aw2.jpg

Ji rastiya civakbûnê rev, wekî ku tê hesibandin zêdetir bi zehmet e. Ev bi taybetî ji bo kesayetên ku yê civakê bi xwene bi wî rengî ye. Pêşbirka ku bi heft saliya xwe bi dayîkê re hatiye destpêkirin, li gora zimanê gel wê heta heftî saliya xwe bidome.

Dayîk hêza civakbûyînê ya esasî ye, ev yek rastiyeke ku ji aliyê ilmê ve jî hatiye tespît kirin.

Ji bo kesayetê min gunehbariya min yê destpêkê li himberî ev heqê dayîka min bi guman nêzîkbûyîn û ji bo civakbûyîna xwe bi şiklekî zû biryar dayîn bû. Di derheqê gerdunê de li gora tespîtên ilmî yên dawî, herî kêm bîst mîlyar sal e ku ji nava demeke wiha ve, afirandinekî bi şikleki xweser a civaka mirovatiyê bê dayîk û bê efendiyan, cûret kirina jiyanekî bi tinê, bi serê xwe mijareke ku lêkolîna wê pêwîst dike.

Ger min hişyarkirinên mezin yên dayika xwe û ceribandinên fetisandinê rişt girtibûya, ev tirajedî yên ku min jiyan kirî re rê nedihat vekirin. Lê belê dayîka min sîmgeyekî çanda xwedawendiyê ya bi hezaran salan dibe ku ya xilas dibû û bi şiklekî herî bêçare a herî dawiyê bû. Bi halê xwe yê zaroktî, bi qandî ku ez ji vê sîmgeyê netirsiyam, ewqas jî pêwîstî ya heskirinê jî min pir zêde nedidît. Min xwe azad hîskirinê paş de nekişand. Lê belê yek şertekî jiyana min hebû, ev jî şahnazî û namusbûyîna wê a ji parastinê de derbas dibû. Demeke kurt jî be, min ti car ji bîr nekir. Di kesayetê min de feraseta hevaltiyê fam kirin, di neqeba min û dayîka min de nakokiyek bû. Wê digot ku ez bi wê ferasetê xwe bi xwe dixapînim. Ez bawerim lêgerînê min ya hevaltiya mezin û azwerî ya min bi hevaltiyê re bala wê kişandî bû. Bi nirxên civaka ku hebû re pir zêde yekbûyînek nedidît. Bi nirxên civaka ku hebû re zêde didît ku li hev nedihat. Ferq dikir ku ez ê bi tinê bimînim, hevalên min yê li pey menfaatê xwe bikevin. Min ev rastî jî pir dereng fêm kir. Pirsgirêka herî baş, ya herî girêdayî jî bin, bi hevalan re çi dikare were kirin, heta kuderê dikare biçe? Li gora min karek û hedefekî ku xwe negihîne nîn e. Yên ku dixwazin mezin bimeşin, hevaltiya mezin jî dixwazin. Min ê rûmeta wê parastîba lê belê, di awayekî ku min rast didît. Piştî van dersan dayîka min ji bo min nebû. Ew bermayîna xwedawendiyê jî wê bala min hatiba paqij kirin, min pêwîstbûyîna jêpirsîna min qet hîs nekir. Ev veqetandinekî zalimî bû. Lê belê ev rastiyek bû. Ez bêjim ev e, nifirê wê an kehanetê wê bûn. Tiştên ku gotibû bi tirajediyekî ku giran dibû, di van deman de hertim dihat bîra min. Rastiyên ku zanayên herî xurt nekarîbûn tespît bikin.

Rastiyekî wê ya herî mezin bi vî şiklî bû; “Tu pir ji hevalên xwe bawer dikî, lê belê tê pir zêde bi tinê bimînî.” Lê belê rastiya min jî, minê bi hevalên xwe re civakbûyînê ava bikira.

Avabûyîna çîroka jiyana min bi wî şiklî destpêkir. Dayika min xwestibana jî civakekî ku bidana min ji zûve belav bibû. Tiştê wê dixwest girêdanek bi jiyanê re bû. Tiştên ku nekarîbû bi xwe destbixe, dixwest bide min. Çîroka bavê min her çiqas cuda be jî dişibin hev. Ez çêbûm çênebûm, di nava rastiya malbatê de dirêjahiya çanda klan xwe derdixist pêş. Ji hêz ketiye, belav bûye, ev çanda ku ji bav û kalan maye min di şiklekê mîrasa bê îdîa nirxand.

Ev aliyê ku ji bo dîmenê xilas bikim bes bû. Lê belê ji bo min bi tevahî famkirin, tinê ji bo lêgerîna rastiyê mercên pêwîst hindik ava dikir. Ferasetê min ya li hemberî sekinandina wan, di pêşketina wan de çaresiziya bavê min, dayîka min a ku sînor nasnedikir, bi rêya ku heq didît, îsyana wê bi bandor bû. Nêrandina dayika min a kul i ser min çêdibûn, piştî wê bi qandî ku min bihîst erênî û pijiyayî bû. Ez bi bawerim, li ser pirsa fermandarê Tugayê ya Urfa’yê, dibêje, “ji bo ku ez wî li ber çungên xwe bigirim, min pir ked da, lê belê min ser nexist.” Ev gotin rastiyê îfade dike.

Yê ku destpêkê ferq kir ku şêwazê min wê min bi tenê bihêle û ji min re got ew bû. Axaftina wê wiha bû, “Hemu kes wê ji te fayde bigire, lê belê wekî te û bi tere wê mijûl nebin.” Tişta ku gotibû wê wiha ji derketiba. Li derveyî wê jî, di derheqê min de nirxandina wê ya dawî, bi şêweyê “ev ji bo min yek tinê bû, cihê wî û ew bi xwe pir cuda bûn” çêbû. Piştî min di nirxandinên xwe de li ser dayik û jinan behsa rola wê dikir, pêwîst e ku sivik neyê dest girtin û pêwîst e heqê wê were dayîn. Ji bo jinan jî ev nirxandina wê herî zêde zanistî bû. “Bi vî serî û şexsiyetî (di mana zewacêde) tû yê bi zor jinekê bibînî.” Pêwîst bû min eqlê dayîka xwe ku min jêre digot; ‘ji bilî hersê taybetiyên wê yên cuda nîn e  qebulkiribûya’. Em herdu jî hevdu, ji ber dîroka ku kur dike xerîb bibûn.

Dema ez dizivirim û li paş xwe dinêrîm, min didît ku ew dengekî pir bi asil û çanda xwedawendiya dayîkê bû. Ev deng gihandina min bi mînetekî pir mezin min ê bi bîranîna bi pejiranda. Ya ku min li himberî wê dide îsyan kirin dayîka min nebû, yên ku dayîk, jin tine dikirin, civaka zilamê desthilat, zalîm, biyanî dikir, pergala wê ya di rû bû. Her çiqasî me bi hevre pîroz nekiribe jî, min ispat kir ku ez lawê baş yê dayîka xwe me.

