Tirkî  |  Erebî

newroz 2019

Bihar; tevahiya bedewiyên gerdûnê di nava xwe de dihewîne û bi tevahiya zindiyan re parve dike lewra bi parve kirinê re mezin dibe, bi mezin bûnê re azad dibe. Belê, azad e, her çiqasî pelên daran biçilmisînin, dar û daristanan qetil bikin, xakên dewlemend bişewitînin jî cardin eşqa jiyanê bê dawiye, çem û rubar diherikin, enerjiyên xwe ji Rojê û xakên pîroz digrin ji ber wê di

her demsalekî de qat bi qat xweşik dibin, ew jî dibin rêhevalên hevalan. Xweza, bi eşqekî mezin hemêza xwe ji mirovahiyê re vedike û dilxwazên vê bedewiyê jî berê xwe didin warên herî bedew, çiya, deşt, newal, mêrg û zozanên Kurdistanê lewra bihar herî xweş li Kurdistanê tê jiyan kirin ji ber wê dibêjim qey herî xweş jî di çav û dilê gelên Mezopotamyayê de tê pêşwazî kirin.

Kulîlkên bedew, helandina berfê re bi kelecan, bêsebir di hemêza xaka zêrîn de dibişkivin, dilopên baranê di kaniyên cemidî de berê xwe didin çemên ku bi guregur diherikin, Roj herî xweş li ser xakên Mezopotamya de hiltê lewra ew çavkaniya jiyanê ye. Dil dixwaze bi vê kelecana biharê re demên vejînê, demên diyariyên ji gerdûnê, bi pîrozbahiyên heybet re pêşwazî bike, bi govendên azadiyê re silav bike lê, em gelekî wiha ne ku ne tenê cejna biharê, heta hebûna me jî ji me tê girtin û tê qedexe kirin. Ger jiyan hebe wê teqez ji destê zilimdaran bê girtin ji ber wê heval Mazlum zindanên tarî bi ronahiya dilê xwe re ronak kir, ji ber wê heval Sema bi agirê bedena xwe mizgîniya vejînê da û di roja îro de jî bi hezaran dildar ji bona şikandina zilmê Dehaqên vê demê, bi baweriya şiyarbûnê re banga vejînê dikin lewra vejîn bi azadiya Rêber Apo re gengaz e.

Bi agirê Newrozê re bendên tarîtiyê dişkin

Di demsala biharê de mirovên ku agirê vejînê di dil de dijîn, rêhevalên wek Mazlûm, Sema, Rehşan û Zekiye Alkanan, tevahiya êşên pergalî ji ser xwe davêjin û rojên Newrozê bi kelecan dijîn lewra Serok Apo, mirovên herî bedew di agirê azadiyê de ava dike. Weke ku mirov di vê agirê de ji nûve xwe bafrîne safbûna zarokek dijîn û di zelaliya avekî de ber bi hêviyên azad ve diherikin.

Gelo em jî dikarin tevlî xeleka berxwedanê ya ku ji Seyîd Riza, Şêx Seîd, Besê, Berîtan, Zîlan, Delal, Medya, Nalîn û Leylayan ve heta roja îro bêsekin devam kiriye em jî bibin nefereke ji vê govendê. Belê, ev govenda vejînê ye lewra roj bi roj bi kelecan mezin dibe, li derdora xwe û Rojê xelekekî ji pola ava dike û bi baweriyeke mezin qîrînên xwe digihîne asîmanan. Dîrok; di demsaleke biharê de çavên evînadaran de eşqa jiyanê, evîna mezin ya serkeftinê dibîne û bi xwîna wêrekên vê serdemê re dîrok, vê carê heqîqetê dinivsîne lewra êdî pêdîvî bi nivîsînê jî tine ye ji ber ku çavên mîl kişandî bi vê ronahiyê vediciniqin, gohên kerbûyî bi dirûşmeyên azadiyê re dilerizin û laşên qerîsok ji ber germahiya govenda vejînê tên ser hêşê xwe.   

