Tirkî  |  Erebî

Hemrîn Dêrsîm

rojev malperBeriya her gotinê em di şexsê rêheval û fermandarê me yê mezin rêheval Egîd de pêngava 15’ê Tebaxê ya ku dikeve 31.salvegera xwe de di serî de li Rêber APO, tevahî gelê Kurd û tevahî hevalên ku têkoşîn didin meşandin pîroz dikim. Ev pêngav ji bo me pêngava vejînê bû. Pêngava ji bo gelê Kurd ji tûnebûnê hebûn da avakirin.

 

Ev pêngav di demekê ku neyar bi her awayî tunebûyîn û înkar kirina gelê Kurd esas girtibû û tevahî hêzên navnetewî û dewleta T.C xwe li ser vê bingehê didan avakirin de hate pêşxistin. Bi vê hişmendiyê xwastin heqîqeta netewek, gelek tunebikin û ji holê rabikin. Lê bi keda Serokatiya me û tevahî rêheval û rêberên me yên birdozî ên ku bi kedek û hêviyek gelek mezin têkoşîn li hember hêzên destilatdar dan meşandin û neyar vale derxistin. Rêhevalên me yên pakrawan ji bo netewa gelê Kurd û dîroka gelê Kurd pêngav û destkeftiyên gelek mezin dan avakirin. Yek ji wan rêhevalên me jî rêheval Egîd e. Weke ku ji navê wê jî mirov dibîne ku rêheval Egîd şoreşgerê doza xwe ye. Birastî jî rêheval Egîd mirovek gelek giranbiha ye. Weke fermandar jî mirovek gelek mezin û binirxe.

Pêngava 15’ê Tebaxê li hember bê vînbûyîn û tûnekirina bêhebûnbûyînê bû. Guleya yekemîn ji bo gelê Kurd hebûnek mayînde da avakirin. Rastiya 15’ê Tebaxê ji bo me ji nûde rûh û can dayîna netewek ya ku hatibû kuştin e. Rastiya gelê Kurd derxist holê û got; “rastiya ku hûn jiyan dikin ne rastiya we ye û ne çarenûnasa weye ya ku we pejirandiye.” Ji ber birastî jî gelê Kurd her tiştê ji bo xwe weke çarenûsê digre dest û li ser wê bingehê jî jiyana xwe dida avakirin. Her çiqasî gelê Kurd serê xwe radike û berxwe dide, ewqasi çawsandinê re rû bi rû dimîne. Lê ev pêngava azadiyê can, ruh û wêrektiyek gelek mezin da jina Kurd û civaka Kurd. Di şert û mercên wê demê de, piştê darbeya salên 1980’î de û berxwedaniya girtîgehan de pêşdikeve. Pêngava 15’ê Tebaxê bi ruhê ku rêheval Mazlum Doxan û Kemal Pîr di girtîgeha Amedê de da meşandin berdewama wê bû. Li hember ew hişmendî û dagirkeriya ku dixwaztin gelê Kurd ji holê rabikin û bê nasname bikin bersivek gelek bi hêz û dîrokî ye. Neyar tevahî armancê wê ewe ku tevgera me marjînal bike, ji welat dûr bike û berê wê bide welatên cûda, lê rêheval Egîd bi ked û fikrê Rêber APO re gerîla di welat de û li ser erdnîgeriya Kurdistanê bi cîh dike, gerîlacitî da avakirin û pêşxist. Rêheval Egîd di encamê ked, vîn û baweriyek gelek mezin di çiyayê Kurdistanê de gerîlacitî pêşxist, mezinkir û bi vê jî peyamek gelek bi hêz da neyar. Hişmendî û nêrînên ku di gotin çiya cihê mirin û tûnebûyînê ye, rêheval Egîd bi pratîk û serkeftina xwe re ji wan re got; “çiya cihê hebûn, jiyan û azadiyê ye.” Ji bo vê jî ev pêngav hem li hember ew hişmendî û nêrînên çewt yên ku di nava me de dihat jiyan kirin bersivek dîrokî bû hem jî ji bo neyar bersivek gelek bi wate û hêja bû. Ev pêngav hem di aliyê siyasî de hem jî di aliyê leşkerî de destkeftiyên gelek dîrokî dan avakirin. Tevahî pêşketin û destkeftinên di roja me ya îro de tê jiyan kirin temamî berhemên wê rojê û yê wê pêngavêne. Ger ku di roja me ya îro de gerîla di her çar perçeyê Kurdistanê de deşt, bajar û çiyayên wê de xwe bicîh kiriye û rêxistin kiriye ev nirxê ku rêheval Egîd daye avakirin ve girêdayî ye. Rêheval Egîd hem bi kesayet, fermandarî û jiyana xwe re bi dehan fermandar û Egidan avakir. Ji me re mîrasek gelek hêja û giranbiha hişt û afirand. Rêheval Egîd fermandarek leheng, xulikar, wêrek, stratejîk û taxtîksele. Ticarî bê çaretiyê na pejirîne. Fermandarek bi biryar, bi hêvî û bi baweriyek pir bi hêz têkoşîn û berxwedanî dide meşandin. Heman demê de fermandarek dilnizm, mûtevazî û di nava hevalan de yekitiyek bi hêz û wek hev jiyan dikir. Rêheval Egîd li hember tevahî nêzîkatiyên bêbawer bi hêviyek û baweriyek gelek mezin bawerî dida avakirin. Ji bo vê yekî jî ewqasî di jiyan û çalakiyên xwe de serkeftî bû. Ji ber rêheval Egîd bi ruhê APOCITÎ jiyan dikir û dida jiyan kirin. Rêheval Egîd fermandarê rasteqîn yê PKK’ê ye. Fermandarê PKK’ê yê ku avahiya xwe perwerde dike, bibîr bawerî di afirîne û çêkere. Di nava tevahî şert û mercên zehmet de azadiyê di afirîne. Ji bo vê rêheval Egîd ji bo tevahî şervanên YJA Star û HPG’ê mînakê sereke yê şexsiyeta azade. Mînakên rêhevalên me yên pakrawan ên ku di şopa rêheval Egîd de xwe gihandin asta herê jor weke rêheval Adil, Nuda, Çîçek, Zelal, Agirî, Reşît, Ehmed Rapo, Rojhat û bi hezaran rêhevalên me di şopa rêheval Egîd de xwe afirandin. Ev serkeftinane hemû mîrasên rêheval Egid e. Ruhê ku di roja me ya îro di herêma Botanê de hem li ser erdnîgeriya wê hem jî di nava gelê wê de tê jiyan kirin çavkaniya ruhê ku rêheval Egîd daye afirandine. Cihê ku rêheval Egîd tê de gerîlatî pêşxist, xebat da meşandin hertim ew ruh zindiye û xwe avadike. Ev mezinbûna rêheval Egîd dide diyar kirin. Ji bo vê yekê ye ku pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd jiyanek nû avakir. Ruhek wisane ku tevahî êriş, dak û dolabên li ser tevgera me ya azadiyê hatiye meşandin jî nekariye vê ruhê û wê ticarî ne karibe jî. Ruhê rêheval Egîd di roja me ya îro de di tavahî qadên Kurdistanê yên her çar perçeyê Kurdistanê de xwe nû dike û di afirîne.

Di roja me ya îro de tevahî pêngav û hemleyên ku tên avetin weke hemleyên şerê gel ê şoreşgerî tevahî ruhê xwe û çavkaniya xwe ji pêngava 15’ê Tebaxê digre. Ji bo ku em bikaribin bi vê ruhê tevlê bibin pêwîste em ruh û serkeftina pêngava 15’ê Tebaxê baş fêm bikin, bizanibin û rast jiyan bikin.

