Tirkî  |  Erebî

Axîn EGÎD

333Sala 2012’an weke jinekê tekoşînvanên azadiyê, pir milên ku em xwe berçav re derbaz bikin hene û pir milên ku em hêviyên xwe derbazî sala nû bikin hene. Weke jinekê gerîlla, hêviya min berî her tiştî li Amed ê bi RÊBER APO re hevdîtin bû di sala 2011’an de. Me di sala 2011’an de ked û tekoşînekê mezin da. Lê belê, ev ya têra azadiya RÊBER APO nekir. Ji bo ku di salên 2012’an de em azadiya RÊBER APO pêkbînin, tekoşîn û berxwedaniyeke geleke dijwar tê xwestin. Ji bo em azadiya Rêbertî pêkbînin, dagirkeriya li ser gelê Kurd û jinê tê meşandin rabikin, pêwîstî bi ruheke netewî heye. Bi ruhê netewî em ê azadiya Rêbertî pêkbînin.

 Weke jinên Kurdistan, weke tekoşînvanên azadiyê, em bi Rêberê xwe re bûn xwedî xeyal. Bi RÊBER APO re me karî em xeyalan bidin ava kirin. Xeyalên me bi rastiya RÊBER APO re çêbû. Me azadî di tam kirinê de jî, bi RÊBER APO re tam kir. Bi RÊBER APO re weke jinên Kurd me hîs kir ku em henaseyekê azad dikişînin. Ji bo vê jî, pêwîst dike ku em nefesa xwe ya azadiyê, Azad bikin. Xeyalên me azadiya RÊBER APO ye. Em xeyalên RÊBER APO di kesayetê xwe de pêk bînin.

Xeyalekê RÊBER APO heye. Dibêje; ‘‘Bi jina azad re, ez biçim welatê azad’’.

Weke jinekê, ji bo ku ez vê xeyalê bidim ava kirin, ez ê îdaya xwe, biryara xwe ya ji bo sala 2012’an hîn xûrtir bikim. Em ketine sala fînalê. Dijminê me jî êrîşker bûye. Ji bo ji hemû êrîşên dijmin re bibim bersiv, ez ê tekoşînekê ku hêza xwe li gorî xeyalên xwe bidim ava kirin, bidim meşandin. Yek ji erkên min yê bingehîn ev e di sala nû de.

Weke her jinekê gerîlla, ez bawer dikim ku hêviya her jinekê gerîlla ye, em RÊBER APO di sala 2012’an de bikaribin bînin çiyayên Kurdistan ê. Em bikaribin xeyalên jineke azad, hevdîtineke azad bi RÊBER APO re bidin çêkirin. Afirandina me, tekoşîna me, helwestên me hemû li ser vî hîmî ye. Ji ber em dizanin ku ji derveyî vê, bi ti awayên din em nikarin henaseyên azadiyê bigrin. Ji bo ava kirina jiyanê, Rêber APO azad kirin e. Jinên Kurd jî dizanin ji derveyî vê, ti jiyan ji mere nîn e. Yek ji xeyalên min yên bingehîn ev e.

Yek ji hêviyên min, eniya dayîkên şehîdan maç kirin e û ji wana re bibêjim, di her rijandina xwîna me de, me dilopek azadiyê da ava kirin. Di her şahadetekê me de, me gavekê azadiyê avêt. Ji bo vê yekê, jî tu dayîka rûmetê yî ji mere. Em parçeyek in ji te. Em parçeyekê neqişvanên azadiyê ne. Me vana bixwîna şehîdên te daye ava kirin. Xeyalên min yên sala nû eve.

Weke jinekê gerîlla jî, yek ji xeyalên min yên din jî pir cihên welatê min yên ku ez xeyal dikim bibînim hene. Li her çar parçeyên Kurdistan ê jî, cihên ku ez xeyal dikim bibînim hene. Lê bes, bi RÊBER APO dixwazim bibînim. Mifta tevlîbûna min a ji tekoşîna azadiyê re, pêkanîna azadiya RÊBER APO ye. Ji bo vê jî, çi ji bo azadiya Rêbertî were xwestin, ji bo pêkanînê amedene. Bingehê hemû xeyalên me, hemû ava kirinên me ev e û bigehê hemû wateyên me jî ev e.

Ji bo vê jî, sala 2012’an li RÊBER APO pîroz dikim. Xendeyên wî yên azadiyê maç dikim û çavên wî yê bi hêvî maç dikim. Tu çiqasî bi bedenî ji mere dûr jî be, ew ronahiya dilê te, wê dilê me ronî bike û em ê bi tere bibin rêhevalên rast.

Sala li hemû dayîkên şehîd û dayîkên Kurdistan ê pîroz dikim. Em ê layîqê we derbikevin. Di ew xetên rûyê we de ew keda bi salan ya heyî, ew veşartina dîrokî weke jinekê Kurd, bikim xeyalên ava kirina rojê, bikim jiyan kirina rojê. Li ser vî esasî bersiva herî rast ya ji wan dayîkan re bidim, rast xwedî li derketina azadiyê ye. Di dilê her dayîkekê de, em şervanên dilê wan in.

Sala nû li genaralên biçûk yên welatê xwe re dibejîm ku em ê ti carî nehêlin ku siya dijminê me li ser we çêbibe. Di kenê rûyê we de, em ê hêvî bibînin. Em ê wan rojan bi vî rengî bidin ava kirin. Ne tirsa dijmin, ne jî guleyên ku dijmin li zarokên welatê me xistî. Pêşerojekê azad, kenekê azad, hêviyekê azad, ji bo wana bidim ava kirin. Dîsa sala nû li tevahî gelê xwe û mirovatiya ku dibêje ez ê wek mirovekê bi rûmet bijîm, pîorz dikim. Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet, em xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Sala nû li tevahî ciwan û jinên Kurd pîroz dikim.

Sersala tevahî hevalên gerîlla, hevalên li qadên bakur di nava berxwedaniyeke bê hempa dene pîroz dikim.

Kategori: Nivêsên Rojêvî