Tirkî  |  Erebî

Berfîn Nûrhak

sehiden cotmeh beritanWeke milîtanên tevgera azadiya jinê, em coş û kelecana vebûna berbi Rojhilata Navîn ve dijîn. Me di nava tekoşîna xwe ya salên dawî de dît ku; paradîgmaya Demokratîk Ekolojîk-Azadîxwaziya jinê û îdeolojiya sosyalîzma demokratîk,

îdeolojiya rizgariya jinê ji bo gel û jinên Rojhilata navîn bû çavkaniya rizgarî û azadiyê. Ev misogere ku; em vê di cih û zemanê ku lê şerê gelê şoreşgerî tê meşandin de dighînin tevahî gelên Rojhilata Navîn. Di vê bingehê de rêxistinbûna me ya YJA Star û xeta parastina rewa, ji bo jinên Kurdistan û Rojhilata navîn dibe ronahiya jiyanê.

Di van deh salên dawiyê de şer di Rojhilata navîn de dijwartir bûye. Ev şerê lêhûrbûyî dibe şerê cîhanê yê sêyemîn. Di vî şerî de gel û jin tên kuştin, tên dîlgirtin, îşkence li wan tê kirin û di bazaran de tên firotin. Bi destwerdanên faşîzane her kêliya jiyanê veguheriye şer. Bi vî rengî jî bi rengek hovane êrîşê çanda demokratîk a ku xwe dispêre şêwazê jiyana jin û gelan dikin. Di vir de hêza bingehîn a ku nuneriya parastina cewherî ya jinan dike rêxistinbûna YJA Star’e. Her wiha li ser bingehê mîras, danehev û ezmûnên artêşa YJA Star jinên Kurd li her çar parçên Kurdistanê hêza xwe ya parastinê avakirine. Di Bakûrê Kurdistanê de YPS-Jin, di Rojava de YPJ, di Rojhilat de HPJ, di Şengalê de jî bi navê hêzên YJŞ xwe bi rêxistinkirine. Rêxistinbûna jinan a parastina cewherî di tekoşîna azadiya gel û jinên Kurdistan û Rojhilata navîn de bû çavkaniya hêzeke mezin. Di salên dawî de dema êrîşên DAİŞ’ê di Kurdistan û Rojhilata Navîn de pêkhatin jinan bi çar destan xwe li van rêxistinbûnên parastinê pêçandin. Dayîk û jinên ciwan li dijî DAİŞ, AKP û heman hêzên ku şerên qirêj û hovane didan meşandin, berê xwe dan van hêzên parastinê. Di Bakûr, Rojava, Şengal û Mexmûr-Kerkûk de dayîk û jinên ciwan eleqedariyeke mezin ji zanista parastina cewherî re nîşandan û di nirx, sembol, çek , rê û rêbazên parastinê de xwe xurt û zana kirin û rêya rêxistinbûnê dîtin.

Ji rewşa siyasî û şerên ku di herêmê de tê jiyîn tê famkirin ku; şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku li Kurdistan û Rojhilata navîn tê jiyîn wê bi dijwariyeke mezintir bidome. Di nava vî şerê cîhanê de li dijî hêzên şer ên mitînger, kapîtalîst û faşîst şerê gelê şoreşgerî yê ku em di Kurdistanê de bi rêve dibin xwedî cihekî gelekî girînge. Ger em di nava rastiya vî şerî de xwe rast birêxistin bikin, ger em hemleyên azadiyê rast pêkbînin, her roja biçe emê zêdetir xwe xurt û mezin bikin. Di serdema pêşiya me de wê jin û gelên di Rojhilata navîn de dijîn di bingehê xeta şerê gelê şoreşgerî de xwe bi leztir rêxistinbikin û li gorê vê di bingehê serkeftinê de berxwedanê bilind bikin.

Rêxistinbûn û perspektîfa zaferê girînge

Weke gerîla û milîtanên azadiya jinê yên ku di pêşengiya YJA Star de berpirsyariya şer rakirine ser milê xwe, emê perspektîfa zaferê çawa pêk bînin? Helbet beriya her tiştî divê em li ser rastî û felsefeya Serokatî lêhûr bibin. Di salên dawiyê de her çiqasî di warê şoreşa me de pêşketin hebin jî şerê em didin meşandin û gelek pratîk nikare zaferê biafrîne. Sedema vê jî, lêhûrbûna me ya nebes ya di rastiya Serokatî de ye. Cardî ji bo em karibin perspektîfên zaferê pêş bixin, divê em şert û mercên siyasî yên em di nava de dijîn kêlî bi kêlî bişopînin. Li gel vê jî daxwaza azadiyê ya di gel û jinan de rast bi rêxistinkirin, kêlî bi kêlî li ser tarz û textîkên şer û tekoşînê lêhûr bibin girînge.  Di vê mijarê de xeflet û valatiyeke biçûk jî wê rewşa me ya şer jî biguherîne.

Ji bo perspektîfa zaferê bê avakirin û li gorê vê pratîkên me pêş bikevin di xalên ku me li jor diyar kir de lêhûrbûn, wê pêngavên me xurtir bike. Rêberê me wate û girîngiya dîrokê wiha îfade kiriye; “Bê dîrokî, bêhêziya herî mezine.” Li ser bingehê vê tespîtê di welatê me de tekoşîna azadiyê ya ku 40 sal derbaskiriye tê meşandin. Nirxên azadî û demokrasiyê yên ku di encama ked, şêwazê jiyanê, şer, berxwedanî û lehengiya hevalên me yên şehîd de çêbûne, dîroka me avakiriye. Di vê wateyê de em gel û jinênu xwedî dîroka azadiyê ne. Dîroka me ya azadiyê heye, çiyayên me hene, danehev û ezmûna şerê gerîla yê ku 30 sal li pey xwe hiştiye heye. Li gel vê jî di her parçeyek Kurdistanê de bi hezaran hêzên şer, bi hezaran gerîlayên vê rêxistinbûna parastinê heye. Ji bo em perspektîfa zaferê û tekoşîna xwe pêş bixin hemû şert û merc guncawin. Dîroka me ya ku bi şerek mezin, bi tekoşîneke bê hempa pêk hatiye derfet ji me re pêşkêş kiriye. Ya girîng ewe ku em ji vê dîrokê hêz bigrin, li gorê vê jî di tarzê rast de kar, pratîk bidin meşandin.

Şehîdên me, pêşengên jiyana me ne

Ji bo em ji dîrokê hêz bigrin, di xeta şehîdan de xwe avakirin esase. Ji ber di xeta şehîdan de lêhûrbûn kesayetên pêşeng ava dike, girêdana bi vê ve girêdana bi zafera misogere.

Di dîroka me ya partiyê de di berxwedaniya zindanan de çalakiya şehîd Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlûm Doxan û çalakiya bi dehan hevrêyên me, berxwedana wan û sozên ku di vê berxwedanê de anîne ziman, di xeta PKK de rêgez û kesayeta şoreşê ava dike. Hevrê Mehmet Xeyrî Durmûş bi gotina; “li ser gora min binivsînin, deyndarê welatê xwe ye” ve diyar dike ku kesayeta şoreşgeriya PKK’ê çi nirx biafrîne bila biafrîne, lê cardî jî têr nabîne. Mehmet Xeyrî Dûrmûş, di salên şoreşê yên destpêkê de yek ji hevalên pêşeng ên partiyê ye. Ew di wê zanistê de bûn ku wan dest bi şoreşeke mezin kiriye. Ji ber wê jî her dem di nava tekoşîneke mezin de bûn. Di salên şoreşê yên destpêkê de bi ruxmê ku xwe feda dike, bi qasî ku xwe deyndar bibîne kesayeteke şoreşger a pir mezine. Bi heman şêwazî hevrê Zîlan jî bi çalakiya xwe, ji me re nîşan da ka em çawa nêzî rastiya Serokatî bibin. Gotinên wê yên di nameya wê de; “Dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin” nîşaneya şênber a vê rastiyê ye. Di şexsê Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmûş û Zîlanan de bi hezaran şehîdên me kesayeta şoreşê avakirin.

Taybetmendiyên kesayeta şoreşgerî avakirin di şert û mercên wiha normal de pêk nayên. Di nava şert û mercên herî zor û zemhet de, dema afrîner nebin, bê bawerbin, bê idîa bin, dema ku têkoşer nebin, kesayetên milîtan ên ku bi doza xwe ve kilît dibin perspektîfa zaferê ava dikin, li gorê vê derbasî çalakiyê dibin û ji kesên ku dibêjin nabe re dibêjin “dibe” û heqîqeta xwe pêk tînin. Ji ber vê ye ku Heqî, Bêrîtan, Zîlan, Egîd, Zekiye Alkan, Ronahî-Bêrîvan, Sema Yûce, Zinar, Doxa, Çiyager, Nûcan û bi hezaran şehîdên şoreşa azadiyê yek bi yek xetên jiyanê ava dikin.

Ev hevrê çima bûne xet? Ji ber encex bi kesayeta şoreşgerî ve dikarin xetê ava bikin. Ev milîtanên ku xet ava kirin di heman demê de rêgezên tekoşînê jî derxistin holê. Xeta berxwedanê ya ku li derdor jiyan û çalakiya van hevrêyên me yên şehîd ava bûye ji bo roja me ya îro, ji bo pêşerojê dibe perspektîf, bi pîvan û rêgezên dane avakirin, paşerojê jî ronî dikin. Heger dahûrandin û pêkanîn di şexsê van hevrêyên me yên şehîd de şênber bûbe, wê demê erka me ya li hemberî wan tenê û tenê pêkanîna erkên şoreşê ye. Ew bûn brûsk û di şevên tarî de ronahî belavî her derê kirin. Di sertapên herî asê û bilind de rêgirtin berbi azadiyê. Ev perspektîf rastiya şehîdên me, xeta azadî, berxwedan, şer û jiyanê bi rengek şênber rê nîşanê me dan.

Li gorê rastiya tekoşîna me di dîroka me ya artêşbûn-gerîlabûnê de hevrêyên jin ên ku em wek şehîdên meha Cotmehê pênase dikin di tekoşîna me ya azadiya jinê de bi jiyan û şerê xwe ve, bi ked û bedelên giranbiha ve ji me re nîşandan ka em di çiya de çawa bijîn, çawa bimeşin, çawa şer bikin, çawa derbên giran li dijmin bidin, çawa xwe biparêzin, di kêliyên tekoşînê yên herî zor de li dijî hişmendî û pergala mêrê desthiladar çawa têkoşînek radîkal bidin meşandni… Hevalên em wek şehîdên meha Cotmehê bi nav dikin, di wê zanebûnê de bûn ku wê hizrên wan, feraseta wan a şer û jiyanê di tekoşîna şoreşê de bibe wek çand û kevneşopiyek. Ji ber wê jî xwe di doza rizgariya gelan û azadiya jinan de kilît kirin. Di wê zanistê de bûn ku tekoşîna wan dîrokê diafrîne û ji bo pêşerojê perspektîfê ava dike, bi qasî vê jî di warê îdeolojîk û felsefîk de xwe kûr kiribûn û li gorê vê lêgerînên wan ên jiyana bi wate hebû. Rêberê me di pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî de” ji bo tevgerên jin ên derveyî me bi taybet jî ji bo tevgerên femînîst wiha dibêje; “Ew ji bingeha rêxistinî feqîrin, felsefeya xwe bi temamî pêşnexistine, di derbarê milîtaniya jinê de idîaya wan a pêşwazîkirina zorahiyan lewaze.” Rêber APO li ser bingehê van rexneyên xwe tekoşîna azadiya jinê xiste navenda hemû xebatên xwe û li ser vê bingehê girîngî da pêşketin û ji nûve avakirina jinê.

Bi vî rengî di tekoşîna me ya gerîlabûnê de şehîdên me yên meha Cotmehê perspektîfên Rêberê me yên di derbarê tekoşîna azadiya jinê de bi rengek kûr famkirin, zorahiyên milîtaniya tekoşîna azadiya jinê dîtin û li gorê vê xeta milîtaniyê, tarzê şer û jiyanê danîn holê. Ji ber wê ye ku em dibêjin, şehîdên jin ên meha Cotmehê bûn bingehê dîroka milîtanî û gerîlabûna jinê.

Bi salên destpêkê yên dîroka me ya PKK’ê bihizrin, bi salên destpêkê yên artêşbûn-gerîlabûnê bihizirin, di wan şert û mercên zor de wê çawa bê jiyîn, çawa şer bikin? di wê serdemê de hem derfet pir kêmbûn, hem jî rejîma faşîst têra xwe êrîşkar bû. Di wê demê de rastiya civakê jî li holê bû. Bi ti awayî destûr ji jina Kurd re nedihat dayîn ku bi serê xwe kar û xebatekê bide meşandin. Ji ber wê jî dema em van hemî rastiyan ji kûr de hîsdikin û dihizirin, mirov mereq dike ka gelo van hevalan çawa jiyan kirin, çawa şer kirin û çawa xwe di nava tekoşînê de ava kirin . Helbet bê ku mirov van pirsan bike nikare derbas bibe. Lê dema mirov dihizire dibîne ku di bingehê van hemiyan de bawerî heye. Ango ew hizirîne û bawerkirine ku wê ev felsefe û ev îdeolojî li hemberî faşîzmê qezenc bike, bi vê bîr û baweriyê jiyan, şer kirin. Dema jiyan dikirin kesayetên xwe yên nebes û asteng herdem li gorê şert û mercên şoreşê, li gorê şert û mercên zor ên tekoşînê perwerde dikirin. Bi ruxmê ku beriya wan mîrate û daneheveke xurt nînbû, bi ruxmê ewqas bê derfetiyan, tekoşîneke xurt dane meşandin. Wê demê çi heye? li dijî faşîzmê kîn, qehr û hestên tolhildanê heye, her wiha bawerî heye. Ji tiştên ku jiyankirine fêrbûn heye, ji jiyana hevalên li gel wan şehîd bûne di astek jor de bandorbûn heye. Ji hevalên şehîd fêrbûn heye û li gorê tarzê şer û jiyanê rêxistinbûn heye.

“Mirov encex di zinaran de fir bide”

Yek ji pêşengên şehîdên Cotmehê; heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş)e… heval Bêrîtan di nava qêrînên îsyana Dersimê de mezinbûye û di sala 1991’an de tevlê refên azadiyê bûye. Wek tê zanîn operasyona herî berfireh a sala 1992’an di Başûrê Kurdistanê de pêş dikeve. Di pêvajoya vê operasyonê de gelek seknên îxanetkar û ferasetên çewt xwe li ser rêxistinê ferz dikin û dixwazin xeta teslîmbûnê rewa bikin. Lê heval Bêrîtan di wê kêliyê de dikeve ferqa vê rastiyê û helwesteke bi rûmet li dijî van seknên îxanetkar raber dike. Ji bo hebûna gelê xwe, ji bo azadiya jinan heya dawî şerkirinê esas digre. Bi xwe spartina hêza xwe ya cewherî, di jiyan û şerkirinê de israr dike.

Heval Bêrîtan heya guleya xwe ya dawiyê şer dike, piştî guleyên wê bi dawî dibin, çeka xwe dişkîne û ji bo ku radest nebe bi qasî dûrbûna zinaran ji hêzên êrîşkar dûr dikeve. Berê xwe dide zinara herî bilind. Hêzên dijmin şaş dimînin û fam nakin ka heval Bêrîtan dixwaze çi bike. Ji ber wê jî bi vê matmayîna xwe tenê disekinin û dişopînin. Lê dema dibînin heval Bêrîtan mîna perperîkekê xwe ji zinaran berdide şoq dimînin û nizanin çi bikin... Ev çalakiya heval Bêrîtan di hafizeyan de tê kolandin. Çalakiya heval Bêrîtan, derbaskirina zinarane. Ne bêçaretî, ne jî radestî ye, Bêrîtan azadiya ku zinaran derbas dike ye. Heval Bêrîtan bi vê çalakiya xwe ve zorî û pîroziya tekoşîna azadiya jinê datîne holê. azadî bi qasî ku dema pêwîst be bûna topeke agir û xwe şewitandin be, mîna Bêrîtan’an pêdiviya xwe bi derbaskirina zinaran jî heye. Bêrîtan xweşikbûn û asîbûna zinaran e. çalakiya ku xwe ji zinaran berdide û berbi azadiyê ve fir dide.

Heval Fîdan, heval Zeynep, heval Şîrîn (Asiye Yirtlaç, ji pazarcixê ye), heval Mizgîn (Şerîfe Akkuş, ji Mêrdînê ye) û heval Dîcle, ev her pênc heval di sala 1992’an de di meha Cotmehê de li eyaleta Tolhildan di gundekî girêdayî pazarcixê bi dijmin re dikevin pevçûnê de û her pênc heval di vê pevçûnê de bi qehremanî şer dikin û tevlê karwanên nemiran dibin. Dijmin êşkence bi cenazê van her pênc hevalan dike, bi panzêrê ve girê dide û di nava gund de digerîne. Bi vî rengî pêkanînên dij mirovahiyê li dijî hevalên me pêk tîne. Piştî şehadeta van hevalan di eyaleta Tolhildan de 22 ciwan biryar digrin û tevlê tevlê nava refên azadiyê dibin. Ji ber wê jî em dikarin bêjin ku di dîroka me ya artêşbûna jinê de yek ji taybetmendiya şehîdên meha Cotmehê ewe ku li dijî êrîşên hovane yên faşîzmê, bi berxwedana xwe ve moral û cesaret dane jin û ciwanan û ev hişt ku ciwan berê xwe bidin nav refên azadiyê.

Heval Rojîn (Hanim Ozdemîr); ji Semsûr Kahta’yê ye. Di sala 1990 de tevlê refên azadiyê dibe. Di kesayeta wê de taybetmendiyên pêşengiyê heye. Bi perwerdeya ku di saha Rêbertî de dîtiye, xwe pêş dixe û tê eyaleta Tolhildan. Di 15 Cotmeha 1992’an de li Malatya-Doğanşehîr di pevçûnekê de bi lehengî şehîd dikeve.

Heval Dîlan Dilsoz (Taybet Dayan), ji Cîzrê ye. Di nava çanda welatparêz a gelê Cîzîrê de mezin dibe. Piştî ku tevlê nav refên azadiyê dibe, di nava şer de berpirsyariyan hildigre ser milê xwe û bi qehremanî li dijî dijmin şer dike. Di fermandariyê de pir bi idîa ye. Di warê îdeolojîk de jî ji pêşketinê re vekiriye. Di saha Rêbertî de perwerde dibîne. Di vê bingehê de lêhûrbûnên wê yên li ser şêwaz û rastiya Serokatî pir xurtin. Bi hêz û motîvasyona ku ji vê perwerdê girtî cardî vedigre nav refên gerîla. Bi idîa û biryardariya fermandareke xurt û ji xwe baawer diçe qadên şer. Tevlê pevçûneke dijwar dibe. Di vê pevçûnê de ji hevalan re dibêje; “Rewşa me zêde ne başe, lê emê ti carî radestiyê û şehadeta erzan qebûl nekin. Emê heya guleya xwe ya dawiyê şer bikin, li berxwebidin û wiha şehîd bibin. Em ji hemî hevalan re serkeftinê dixwazin…” Bi vî rengî di 10’ê Cotmeha 1995’an de bi 20 hevrêyên xwe re bi lehengiyeke mezin şer dike û tevlê karwanên nemiran dibe. Dijmin ev lehengî û berxwedaniya hevalan tehemûl nekir û bi rengek hovane cenazê 21 hevalan dişewitîne. Ji bo ku berxwedaniya van hevalan neyê zanîn, ji bo ku dîrok vê qehremaniyê nenivsîne bi awayek hovane cenazê hemû hevalan şewitand. Şehîdên me yên meha Cotmehê dema jiyan dikirin jî rastiya dijmin baş dizanîn, li gorê wê jî li berxwe didan û dizanîn ku berxwedaniya wan tê wateya binkeftina dijmin.

Heval Çiğdem (Mizgîn Turk-Husne Akgul), bi eslê xwe ji tokat- Zîlê ye. Di nava malbateke çepgir a ku çanda Elewîtî dijiya de mezin bûye. Lêgerînên wê pir xurtbûn. Eleqedariya wê ya ji rêxistinbûnên çepgir ên Tirkiyê re çêdibe, lê di vir de bersiva van lêgerînên xwe nabîne. Lêgerînên wê herdem di şêwazek şoreşgerî de dewam dike. Di sala 1991’an de di çiyayên Cûdî de tevlê refên gerîla dibe. Piştî demekê di saha Serokatî de perwerdeya akademiya Mahsûm Korkmaz dibîn. Eleqedariya wê ya ji tekoşîna gerîla re pir zêde ye. Dixwaze xwe di şer de pispor bike. Tevî vê lêhûrbûnên wê yên li ser şoreşa Tirkiyê jî hebûn. Di qada Metîna de di yekîneyên pratîkê de cihê xwe digre. Li milê Kadîşe-Enişka hêzên hevkar bi alîkariya artêşa Tirk êrîşê hêzên me yên gerîla dikin. Di vî şerî de heval dikevine nav pevçûneke pir dijwar û berfireh de û di vê pevçûnê de 22 heval di roja 10 Cotmeha sala 1995’an bi lehengî şehîd dikevin. Heval Çiğdem jî di vê pevçûnê de şehîd dibe. Bi vê berxwedaniya xwe ya bi rûmet nûneriya xeta Enternasyonal dike…

Heval Rewşen (Leyla Kaplan); di nava çanda welatparêz û berxwedêr a Mêrdînê de mezin dibe. Ji ber êrîşên dijmin malbat neçar dimîne ku koçberê metrepolan bike. Ev rewş di heval Rewşen de ruhê tolhildanê xurt dike, ji ber wê jî herdem tevlê serhildanan dibe. Bi vî rengî jî lêgerînên têkoşînkirinê di heval Rewşen de xurt pêşdikevin. Di temenê xwe yê ciwan de partiyê nas dike. Di sala 1995’an de di eyaleta Dersimê de tevlê refên gerîla dibe. Ji çalakiya fedaî ya heval Zîlan pir bandor dibe. Di 25 Cotmeha sala 1996’an de di navenda Edenê de çalakî li dar dixe. Heval Rewşen bi tarzê xwe yê jiyan û têkoşînê ve weke şopdareke heval Zîlan di fedaîbûnê de rêgeza hevrêtiyê avakir. Hezkirina wê ya hevaltiyê, yekbûna di armanc de ye, di heman rê de bi israr meşandine. Bi ruhê tolhildanê di astek jor de derbe li dijmin xistine û pêkanîna çalakiyê ye.

Şehît Bermal (Guler Otaç); Di wan deman de di deştên Batmanê de hestên welatparêziyê pir xurtbûn. Heval Bermal jî bi hezkirina ax û welat ve mezin dibe. Di sala 1988’an de bi rengek aktîf tevlê xebatên partiyê dibe û demekê tê girtin. Di malbatê de şehadet tên jiyankirin. Piştî wê di sala 1993’an de ji eyaleta Garzanê tevlê refên azadiyê dibe. demekê tevlê xebatên gel dibe, piştî wê jî derbasî çiyayên Dêrsimê dibe. Bi hestên xwe yên tolhildanê di çiyayên Kurdistanê de weke gerîlayekê di şer û jiyana rast de israr dike û dixwaze derbeyeke mezin li dijmin bide. Ji ber wê jî xwe di soza hevrê Zîlan ya; “Dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin” de bi biryar dike û li dijî hêzên komploger di 29’ê Cotmeha 1996’an de di navenda Sîvasê de çalakiya fedaî li dar dixe. Di şexsê heval Bermal a ku di şopa fermandar Zîlan de meşiya, yên ku di armanc de bûne yek zêde dibin, ev jî îspat dike ku hêviya serkeftina şoreşê di şexsê heval Bermal de mezintir bûye.

Heval şehîd Dilovan (Saadet Yılmaz); bi eslê xwe ji Meletî ye. Di sala 1991’an de tevlê refên azadiyê dibe, piştî ku demeke kurt derbas dibe, derbasî qada Serokatî dibe û li wir perwerde dibîne. Di perwerdê de li ser rastiya şer xwe kûr dike û ji bo qadên şer xwe amade dike. Di sala 1992’an de diçe Dersimê, piştî ku demekê li wir dimîne derbasî saha Koçgirî dibe. Heval Dilovan bi israr qadên nû ji bo gerîla vedike. Li ser vê bingehê jî bi rengek aktîf tevlê xebatên qada Koçgirî dibe. Di 14’ê Cotmeha sala 1996’an de di paşvekişîna çalakiyeke serkeftî de bi 33 hevrêyên xwe re li Koçgirî-Divrîgi de şehîd dikeve. Heval Dilovan û 33 hevrê di tekoşîna me ya gerîlabûnê de qadên ku dijmin lê hakîme teng dikin û ji bo gerîla qadên azadiyê yên nû vedikin. Dema van qadên nû vedikin derbên giran li dijmin didin û bi berxwedaniyeke mezin mirina bi şeref pêwazî dikin.

Şehîd  Meryem (Meryem Çolak); hevaleke ji Meletî ye. Xwe dispêre cewherê Kurdbûna xakên Nûrhaqê û bi vî rengî li dijî êrîşên asîmîlasyonê tekoşînkirinê esas digre. Di salên 1980’an de lêgerînên heval Meryem yên têkoşîn û azadiyê destpê dikin. Li ser vê bingehê tevlê xebatan dibe, tê girtin û di êşkencan de derbas dibe. Lê ji ber temenê wê yê biçûk ji zindanê derdixin. Wê demê heval Meryem careke din tevlê xebatan dibe. Di sala 1991’an de bi rengek aktîf xebat dide meşandin û berpirsyariyên şoreşê dide ser milê xwe. Di sala 1994’an de derbasî qadên çiyê dibe. Ji ber lêgerînên heval Meryem yên xurt di nava demeke kin de di warê îdeolojîk de xwe kûr dike. Ji ber wê jî di nava demeke kin de xwe ji bo pêşengî û erkên tevgera azadiya jinê amade dike. Heval Meryem di şer de jî fermandar bû. Şerkereke cesûr û wêrek bû. Li gel vê jî bi berpisyariyeke mezin tevlê hemî xebatên jiyanî dibû. Heval Meryem di diyardeya soz-çalakiyê de xwe rast avakiribû. Ji hevalên xwe pir hezdikir… Bi hemû hevrêyên xwe re di nava têkiliyê de bû. Hevrê Meryem di artêşbûna jinê de bi kesayet û tevlêbûna xwe ve li hemberî zorahiyên giran ên şoreşê dibû hêza jiyan û tekoşînê. Di şert û mercên zor de, di nava bê derfetiyan de dibû hêza çareseriyê. Hemû ziraviyên jiyanê pir baş dihizirî. Heval Meryem di sala 1997’an de li ser rêya Heftenîn-Metîna dikeve kemîna hêzên xayîn. Piştî ku qehremaniyeke mezin raber dike, tevlê karwanên şehîdan dibe.

Heval Gurbetellî Ersoz; di sala 1990’an de tevlê xebatên partiyê dibe. Di sala 1993’an de di rojnameya Ozgur Gundemê de kar dike, di xebatan de xurt dibe û dibe rêvebira giştî ya weşana rojnameyê. Bi giranbûna şer re xwe ji bo qadên gerîla amade dike. Beriya derbasî nava refên gerîla bibe di saha Serokatî de perwerde dibîne, bi perwerdeya ku ji vir girtiye xwe xurtir dike û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di welat de di rêxistinbûna me ya YAJK’ê de di asta rêveberiyê de cih digre. Di nava jiyanê de hevaleke fêrkere. Bi kesayeta xwe ve rêzdariyeke mezin ava dike. Bê ku tawîz bide rêgezên azadiya jinê li dijî her awayî feraset û hişmendiya paşverû ya mêrê desthiladar bi rengek radîkal têdikoşe. Di Cotmeha sala 1997’an de dema derbasî Garê dibe, di kemîna tangê de şehîd dikeve.

Şehîd Canda Turk di 5’ê Cotmeha sala 1997’an de di pevçûnekê de şehîd dikeve. Heval Rozerîn (Asûman Erdem ji Mardîn Dêrikê ye) di cotmeha 1997’an de dikeve kemînê û di vê pevçûnê de şehîd dikeve. Heval Hêlîn Çerkez (Nermîn Akkuş) di 13’ê Cotmeha 1998’an de di qada Behdînan de bi hêzên PDK’ê re dikeve nav pevçûneke dijwar. Di vê pevçûnê de bi qehremanî şer dike û tevlê karwanên nemiran dibe. Heval Ronahî (Andrea Wolf), Ronahî (Cemîle Akyar), heval Rewşen Qamişlo jî di Cotmeha sala 1998’an de şehîd dikevin.

Hevrê Rotînda (Aynûr Artan) û hevrê Kurdê (Selamet Menteş), ji van hevrêyên ku li çiyê bi lehengiyeke mezin şer kirine hêz û moraleke mezin digrin û li dijî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê biryara çalakiyê digrin. Di 23’ê Cotmeha 1998’an de bi armanca parastina Rêber APO di zindana Midyadê de canê xwe didin ber agir. Berî ku herdû heval vê çalakiyê li darbixin nameyeke ku armanca çalakiya wan îfade dike dihêlin. Di nameya xwe de wiha dibêjin; “Rêber APO, roja me ya azade, em jî kewkebên li derdor wî ne. Em xwe di Serokatî de dibînin. Ji ber wê jî em dixwazin bibin endamên kampaniya azadiyê ya; “Hun Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bibin. Em vê wek berpirsyariyeke dîrokî dibînin û bawer dikin ku ger em bedena xwe bidin ber agir emê ji van êrîşan re bibin bersiv. Parastina Serokatî; bi partîbûn, azadbûn û mirovbûnê ve mumkine. Parastina Seroaktî parastina mirovahiyê ye.” Ev herdû hevrêyên me bi van gotinên xwe, bi hêvî û baweriya ku wê karibin azadiya Serokatî pêkbînin bi çalakiyên xwe tevlê nav karwanên şehîdên Cotmehê dibin.

Şehîdên me yên meha Cotmehê bi dehan bi sedan hevalin. Ev hevrêyên me bi berxwedaniya xwe ve îro rê li ber şervanên azadiyê vekirin. Îro li her çar parçên Kurdistanê û li ser xaka Rojhilata Navîn di şopa van hevalên me yên şehîd de berxwedaniyeke bê hempa tê raberkirin.

Şehîdên meha Cotmehê bûn çavkaniya artêşbûn û gerîlabûnê. Her wiha bûn çavkaniya vejîna jin û gelê Kurd. Wan bi berxwedaniya xwe kesayeta ku wê zaferê di têkoşîna azadiya jinê de biafrîne, rêgezên tekoşîna şoreşgerî, ruh û cewherê hevrêyên jin avakirin. Ji ber wê ye ku em dibêjin şehîdên Cotmehê bingehê dîroka me nin. Di şexsê van hevrêyên me de gelek xalên em fêr bibin hene. Ka em li şêwazê şer û jiyana her hevalekê binêrin, lêhûrbûna wan a li ser Serokatî gelekî kûr û xurte. Di rastiya şehîdên me yên Cotmehê de hêza lêgera li wateya di rastiya Serokatî de û li gorê vê jî hewldanên jiyanê gelekî xurtin. Li ser vê bingehê jî ji bo gelê xwe, ji bo jinan rêya tekoşînê hilbijartin. Wateya ku di rastiya Serokatî de didîtin ew berbi çiya ve, berbi gerîlabûnê ve birin. Di wan salan de bi ruxmê hemû zor û zorahiyan di çentê her hevalekê de pirtûkeke dahûrandinê ya Serokatî hebû. Rojnivîsên hevalên şehîd hebûn. Her wiha pirtûkên mîna; Sosyalîzm, Dîroka PKK, Dîroka azadiya jinê û pirtûkên li ser tarzê şer hebûn. Ev bûbû wek çandekê her hevalek pirtûkek li gel xwe radikir. Van hevalan ev pirtûk xwendin, li gorê vê jiyan, li gorê vê şerkirin û nivîsandin… Li ser vê bingehê di nava şert û mercên herî zor de van hevalan jî rojaneyên xwe dinivîsandin. Bi vî rengî rojnivîsa her hevalekê rêya jiyana azad ji bo me xêzkir. Bi van rojnivîsên xwe kevneşopiya jiyana gerîla avakirin.

Li ser vê bingehê, wek gerîlayên YJA Star’ê divê em herdem di şopa şehîdên Cotmehê de erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêkbînin û xwe di xeta parastina cewherî de xurtir bikin. Ji ber îro em gihane asteke wisa ku pêşengî ji tevahî jinên Rojhilata navîn re dikin û dibin çavkaniya coş û morala tevahî jinên cîhanê… Bi vê zanebûnê divê em mîna van hevalan her kêliya jiyana xwe watedar bijîn. Ango divê em bi awayek felsefîk bihizirin, şêwazê jiyana azad ji bo xwe esas bigrin û şêwazên ku di şer de zaferê bi dest dixe esas bigrin. Şehîdên me yên Cotmehê vê ji me emir dikin. Careke din di şexsê şehîdên Cotmehê de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînim û di tekoşîna hemû hevalan de serkeftinê dixwazim...

Kategori: Nivêsên Rojêvî