Pêşketin û destkeftiyên tevgera me ya azadiyê derxist holê, bêçaretî û neçar mayîna dewleta T.C, hikûmeta AKP’ê û tevahî hêzên navnetewî derxist holê. Ji bo vê yekê ye ku ewqasî bi hovane û bê kanûn êriş li ser gelê Kurd û erdnîgeriya wê dide meşandin. Ev dide diyar kirin, çiqasî lewaz bûye li hember serkeftinên tevgera me ya azad. Bêguman ev bi kedê tevgera me ya azadiyê ve derket pêş. Em hêz, bawerî, hêvî û serkeftinên xwe ji birdozî, felsefe û ji hêza Rêber APO digrin. Heman demê de kedê rêhevalên me yên pakrawan û berxwedaniya gelê me yê li hember vê hovitî û wehşeta ku tê kirin hişt ku neyar ewqasî tarûmar bibe. Her çiqasî hikûmeta AKP’ê û Erdoğan hewildan li ser tevgera me ya azadiyê hemle pêşbêxin jî lê serneketin. Mirov dikare bibêje me di aliyê leşkerî de jî û weke hêzên YJA Star û HPG destkeftiyên gelek giring dest xist kes nikare vê înkar bike. Ev hemleyên ku hatin avetin jî bingeha xwe ji partîleşmê digirtin. Ji ber em di wê baweriyê dene ku emê jiyanek azad bi Rêber APO re jiyan bikin û bidin jiyan kirin. Tevgera me ya azadiyê bi ruhê xwe yê berxwedanî û têkoşînê tê naskirin ev her dem û di her kêliyan de jî wisane. Lê ji bo me ya giring ewe ku em vê ruhê berxwedanî û bi serkeftinê re mîsoger bikin. Ger ku em vê nekin em li hember gelê xwe û dîrokê jî ti carî neyên efû kirin. Em vê rastiyê jî bibînin ku dewleta Tirkiye li hember vê berxwedanî û têkoşînê di nava bê çaretiyê de maye. Ji bo vê jî meyze bikin Tirkiyê xistiye çi rewşê de. Li ser tevahî mirovên demokrat û aşitî xwas çiqasî bi polîtîkayên xwe yên tewsandinê û tunekirinê didin meşandin. Ji bo desthilatdariya xwe tevahî saziyan her wiha artêş jî ji bo xwe bikartîne û li ser desthilatdariya xwe dide meşandin. Weke her tim pêşdîtin û çavderiyên Rêber APO rastiya ku tê jiyan kirin û wê were jiyan kirin datîne holê û tê jiyan kirin jî. Tevahî nêrîn û dahûrandinên Serokatî ji bo rewşa Tirkiye yek bi yek tê jiyan kirin û derdikeve holê. Di heman demê de berxwedanî û têkoşîna Rêbertiya me û tevgera me ya azadiyê hişt ku tevahî rastiyên di nava hikûmeta AKP’ê de derbikeve li ser rûyê erdê. Ji bo vê yekî ye ku ji 5’ê Nîsana sala 2015’an de li ser Serokatiya me tecrît dide meşandin. Hewildanên wê ewe ku me û Serokatiya me ji hev qût bike lê nizane ku tu hêz nikare vê tiştê bike. Ji ber tevahî hênaseya ku em ji bo jiyanê digrin jî bi Serokatiya me ve girêdayî ye. Em jiyanek bê Serokatî nafikrin wê nebe jî. Em di vê zanabûyînê de ne ku weke hêzên gerîla emê li gor perspektîf û nirxandinên Rêber APO jiyan bikin û şer bikin emê şert û mercên Rêberê me tê de jiyan dike bidin guhertin.

