Tirkî  |  Erebî

Mizgîn AMED

kadinin dilinden12Li ser berxwedana jinan a di dîrokê de û bi taybet berxwedana jinan a li dijî pêşveçûna qepîtalizma ku ketxwarî û dagirkeriyekê mezin pêktine,

ya ku bi taybet li ser jinê pîr bi ziravî dide meşandin.Ji ber  bê edalat bûna pergala dagirker û ji ber bê mafe, bi sedan jin xwe bi rêxistin kir. Di serî de li Şikaka jinan serî hildan û bi vê wesîleyê di enternasyonalîzma neteweyî (kongreya fireh) de pêşnıyar dike.  Klara Zetkî ,Roza Lûksembûrk, ev her dû jin pêşniyar dikin ku roja 8’ê Adarê bibe roja cejna jinên cîhanê. Ev di sala 1910’ an de pêşdikeve.

 

Belê hevalno, êş û azarên ku îro jin dijîn diyar kirina rojekî wekî vê cejnê dikare çareserî ji vê rewşê re dayne. Dikare jinê ji vê rewşê rizgar bike.  Dema mirov li dîrokê temaşe e dike, mirov dibîne ku di serdema dayîk salarî de,  jiyanekî pir bi wate heye. Jiyanekî wan a wek hev heye. Di çanda dayîê de, mirov xweşikbûnekî bi qasî heyvê xweşik dibîne. Mirov bi exlaq û bi xweşikbûnekî mezin jiyan dike. Belê çanda dayîkê rolekî bingehîn derdixîne holê. Emê bi vê behremê, ya ku di hezar salan de bi bingeh û bi balkêş bûye bandora xwe îro jî li ser mirovan heye. Bi taybet jî li ser mirovên ku di rojhilata navîn de jiyan dikin hîn zêdetire.

Bi hatina civaka bavik salarî de civaka dayîkê tê çi rewşê?

 Bê guman ev civak ber bi çave. Eger mirov bi baldarî dîrokê  bi şopîne,  mirov pir  bi hêsanî wê bibîne ku çiqasî cîhan hatiye  rewşeî zalîmane. Ji ber sedema vê pergalê hinek kes têr û hinekî jî birçî mane. Tiştekî ku mirov bibêje hûqûq nemaye. Belê di rewşekî bi vî rengî de a ku heri pir jê bê par dimîne jine. Ya ku hertimî di dîrokê de hatiye xistin, jine. Di serdema feodalîzmê de jin xistin namûsa xwe. Di bin navê namusê de, hemû qedexeyên xwe li ser jinê de dan meşandin. Bi vê re jî her ku çûn pergala xwe dan meşandin, jin  xistin dinava çar dîwaran de. Ji cîhana derve qut kirin.û bi vî rengî ji zanistiyê,  bê par ma. Jinê xistin bin perda pergala desthilatdar. Rengê hebûna jin, êdî hat winda kirin.

Belê, ma kî dikare hovitiya  vê pergalê bi pejirîne û çavê xwe jêre bigire. Ji ber vêna ye ku jin dibêje: ‘ya xuda şuna  ku te ez jin anîbam cîhanê,  te min kevir anîbûya wê baştir bibûya.  Ji xwe şewitînê  heta bigihe hemû cûrên mirinên din ji xwere di pejirîne. Pergala dagirker mafê jiyan kirinê jêre ne hêlaye. Ji ber wê ye ku ciwanên hîn di bihara temenê xwe de ne xwe di daliqîn. Ji bû ku ji vê pergalê rizgar bibe. Bi taybet,  cihê ku herî pir doxmatîzim lê hakîme rojhilata navîne. Bi taybet jî li Îran,İraq û Ermenîstan’ê ev bi awayekî hîn bêhtir balkêş xwe dide pêş.

Ji pergala feodalîzmê derbaz bûyîna pergala qapîtalîzmê rêbazekî hîn bi awayekî cudatir tê meşandin. Jin di vir de bêhtir dixe  malê xwe. Her wuha di derbarê fizîkî de jî xistin reklam û her tiştê xwe bi vê rengî dan firotandin. Nasnama jinê, êdî xistin pere û zêr û navê wê jî xistin azadî. Mixabin vê carê bi temamî ji cewher,exlaq û terbiye dan dûrxistin. Ji derveyî dagirkeriyê ma çi ji vê pergalê tê hêvîkirin?

Ji derveyî talan kirinê tiştekî din yê cudatir nade mirovan. Di vê dagirkeriyê de, yê ku herî pir li ser tê meşandin dîsa jî jine. Ji zanabûnê wêdetir her ku diçe pergalekî hovane tê jiyan kirin. Zanabûn ji rastiya vê civakê dûre. Mejî her ku diçe ji felaketa dagirkeriyê re rû bi rû dimîne.