Ronahiya vejînê tevahiya kirêtiyên heyî tine dike

Ev ne tenê vejîn e bêguman pêngava yekemîn ber bi jiyana rasteqîn ve avêtin e. Dibêjin; jiyana rast û rizgarî, lewra bi naskirina xwe û gerdûnê re zayîna nû bi ked û azweriyeke mezin ve radibe pêdarê. Belê, bi azwerî, girêka kor ya ku bi destê desthilatdariyê ve hatiye ava kirin gav bi gav bi ronahiya vejînê re tê çareser kirin û gav bi gav ber bi Rojê ve meşa bê dawî destpê dike. Di meşa azadiyê de dil dibe weke wolkan lê belê ev wolkaneke wiha ye ku bêsekin diherike, tevahiya kirêtiyên heyî tine dike.

Kirêtiyên desthilatdariyê ewqasî gelekî ne ku divê jê rizgarbin lewra hişyarbûna xewna ji hezaran sala bi naskirina rehên dîrokî re gengaz bû. Jiyan mafekî xwezayî bû lê, ew ji koka xwe hatibû qut kirin, berovajî kirin heta dema ku heqîqet ji dûr ve jî hatibaya bihîstin goh ker dibû, çav kor dibû lewra bi tirsekî mezin ji vê rastiyê rev hebû. Hemû xweşikbûna vê jiyanê weke hemêza dayîkeke destê xwe ve dike û li benda mirovên evîndar dimîne. Çawa ku xweza; her tim birehm di asîmanên şîn de Roja bedew dike mêvanê dilan, bi dilopên baranê re dibişkivîne gul û rihanan, bi stêrkên şewqînêr re cardin hêvî tijî dike erd û ezman, di bihara rengîn re Newroz jî di her serdemekî de Kawayên hemdem dafrîne û car dibe, Mazlum, car dibe Zekiye, car dibe Leyla û Nasir.

Lêgera azadiyê rêya berxwenadê vedike

Li zindanan di nava qeydên dijmin de, li çeperên şer di nava gujeguja guleyên neyaran de, li eniyên berxwedanê bi dirûşmeyên azadiyê re, bi dîtina hêsirên dayîkeke ve hildana kevirekî de berê xwe didin zordariyê lewra li her derê de em di lêgera azadî û lêgera gihandina hebûna rast de ne. Dema ku jiyan, bi ked bê ava kirin wê demê ji xwebawer hêza têkoşînê bibînin, di dema dîtin û jiyan kirina vê hêzê de jî emê bigihîjin daxwaza jiyana mezin lewra berxwedanên bi heybet li benda vê yekê ne.

Rastî jî bi hatina biharê re xweşikbûnên xwezayê adeta mirovan mest dike. Têkiliya di navbera xweza û mirovan de jî balkêş e lewra çawa ku xweza her tim xwe nû dike taybetî di demsala biharê de weke ku bangên evîndariyê li navserên herî bilind de ve dide heta ku digihîne hemêza axa bi bereket. Bêguman ev milekî ji vê rastiyê ye lê dema ku em serdema ku wek mirovahiyê û bi taybetî wek gelê Kurd em dijîn binêrin wê çaxê asta dijminên xwe ên li hemberî xwe jî binasin ji ber ku em bi dijminekî wiha re rû bi rû ne ku ji her hêlê ve di dorpeçê de şerê jiyanê didin eger di vê şerê de eşqa biharê jiyan nekin, evîna Mazlum, Ronahî, Zekiye û Leylayan nejîn dibe ku di çerxa felekê de cardin ê deyîndar derbikeve em bin. Ji ber ku îro hebûna me di destê kirêtiyên pergalî de ji bona azadiya gelekî berxwedanekî bê hempa dide û bawerim ji me bêhtir tama biharê dijî lewra dibe ku bêhna biharê heta hinavên xwe bikişînin lê belê heman demê de çiqasî dibin xwedan têkoşîna azadiyê ew jî mijareke fikrandinê ye. Serok Apo di nava pergala Îmraliyê de her rojê dike roja vejînê, roja biharê, sedema berxwedanê ji ber wê dibe ronahiya dilên wek; Arîn, Avesta, Delal, Armanc, Arjîn, Viyan, Leyla, Îmam Şîş û bi hezaran  evîndara.

Di tama biharê de tevahiya kêliyan de: Zayîn

Serokatî dibêje; “Ger mirin hebe jî divê di cîh de û bi wate be” Her kes matmayî dimînin. Gelo ev evîn û hezkirineke çawa ye ku mirov bedenên xwe car bi agirekî sotîner car jî bi birçîbûnê re dihelînin? Ji xwe ên ku ji bêdawîbûna jiyanê bawer nebin û çavkaniya afrandinê nasnekin nikarin wate bidin vê yekê yanê di wateya herî rast de xwe bi destê xwe afirandin. Mirov çawa dikare xwe bafirîne? Xweza çawa xwe her tim ji nûve dafrîne? Zayîn tenê di hemêza dayîkê de çavê xwe vekirin e? Bêguman Serok Apo bersiva tevahiya pirsên me dide heta pirsên ku qet neyên bîra ti kesê jî dide. Jiyan, hebûn, zayîn, heqîqet, di rastî de wateya jiyan kirina me jî dide û mixabin di roja îro de kesên desthilatdar jî di nav de mirovên berjewendîxwaz li ser vê pergala jiyanê hewl didin ku hebûna xwe bidomînin lê belê rêve naçin ber ku di bingeh de ji bedewiya biharê sûd nagirin, afrîneriya xwezayê tine dikin, dewlemendiyên herî bi nirx ên ku çavkaniya mirovahiyê kiriye tine dikin. Wê demê tişta herî rast a bê kirin çiye? Bêhna biharê heta hinavên xwe hîskirin, di dengê çûkekî de zimanê xwezayê nasîn, di bişkivîna kulîlkekî de zayînê nasîn, di nalîna dayîkeke de tolhildana Mazlum, Sema û gelên berxwedêr jiyîn û di wateya herî rast de biryara jiyanê dayîn e. Ne mirin, jiyan! Di dawiya zivistanê de wê her bihar hebe, di dawiya her şevekî de wê Roj her hebe lewra Roj ti carî şewqa xwe ji cîhanê qut nake.

Li zinaran heta deşt, kolan û zindanan geş dibe Newroz

Mirovên ku ji dîroka mirovahiyê para xwe negirtibûn digotin; “Me bi bêtonê ser wan de girt, êdî nikarin serê xwe rabikin” lê ew nedizanîn wê Kemal Pîrê ku rêhevalê Mazlum Doxan, Mahsum Korkmaz, Azîme û Semayan e wekî berfîn û delegezan di nava cemidîna demên dîrokê de serî rake û bi şahadetê xwe re bibe wateya jiyanê. Ne mirin e, jiyan! Cardin di bihara rengîn de salên 90’î de kesên ku ketibûn pey mirinê digotin; “Nikarin Newrozê pîroz bikin” ka bêjin ew çi hêz e ku bikaribe li pêşiya vîna biharê, vejîna gelekî bisekine, ev bawerî û îrade di dilê Zekiye Alkan de li ser sûrê Amedê bû qîrîn, bû awazeke evînî, bû agir û bi xwe re geşkir biharê. Her ku dem derbas bû ev agir hîn zêdetir geş bû, car bû Rehşan, car bû Evrîm, car bû Viyan, bû Avesta, Sozdar û eger em vê biharê jî bi berxwedaniya Leyla, Dîlek û bi hezaran jinên ku dilê wan bi gihîştina Serokatî re lê dide pêşwazî dikin wê çaxê evîna bê dawî, evîna biharê, eşqa jiyanê, vîna Rojê serkeftiye. Ka bêjin; êdî kî/ê dikare vê agirê bitemirînê, gelo çi hêzên cîhanê têr dike da ku biqedîne?

