Tirkî  |  Erebî

Besê Erzîncan

ROJEV SIBATKomploya 15’ê Sibatê ya navnetewî êrişa herê mezin ya li hember jiyana azad, ferd û civaka azad e. Di jiyana azad de sira serkeftinê di fêmkirin û pêkanîna Rêber APO de derbas dibe. Berfirahiya komploya navnetewî ya ku di 15’ê Sibata sala 1999’an de li hember Serokatiya me hatiye pêşxistin

kûrahiya wê û armanca wê gava mirov bi temami rewşa mirovahiyê dinirxîne bi awayekê zelaltir wê were fêmkirin. Aloziya ku mirovahî niha dijî ne dem demî ye. Niha aloziya pergalî tê jiyan kirin. Hêzên dewletparêz û desthilatdarparêz ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî tevahî civakê dixwazin bêxin dibin pencekê de û nefes negrin û bi vê awayî jî dibin destê xwe de bigrin. Civaka ku dibin pencê de hatiye dorpêç kirin ya wê were îmha kirin ya jî çareseriyekê li ser bingeha azadiyê wê xwe ji nû de ava bike. Gava mirov ji bo Kurdan, jin û zarokan vê rewşê binirxîne wê ev bi awayekê hên zelaltir bibe. Ji bo Kurdan û jinan ji derveyê rê ya ku ji nû de jiyanê dayîna afirandin cudatir tu şansê wan yê jiyanê nîne. Ji bo me reformîst, formûlên navber yên evrimciyan nederbasdar e.

Em serdemekê ku modernîteya kapîtalîst ji bo mirovahiyê demê xwe yê herê wehşde ye jiyan dikin. Li ser Kurdan êrişên îmha kirinê plan dikin û pêk tînin. Ji bo vê jî ger ku xetekê radîkal ji bo jiyana azad û pratîkbûyîna wê pêşnekeve ji bo rizgarkirinê pêşengtî jî nayê kirin. Pêwîste em di jiyana xwe de nûnertiya paradîgmeya xwe ya Demokratîk, azadîxwaziya jin û ekolojîk bikin. Em nikarin bi kesayetekê nîvco, bi ferasetê xwe yê perçekirî li hember azadiyê mîlîtantiyekê serkeftî pêşbêxin. Di vê mijarê de xeta me ya azadiya jin ji bo milîtanên heqîqî û azad di rola mifta zêr de ye. Xeta azadiya jin bê ku jin û zilam were gotin pêwîste her kes hûndirîn bike û nûnertiya wê bike. Çiqasî em bi zilamê desthilatdar û jina kole re tekoşîn bidin meşandin emê ew dem bikaribin siyaseta jiyana azad, jiyana civaka wê û xeta leşkertiya wê bi cîh bînin. Em nikarin bi şexsiyetên xwe yên feodal, burjuva û burjuvayê biçûk şerê gel ê şoreşgerî û modela jiyana azad pêşbêxin. Jiyan bitûne. Valetî, kêmasî û şaşitiyan tu carî napejirîne. Tevahî kêmasiyan, valetiya, û şaşitiya bi êrişê feraseta pergala ku heye re di mîne û bi vê awayî di şibîne xwe. Ger ku hêzên şoreşger di jiyanê de bi awayekî bitûnî guhertin û veguhertinê jiyan nekin, rewşa ku bê jiyan kirin jiyana pergala heyî re wê dubare jiyan bikin. Ji bo divirde dubare neyê jiyan kirin pêwîste ji xeta azadiya jin re stratejîk nêzîkatî were kirin û di kesayetiya her milîtanekê de di vê mijarê de guhertin û veguhertin were pêkanîn.

Sedema herê mezin ya komploya navnetewî ya li hember Serokê me hatiyê pêşxistin, ewe ku mirovê azad yê ku di kesayetiya xwe de daye afirandine. Jiyanê bi bitûnî dest girtine. Bi awayekê stratejîk nêzî xeta azadiya jin dibe. Di Rêbertî de bûyer û nêzîkatiyan bi awayekî bitûnî destgirtin bi hevre bi awayekê bi hêz girêdanbûyîna wan dayîna girêdanê de, di heman kêliyê de, di gelek aliyan de nûbûyînê bi xwere aniye. Di jiyana şoreşgertî de bi xwe re pêşketina bi cewher, îdea û biryarbûyînê de guhertin û veguhertinê bi awayekê bi hêz û radîkal aniye. Girêdanbûyîna jiyana azad re, armancên xwe re nermbûyîn, xuliqkartî û sebrekê mezin û hûnerweriyê pêşdixe. Modernîteya kapîtalîst dîwarên ku bi pola honandiye, di kûrbûyîna hêza wate û fikir de di hele û diçe. Serokatiya me vê serxistiye. Guhertin û veguhertinên ku di kesayet de tê jiyan kirin, yê pir alî, kûrbûyîn, radîkal hişt ye ku wesfên Serokatî yên pêşengtiyê bi awayekî mayînde mezin bibe. Ev jî di hêle ku ji derdorê xwe cudabûyinan bi xwe re bîne. Vebûna meqesa ku di navbera me û Serokatî de vebûye ji ne fêmkirinê û ne pêkanînê digre. Em feraset û rastiyên xwe yên ku pergalê dane me, weke rastiyên Serokatî digrin dest. Ev rewş herê zêde jî xwe di xeta azadiya jin û feraseta wê de dide der.

Serokatiya me kodên modernîteya kapîtalîst yên weke olperest, zayendperest, netewperest û ilimcitiyê di serî de kesayetiya xwe de, piştê wê di derdorê xwe de û her ku çû di şexsê gelekê û mirovahiyê de yek bi yek çareser kiriye. Ji şexsiyeta xwe destpêkiriye pergala zilamê serdest lêpirsinê re derbas kiriye. Vê jî bes ne dîtiye pêşxistina jiyana azad ya alternatîf serxistiye.

Serokatî di girtîgeha Îmraliyê de cihê ku xwestin azadiyê sînordar bikin jî her tim li hember mirovahiyê û gelê Kurd bi projeyên nû, çareseriyên alternatîf derketiyê pêş. Ev jî çavkaniya xwe jî fikrandinên wê yê azad û li gor wê jî helwestê xwe dayîna raber kirinê digre. Di hişmendî û jiyanê de paradîgmeyên klasîk yên ku mirovahî jiyan dike li vir cardin hilweşandiye û erdê re kiriye yek. Cudabûyîna ku Serokatiya me li ser bingeha hişmendiya azad pêşxistiye bi xwe re çareseriyê ji bo alozî, qeyran û tengaviya ku mirovahî jiyan dikin çareseriyê tîne.

Komploya navnetewî ya ku di 15’ê Sibatê de bi aqlê zilamê desthilatdar pêşxistiye, komploya mirovahiyê ya herê qirêje. Birastî jî herê zêde li hember azadiya jin û azadiya gelan hatiye pêşxistin. pêwîste wateya vê komployê di aliyê hêzên azadiyê ve bi awayekê bi hêz were zanîn.

Em weke milîtanên azadiyê baş bizanin ku sira me yê serkeftinê ya di jiyanê de, leşkertî û di siyasetê de fêmkirina me û rast pêkanîna paradîgmaya Rêber APO ya lingê herê esasî xeta azadiya jin de wê gengaz bibe. Bersiva herê mezin ya ji bo komploya navnetewî a 15’ê Sibatê were dayîn ewe ku her hevalek xwe bigihîne asta azadkirinê. Beriya her tiştê ji bo ku em bikaribin li hember modernîteya kapîtalîst ya ku nûnertiya desthilatdariya zilam, koletiya jinê ya pênc hezar salan dike bisekinin, pêwîste em kesayetiya Serokatî ya şoreşger, sekna wê ya jiyanê baş fêm bikin û rast pêk bînin. Hêzên azadî û wekheviyê gava ku di kesayetiya xwe de nûnertiya azadî û jiyana nû dikin, di şer û jiyanê de dibin xwedî serkeftinên heqîqî. Bersiva herê bi wate û rast ji 15’ê Sibatê re were dayîn di paradîgmaya Rêber APO de em xwe azad bikin li ser vê binegehê jî tekoşîn, berxwedanî û jiyana azad ava bikin. Em dikarin vê bi ser bêxin. Heman demê de xwe li ser bingeha hişmendiya azadiyê ji nû de bi afirînin. Em çiqasî jiyana azad di kesayetiya xwe de, derdorê xwe de bi afirînin ew dem emê di tevahî qadên tekoşînê de, leşkertî de, rêxisinkirinê de û di çalakiyê de serkeftinan bi dest bêxin. Li ser vê bingehê jî em jiyana azad ji nû de bi afirînin. Ew dem em dikarin li hember komploya navnetewî a ku li ser Serokatiya me hatiye pêşxistin bi awayekê herê radîkal bersivê rast bidinê.

Kategori: Nivêsên Rojêvî