere derxiste holê ku tişta di şehadeta rêheval Mazlum de pêk hatiye li hember radestiyeke mezin, bi taybet di ew serdema xofnakiyê de li hember tunekirina hêviya dawî raberkirina nirxa jiyana binamus û şanaz e. Rêheval Mazlum bi vê yekê raber kir ku li dij van êrîşên hovane bersiva herî rast berxwedan e. Şehadeta Mazlum xwedî vê wateyê ye.

Di nava tariyeke tirsnak de çopeke kibrîtê kirina sedema ronahiyê, li hember daxwaziya radestgirtina jiyanê ya bi şêweyeke tirsnak wisa xwe bi fedakirinê di jiyanê de bûyîna xwedî îdia, weke îdia berdewamkirina hebûna xwe gelekî girîng bû û ev yek hate pêkanîn. Ji ber ku bi wê rewşê êdî negengaz bû ku mirov êdî jiyanê bidomîne.

Yanî ferasetên serokatiyê, feraseta azadiya jinê û ferasetên tekoşîna zayendîtiyê re gelekî kûr in. Wisa welatperwerên ketûber ên xwe fedakirinê nînin. Bi qandî Zanistiyeke ku milîtanekî herî jîr jî negihiştiye, azweriya azadiyê û felsefeyê, xwedîbûna xwe ya jiyana pratîkî jî raber dikin.

Di vê wateyê de feraseta serokatî ya rast ku em dixwazin di rastiya partiyê xwe de zelal bikin, bi van şehadetan dibe wateyekê diderbirîne. Jiyaneke ne ji bo hestên erzan ên pêwîst, jiyanîkirina azweriya azadiyê ye. Ev yek pir bihêz tê îfadekirin. Tê gotin, divê ku em tekoşîna bi zayendîtiyê re, ketîbûna wê derê û şerê wir bibînin. A ku em dixwazin hindekî vebikin jî ev e. Ev rêheval vê yekê wisa baş dinirxînin, di wateyeke wisa de, li gor wê wateyê bi çalakiyeke mezin bersiv didin ku, nirxên wan qatekî din zêde dibe. Li ser vê bingehê ez wan vedixwînim ku li hember bîranîna van hevalan rêzdar bin.

Ger emê bi şehîdan ve girêdayî bin, divê em van kesayetan rast dahûrînin û kesayetên hatine dahurandin jî divê em rast fêm bikin. Weke din mezinbûna wan nayê fêmkirin. Weke din hun nikarin ji xwe re bibêjin jin an jî mêrên egît.

Di encamê de min jî hindek nirxandin kirin. Hindek nirxandinên min jî di derbarê azadiya jinê de hene. Bi taybet ev rêheval ji van nirxandinan gelekî bandor bûne. Yan jî ev di kesayetên xwe de dahurandin e. Ji vî alî ve min jî pêwendîdar dike. Di cihekî de bûn rêberên tevgera azadiya jinê.

Wisa di nava azweriya rojane ya lêgerîna azadiyê de, di zayenditiyê de gihiştina dahûrîneke rast, li ser vê bingehê darezandina paşverûtiyê, ew mijarin ku, di van salên dawiyê de em jî gelekî bi dûv ketine û dixwazin encam bigrin. Di van mijaran de nêzîkatiya herî bandorkar, a herî maqul û rast tê wateya raberkirina helwesta herî rast. Ev şehîdên wê ne, ev milîtanên wê yên azadiya jinê ne. Ji vî alî ve ez dihizirim ku nirxa wan gelekî mezin e. Divê misoger mirov mafê wan bide.

Ev ne ew hevalin ku jiyanê fêm nekin, ev ew rêhevalin ku jiyanê pir baş fêmdikin. Di biharên jiyana xwe de wisa bi jiyaneke zivîn ve rû bi rû ne. Vekirî ye! Nirxandinên wan li pêşiya we ne. Temenên wan jî gelekî ciwan e. Tê zanîn ku, li Ewrûpayê her roj û her demjimêr bi her şêweyê jiyanê re rû bi rû ne. Rexmî vê yekê li Ewrûpa pêkanîna çalakiyeke wisa, bi rastî jî xwedî nirxeke wisa ye ku ez jî nikarin bi peyvan vê yekê rave bikim.