Serokatî ji bo jiyanek Demokrat, wekhev û azad di nava gelan de pêşbêxe û avabike gelek ked û têkoşîn da meşandin. Lê hikûmeta AKP’ê û Erdoğan vê nêzîkatiyên Serokatî pir cûda ji bo desthilatdariya xwe bikaranî. Bila baş were zanîn ku hikûmeta AKP û Erdoğan di 7’ê Hezîranê de binket. Hêz û baweriya Rêber APO vê dida diyar kirin. Ji bo vê yekî Erdoğan di 1’ê Mijdarê de cardin bi dest dakûdolabên xwe kir, bi plan û projeyên nû xwast vê binketina xwe serbigre. Ger ku rast were dîtin û were xwandin di nava civaka Tirkiyê de wê were dîtin ku Erdoğan tevahî nirxên civakê di firoşe û li ser wê desthilatdariya xwe avadike. Ji bo vê pir rehet mirov dikare bibêje ku Erdoğan Hîtlera qirna sedsala 21. e. Niha di nava hikûmeta AKP’ê de kaosek gelek kûr tê jiyan kirin. Ev kaos hem di aliyê siyasî de ye, hem jî di aliyê aborî de. Ez di wê baweriyê de me ku wê Tirkiye ji Sûriye û Iraqê xirabtir bibe. Ji ber siyasetek gelek xeternak tê meşandin. Ger ku dewleta Tirk û Erdoğan Serokatiya me guhdar kiriban wê ne ketiban di vê rewşê de. Bi ew hişmendiya xwe yê ezezî û yekperestîve Tirkiye berbi tûnebûyînê ve dibe. Di welatê Tirkiyê de li hember tu nêrîn, raman û fikrên Demokrat destûr nayê dayîn û tehemûl jî nîne. Li hember berxwedanî û têkoşîna gelê me yê ji bo Xweseriya Demokratîk bi ew hişmendiyê xwe yê DAÎŞ’ê re bi artêşa xwe ya polîsan re bi hovitiyên gelek mezin da meşandin. Êdî pêwîste gelê Kurd baş bizane emê bi xwe jiyana xwe avabikin û ji bo Xweseriya Demokratîk têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin. Berxwedaniya gelê me li hember hovitî û komkujiyên dihatin pêşxistin da diyar kirin ku gelê Kurd ne weke berê ye tu kes nikare wê bixapîne û leystokan ser jiyana wê pêkbîne. Berxwedaniya li Sur, Cizîr, Slopî, Nusaybîn, Şirnex û hwd vê bi awayekî zelal eşkerekir. Vê rastiyê tevahî cîhan dît û jêre şahidiyê kir. Armancê wan ew bû ku zivistanê gelê me bi fetisînin û tevgera me ya azadiyê têkbibin, lê berxwedaniya gelê me û ciwanên Kurd armancê wan bûç û vale derxist. Cardin weke her tim berxwedanî û ruhê APOCITÎ serket. Rêheval Mehmet Tunç jî peyama xwe ve vê da diyar kirin, “bedel çi dibe bila bibe em serê xwe li hember tu êrişan na tewînin.” Bila her kes baş bizane ji derveyê Kurdan bi xwe tu kes dostê Kurda nîne. Ewqasî hovitî û wehşetên li ser zarok, jin û gelê Kurd hate meşandin tevahî cîhan bûn temaşevan û bêdeng man. Ji bo em rastiyên tê jiyan kirin rast şîrove bikin û fêm bikin ev ji bo me mînak û rastiyên gelek giringin. Bêguman di vê berxwedaniyê de gelek bedelên giranbiha hate dayîn lê cardin yê serket gelê Kurd û tevgera me ya azadiyê bû. Yên têk çûn jî hişmendî û pergala Hikûmeta AKP’ê û Erdoğan bû. Neyar weke hertim bi şerê xwe yê psîkolojîk û bi teknîkên xwe re hêvî dikir ku wê