Her dayik û bav çêbûyîna zarokên xwe wekî rehmetekê pîroz jî bike, ev yek ji bo min wekî gûnehekî pir mezin bû. Di civakên Rojhilata Navîn de keyfxweşbûna şexs wekî tiştekî ku wê nedihatiba pêkanîn bû. Ya ku herî zêde pêwîst bextiyar dike, ev demên bûk û zavatiyê ji min re destpêka gûnehên herî mezin bûn. Li hin ciha şaşitî û kêmasiyên pir mezin hebûn. Lê belê li kuderê? Bi qandî ku ez têm bîra xwe, pir were xwestin jî ji aliyê ti kesê ve alîkarî nebînim, wê lêgerîna xwe bi serê xwe tinê neçarbûnekê wiha de bûyîn, min bi gumanekî pir mezin, tirs û bi awayekî fikaran de ferq kir. Min ê erzan û şaş jiyan nekirîba. Li gora ku bê rastî nayê jiyan kirin, rastî bi xwe wê çawe bihatiya dîtin? Niha asta ku hatime, ji van pirsan re ez di hêzekî bersivê bidim deme. Komplo bi xwe, rastiyên ku pala xwe da ye wê ji bo zelal kirina bersivan pir xwedî bandor bûn. Di bingeha van bersivan de, ew civaka ku têde çêbûm û min şikl girt, di destpekê de rast şîrove kirina wê hebû. Çi ye ku di civaka Kurd de dibe ku kêm wekî wêna dişibin, hebûna xwe nikarin bi parêzin û bikevin dinava pêvajoyê ya belavbûyînê, ji cewhrê xwe bê par û perçeperçe bibin, şiklên wan di parçeyên madî de zêdetir dîmen nadin. Bê ziman, ker (sağır) û kolekirina wana di van bermahiyan de wekî dîmenên di van hebûnan de xwe dide eşkere kirine. Di van rastiyan de meşa lêgerînê ya hemû mirovatî û pey re jî pêwîstiya wê ya li ser gerdunê, bi şeklekê z û derxistina holê bi ferasetekê wiha bû. Dibe ku ev meyla zarokî bû. Min qet zagonên gund û malbatê pêkne anî. Eger diya min bixwesta jî jiyaneke wê ya bida min nebû. Ji mêj ve hatibû belavkirin. Ew li qulpek an jî misteke jiyanê digeriya, bi xwe ji dest revandibû, lê ji bo bide min dixwest. Her çenda çîroka bavo cuda be jî ji ya wê dûr nebû. Min rastiya malbata xwe, her tim weke bermahiya klanek xwe ferz dike, lê ji hêzketî, belavbûyî û mîrateyeke ti îdîaya xwe nîne, dît. Civaka gund û civaka dewletê ya fermî a bi dibistana seretayî ket jiyana min, ti car dilê min lê germ nebû. Jixwe min pir tişt jî fêm nekiribûn. Ya xuya dikir ew bû ku min zanîngeha ilmê siyasî ku dihat naskirin û kevin bû, heta sinifa dawî, bi serketineke mezin xwendibû. Encam ew bû, qabîliyeta hînbûnê derbeke xedar a mirinê xwaribû. Paşê min dibistana şoreşê hilbijart ku ew jî mîna kevirê aşekî bêrehim bû, jiyan dihêra. Eger ji destpêkê ve, ez li gorî daxwaz û arzûya xwe çûbûma çiyê, belkî min karîbûya rê neda serhatî û bûyerên trajîk, lê fikara min a ji bo xilaskirina hevalan û afirandinê keys û firsend neda.

Ji bo piçûkên mirovan bi herhalî pirsgirêka herî zor bi civakbûnê dest pê dike. Bi qasî ku tê bîra min, têkiliya herî zor a tê hişê min, têkiliya ‘namûsê’ bû ku ez bi diya xwe re li ser pevçûbûm. Wer xuya ye ku di şertên wê demê yên gund de şertê pêşî yê civakbûyînê ew e, divê mirov bi namûs be. Ji bo mirov bi namûs be jî divê mirov guh bide rêzik û pîvanên malbatê ango bi namûsa xwe ve girêdayî bimîne. Çênedibû ku ez bi vê têgihiştina namûsê ya bi jidayikbûnê çêdibû girêdayî bimama. Bi civakbûyîna ku mirov piştre hîn dibû mirov bi namûs dibû. Bi herhalî diya min jî li gorî xwe ez civakî dikirim. Lewma dixwest min bi pîvanên malbatê ve girê bide. Ji ber ku riya bi tenê ya zanîbû ev bû. Li ser vê ez û wê pirr bi dijwarî pevçûn. Tevî ku ez zarok bûm jî min hê di wî temenî de pîvanên malbatê kêm û nerast didîtin. Cara pêşî serîrakirina li ber rêûresmê mewzûbehs e. Nakokiya di vî warî de demeke dirêj dewam kir. Pirsgirêka malbatê veguherî pirsgirêka jinê, pirsgirêka jinê veguherî pirsgirêka azadî û demokrasiyê û herî dawî jî veguherî pirsgirêka neteweya demokratîk.