Di mezinahiya PKKê de dîtina van zêde zehmet nîne. PKK wisa xwedî bi hezaran şehîd e. Gelekî baş dizanim, ji bo radest nebin, di nav kesên ku jiyana xwe dayîne de, keçên ciwan sereke ne. Xwedî bûyereke wisa ya berxwedanê ne. Jixwe di şehîdên Newrozê de jî bi giranî ew in. Dîsa weke vê yekê, di şertên herî giran de li hember radestiyê berxwedana bi hezaran kesan heye. Lê wisa em li ya herî balkêş û ya bi zanebûn û plan di kesayetên van hevalan de rast tên.

Bêguman encamên ku pêwîste mirov jê derbixe hene.

Li ser wateya pêkhatina di azadiya PKKê de encamên ku pêwîst dike mirov derbixe hene.

Pêwîstiyên girêdana bi bîranîna van hevalan ve çi ne? Ev çawa bi cih tên? Peyamên di derbarê vê yekê de gelekî balkêş e, bangên wan gelekî xwedî wate ne. Zanebûna wan a mezin di derbarê jiyanê de, weke min gotiye têgihiştina wan a kûrahiya dahûrînan, me dibe vê ecamê, “di PKKê de dahurînan hetanî dawiyê navxweyî bike, azweriya azadiyê esas bigre, di zayenditiyê de jî rastiyê bigre, zayendîtiyê weke desthilatdarî yan jî amrazê kolekirinê nebîne, rêzdar be, li hember serokatiyên paşverû û taybetmendiyên serokatiyan hetanî dawiyê berxwe bide, li dijber emperyalîzmê, mêtingeriyê û hemû teşeyên îtîfaqên wan, di serdemên ku dibêjin em xwedî hêz in de û di serdema wan a herî êrîşkar de, çalakiya herî hêzdar raber bike!”

Ev hemû bangewaziyên mezin in û dayîna mafên wan, dikeve ser milên rêhevalên me yên mane. Li gor wateya wê ya xwezayî, bi şerkirin û li gor wateya wê bi zanîna milîtaniyê ve bersivandin, riya yekane û ya herî rast e.

Ger we ev di xwe de ev hêz dît û hun we bi vê hêzê ve şer kir hun layiqî van hevalan in. Wê demê tê wateyê ku we di bin fermandariya wan de hindek tişt girtine, bi rastî hun wan didin jiyîn, li gor girêdaniya bi bîranîna wan re hun didin jiyandin, hun wan bi jiyanê re dikin yek didin jiyîn, hun wan bi serkeftina şer re didin jiyîn. Wê demê hun dikarin bibêjin, “bila dilê me xweş be.” Bi qandî wisa xwedîderketina li şehîdan, derfeta serkeftina peywiran bidest xistin jî sotîner e.

Ez jî gor para xwe, bêguman di rewşê de me ku bikaribim nirxa van şehîdan bizanibim.

Pêkanînên serokatiyê hene, bi qandî ku fêrbûye û dibêje, piştî şehadeta van hevalan tê xwastin bi hêzdarî tekoşînê hebûnê tê dayîn. Bi dahurînan ve min hindek girêdanan wan çêkir. Pêwendiya nêzîkatiya me ya jinê re û van şehadetan misoger e.

Di navbera ev dahurînên azadiyê de û jiyana van şehîdan de girêdaneke çawa heye?

Dibêjin, “agirê azadiyê dê hîna bibe sedema agirên mezin.” Dahûrînan rê li pêşiya van vekir, dê ew jî rê li pêşiya jiyanên mezin vebikin. Jixwe wê yekê dibêjin.

Hun dixwazin bi şehîdan ve girêdayî bin, bêguman hunê bixwazin li hember wan rêzdarbin. Diyare ku, tam heqdar kirin, encax bi pêşvexistina rastiya me ya şer a li dij emperyalîstan, mêtîngeran û hevkaran ve gengaz e. Ev yek di heman demê de azadiya jinê û nêzîkatiya azad a zilam jixwe re pêwîst dike. Tenê bi aliyekî nîne. Bi yek şêweyî nîne. Tê wateya bidestxistina kûrahiya vê mijarê. Li gor min ev yek misoger e. Yanî em emê bi mezinahî bibersivînin, divê em êdî bi vê yekê nelêyîzin.

Wan misoger xwe radestî vir wir, paşverûtiya malbatê, emperyalîzmê û jiyana ketî nekirin. Bêeman şer kirin û xwe derxistin holê.

