Tirkî  |  Erebî

Evîndar Ararat

evindar ararat

Hêza gerîla li ku derê dibe bila bibe, dema ku êrîşek hat ser lazime xwe biparêze. Ev parastin jî ne tenê li qadên çiya wê bê meşandin. Îro wek tê dîtin li ser Rojavayê Kurdistanê êrîş tên pêşxistin, dîsa berî vê li dijî Şengalê êrîş pêk hatin û di baregehên artêşa Tirk ên Başûrê Kurdistanê de, her roj top barana li ser qadên gerîla tê bi dijwarî dewam dike. Îstixbarat kom

dikin, dixwazin bi rengek veşartî bikevin qadên me. Ji ber vê yekê jî, ango di bingehê xeta parastina rewa de hemû baregehên artêşa Tirk li ku derê dibe bila bibe, di hedefa me de ne. Mînak; di başûrê Kurdistanê de bi dehan baregehên artêşa Tirk hene. Ji xwe di operasyona Zap’ê ya sala 2008’an de leşkerên artêşa Tirk hemû amadekariyên xwe yên operasyonê ji baregehên Bamernê, Şeladizê, Amediyê û ji gelek baregehên din de pêk anîn. Lê helwesta gelê me yên Başûrê Kurdistanê di wê demê de jî pir zelal bû. Em dikarin bêjin ku li pêşiya leşker û panzêrên artêşa Tirk singê xwe kirin wek mertal û rê nedan ku leşker bikevin çiyayên Kurdistanê û êrîşê bibin ser hêzên gerîla. Gelê me pir şiyar bû. dizanibû ku armanca van êrîşan tunekirina zarokên Kurde, tunekirina hebûna Kurde.

Lê cardin jî pêwîste herkes vê pirsê ji xwe bike; ev baregeh kengî û bi çi armancê li ser xaka me hatine çêkirin û kê destûr daye çêkirina van qereqolan. Ger armanc parastina sînoran be, vaye bila biçin sînorê welatê xwe biparêzin. Bila gelê xwe biparêzin. Lê her kes baş dizane ku ti armanceke wan a parastinê nîne. Hemû derdê wan ewe ku dagirkeriyê kûrtir bikin. Ev dagirkerî û êrîşên wan ewqas kûr bûye ku gihaye sînorên Rojava û Şengalê. Çima êrîşê Rojava û Şengalê dikin? Çima li ser xaka Başûrê Kurdistanê baregehên xwe yên dagirkeriyê çêdikin. Pêwîste gelê me vê pirsê ji xwe bike ka çima artêşa Tirk hatiye û xaka wan dagirkiriye? Berî vê bi demekê hin kampanyayên li dijî van baregehan hatin destpêkirin. Dîsa banga hikûmeta Iraqê hebû. Lê hikûmeta herêmê ji bo çêbûna baregehên artêşa Tirk heya niha ti daxuyanî nedaye. Lazime partiyên siyasî yên Başûr û gelê me vê bangawaziyê bikin. Pêwîste helwesteke tund li dijî van êrîşan, li dijî vê dagirkeriyê bê raberkirin. Ev helwest jî pêwîste bibe helwesteke netewî. Ya din jî her kes baş dizane ku gerîlayên Kurd ji bo parastina gelê xwe, li kuderê pêwîst be, dê li wê derê erka xwe ya parastinê bicih bînin. Ev yek jî mafekî parastina rewa ye.

Polîtîkayên qirkirinê xistine meriyetê

Dewleta Tirk berî referandûmê û pişt re jî bi gotinên ne di cih de dianîn ziman. Wisa daxuyanî didan ku yekê tevgera PKK’ê nas neke wê bêje qey êdî PKK tune bûye û kes nemaye. Qaşo behsa dagirkirina qadên parastina Medyayê dikirin. Lê, ev rastî heye ku hêza wan tuneye û wê tucaran jî nikaribin tevgera me ya PKK’ê têk bibin. Îro di her alî de êrîşek berfireh li dijî Rêbertî, gelê Kurd, gerîla û girtiyên azadiyê tê meşandin. Di her alî de êrîşên siyasî, îdeolojîk, civakî, çandî û leşkerî tên birêve birin. Ango êrîşeke topyekûn a li dijî gelê me û gerîla mijara gotinê ye. Bi taybetî di van demên dawî de ev êrîş ziravtir û dijwartir tên kirin.

Ji xwe Erdogan dixwaze rejîmeke faşîst li Tirkiyê bide meşandin, ji ber vê çendê jî hemû hêzên dijber difetisîne. Hêza herî dijberê xwe jî tevgera me PKK û gelê Kurd dibîne. Armanc fetisandina Kurdê azad e. Lê artêşa Tirk a dagirker ne xwedî vê hêzê ye ku karibe li dijî gerîla bi ser bikeve. Tekoşîna me ya bi salan ev rastî di berxwedan û şerê xwe de îspat kiriye. Ji xwe herkes baş dizane ku bi hezaran endamên artêşê piştî darbeya 15 Tîrmehê hatin girtin an jî ji kar hatin dûr xistin. Niha karê artêşê bi leşkerên kirê kirî tê meşandin. Ya din jî bi hêza teknîkê dixwazin encam bigirin ku ev yek jî nepêkan e. Lê hin hêzên Kurd ên hevkarên dewleta Tirk cesaretê didin dagirkeran ku êrîşên xwe bibin ser Qadên Parastina Medyayê. Dibe ku bi rengek eşkere vê yekê nakin, lê bi awayek veşartî hevgirtinek heye, heta behsa operasyonek hevbeş dihat kirin. Bi taybetî jî ji aliyê îstixbarat û propagandayê de alîkarî tê dayîn. Her wiha mijara hebûna PKK´ ê a li Başûrê Kurdistanê xistina rojevê. Di vê mijarê de hevgirtin heye. Ji xwe ji hêla siyasî, îdeolojîk û propagandayê de alîkarî dayîn mijara gotinê ye. Lê, em ne bawerin ku hêzên pêşmerge bi giştî di operasyonek wiha de cih bigirin an jî rê bidin êrîşeke wiha. Lê belê ger hêzên ku yekser girêdayî mala barzanî hebin û di êrîşeke wiha de cih bigirin, ev tiştek cûda ye. Ger cih girtinek veşartî û teng be jî ev yek destê PDK´ ê xurt nake; ev wê bi xwe re tehlûkeyeke pir mezin ji bo malbata Barzanî jî bîne. Ji ber ku ev yekser dijberiya gelê Kurd e. Tişta ku hêzên dagirker, di serî de jî dagirkeriya Tirk armanc dike; tunekirina hebûna Kurde. Ji xwe gelê Kurd jî wê ticarî êrîşeke wiha nepejirîne. Ger rê bidin êrîşeke wiha, wê demê nikarin bibêjin ku em ji bo berjewendiyên gelê Kurd tevdigerin. Ji ber wê bi destê xwe alîkariyê bide dijminê xwe.

Êdî herkes rastiya PKK´ ê bi çavê serê xwe dît, hîs kir û jiya

Dibe ku îro yekser li dijî gerîla nesekine, çek bikar neyne, lê ev hêzên dijminên Kurd pişta xwe didin wan û wiha êrîşê dibin ser hêzên gerîla. Ango em dikarin bêjin ku siyaseteke li gorî berjewendiyên gelê Kurd nadin meşandin. Ev yek jî bi xwe re perçebûnekê di nava gelê me yê Başûrê Kurdistanê de dide avakirin. Ev jî dihêle ku qirîza di siyaseta Başûrê Kurdistanê de kûrtir bibe. Ev nêzikatî ji her alî ve wê rê li ber perçebûnê veke. Li gel vê rastiyê, her kes baş dizane ku êdî ne pêşmerge û ne jî gelê Kurd ew gelê berê ye. Êdî gelê me bi van polîtîkayên reşkirinê nayê xapandin. Êdî herkes rastiya PKK´ê bi çavê serê xwe dît, hîs kir û jiya. Her kesî îradeya gerîla ya ji pola dît û êdî baş tê zanîn ka gerîla çawa dikare gelê xwe ji her cûre tehlûkeyê biparêze. Êdî herkes baş famkir ku gerîla ji bo avakirina pergaleke netewa demokratîk têdikoşe. Ji bo vê jî êdî ne gelê me û ne jî peşmerge wê siyaseta heyî napejirîne. Herkes êdî di ferqa girîngiya yekîtiya netewî ya gelê Kurd de ye. Lê ger PDK di vê siyaseta xwe de israr bike, wê bixwe dawiya xwe bîne. Lê ger dev ji vê siyaseta hevkariyê ya tunekirinê berde û ji bo yekîtiya netewî kar û xebat bide meşandin, wê karibe xwe bide efûkirin.

Ji ber ku jin hêza pêşeng û rêveber a civakê ye pêwîste li her derê pêşengiyê ji xebatên yekîtiya netewî re jî bike. Helbet ciwanên Kurd jî xwedî roleke girîngin. Ev pêkhate dikarin vîna civakî birêve bibin. Ger vîn û helwesteke wiha derkeve holê neçare ku PDK vê rastiyê bibîne. Wê demê jî neçare ku di pergala xwe de guhertinan bidin çêkirin. Ji ber ku li Başûr pergaleke demokratîk pêwîst e. Gel vê dixwaze û ya pêwîst jî ev e. Lazime bêkarî, xizanî û neçarî bidawî bibe. Pêwîste ku di siyaseta xwe de berjewendiyên gel esas bigre. Ya girîng jî ewe ku herkes vîna xwe ya azad di vê siyasetê de bibîne. Encax wisa têkoşîna ji bo siberojek azad pêş bikeve. Ji bo wê jî zêdetir hişyarbûn pêwîst e. Gelê me lazime di bin tesîra şerê taybet de nemîne, xwe baş rêxistin bike, hevdû hişyar bikin û îradeyeke serbîxwe derxînin holê. Dema ku ev yek pêş bikeve, mirov dikare bibêje encama tê xwestin dikare bê destxistin.

Gel bi berxwedana xwe propagandayên şerê taybet vala derxistin

Niha li ser Rojava êrîşên dijwar hene, dîsa zextên li ser Şengalê her di rojevê de ne. Li Bakurê Kurdistanê jî polîtîkayên înkar û îmhayê di astek jor de tên meşandin. Gelê me di nav pêvajoya awarte de, di bin zext û zorê de têdikoşe. Wiha propaganda dikin wekî ku gelê Bakûr pişta xwe daye PKK’ê û êdî li dora HDP nemane. Lê, gelê me îro bi têkoşîna xwe, bi berxwedana ku li dijî dagirkeriyê raber dike, van polîtîka û propagandayan pûç dike. Ev berxwedan berxwedaneke bi rûmete. Ev helwesta gelê me ji neyaran re da nîşandan ku ew herdem li pey Rêber û tevgera xwe ya azadiyê ye. Ev diyar dike ku gel ji berxwdanê re amade ye. Bi ruxmê ewqas zext, zordestî, çewisandin û êrîşan, bi ruxmê  ku hemû nûnerên gel hatin girtin, lê dîsa jî gel dev ji tekoşîna xwe berneda. A rast gel însiyatîfa xwe ya civakî baş bikar anî. Ev yek pir girînge. Li Rojava ji xwe berxwedanek bê hempa tê meşandin. Li Şengalê pêvajoya xwe birêxistinkirinê hê jî berdewam dike. Li bakûrê Kurdistanê gel helwesta xwe zelale û li berxwe dide. Li rojhilatê Kurdistanê jî xebatên rêxistinkirinê didomin. Lê cardin jî êrîş pir in. Careke din dixwazin komkujiyê li dijî gelê me pêkbînin. Dixwazin vîna gelê Kurd bişkênin, dîl bigrin.

Ji ber wê em careke din dibêjin ku pêwîst e li her çar parçeyên Kurdistanê herkes bi ruhê netewî biçe ser kar û erkên xwe. Ango li kîjan perçeyê Kurdistanê êrîşek li dijî vîna gelê Kurd pêk were, pêwîste li perçeyên din ên Kurdistanê rabûn û xwedî derketin çêbibe. Pêwîste gel karibe xwedî li têkoşîna xwe derbikeve, çalakiyên siyasî û civakî pêş bixe. Pêwîste helwesta xwe ya netewî ya Kurdê azad diyar bike.

Rola pêşengiyê dikeve ser milê me jinan

Tevlîbûna ji têkoşînê re girînge bi taybetî helwesta jin û ciwanên Kurd pir girîng e. Girînge ku jin û ciwanên Başûrê Kurdisanê karibin xwedî gotin, helwest û nêzikatiyeke netewî bin. Her wiha pêwîste cihê xwe di nav tekoşîna azadiyê de, di nava refên gerîla de bigre. Pêwîste jin û ciwanên Rojava hê xurtir di nav hêzên parastinê de cih bigrin. Di her çar perçeyên Kurdistanê de tevlîbûna jin û ciwanên Kurd a di nav refên YPG-YPJ, YBŞ, HPG û YJA STAR’ê pir girîng e. Dîsa di Rojhilatê Kurdistanê de jî tevlîbûn û hê zêdetir xwe birêxistin kirin lazime. Ji ber ku ev şer wê bidome.

Diyare ku aloziya di Rojhilata Navîn de wê hê jî bidome. Ji ber ku rewşa li Iraq, Suriye û Tirkiyê li ber çave. Li ser Îranê ji xwe tehlûke her ku diçe zêdetir dibin. Ji bo vê jî girîng e ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê parastina cewherî ji xwe re esas bigre û di vê çerçoveyê de xwe birêxistin bike. Beriya her tiştî jî pêwîste ku yekîtiya netewî ji xwe re esas bigre. Ji ber ku ev şer wê hê bidome. Ji ber wê divê astengiyên li pêşiya xwe rabikin, sekn û tevlêbûneke li gorî demê bidin diyar kirin.

PKK li kuderê be ew der tê parastin

Gelê me baş dizane ku PKK tevgereke Kurdistanî ye. Ji bo her çar parçên Kurdistanê têdikoşe û êdî bûye tevgereke gerdonî. PKK ne tenê ji bo gelê Kurd, îro ji bo giştî gelê Rojhilata Navîn li herêmê têkoşîna demokrasiyê dide meşandin. PKK ji bo tevahî gelê herêmê, banga azadiyê ye. Îro ger PKK li Kerkûkê be, ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên ku li wê derê dijîn li wire. PKK erka parastina gelên li wê derê dijîn daye ser milê xwe. PKK li kuderê be, wê li heman derê hemû bawerî û çand bêne parastin. Ji ber vê taybetmendiya PKK ya gerdonî gelek kesên ji neteweyên Ereb, Azerî, kesên enternasyonal beşdar dibin. PKK tevgereke mirovî ye. Êdî di roja îro de kesek bi gotinên vala yên ji bo reşkirina PKK´ê tê bikaranîn bawer nake. Ji ber ku têkoşîna gerîla, îdeolojî, feraset û nêzikatiya PKK’ê li holê ye.

Li ser vê bingehê di serî de jin, pêwîste gelê Kurd û hemû mirovên azadîxwaz li hevcivin û ji bo yekîtiya netewî kar û xebat bidin meşandin. Em wek jin berpirsyarin ku xwedî li nirxên xwe yên civakî derbikevin. Heya niha ji hêla çand, ziman û zîndî kirina dîrok  û parastina welat de jinên Kurd pir erk girtin ser milê xwe. Di raperînên borî de gelek jinên Kurd bi rola pêşengiyê rabûn û ji vir û şunde jî ya dikeve ser milê me bi vê rol û berpirsyariyê tevgerîn e. Lazime em hem di têkoşîna jina Kurd de, hem jî di tekoşîna gelê Kurd de erkên xwe rast pêk bînin û pratîka xwe bi ser bixin.

Kategori: Nivêsên Rojêvî