ser bikeve. Lê derket holê bi çeteyên xwe û artêşa xwe ya polîsan re binketin, heman demê de psîkolojiya leşkerên wan jî xirab bû, li hember berxwedaniya gelê Kurd û ciwanên Kurd. Erdoğan dixwaze Kurdên xwe avabike û pêşbêxe. Kurdên ku xwe radest kirine, bêvîn û xwe di firoşîn. AKP dixwaze bajêr û erdnîgariyên Kurdistanê ji nûde dizayn bike. Ji bo wê ye ku koçbertî pêşdixe û ji derve jî gelên cûda tîne û li Kurdistanê dide bicîh kirin. Pêwîste gelê Kurd di vê aliyê de hişyar be. Ya giring ewe ku bila mirinek bi şeref be ne jiyanek bi koletî be. Berê Erdoğan gelek kes hatin gotin emê tûnebikin ji holê rabikin, lê bi xwe tûne bûn û ji holê jî rabûn. Tevgera me ya azadiyê xwe li her derê Kurdistanê heman demê de di tevahî cîhanê de rêxistin kiriye, fikir û ramanên Rêber APO di tevahî cîhanê de belavbûye her diçe bi hêz dibe û kûrtir dibe. Niha her kes vê dibîne, di Rojhilata Navîn de hêza herê dînamîk tevgera me ya azadiyê ye û gerîlane. Ruxmê tevahî êrişên li ser gelê Kurd tê meşandin weke dewleta Tirk, PDK û hêzên navnetewî di Rojava de destkeftiyên dîrokî hate destxistin û ji bo gelê Kurd şoreşekê dîrokî hate avakirin. Ev şoreş mîrasê rêheval Egîd e. Pêngava rêheval Egîd di 15’ê Tebaxê de avetibû di Rojavayê Kurdistanê de xwe gihandiye lûtkeya herê jor. Cardin berxwedaniya Şengal, Bakurê Kurdistanê jî heman tişte. Ruhê ku rêheval Bêrîtan ji 15’ê Tebaxê girtibû ji bo nekeve destê neyarên dagirkerde xwe ji zinaran tavê je di roja me ya îro de di şexsê rêheval Axîn Meşkande cardin li Şemzînanê zindî dibe. Rêheval Axîn heya dawiyê li hember nayarê dagirker şerdike gava cepxaneyên wê namîne ji bo nekeve destê neyarê xwînxwar de xwe ji zinaran tavêje. Ev ruh di her kêlî û deman de heye û jiyan dike. Em di wê baweriyê dene ku ev ruh hebe wê serkeftin gengaz be. Çawa ku pêngava 1’ê Hezîranê li hember tasfiyekar û îxanetçiyan bersivek bû, her wiha pêngava şerê gelê ê şoreşgerî jî pêngava şoreşê bû bi xwe re serkeftinên gelek mezin afirand pêwîste berxwedanî û pêngavên di roja me ya îro de em tavêjin bi xwe re heman serkeftinan bîne. Bêguman şahadeta her rêhevalekê me ji bo me gelek giranbiha ye û berpirsartiyê me jî girantir dike. Lê heman demê de bi berxwedaniya wan yê bi rûmet re jî em bi hêz dibin û mezin dibin. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li Amedê de berovajî û fiyasko bû. Weke hêzên YJA Star û HPG’ê soza ku me daye Rêberê xwe û gelê xwe, “emê ne weke berê jiyan bikin û ne weke berê şer bikin” dirûşmeya jiyana me eve. Her wiha rêheval Egîd hem bi kesayet, hem jiyan hem jî bi biryarbûyîna xwe re wê mînaka jiyana me be. Qêrînên di nava berxwedaniyên Xweseriya Demokratîk de derketin pêş yê rêheval Asya, Sêvê, Pakîze, Fatma û Mehmet ji bo me bangawaziye, bangaweziya azadiyê ye.