Mizgînî di berxwedanê de ye

Tu dibînî, di vê biharê de kulîlk çiqasî bi heyacan in lewra ewqasî zû dikin weke ku dibêjin; “ka ez hîn zutirîn ronahiya jiyanê bibînim, ka ez hîn lez bikim beriya ku cardin şev li min vegere, beriya ku stêrkan re hevaltî bikim destpêkê bi rojê re bibim heval da ku hêz bigrim” lewra çareya jiyînê di hemêz kirina wî de ye. Bêguman her yek ji me dixwaze di vê biharê de; kelecana kulîlkekî, gujeguja çemekî, tama kaniyeke cemidî, bereketa barana meha Avrêlê bi azweriyeke mezin bijî da ku ev bihar bibe hevdîtina Derwêş û Edûle, Mem û Zîn, Xecê û Siyabend, Roj û gelên evîndar. Her destaneke evîndariyê di rastiyê de bi hêviya gihandina xak û rehên dîrokî de nîvçe mane ji ber wê ger evîndar hebin divê welatek azad hebe lewra em jî wek Derwêş û Edûleyên vê serdemê neçarê berxwedanê ne.

Ne mirin e jiyan e!

Gelo tu jî şewata di dilê xwe de dihesî? Ger bi rastî pê bihesî her roj ji bo me roja Newrozê, roja evînê, roja serhildanê ye. Çima? Ji ber ku berf, bi geşbûna dilên têkoşêr re dihelê, çolên zipûziha bi herikandina hêviyên me re bibe dar û daristan, demên herî zehmet cardin bi hezkirina Zînê re digihîje çavkaniya jiyanê lewra bawerî heye. Ne erzan e, di her jiyanekî de bawerî, hezkirin û armanca serkeftinê heye ger ne wiha bûya li Lêlîkanê Ronahî ne dibû Ronahî, li Botanê Sorxwîn jî ne dibû Sorxwîn. Wê demê gelo ev jî ne serkeftine? Bêguman serkeftin e lewra hemêz kirina tevahiya bedewiyên hebûnê zindî ye. Hemû tiştên ku wek çarenûs tê nîşandin bi baweriya Rojê re dirixun ji ber ku gav bi gav rubiken dimeşin. Ev evîn di pirtûkan de nayê nivîsandin, dibe ku bê nivîsandin jî lê wekî ku Serok Apo dibêje “PKK; roman, helbest û stranekî ku bê dawiye û xweşe. Di çi pirtûkekî de nehatiye nivîsandin, dibe ku hatibe nivîsandin jî lê kêm hatiye nivîsandin.” Lewra jiyana ku li derdora vê ronahiyê, di tama biharê de, di bedewiya gulan de, di dewlemendiya xwezayê de hatiye hûnandin di dilê me de evîneke wiha dafirîne ku peyv tine ye da ku bibe pênaseya hestên ji dil, gotin nîne ku bibe vegotina dîroka berxwedêr û qehremanan ji ber wê divê em bijîn heta dawî, heta ku bigihîjin heqîqeta vê afirandinê.

Pêşwazî kirina vê biharê hîn cuda ye lewra Ceylan Onkol, Uğur Kaymaz, Berkîn Elvan, bi sedan zarokên Efrîn, Reqqa, Şengal, Sûr, Nisêbînê nekarîn bigihîjin vê biharê. Hemû zarokên ku bi rastiya şerê vê serdemê re rû bi rû hatine li benda vê biharê ne, li benda leyîstikên kolana ne. Ji ber wê ye ku dil bi agirê Newrozê re geşbûye, dil bi dengê Rojê dike qirîn, dike awaz. Xwe berdide bêhna biharê lewra ne mirin wê di vê biharê de jiyan hebe!

Tekoşîn Axîn

Kategori: Nivêsên Rojêvî