Tirkî  |  Erebî

JI PENUSA JIN TIRMEH

Sala 2003 an şûnve gûhertina paradîgmayê bi paraznameya Atînayê ve pêşdikeve. Divê di zîhniyetên me de paradîgmaya me jî di mîhvera azadîxwaziya jin de cîh bibe, civak bi vî rengî bê tehlîl kirin, pê re jî azadiya civak jî pêş bikeve. Azadiya jin ji bo jin esas e lê bi qasî wê ji bona zilam jî derbasdar e ji ber vê yekê divê zilam jî di vê bingehê de ji bona azadiya civakê bibe xwedan ked divê her du mil jî bi vî rengî bibin xwedan têkoşîn.

Jina azad tê wateya zilamê azad. Divê her kes di vê bingehê de paradîgmaya civaka demokratîk bikin bingeha têkoşînê.

Di her paraznameyekê nû de Serokatî hîn baştir dahûrandina pergalê dike û dibêje; “Pergala pênc hezar salî” Pergala ku em niha dijîn; “Pergala şaristaniya navendî” ye lê belê ji pênc hezar sal û vir ve jî tê gotin; “Pergala moderniteya kapîtalîst” li hember vê yekê jî “Şaristaniya Demokratîk û pergala Moderniteya Demokratîk” tê pêş xistin. Di vê bingehê de armanca Sosyolojiya Azadiyê înşa kirina Demokratîk Modernîte ye. Ev jî di bingeh de ava kirina jiyana azad e. Armanc; jiyana azad e lewra pergala kapîtalîzmê dijî jiyanê ye lewra jiyan qetil dike pê re girêdayî dijî jinê ye ev jî di wateya herî rast de mirin e. Jiyan, bi tepisandinê re rû bi rû ye, hatiye tine kirin ji ber vê divê pêşî lê bê girtin. Ber bi tine kirinê ve diçe, jiyan; ne tenê kirêtiyên pergalî jiyan kirine lewra bi vî awayî tê qetil kirin. Serokatî dibêje; “Niha însan heye, di şêweyê de mirov e lê belê cewher hatiye tine kirin, jin heye lê belê sexte ye.” Niha di cîhanê de şer û hovîtî heye, li hember mirovatiyê tevkujî heye, xwîn nasekine. Li ser mirinê pergalên xwe xurt dikin. Ji ber wê Serokatî di Sosyolojiya azadiyê de got; divê derketinekî xurt bê kirin lewra divê têkoşîneke mezin bê dayîn, eger hovîtî hebe emê di jiyana azad de bi israr bin. Di sedsala 21. de Serokatî wek dirûşmeyekê esasî dibêje; “Ya jiyan ya barbarî ango hovitî” Adorno jî dibêje; “Jiyana çewt rast nayê jiyîn” lewra ew bi xwe jî Yahudî bû, got; piştî tevkujiyê komkujî nabe, ger tevkujî û komkujî hebe wê demê hovîtî heye wê demê di nava van şaşitiyan de rast jiyan kirin jî nabe. Lê Serokatî ew rexne dike lewra tenê rexne kirin têrî nake, alternatîf pêş xistin girîng e. Pêdîvî heye ku li şuna şaşîtiyan ya rast bê ava kirin. Ti girêdanbûna barbarî ango hovîtiyê bi mirovatiyê re tine ye bêguman bi çanda nêçîrvantiyê re girêdanbûna wê heye. Li cîhekê ku hovitî hebe jiyan tine ye, lewra em nikarin bi vê hovîtiyê re bijîn. Pergal xwe bi xwe nikare gûhertin bide çêkirin ji ber wê divê em wê bidin gûhertin. “An jiyan an jî hovîtî ango barbarî” an emê li dijî hovitiyê bisekinin an jî di navberê de jiyîn nabe. Di sedsala 21. de divê Şoreşa Jin çê bibe lewra pêdîvî bi şoreşa jin a duyemîn heye. Serokatî dibêje; “Encax bi şoreşa jin re serkeftin çê bibe, pergal bê gûhertin.” Şer, komkujî, hovîtiyên ku a niha di civakê de tê jiyîn di cewhera vivakê de tine ye. Şoreşa Neolotîk şoreşa jin e ji ber ku kedî kirin û çandinî pêşdikeve ev jî di mîhvera jin de tê afirandin. Çanda Rojhilata Navîn bi barbariyê re rû bi rû ye lewra divê şoreşa duyemîn a jinan pêşbikeve. Sedsala 19 û 20. sedsala karkera bû, çînîtî û şoreşên netewî li pêş bûn lê sedsala 21. wê bibe sedsala jinan. Bi paradîgmaya jina azad re şoreş çêbibe bêguman ev jî radîkalbûn dixwaze.

Serokatî dibêje; “Sedsala wê di sedsala 21. de di navbera têkîliyên jin û zilam de pergalekê bi hevsengî bê ava kirin. Divê carek din tanzîmekê bê kirin” Lêwra zilamê desthilatdar, jina kole divê bên gûhertin û wiha berdewam dike; “Wê divê sedsalê de gûhertin bê afirandin.” Ev yek jî bi şoreşa jinê re gengaz e. Teqez wê ev serdem bibe serdema jina azad ji ber wê em dibêjin; “Şoreşa jin.” Di sedsala 19-20. de nakokiyên netewî, di sedsala 21. de jî nakokiyên zayendî ango nakokiyên jin li pêş e. Serokatî dibêje; Azadiya jin ji azadiya welat girîngtire lewra azadiya jinê, beriya azad kirina netewê tê, beriya her tiştî azadiya jin, navend jin e. Paradîgmaya sedsala 21. azadîxwaziya jin û birdoziya wê jî Birdoziya Rizgariya Jin e.

Eger esas nakokî zayend be wê demê divê azadiya jin werê misoger kirin wê çaxê pirsgirêka jin pirsgirêka herî esasî ye. Serokatî dibêje; “Pirsgirêka jin weke girêkê ye” Pirsgirêka jin pirsgirêka bingehîn e lewra divê sereke bê dest girtin. Eger ev yek bi awayekî baş bê tehlîl kirin pê re girêdayî dikarin ji bona pirsgirêkên civakî jî çareserî bibînin ji ber ku Serokatî got; “Dagirkeriya yekemîn û a dawî li ser jinê hatiye pêş xistin” Bi kole kirina jinê re pirsgirêkên civakî jî destpêkir.

Sala 1997 an CIA ango pergalên desthilatdar dibêjin; “Destpêkê jinan bixin” li hember vê yekê Serokatî dibêje; “Beriya her tiştî jinan rizgar û azad bikin lewra wê bi jinê re cîhan azad be. Ronesansa jin pêşbikeve” Ronesansa jinê jî tê wateya; ronakbûna jinan, ji koletiyê rizgar bûn û ev yek jî gûhertineke mezin e lewra di bingeha azadiyê de pêş bikeve. Serokatî digot; “Ez ji bo we çîroka afirandina jinan vedibêjim” Bi rastî jî di encama têkoşîna me de em ji nûve zayîna xwe dijîn, em ne wek berê ne, bi pergala azadiya jin re şoreşa jin dafirînin. Berê her tiştî divê pirsgirêka jin bê dahûrandin, civaka zayendperest bê derbas kirin. Ji ber wê di sedsala 21. de pêşxistina Jîneolojî mohra xwe li vê serdemê dixe. Zanista jin hilbijêra (alternatîf) zanista pozîtîvîst e.

Şoreşa jin, şoreşeke pêşeng e ji ber ku nav şoreşê de şoreş e. Berê her tiştî şoreşa jinê ye ji ber wê em dibêjin sedsala 21. sedsala şoreşa jinê ye. Şoreşa jinê tevahiya gerdûn û civakê digre nava xwe. Pirsgirêka jin were çareser kirin wê demê tevahiya pirgirêkên civakî jî bê çareser kirin.

Serokatî ji bona Jîneolojî dibêje; “Derketineke ber bi azadiyê” Zanista Jîneolojî di wateya zanista jinê de ye. Lojî; bi zimanê Yunanî, zanist e û ji logosê (pîvan, zagon) tê. Di têkoşîna azadiya jin de Jîneolojî rolekê girîng dileyîze. Jîneolojî nebe em nikarin civaka zayend perest derbas bikin û civaka demokratîk ava bikin. Di vê serdemê de zanistên pozîtîvîst xitimandin û rûxandin dijîn ji ber ku kesekê êdî bawer nake, di bingeha desthilatdariyê de hatiyê ava kirin ji ber wê her kes pergala heyî lêpirsîn dike. Di rewşên kaosê de valatî çêdibe ji ber wê bi Jîneolojî re heqîqet bê nîşandan û afirandin.