Min behsa têkiliya xwe ya bi mizgeft û dîn re kiribû. Di destpêkê de min di asteke mînak de guh dabû dîn û li gorî wê meşiyabûm. Min li derdora sîhûsê duayan ji ber kiribûn û di nava zarokên din de herî zêde ez ketibûm çavê melê. Min ji zarokên dibistana seretayî komek çêkiribû û min ji vê komê re îmamtî kiribû. Di vê mijarê de nota min temam bû. Lê bi xwedayê dîn re pirsgirêkên min ên zêhnî serî dabûn. Ev xweda çi ye, li ku ye, çawa ye, pirsên bi vî rengî her ku diçûn zêdetir serê min tev didan. Di dîn de kûrfikirînê ev pirsgirêk çareser nedikir, berevajî bêhtir giran dikir. Min hewl da nakokiyeke bi vî rengî bi felsefeyê ji hev derxim, li pey vê hinek gavên din hatin û min tevgerên civakî nas kirin û biryara xwe di sosyalîzma zanistî de da. Min tercîhên wilo kiribûn ku gelekî zehmet bû mirov ji bin barê wan rabe. Têkiliya rastî ya civakbûnê nasnameya Kurd bû. Pirsgirêka nasnameya Kurd min li dibistana seretayî ya perwerdeya wê bi zimanê Tirkî bû nas kir. Vê pirsgirêkê hebûna xwe pirr zû dabû hiskirin. Pirsgirêkê birînên kûr di min de vedikirin, lê ji bo çareseriya wê taqeta min tinebû ez demeke dirêj gav biavêjim. Ne kapasîteya min a teorîk û ne jî ya pratîk derfet û îmkan nedidan ku gaveke piçûk jî biavêjim. Di encamê de her ku min dît di bingehê pirsgirêkên malbat, dîn, felsefe û sosyalîzmê de reva ji pirsgirêka nasnameya Kurd heye, min fêhm kir ku ez ê nikaribim xwe ji çareseriyê dûr bixim û ez ê li ser wê neçar biponijim, hûrûkûr bifikirim.

Ez divê bi bîr bixim ku mekanîzmayên parastinê dualî çêdibûn. Ji bo nûneriya çanda rêûresmê min xwe li dîn digirt û min bi xwe re li derdora deh zarokên dibistana seretayî dibirin û di rê de ji wan re ‘îmamtî’ dikir. Mirov dikare vê yekê, eşkere weke reaksiyoneke ciddî manedar bike. Ev helwesta min bi heman awayî heta sinifa dawî ya lîseyê dewam kir. Li dijî rêûresma laîk a fermî, ez di pozîsyona dîndarekî hişk de bûm. Ev rewşeke balkêş û xweser bû.

Helwesteke parastin û reaksiyonîk bû. Min li derdora sîûsê sûretên Quranê ji ber kiribûn û ev ji bo min mîna sîleheke xweparastinê bû. Hêja ye ku mirov li ser vê rewşa min a sergirtî raweste. Ji ber ku reaksiyona min a pêşî li dijî Kurdîtiyê ye. Li dijî kompleksa xwepiçûkdîtinê sîleha min a duyemîn a herî bi tesîr ew bû, ez timî diviyabû bibim yekemînê sinifê. Ez heta sinifa dawî ya zanîngehê her tim xwendekarekî berbiçav ê mamosteyan bûm û ji vê jî hîç paşve nemam. Ev jî xwenîşandaneke jiberkirî bû; mekanîzmayeke parastinî û reaksiyonîk bû. Mîna ku min dixwest vê îspat bikim: Min hem dixwest piçûkdîtina di warê Kurdîtiyê de ji holê rakim, hem jî nîşan bidim ku ez bi hêsanî teslîm nabim. Ev her tim wisa bû û di vê mijarê de serketî bûm.

Eger ez ji aliyê xwe ve bi kurtî bînim ziman, ez ê bibêjim, min salên 1950-1960’î civakparêziya malbatê red kir, salên 1960-1970’î min civaka ji rêûresmê qebûl nekir, salên 1970-1980’î min civaka modern nepejirand. Ez di rewşeke welê de bûm, ez zilamekî bi tenê bûm, ez civakî nedibûm. Komên di zarokatiyê de min çêdikirin û bi wan re derdiketim gera çolê, komên dînî û îdeolojiya çepgir ên min li dora xwe çêdikirin, gavên ezmûnî yên civakbûyînê bûn. Gavên bi îddîa yên weke Apogirî û PKK’ê îşaret bi alî civakbûyînên nû yên xweser dikir, lê ji îdeayekê wêdetir nediçûn. Civakbûyîna ez lê digeriyam û min dixwest bidim qebûlkirin civakbûyîna Kurd bû. Ji bo Kurdan ez li heqîqetê digeriyam.