Xweziya niha ji destên me hatiba me karîbûya ev jiyan hindekî vekirana û bikirana gelerî û dîrokî. Esas ev yek li ser milên me ye. Wan çalakiyeke piçûk nekirin. Bi rastî jî çalakiya wan gelekî zehmet bû û gelekî semyan bû. Ji ew gerîlageriya we çiyan û şerwaniya we bi hezaran car gerîla xwedî dikin. Ji ber ku hîna bêyî ku heftiyek didu bi ser şehadeta wan re derbas bibe, bi dehezaran jinan meşeke herî azad li dar xistin. Encama ku pêwîste ji vê yekê derxistin, nabe ku divê her kes wisa bike. Na, hindek kes ji sedsalan, ji hezarsalan carekê vê çalakiyê dikin. Ew jî wisa derbasî dîrokê dibin û ev şeref ji wan re dimîne. Çalakiyek di surên Amedê de, yek li Kadifekaleya Îzmirê de û yek jî di keleha Almanyayê de bû. Erê, ev kelehên dîroka me, çarenûsa me ne. Amed, cihê daxwaziya encamgirtina îmhaya netewa me ye. Metrepola rojavayê Tirkiyê, Stenbol û Îzmir jî dîsa wisa ne. Kêmanî bi qandî ya li Kurdistanê, cihekî ku tê xwastin ji girseya me re bikin gor. Ewrûpa jî û Almanya jî ew cih in ku, dixwazin Kurdan xirabtir bikin gorê û bi şêweyê “qediya” îlan bikin. Di ev kelehên mezin ên zilmê û îmhayê de dibe ku wisa pêwîstî bi çend çalakiyan hebe. Ji van cihên wisa re ev serdaniyê dikin û van çalakiyên mezin pêk tînin. Êdî kirina kesên din dibe karîkatûr û pêwîst jî nake.

Di cihên cewaz de çalakiyên dîtir dibin. Vaye em dibêjin çalakgeriya gerîla. Rêxistinî be, bi dehan serhildanan pêk bîne. Bibe milîtanê vê, bibe şehîdê vê! Bi sedan qadên gerîla hene, artêşa gerîla damezrîne, çalakiya xwe pêk bîne, bibe şehîdê wê! Encama ku tu derbixînî ev e.Ji bo mirov bibe şehîdêkî mezin ê gerîla, mirov neçare ku artêşa gerîla bi pêş bixîne û şerê gerîla hindekî din jî hilperîne.

Me di şehadeta rêheval Mahsum Korkmaz de jî heman tişt gotin. Me got kesayeta di gerîla de xwedî israr û bersiva herî rast a ku jê re were dayîn, di çiyayên Kurdistanê de bi asta yekîneyan gerandina gerîla ye. Ji vê wêdetir bi bîranîna gerîla ve girêdan nabe. Lewra me xwast em hindekî vê yekê bipeyîtînin. Dîsa ger dê pêwîstî bi şêhîdên wisa hebe, ger ew jî di riya şerê bilind de bimeşin, dikarin layiqî vê bibin. Ger şer bigihînin ber lûtkeyekê yan jî bikaribin rê li ber wê vebikin, şehadeta wan dibe xwedî wateyekê. Tevgera me ji şehîdên wisa re vekiriye.

Lê ev yek wisa bi hêsanî pêk nayê. Wateya şehîdên wisa pîroz e. Mirov ne wan wisa bi tengavî, ne bi nepixandinî, ne bi spartina siyên wan û ne jî wan bi piştçavkirinî pêşwazî bike. Di çerçoveyê de bîranîna şehîdan, rastjiyanîkirina wan û di bin fermandariya wan de beşdarbûna şer, şêweyê herî rast a bîranînê ye.

Min çalakiya xwe jî, bi beşeke mezin weke çalakgeriya girêdana bi rastiya şehîdan ve nirxand. Ew jî me xurt dikin. Lê çalakgeriya me ku me bi pêş xist jî misoger raber dike ku em di riya wan de dimeşin. Ev meşeke gelekî zehmet e û tekoşîneke bêeman e. Puxteya tekoşîna me vê yekê pêk tîne. Em jî bi rêzdarî pêşwazî dikin. Hetanî niha yê ku kiriyê jî û ya ku hatiye kirin jî, em bi şêweyê bêeman û ku hindekî serkeftin bi dest xistiye bi pêş ve bibin û dîrokê de û di rastiya jiyana xwe misoger bi cih bikin.

Li ser vê bingehê, wan tenê di rojekê de ne, her dem di jiyana xwe û tekoşîna xwe de bi bîrbînin û bidin jiyîn.

                                                                                                                                                                                                                                                                  Rêber Apo

Kategori: Reber APO