PKK partiya rêhevalên pakrawanin. Me ji wan rêhevalên xwe çanda berxwedanî, têkoşîn û serkeftinê girtiye. PKK partiya rêheval Egîdan, Zîlanan, Axînan û Zinaran e. Birastî jî partiya ruhê mirovên azadin. Şert û merc çi dibe bila bibe tu tişt nikare pêşiya vê ruhê bisekine. Rêheval Egîd ruhê azadiyê ye. Rêheval Egîd bi ruh, vîn û baweriya xwe ve ji nûde ruh da gelê Kurd. Gelê Kurd bi vê pêngavê re ji nû de jîn bû. Pêngava 15’ê Tebaxê pêngava binpêkirina tirsa ku li ser gelê Kurd hatiye avakirin e. Gelê Kurd bi vê pêngavê re tirs ji holê rakir û perçe perçe kir. Rêheval Egîd hem di kesayetiya xwe de hem jî bi vê pêngavê re ji tevahî gelê Kurd re û ji gerîla re da diyar kirin ku ger em hêzek rêxistinkiribin, bi hêvî û bi bawerbin tu tiştekê ku em sernexîn nîne. Emê bikaribin tevahî astengiyan derbas bikin û serkeftinê destbêxin. Di roja me ya îro de ciwan û pêşengên rêheval Egîd di kolanên Sur, Cizîr, Şirnex, Slopî û Nusaybînê de vê dan nîşandan. Ciwanên Kurd ji bo namus, şeref, xwebûn û azadiya xwe, xwe kirin sîper û li hember tang û topên dewleta dagirker bi vîn û baweriya xwe re şer kirin. Ciwanên Kurd ji bo nekevin destê neyarê hov de gule serê xwe dixin. Heya dilopa xwe ya dawî şer dikin û radestê neyarê dagirker nabin. Ev berxwedanî me dawetê cidiyetê dike, ji bo em rast xwedî li erkê xwe derbikevin. Komployek gelek dîrokî li ser Rêberê me, gelê Kurd, tevgera me ya azadiyê tê meşandin. Bêguman ev komplo bi her awayî di meriyetê deye. Di Başûrê Kurdistanê de yê ku vê pêktîne jî PDK ye. Çawa ku AKP dixwaze gelê Kurd tûne bike û ji holê rabike heman demê de PDK jî vê dike. Tevahî komplo û planên li ser gelê Kurd û tevgera me de tê meşandin KDP jî cihê xwe tê de digre. Ev bi belgeyên ku bi Mîtên Tirkan re kirine ji bo Başûrê Kurdistanê li ser gerîla de jî derket holê. Em pir baş dizanin ku astengiya herê mezin ji bo yekbûyîna gelê Kurd jî PDK û hişmendiya wê û berjewendiyên wê yên ji bo eşîre xwe ye. Pêwîste ev rastiyane baş were zanîn û li gor wê gavên mezin û bi îdea were avetin.

Li ser vê bingehê em dibêjin ji bo ku em xwedî li kedê Rêber APO derbikevin û rexneyên ku Rêber APO ji bo me pêşdixe bi taybet ji bo şêwazê me yê şer, yê ku em şer stratejîk nagrin dest, weke gerîla ji bo ku em tevlêbûyînek rast pêşbêxin, li gor ruhê demê tevlêbibin û xwe bi afirînin pêwîste em rast jiyan bikin da ku em bikaribin rast jî şer bikin. Rêhevaltiyek rast di encamê 24 seat bi Serokatî re jiyan kirinê de ye. Ji bo sozên ku me dane Serokatî, rêhevalên xwe yên pakrawan û gelê xwe em pêkbînin em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê jiyan bikin û şer bikin. Ji derveyê serkeftinê tu şansekê me nîne. Cardin ez pêngava 15’ê Tebaxê di pêşengtiya rêheval Egîd de Rêberê xwe û tevahî hevalan û gelê me pîroz dikim.

Kategori: Nivêsên Rojêvî