Dema ku em zanistên pozîtîvîst û zanista Jîneolojî bînin beramberî hev emê bibînin ku di tevahiya zanistan de cîhê jinê tine ye. Zanista sosyolojî a roja îro, zanista civakî ye lê cardin hebûna jin tê de tine ye. Jîneolojî, rastiya jin lêkolîn dike û ji bona azadiya jin zemîneke xurt ava dike, heqîqeta jin ronahî dike. Cewherên rast a ku di tarîtiyê de hatiye hîştin derdixe ronahiyê ji ber vê yekê girînge. Cara yekemîn di cîhanê de zanista jin pêşdikeve. Beriya Rêber Apo kesek rastiya jin di vê astê de nexistiye mijara zanistê. Bi Femînîzmê re hewldanên sînordar çêbûye lê belê bi tevgera me ya azadiyê re jin dibe mijarê zanistê ji ber vê yekê Serokatî her tim rexne li zanistên sosyolojî û tevahiya zanistan dike. Dema ku tê gotin; “zanist” ev yek tê wateya ku wir de lêkolîn heye ji ber ku armanc heqîqetê derxistina holê ye. Serokatî dibêje; hebûna jin xwedan girîngiyeke mezin e. Jin, jiyan e ji ber ku heman wateyê de ne. Ji ber ku zanist di destê zilamên desthilatdar de ye hebûna jin jî nakin mijara lêkolînê ji ber vê Serokatî bal dikişîne; “Dagirkeriyekî mezin li ser rastiyên jin de heye”.

Dema ku tiştekî bibe mijarê zanistê armanc fêm kirina heqîqetê ye, razberên wê derxistine. Rastiya jin ewqasî berçav e lê belê wek mijareke zanistî pêş neketiye. Tevgerên femînîst di vê mijarê de bi hewldanên xwe re bal kişandine vê mijarê lê belê cardin ji bandorên pozîtîvîzmê rizgar nebûne.

Jîneolojî wek zanist lêkolîna; rastiya jin, heqîqeta jin dike û di vir de armanc rastiya jin ango hebûna jin û heman demê de xwezaya jin derxistina holê ye. Di vê mijarê de mirov dikare gelek navên din jî lê bike ji ber ku zanista jin wek naverok gelek berfireh e. Heqîqeta jin heman demê de heqîqeta civakê ye. Serokatî dibêje; “Gerdûn di şexsê mirovan de xwest ku werê ser ziman û dîtin” Ferqê jiyanê di mirovan de tê ziman û di nava mirovan de jî di cewhera jin de tê ziman. Bi lêkolîn kirina jinê re jiyan tê lêkolîn kirin ji ber vê heman demê de Jîneolojî; zanista jiyanê ye û pêşxistina jiyana azad dike armanc ji ber vê yekê azadî pêşdixe. Serokatî dibêje; “Jin jiyan azadî” ev yek formûla efsûnî ye ji ber ku gûhertin û vegûhertin zindî ye. Bi vê formûlê re Jîneolojî tê şîrove kirin. Cîhekê de jiyan hebe di wir de xiluqdarî û zindîbûn heye. Jiyan bê civak nabe ji ber ku jin û civak ji hev du ne qut e.

Ji bona pênase kirina xwezaya yekemîn, duyemîn û sêyemîn jî divê baş bê lêkolîn kirin. Di pênase kirina xwezayê de sê merhele tê dest girtin. Xwezaya yekemîn; beriya her tiştî hebûnên berçav ango fizîkî duvre jî ajal û nebat e. Piştî ajalan bi mirovan re civak tê ava kirin û xwezaya duyemîn pêş dikeve. Civak bi xwe dibe xwezaya duyemîn, perçeyekê xweza ye û civakbûnê re xwezaya duyemîn ava dive. Ji ber têkîliyên di navbera xwezaya yekemîn û duyemîn xirab dibe şûnve, di nava civak û xwezayê de pirsgirêk rû didin. Pirsgirêkên civakî di xwezayê de jî teyîsandina xwe dibîne, xweza bi xwe jî tengezariyekê dijî. Wê komkujiya civak û xwezayê jî wiha dom nake ji ber vê em wek xwezaya sêyemîn dibêjin; “Civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jin” cardin bi vê pradîgmayê re pirsgirêkên civakî û xwezayî dixwazin çareser bikin, di navbera civak û xwezayê de dostaniyekê ava bikin. Xwezayê sêyemîn de civak, di nava civakê de jî a herî girîng xwezaya jinê ye. Hebûna jin ango xwezaya jin divê baş bê pênase kirin. 

Jîneolojî, milekê ve rexne dike hêla din de jî ava dike. Heta niha zanistên baviksalar desthilatdar bûn. Jîneolojî heta roja îro her tim di dîrokê de hebû û dema ku em lêkolîna dîrokê bikin jinên zanyar derdikevin holê. Ji xwe di neolotîkê de zanist li pêş e û ya diyarker jî jinên zanyar in. Zanista Neolotîkê; anîmîzîm (her tişt zindî dîtin) li kêleka vê mîtolojî, (çîrok, destan) re her tişt zindî tê dîtin, jinên şîfacî, efsûnbaz pêşeng in. Lê piştre di zanistê de zayendperestî pêşdikeve. Jin beriya zilam bi zanistê re mijûl dibe lê bi demê re zilamê kal jî tevlî dibe, heman demê de şaman jî bi ol re mijûl dibin, bi avabûna dewletê re pey hev; rahîb, peyxamber, fîlozof û zilamên zanist pêşdikevin. Jînelolojî herî zêde bi anîmîzmê re lêkolîn dike da ku rastiyên xwe bibîne. Di zanistên pozîtîvîst de mîtolojî tê reş kirin. Arîsto û Platon ji bona ku mîtolojî reş bikin gelek hewldane. Lê Serokatî her tim ji bona pêşxistina zanistê lêkolînên mîtolojî pêşniyar dike û dixe rojevên me. Eger em dixwazin zanista Jîneolojî pêşbixin mîtolojî çavkaniya herî girîng e ku em sud jê bigrin. Heqîqeta civakî herî zêdetir di mîtolojiyê de heye. Bandoriya mîtolojî gelekî li ser jiyanê heye ji ber vê divê mîtolojî bê lêkolîn kirin. Her tişt zindî ye ji ber vê Jîneolojî Kuantumê esas digre.

Merheleyên zanistê bi lêkolîna xwezaya jinê re zanebûn pêş dikeve pê re zanistî û zanist pêşdikeve. Mirovên lêgerînvan ango jinên zanyar bi lêkolînê re dikeve ferqê wateya rast derdixe holê û di dawiyê de ronakbûn û pê re jî azadî pêşdikeve. Rastiya jin bi zanistê re tê şîrove kirin. Divê zanist ji felsefe, exleq û estetekî qut nebe. Pozîtîvîzm her tiştî perçe kiriye, tevahiya zanist ji hev du cuda kirine. Divê zanist ava bike, nerûxîne, estetîk be. Jîneolojî heman demê de ji dîrokê ne qute û civakî ye. Jîneolojiyê de tevahiya jiyan û zanistan heye ji ber ku jiyan lêkolîn dike. Jiyan kom kirin, yek kirin heye. Bi Jînelojî re jiyana azad pêş dikeve. Zanistên pozîtîvîst dijî jin û jiyanê ne, bi xwe re hovîtî ango barbarî ava dikin berovajî Jîneolojî de jiyan heye.

Her roj dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî tê avêtin lê em dixwazin di zîhniyetê de gûhertin bidin çê kirin, ev jî bi yekparebûna jiyanê re pêşdikeve. Jîneolojî, zanista navendî ango sereke ye. Divê jiyan bi yekbûnê were dest girtin ji xwe di Jîneolojiyê de qut kirin tine ye. Jîneolojî zanista jiyan û jinê ye ber ku sereke ye lewra navend e. Mijarên herî jiyanî çibe divê esasî bê lêkolîn kirin. Serokatî wek pirsgirêka sereke jin girt dest û got şoreşa jinê. Mijara jin esasî ye lewra jiyanî ye ji ber wê em dibêjin zanista sereke ye. Di neolotîkê de dibêjin jiyan, li derdora jinê pêşdikeve ji ber wê bi qasî jinê lêkolîn dike heman demê de jiyan jî lêkolîn dike lewra jiyan li derdora jinê pêşketiye. Berî jin û jiyan bi hev re bû, şoreşa neolotîk hebû lê bi baviksalariyê re qutbûn, dijminahiya jin çêbû ji ber vê Jîneolojî lêkolîna jin û çareser kirina pirsgirêkên heyî, heqîqeta jin derxistina holê dike armanc.

Jîneolojî derfetê eşqê jî çê dike. Têkîliyên di navbera eşq û Jîneolojiyê de zanisteke xurt pêşdixe, zanista herî kûr û xurt jî eşq e. Dema ku zanist digihîje eşqê wê çaxê asta heqîqetê herî bilind de ava dibe, ronahî dibe, hîn zêdetir fêm dike, dikeve ferqê jiyan û hebûnê. Wateya hebûnê pêş dikeve, coş, kelecan, keyfxweşî tê jiyîn, weke ku mirov efsûnî dibe, hebûna jinê mirov re pir xweşik tê û heyecan jê tê girtin. Wê demê zindîbûn, hîşyarbûn, kelecan pêşdikeve ev jî eşqe. Dema ku mirov hin tişta keşîf dike ango hebûna xwe derdixe zanebûnê, xwe dafirîne ev jî eşqa gerdûnî û civakî ye. Eşq bi zanist û ronahiyê re têkîldar e. Bi eşqê re azadî tê afirandin ji ber vê Jîneolojî zemîna eşqê ava dike. Heeta niha nîn bû ber ku heta nihajin bi awayekî kole û mirî jiyan dikir lê bi Jîneolojî re cardin zindîbûn û derfetê eşqê pêşdikeve. Neolotîkê de jiyaneke wek bihûştê, efsûnkirî, watedar heye. Jîneolojî jî bi mêjî, hest û yekbûna wateyê re eşq pêş dixe. Divê pênase kirina eşqê di mejiyê me de jî baş û rast birûne. Di pergala kapîtalîzmê de eşqekê sexte heye ev jî kuştina wateya eşqa rast û heqîqetê ye. Eşqa civakî de ronahîbûneke mezin pêşdikeve. Di pergala modernîteya kapîtalîzmê de heqîqeta eşqê heta xistina xeriziyê lewra kirêtiyekî mezin e. Eşq bi zayendîtî re hevpar tê dest girtin lê belê ev xapandineke mezin e bi vî awayî rastî berovajî dikin. Jîneolojî heman demê de, jinê eşqê ava bike. Neolotîkê de tê gotin ku Înanna, Aafrodît û hwd. xwedawend û jinên eşqê ne. Yek ji taybetmendiyên jinên azad bûyîna jinên evîndar e. Lê di pergala niha de berovajiya vê yekê ye. Serokatî dibêje; “Ez dixwazim bi jinan re li ser felsefe nîqaş bikim” Xwe gihandina asta eşqê tê wateya di asta herî bilind de heqîqetê jiyan kirin, ronahiyê re êçandin, weke ku bûyîna şewqên ronak e. Cîhana hestan û mêjî ve dibe, mirov li cîhê xwe nikare bisekine. Jin nûneriya eşqê dike, eşqa civakî dafirînin. Lê pergala kaîtalîzmê de zanista pozîtîvîzm înkara eşqê dike. Her kes behsa eşqê dike lê li holê tine ye ber ku jiyan hatiye kuştin, cîhê ku mirin hebe çawa eşq hebe. Eşq bi jiyanê re têkîldar e. A niha jî zilamê eşqê ango zilamê nêçîrvan (bi zimanê kaîtalîzmê) li derdora jinê digere. Dema ku rupoşê zilamê aşiq bê rakirin li pişt wî zilamê fênek, nêçîrvan derbikeve. Wê çaxê jî ji bona xistina jinê her tiştî dike ji ber vê mirin e. Mîtolojî de Ares an jî xwedayê eşq û şer e, her tim tîr davêje di vê wêneyê de jî tê dîtin ku dikuje. Ji ber vê divê pênase kirina eşqê rast bê kirin. Eger em dixwazin bibin jinên azad dibê lêgerîn jî di asta eşqê de pêş bikeve. Encax bi zanist, felsefe û eşqê re em dikarin azad bibin.

