Tirkî  |  Erebî

Ji Pênûsa Gerîla

Ji bo ku mirov lêgerînên xwe bigihîjîne asta diltêrbûnê (tatmin); pêwîst e bi hemû hêza xwe ve di warê ramyarî, hestyarî û zekayê de lêgerînên xwe mîsoger (kesin) bike. Lê dema mirov li ser karakterê mirovahiyê radiweste û di dîrokê de rastiya wê lêkolîn dike, dibine ku mirov di gava yekemîn de milên xwe yên hestî nasdike û hestên xwe li pêş digire. Gava tu bixwazî giraniya hestan a di navbera jin û zilam de bipêyivî, kûrbûna hestan di jinê de hin zêdetir derdikeve pêşberî me. Dibe ku ji ber sedemên dayîktî û zayînê an jî peywendiyên wê yên bi xweza, ax û derdorê re, bergeha jinê ya li ser xwezayiyê cewaz dike. Dema ku hest di hundorê mirov de kûr û bi rûmet dibe, bi rengêkî xwezayî, rêbaza berhema xwe digire û gava gihişt asta afrandine, bi navê huner şêwaza xwe digire. Di dîrokê de hîn bêhtir derfet û îlhama hûner ji xwezayê tê girtin. Ji ber ku jin, ji zilam bêhtir nêzikî xwezayê ye. Di berbanga roja jiyana mirovatî ya yekemîn de, hestên xwe li teşiya huner dirêse û hemû mirovatî di deriyê dibistana “Eduba” de derbasî cîhana huner dike. Di vê dibistanê de yek ji hunerên li pêş û yekemîn helbest e. Di wê demê de jin, çavkaniya hêza xwe ji têkoşîna xwe ya jiyanî, yekbûna xwe ya bi xwezayê re, ji çand, evîn û xwedawendiyê digirt û ev yek bi zimanê helbestê pêşdixist. 
Mirov dikare di vir de, paşeroj û kevnartiya dîroka helbestê, bi paşeroj û kevnartiya jinê a xwedawendîtiyê re bi yek nav bike. Di Şoreşa Neolîtîkê de mîtolojî û destan bi zimanê helbestan tên nivîsandin û di wê demê de ev ziman bi awayekî xurt tê pejirandin. Ji ber vê sedemê, pergala wekhevî, heskirin, pirozbahî di dil û ramanê mirov de afrandiye. Her gotina mirov bi tiştekî xweşik bi lêv dikin. Ev jî cîhana wan paqij dihêle. Lê ev zagon heta demekî xwe didomîne. Piştî vê demê, jin helbesta nirx û naveroka xwe wenda dike. Bi vê hûndabûnê ve jin, azadî û hebûna xwe jî hunda dike. Mirov ku pişta xwe dida vê nirxê, her diçe ji rastiya xwe biyanî dibe, bi rêbaz û pergala desthilatdar ve ji cewherê xwe dûr dikeve. Pişt re fêrî bêbextiya bû û beramberî rabûrdûya xwe bikar anî. Lewra helbest bi beravajî wergeriya, êş, şewat, azarî û bêrîkirina nirxên xwe yên ku tine buyî tîne zimên. Ev êş di cîhana wî ya taybet de veşartiye. Lê ger hindik jî be, jin di hinava xwe de raperîn jiyaye. Jinê mîna Xensa û Edewiyê di dîroka Ereban de mora xwe li serdema Îslamê xistine û heskirina xwe ya ji xweda re bi îman, eşqa jiyanê, rastiya ronahî û eşqa hindorê xwe ve bi lêv dikin.
 Her wiha helbest hêviya mirov a xweyalên bi nirx diafirîne. Û keça Kurd “Edûlê” destana evîna xwe bi zimanê helbestê vegotin dike. Nakokiya eşîrî û azarê gelê xwe û bebextiya hûndorîn di evîna xwe de tînê zimên. Di wê pêvajoyê de hevpeymana Tirk, Fars û Ecem bi lêv dike. Li milêkî din jî, lehengiya yarê, bi tîpê azadiyê xemilandiye û bi xweşikbûna xwe jî bi nav dike. 
 Jina Kurd jî, bindestiya xwe û welatê xwê kiriye helbest. Dermanê şewata xwe ji Serok Apo girtiye. Bi taybet piştî komploya 15 ê Sibatê ku dixwest nirxên jinê dîlbigre, li asîmanê jiyana wê hest, egîdî û hêviyên wê bişkîne. Lê "Rêhevalê rêka azadiyê Serok APO” dibêje; “Ji êşa xwe hêz bigirin, ezmûn (tecrübe) derxin û vê yekê wergerînin zimanê helbest û sitranan.”
Lewra mirov tenê dikarê vê wisa bi nav bike; di dawî de helbest, nasnameya jin a Rojhilata Navîn e. 
 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî