Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

PEVAJO ADAR

Faşîzm, mêtingerî û netewperestî her diçe pêl bi pêl xwe bi awayekî gelek kûr belav dike. Bi taybetî jî ev pêl xwe bi tunekirin, perçekirin û nakokiyan xistina nava civakan de, nava gelan û baweriyan ve dixwaze rêxistin bike. Ji bo berjewendiyê xwe her tiştê rewa dibîne.

Desthilatdarên faşîst ji derveyê xwe li her kesê û her tiştê zilmê dikin û êriş dibin ser. Mînaka vê li Tirkiyê bi awayekê gelek eşkere xwe dide der. Faşîzma ku AKP- MHP ava dikin bi awayekê gelek hov vê rastiyê dide der. Tevahî êrişên ku pêk tînin rewşa ku li Tirkiyê tê jiyan kirin û wê bê jiyan kirin dide ber çavan. Faşîzm çiqasî li hember helwest, mirov û çalakiyên demokrasiyê  dikeve tengasiyê de êrişên xwe yên qirêj derdixe pêş. Bi van êrişên xwe re jî dixwaze hêza demokrasiyê tune bike. Ji ber fikir, raman û hişmendiyê mirovê demokrat dikare faşîzmê têk bibe û tune bike.

Em baş dizanin ku di karakterê faşîzm de, derew, sextekarî, dek û dolab, xapandin, ji bo berjewendiyê xwe û faşîzma xwe her tiştê rewa dibîne. Em meyze bikin her diçe şer û tunditî pêş dixe hem di nava xwe de hem jî ji derve şer dijwartir pêş dixe. Xwe li tevahî qadên jiyanê bi cih dike û bê destura wê kes nikare gavek jî bavêje. Ji çapemenî bigre, heya mirovên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr, nivîskar, hûnermend û hwd. tevahî dixe dibin serwertiya xwe de. Ango birdoziya xwe li ser her tiştê pêş dixe. Bi taybetî jî bi rêya çapemeniyê li ser civakê operasyona tevizandina hiş û lêpirsinê gelek bi hostatî bikar tîne. Bêguman çiqasî deng, reng û helwestê demokrasiyê bilind bibe wê faşîzm ewqasî tengasiyê bijî. Ji bo vê tengasiya xwe derbas bike wê serî gelek hovitiyan bide. Ji bo vê wê demokrasî gelek bedelan jî bide. Lê ji bo demokrasiyê ya herê giring ewe ku xwedî li nirxên xwe û bedelê xwe derbikeve. Lê ya herê girîng ewe ku hêzên demokrasiyê di nava xwe de yekbûyînekê ava bikin û li hember desthilatdariya faşîst a MHP -AKP tekoşîn bidin meşandin.

Ev despotîzm û faşîzma ku li Tirkiyê tê meşandin wê bi xwe re gelek aloziyan û tevlêheviyan bîne. Wê ev tevlêhevî bi xwe re gelek windahiyan jî bîne. Mirovên xwedî wîjdan û exlaq, yên ku li hember vê faşîzmê di nava kînekê mezin de ne, pêwîste baş şîrove bikin, bixwînin û bibinîn. Li hember vê jî pêwîste helwestên gelek dijwar bên dayîn. Tevahî armancê wan ewe ku pergalekê faşîst ava bikin û vê pergalê jî di hişê tevahî civakê de bi cîh bikin. Ango koletiyeke bê sînor û dilxwazî ava bikin. Di tevahî gotinên wan de, daxuyaniyê wan de, nêzîkatiyê wan de çiqasî pergalekê faşîzm dixwazin  derdikeve pêş. Ji xwe hênaseyê wan yê jiyanê jî behna faşîzmê jê tê. Bê faşîzm û despotîzmê nikarin kêliyekê jî jiyan bikin.

Ji xwe Erdoğan bê ku zagonan guhdar bike ji dilê wî çi tê dike û bikar tîne. Ango li Tirkiyê her tişt formalîteye. Ji xwe Erdoğan bi xwe jî mirovekê formalîteyî ye. Bêguman Erdoğan tiştên ku dixwaze û pêk tîne jî di gotinên xwe de dide diyar kirin, nêzîkatiyên wî, helwestên wî jî li ber çav in. Mirovên ku vê rast bixwînin û şîrove bikin ev awayekê gelek zelal wê bibînin. Ji xwe mirovek şovene û vê şoventiya xwe jî di her gotinê xwe de tîne ser ziman. Pergala ku dixwaze avabike jî wê pergaleke şoven û nijadkujî be. Di tevahî tevgerê xwe de, nêzîkatiyê xwe de çiqasî neyarê Kurda ne û ji bo tunekirina Kurdan hewildanan pêş dixe dide xuyakirin. Ji bo ku mirov vê bibîne pêwîst nake pêşbîniyên mirovan xurt be. Em dayîka Taybet ji bîr nekin, Cemîle, jêrzemîna berxwedaniyê Cizîr, Sur, Şirnex, Nisêbin, Gever… Ger em vane ji bîr bikin wê her tim laneta dîrokê li ser me be. Emê her tim bibin ew mirovên necaset yên ku her tim qirêjin.   

Desthilatdariya faşîst, şoven û despot tişta ku layîqê Kurdan dibîne kuştin, tunekirin, destdirêjî, talan, mêtingerî û hwd. Ma ne ji xwe desthilatdarî her tiştê me di mije û bi vê mêtinê re hêdî hêdî me tune dike. Ji her deman zêdetir pêwîste em li hember vê pergalê tekoşîn û berxwedanî bidin meşandin. Wê ev berxwedanî û tekoşîn ev pêla faşîzm têk bibe û tune bike. Em ev kêliyên dîrokî baş binirxînin.

Niha li Tirkiye pêvajoyeke referandumê tê jiyîn. Bêguman di pêvajoyeke rewşa awarte de ev referandum wê çiqasî huquqî be ew jî nîqaşeke cuda ye. Referandum bi xwe ji bo guhertin û veguhertina zagonên bingehîn û hwd. ji bo diyar kirina vîna gel dengdayîna ku tê kirin e. Lê di welatekê ku vîna gel nîn be her tişt di destê yek zilam û hikûmetê de be wê demê mirovê çawa bikaribe qala vîna gel û referandumê bike. Ji xwe di Tirkiyê de kes nikare qala demokrasiyê bike, yên ku ji bo vê têdikoşîn jî yekser tên girtin, ya jî bi îdeayên cuda re rû bi rû dimînin. Ji bo vê gelek tevgerên cuda li hember vê zagonên bingehîn “na” dibêjin. Birastî jî di van zangonên bingehîn de ji bo berjewendiya civakê û gelan tu tiştek nîne. Ev zagonên bingehîn AKP-MHP ji bo berjewendiyên xwe û avakirina pergala xwe ya faşîst pêş xistin. Dengê “na” çiqasî bilind bibe û di 16 Avrêlê de ev bi awayekê hên bi hêztir derbikeve pêş wê ev pergala faşîst û desthilatdariya AKP-MHP têk biçe. Lê bila her kes baş bizane ger ku di referandumê de “erê”derbas bibe wê ev desthilatdariya AKP-MHP Tirkiyê ber bi felaketan ve bibe û wê şerên ku nikaribin pêşiya wê bigrin bi qewime.

Cardin em di meha Adarê de ne. Çawa ku her meh di nava xwe de xwedî wateyên dîrokî ne ev meh jî heman wateyê di nava xwe de dihewîne. Ango meha berxwedanî, tekoşîn û serî rakirinê ye. Ji bo vê em tevahî şehîdên meha Adarê yên ku ji bo nirxê mirovahiyê tekoşîn û berxwedanî dane meşandin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev berxwedanî û tekoşîn bi ruhê 8’ê Adarê re dest pê dike bi 28’ê Adarê re dibe yek. Tiştên ku di sala 1857’an de li hember 129 jinên ku mafê xwe dixwastin, wek heviyê dixwastin, ya herê giring jî ji bo kedên xwe çalakî didan meşandin, di roja me ya îro de jî ev wehşet û hovitî berdewam dike. Di encamê vê berxwedanî û tekoşîna xwe de bedel jî dane lê ji helwest û çalakiyên xwe de tawîzan nedane. Cardin 21’ê Newrozê heman tişt e. Ango ruhê wekhevî, berxwedanî û azadiyê. Çawa ku Kawayê Hêsinkar li hember Dehaq xwe radestkirin û bê îradebûyîn ne pejirand, berxwedanî û tekoşîn kir çavkaniya jiyana xwe, heman demê di sala 1982’an de jî di girtîgeha Amedê de Kawayê Hemdem rêheval Mazlum Doğan jî li hember faşîzma darbeya 12’ê Îlonê û Dehaqan rêya berxwedanî û tekoşînê ji xwe re esas girt û bi ruhê Newrozê ji tevahî gelê Kurd re bûye nîşaneya jiyana azad. Heftiya lehengtiyê jî heman ruhe.

Em bi ruhê Adarê xwe û jiyana xwe rêxistin bikin. Yê ku vê faşîzmê têk bibe jî wê ev ruh be. Ger ku dîroka berxwedanî û tekoşînê baş were xwandin wê were dîtin ku gelek peyamên dîrokî di nava xwe de dihewîne. Ji xwe tevahî cîhan baş dizane ku tu hêz û tu desthilatdarî nîkare li hember tekoşîn û berxwedaniya gelê Kurd bisekine. Em bi ruhê wekhevî, berxwedanî û azadiyê yê bi 8’ê Adarê re û Newrozê re xwe daye der li hember pergala nîjad kujiyê bisekinin û tekoşîna xwe bilind bikin.

Kategori: Nivêsên Rojêvî