Di vê demê de tişta ji bo min balkêş ew bû, têgihiştina namûsê ku diya min li ser min ferz dikir bi maneya xwe ya rastî pêk hatibû. Ya rastî, diya min xwestibû pîvaneke jiyana civakî fêrî min bike. Lê ji ber ku hêza wê têrê nedikir rastiyê rast îfade bike, hedef şaş dikir, ne di dema wê de û şaş pêk dianî. Bi vî şerê ji bo hebûna xwe, ya rastî namûsa civakî, hebûna Kurd û rûmeta wî hatibû rizgarkirin. Di vî şerî de cara pêşî bû ku mafê jiyana bi rûmet hatibû bidestxistin. Di wan salan de mirin an mayîn zêde ji hev ne cuda bûn. Ya girîng ew bû, mirov mafê jiyana bi rûmet bi dest bixista. Mînakeke vê jî di Berxwedana Li Zindana Amedê de hatibû nîşandan bû. Çalakiya Newrozê ya Mezlûm Dogan, çalakiya Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik û Mehmûd Zengîn a pê agir berdan bedena xwe, şehadeta Kemal Pîr, M. Xêrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek a di rojiya mirinê de bi temamî şerên ji bo rûmetê bûn. Bi şerê gel re hevnirx bûn. Ew slogana bi hev re bi qîrîn digotin “Şerê rûmetê wê bi ser bikeve” ev rastiya em behsa wê dikin, îfade dikir.

Min xwe ji têkiliya bi malbatê û xizmên nêz re ku mirovan gelekî  hînî xwe dikin, heta ji têkiliya bi heval û hevriyan re gelekî mucered kiribû û di vî warî de tecrûbeyên min hebûn. Têkiliya bi jinê re tevî ku gelekî girîng bû jî qadeke têkiliyê bû, min ew jî gelekî mucered kiribû. Ez bi temamî berevajiyê Nazim Hîkmet bûm. Min ehd kiribû ku ez ê nebim xwedî zarok. Di dema lîseyê de min nivîseke kompozîsyonê nivîsandibû û mamoste ji bo wê deh pûan dabûn min. Sernivîsa wê gotara min wisa bû: “Tu ji bo min ew zarokî ku wê qet ji dayik nebe!” Ez yeqîn dikim ku bi vê nivîsê min xwestibû ez jiyanên zarokatiyê yên zehmet derbas dibûn, bînim ziman. Lê ev ezmûn û tecrûbe hemû jî têrê nakin ku hêza min a berxwedanê li Îmraliyê rave bikin.

Bi qasî ku tê bîra min, dema ez zarok bûm, min di lîstikên xwe yên pêşî de hebûna keçikan weke pêdiviyeke azadiyê hesibandibû. Xuşkên min jî di navê de, di tevahiya pêvajoyên zewacan de mîna min ew hemû ji dest dabin hestek li cem min çêdibû. Jixwe kengî ez hinekî mezin bûm û min exlaqê namûsê yê hişk ê civakê dît, min xwe bi tevahî vekişand. Lê ev xwe vekişandina min bi awayekî dilê min bimîne û bişikêm nebû. Min hêdî hêdî fêhm dikir ku me jin ji mêj ve wenda kirine. Ez ji statuya jin û mêran a hatibû avakirin hîç razî nebûm. Min her tim şik û guman dikir ku ev statu li ser şaşiyan hatiye avakirin. Statuyek bû ku min nikarîbû qebûl bikim. Di çarçoveya vê statuyê de daxwaza min a ji bo jinê çênebû. Ez yeqîn dikim ku diya min li vê rewşê zû hayil bûbû û ji min re weha gotibû “Bi vî halê xwe tu nikarî bi jinê re bibî.” Bi rastî min ti carî nexwest jineke min hebe. Min bixwesta jî min hîç nizanîbû ez ê çawa pêre bijîm. Ez her ku mezin bûm, ez bûm mîna zarokekî mezin. Mêrê li ber serê min her yek ji wan bûbûn mîna gurê jinan. Lê ez weke kesekî belengaz mabûm. Xeyal û meyal eleqeya jinan a ji bo min tê bîra min. Ez yeqîn dikim ku wan ez weke ‘bûyereke bêhêvî’ didîtim. Ya rastî, ez weke tebayekî şîrîn, lê ne li gorî demê didîtim û welê didan hiskirin. Di demekê de ku her kes ji xwe re li mêrekî, li evîndarekî digeriya, ez di van mijaran de bêhnçikandî bûbûm. Eşqa min ji bo tiştên weke xweda jî tinebû. Eleqeya min a bi tenê ji bo heval û hogirên baş bû.

RÊBER APO

Kategori: Reber APO