Jîneolojî herî zêdetir dikare li çiyayên Kurdistanê pêş bikeve. Şoreşa jin ya duyemîn li Kurdistanê, li kendalên Zagrosan de pêş bikeve. Çanda Rojhilata Navîn de mîrateyeke pir xurt heye ji ber ku bingeha mîrateya jina azad li Rojhilata Navîn de heye. Kevneşopiya jina azad li Rojhilata Navîn xurt e ji ber vê Jîneolojî li vir pêşdikeve. Ferqa femînîzm û Jîneolojî jî di vir de ye. Ji ber wê divê Jîneolojî li çiya, gund ango ji pergalê dûr pêş bikeve. Yên ku dixwazin lêkolîna Jîneolojî bikin divê zimanên Aryen û Semîtîk bizanibin. Bi taybetî divê Kurdî bê zanîn ber ku gelek heqîqet di wir de veşarti ye heman demê de jî lêkolînên Mîtolojî xwedan girîngiyeke mezin e. Serokatî dibêje; “Jinên azad ên çiyayî” Heman demê de ev yek bi awayekî cudatir li destana Gilgamêşê de jî wiha tê vegotin; “Jinên ku li çiya dimînin azadin lê, jinên li deşt û bajaran dimînin fahîşe ne” Bala xwe bidine cara yekemîn fahîşetî li bajaran pêş dikeve. di vir de wek mînak em dikarin jinên Başûrî bidine lewra di wan de jinitî pêş e lê jinên çiyayî de asta azadiyê tê dîtin. Pir balkêşe, piştî hezaran sala bi hezaran jinên şerker cardin li pala çiyayên Zagrosan ji bona azadiyê têdikoşin. 

Nînhûrsag li Mîtolojiyên Sûmeran de tê dîtin ji xwe berê Înanna Nînhûrsag heye. Înanna bajarê Urukê rêve dibir û her kes jê bawer dikir. Nînhûrsag jî li çiyayên Zagrosan Star, li Sûmeran de jî Nînhûrsag tê nasîn. Nîn=jin, hûrg=çiya, sag=cîh e. Ev jî tê wateya jinên azaad herêmên çiyayî ew jî jinên azad e, çanda xwedawenda ye. Di mîtolojiyê de jinên azad çiyayî tên qabul kirin. Zanista Jîneolojî divê ji çiyayan qut nebe. Jîneolojî li çiyayên herî bilind ango Zagrosan de pêş dikeve. Felsefe yekemîn car ji hêla Zerdûşt ve li Zagrosan de pêş dikeve. Çanda jina azad car din li Zagrosan pêş dikeve. Jîneolojî ji bona hebûna jin xurt bike, fikra azadiya jin di nava yekbûnê de pêş bixe, kolebûn derbas bike, zanista azadiyê pêş dixe. Jîneolojî zanista; azadî, rastî û xweşikbûnê pêş dixe di vê bingehê de jî jiyan xweşik, rast û azad dibe. Formûla; zanist, afirandin û hebûn divê esas bê girtin. Bi zanistê re xurtbûn, hêzbûn pêş dikeve. zanistê azadiyê enerjiyeke pir xurt a jiyanê ye û hêzeke mezin ava dike pê re jî şexsiyet xurt dibe. Eger tiştekê bê zanîn wê demê bê afirandin. Bi zanista azadiyê re gûhertin çê bibe, bingeha nûbûnê ava dike. Zanîn, afirandin e. Zanebûn, xiluqandin e. Bêyî zanebûn em nikarin tiştekî bikin lewra divê fikir û ked hebe. Tevahiya şoreşan di bingeha zanistê de pêş ketine lewra zanist xiluqandin pêş dixe. Madde, hewldide ku xwe bigihîne wate ango zanebûnê, zanebûn jî dixwaze xwe ji qilifên madde rizgar bike. Heta ku hêza wateyê ava nebe gûhertin jî çê nabe. Bi lêgerîna rastiya jin re zanist û pê re jî azadî pêş dikeve. Zanist bi jiyanê re têkîldar e. 

Şehîd Helîn Murad

Kategori: Ji Pênûsa Jinê