Belê, dîrokê da diyar kirin ku eger civakekî ji hemû cûrên azadiyê dûr bi pêş bikeve, ewqasî bi sexte û fêlbaze. Ewqasî dikare civakê belav û parçe bike. Pergala qapîtalîzmê rolekî xwe yê  bi vî rengî hovane leyîstiye. Eger zanabûna civakê hebe, wê ewqasî bi cewher û bi exlaq be. Ketina jinê ketina zilame jî. Bila kes xwe di vî alî de ne xapîne.  Îro tevgera jin azadiya civakê lêkolîn dike. Ev tevgera Apo’yî wekî alternatîfa herî dawî li himberî vê pergalê tekoşîn dide meşandin. Hemû rengê civakê digire nava xwe. Dibe hêza çareseriya hemû civakên ku winda buyî. Rêber Apo bi felsefe û bîrdoziya xilasiya jinê ku ji mere bi lêv dike, em jî wekî şagirtê RÊBER APO tekoşîna vê didin meşandin. Lêgera jin ya li serê çiyan vê dide îfade kirin. Di vê pergalê de jiyanekî  azad û cihekî azad nabînin, li ser serê xwe darê zorê dibinîn û bi vê ketina rê tên serê çiyan. Ji xwe yê ku vêna bi awayê zordarî ku herî pir jiyan dike, jine. Ev jinên ku zordestiya vê pergalê na pejirînin, serî li lêgerên azadiyê didin. Hêviyên xwe di çiyayên azad de dibînin.

Di dîroka tevgera jinê de, jinên ku bi qehremantiyekî mezin serî li azadiyê, evînê dane nayên bi lêv kirin. Pir bedel di vir de hatiye dayîn. Bedel dayîna ji bû jiyanekî azad,  îfadekirina li himberî zordestiyê tekoşîn dayîna meşandine. Ruxandina pergala  pênç hezar saliye. Dibe dermanê hemû êşan. Ji sedema ev zordestiya ku tê meşandin, dîrok hertimî bi xwînê hatiye nivîsandin. Hertimî bi pênûs û lênûsa derewîn hatiye nivîsandin û şîrove kirin. Pêwîste em vêna baş bizanibin ku dîroka me bi çi êş, keser, zor û zordestiyan re rû bi rû maye, xweşiya wê û azadiya wê jî,  di astek ya ku nayê bi lêv kirin deye. Rêber Apo di got; ‘dawiya her zorê xweşî jî heye’ û di got; ‘ji bû wê jî em di dibêjin, deriyê azadiyê di şer de derbaz dibe’. Azadiyê jinê ji xwe çiyaye. Serokatî pir ked di ber azadiya jinê de daye. Bû hêza bawerî û hevaltiya azadiya jinê. Ji bû ku hîna pêşnûmeyên Serokatî ji bû  jinê hebû, ji ber wê sedemê ye ku dibêje; ‘ ev pêşnûmeya min di nîvî de maye’. Ji bû ku ev tekoşîn were bi hêz kirin, bi hezaran destanên azadiyê hatin xuliqandin. Ev destan kîne û ji bû çi bûne destan?

Ji bû ku li himberî zordestiyê tekoşînê bidin meşandin. Herkesî di got azadî, demokrasi, wekhevî û biratî. Ji komînîstan heya faşîsta,  herkesî bi navê demokrasiyê bang dikirin.  .Lê çawa bû hemû jî naveroka xwe vala bûn. Îdayên vana nebûn yên azadî û demokrasiyê. Lê ya RÊBER APO demokrasiyekê rast a ku bikaribe civakekî ji nu de bide afirandin, da destpêkirin. Her wuha tekoşîna azadiyê jinê bilind kir û bi hewldanekî mezin dest avêt pirsgirêka jinê . Serokatî tekoşîn da afirandin.  RÊBER APO dema rabû û got; ‘min dît ku êdî jin xilas dibe, pêwîst dike ku jin ji vê rewşê rizgar bibe, ji vê cîhana reş derbikeve  ronahiyê ’ bi vî rengî cara yekemîn bû  ku di dîrokê de, hewldana pirsgirêka jinê,  bi awayekî rast ji aliyê RÊBER APO ve hatiye destpêkirin û bi awayekî rast dide şîrove kirin. Ji aliyê RÊBER APO ve hemû qirêjiyên pergala  desthilatdar derxist holê. Bi vî rengî jî got; ‘cihê ku jin lê winda kiriye, pêwîste li wir destpê bike’. Em dizanin ku jin di şaristaniya Sûmer’an de li Zigûrat’an winda kiriye. Roja reş li ser Hilala Zêrîn û jinê de hat kirin.

Em jî niha wekî şagirtên RÊBER APO vaye di çiyayên Toros û Zagros’an de,  em  tekoşîna azadiyê didin meşandin.  RÊBER APO di got; ‘dîroka jinê a koletiyê ne hatiye nivîsandin, ya azadiyê jî li benda nivîsandinê ye’.

Belê,  destanên azadiyê ne ku Zîlan, Sema û Viyan’ an dan nivîsandin. Bi vî awayî,  ji hemû êş, keser û birînên bi hezaran  sal yên dayîk û keçan re dibin derman. Dibin şahiya zarok û evindarê di dilê herkesî  de. Dibin pêşeroj ji hemû jinên cîhanê re. Yê dîsa ku me li rastiya me vegerandin ewana bûn. Yê ku cewherê me bi me da nasîn, bi rêya  RÊBER APO ewan şagirtan bûn. Me hêza xwe ya cewherîn ji RÊBER APO û ji wan keçan girt. Belê, ew  Zîlan bû ku peyama ji mirovan heskirin da bû me, ew  Viyan bû ku di got: ‘nameya min ji jinên êş kişandî re’. Ew  Sema’yan bû ku di got: ‘çawa ku di navendekî de du roj nabin, wusa jî di dilekî de  du evîn nabin’.  û ew Bêrîtan bû ku radest bûnê ne pejirand. Belê evane bûn yê ku bûne nexşa 8’ê Adarê. Evane bûn ku yên xwe di agirê pîroz de gihiştandin azadiyê. Evane bûn yên ku bi bask bûn û firiyan berbi ezmanên bê dawî bûnê îfade dikin .

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî