Tirkî  |  Erebî

14tirmeh foto

Xwendevanên hêja!

Di 14’ê Tîrmehê 1982’an de hevalên Kemal Pîr , Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di zindana Amedê de biryara rojiya mirinê dane. Her çar heval bi vî awayî îşkenceya dijmin vala derxistin û hemberî ceribandina tunekirina civak û gelê Kurdistanê hamleyekê nû despêkirine. Şehadeta van bû îşareta hebûn û serxwebûn. Bi şehadeta van jiyan nû hatiye

afirandin. Ji ber ku berxwedaniya zindana Amedê bû sebeb ku Serokatî biryara vegera welêt dabû. Biryara 14’ê Tîrmehê biryara partîbûnê ye. Şehîdên 14’ê Tîmehê şoreşgerên pêşeng ên Kurdistanê ne. 

Ji bo salvegera 14’ê Tîrmehê me berê xwe da çiyayên azad. Pênc gerîlayên jin ên YJA-Star nirxandina xwe, fikrê û hestên xwe bi me re parve kirin. Despêkê em dixwazin bizanibin di dîroka Kurdistanê de bîranîna 14’ê Tîrmehê tê kîjan wate?

Hevala Zeryan Hezex: Despêkê berî ez binirxînim, berî her tişt ez silav û hezkirinên xwe ji bo Imralî, ji bo Serokatî dişînim. Ji bo hemû gelê me ku ber xwe dide, di nav tekoşînê de ye. Ez silavên xwe yên germ û hezkirina xwe ji wan re dişînim. Hevalên ku di zindanê de ber xwe didin jî ez silavên xwe dişînim. 14’ê Tîrmehê giringiya ku di nav rêxistinê û di nav dîroka Kurdistanê de dane ava kirin, ev anîna ziman, pêwîste girîngiyek pir mezin ji bo me hebe.
Dewlet dixwest Kurdistan û gelê Kurd tune bike. Kurdistan di rewşekê nebaş de bû. 14’ê Tîrmehê çi da avakirin? Kurdistan heye, gelê Kurd heye, dikare ber xwe bide. Dikare gelê xwe û Kurdistan jî rizgar bike. Di şexsê Heval Kemal Pîr, Heval Alî Çîçek hevalên 14’ê Tîrmehê veya di nav gel û gerîla de dan avakirin û heya niha berdewam dikin. Yanî hevalên 14’ê Tîrmehê berxwedanî pir mezin dane avakirin.

Hevala Sara Riha: Ji bo 14´ê Tîrmehê mirov dikare pir tişt bêje. Aliyê dîrokî ve, aliyê çanda Kurdan ve rûpelek nû hat avakirin, ev di zindana Amedê de despêkir. Yanî mirov dikare bêje berî belkî berxwedan hebû, berî serhildan çêdibûn. Lê belê berxwedana zindana Amedê despêkekî nû bû ji bo me. Yanî polîtîka dewletê, taybet a netew-dewlet, qirkirina vê, mirov di nav tengasî de hiştin, mirov ji çanda xwe dûrxistin tabî dixwestin hinek tiştan bin pî bikin. Dema ku em vê demê meyze bikin, em rewşê meyze bikin. Ne navê Kurdan heye, ne navê enternasyonalîzm heye, ne navê sosyalîzmê heye. Behsa însaniyetê tu nikarî bikî. Mesele tu nikarî behsa tiştek wisa xweşik, behsa jiyanekê azad, jiyanekê xemilî tu nikarî bikî.
Di van deman de di zindana Amedê berxwedanekê pir mezin hatiye meşandin. Ji bo vê pêwîste em jiyanekê nû avabikin. Jiyanek mesele hem ji bo Kurdan, hem Tirkan, hem jî gelên ku bin destan mayin. Ev jî di şexsê Mazlum Doğan, di şexsê Kemal Pîr, di şexsê Mehmet Xeyrî Durmuş, di şexsê Alî Çîçek, di şexsê van hevalan de belî dibe. Ev heval kadroyên me yên despêkê, kadroyên me yên pêşeng in. Dema ku em behsa şehîdan dikin, belkî dikarin tişt bêjin, behsa jiyana van dikin, behsa sekna van dikin.Lê ev hevalan ji bo me cuda ne. Ji ber ku ji bo me xetek avakirine, xetekê berxwedan avakirin. Yanî ne ku em bêjin, me bi van re jiyan kiriye, lê belê aniha nav jiyana gerîlatî de,nav jiyana berxwedanî de, nav jiyana azadiyê de van hîs kirin, heqîqeta van şopandin. Ji me re mîratek hiştine ku bi berxwedaniyê xwe, bi gotinê xwe, bi seknê xwe li hemberî dijmin di nav ewqas îşkenceyan, di nav ewqas zilman de tu çanda xwe êdî terk dikî. Tu xwe derbas dikî, tu xwe ji bîr dikî. Di nav van gotinan de dîsa xwebuyînbûn, dîsa xwe avakirin, dîsa jiyanek nû avakirin. Di zindanek wisa de bi van hevalan ev çêbû.
Piştî darbeya 12’ê Îlonê 1980’an dewleta Tirk ne tenê hundir, li derve jî bi qetlîam û îşkencan xwe her tim dubare dike. Êdî bi kuştinê, bi îşkenceyan kîmlik û nasnamê cuda bixe destê te. Di vir de îşkenceyek tê kirin, yanî mirov dixwest ji xwe dûr bikeve. Mirov dixwaze ji nasnameya xwe dûr bikeve, derbixin, biavêjin. Gihiştiye vê astê. Ji ber ku dizanin ku eger zindana Amedê bin bikeve, êdî însanîtî û berxwedan ê bi bin bikevin. Ji ber vê dixwestin taybet di vir de kadroyên pêşeng taybet ên PKK bi astekê bê exlaqekî, bi astekî bê însantî vana bin erdê bixin. Tiştek ku dixwestin ev bû. Lê min got ya, berxwedanê di vê derê de bê hempa bû. Ruxme ku dijmin bi her awayî ser hevalan diçû, hevalên me berxwedaniya xwe jî bi her awayî pêş xistin.

Hevala Rojbîn Fîdan: Em ji bona armancekê pîroz li van çiyayane. Dîroka Kurd her tim şerê berxwedaniyê ye. Ruhên azad, serbilind, berxwedanî û aşitî, kesayetên Xwedawenda ne. Kemal Pîr, Mazlum Doğan, Hakî Karer, Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Sakîne Cansiz, Eşref Andok, Necmî Ömer, Mahmut Zengîn, Ferhat Kurtay, Mustafa Karasu û gelek kesayetên pîroz ji aliyê dijmin bi hovîtiyekê mezin hatin îşkencekirin û qetilkirin. Li Kurdistanê deng veda û em dengdarên vê berxwedaniyê ne. Pêwîste gel û gerîla berxwedanekê mezin bimeşînin. Ji ber ku gelek berdel hatin dayîn.
Dibêjin ku Şehîd namirin. Xwîna Şehîdan cihek ku dikeve neçe. Ev rast e. Şehîdên me bi me re jiyan dikin. Baş guhdar bikin. Hun ê wana bibihîsin, di vê demê de şehîd têne xewa mirov û rê û rêbaz nîşan didin. Kurdistan bi tekoşîna xwe tê naskirin. PKK şehadet mezin dike û xurt dike. Ji ber ku hevaltî û hezkirin pir mezin in.

Kemal Pîr wekê hevalê Serokatî, hevalekî despêkê di nav tekoşîna rêxistinê û avakirina partiyê de ji bo gerîlayê îro reyekî çawa nîşan dide?

Hevala Ronahî Kurdistan: Di kesayeta Şehîd Kemal Pîr de mirov dikare tekoşîna hemû gelan bibîne. Ji ber vê tekosîna Şehîd Kemal Pîr di zindana Amedê de wekê berxwedanekê sembolî ye. Heya îro roj hatiye. Di nav rêxistinê de şehadetên bi vî şewazî ji bona me pîrozbahiyên herî mezin in. Şehadeta Kemal Pîr bi sê hevalên xwe yên zindanê di nava derfetên wisa de sembola îrade derxistine holê. Tekoşîna wan ne hesan bû. Îradeya wan heya îro roj bû bingeh û sembola tekoşîna hemû refên PKK. Ev îrade bi salan heya îro encam digre. Tekoşina me îro berdewama vê ye. Îro di bajaran de, di kolanan de, di çiyayên Kurdistanê de, di her deverê gerdûnê de belavkirina PKK û nasnameya gelê Kurd wekê gelêkî ku ne bindest e, wekê gelekî xwedî nasnameyekê, gelekî ku dixwaze mafê xwe di gerdunê de bide qebûlkirin. Tekoşîna vê îro encam girt. Çalakiyên fedayî ser navê Şehîdê Kemal Pîr tên avakirin. Dijmin dixwest wan çar kesan tune bike û tekoşîna me bi vî awayî tune bike. Lê ne wisa ye. Îrade bi îdeolojî tê avakirin. Dema mirov net dibe, tu asteng pêşiya xwe nebe asteng. Kesayet girêdayînbûna xwe di xwe de ava dike. Girêdayînbûna rêxistinî ye. Ev ji me re dibe rêgez. Îro di kesayet Şehîd Arîn Mîrkan, Şehîd Doğa Jiyan, bi sembola Şehîd Zinar Raperîn xwe nîşan dide. Li ser vi awayî tekoşîn pêş dikevin.
Serokatî dibêje, Heval Kemal Pîr eger niha jiyankiriba, me mil bi mil tekoşîn bimeşandiban. Ji ber ku Kemal Pîr ferq û cudahî nexistiye nav gelan. Ji ber ku dizanibû ku pirsgirêk ne Kurd û Tirk in. Pirsgirêk ne di nav gelan de ye. Sîstema kapîtalîst li dijî gelan derdikeve. Ji bo vê em ser reyekê rast, bi awayekê rast bi kesayetekê nû û kesayetên ku di nav PKK de werin avakirin bi vî şeklî em berdewam dikin.  Tekoşîna me hemberî sîstema kapîtalîst dibe bersiva hemû gelan! Pirsgirêka me bi gerdunê re nîne, pirsgirêka me bi sîstema kapîtalîst heye. Dema ku em bi kesayeta xwe ji vê sîstemê qut bin û me Modernîteya Demokratîk ji xwe re esas girt, pirsgirêkên me yên gelan bi vî şeklî çareser bin. Ji bo vê Serokatî di parêznameya xwe ya pêncemîn hemberî sîstema kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk pêşwazî dike. Mirov xweserî di her milê de dide avakirin.

Hevala Sara Riha: Mesele di vê zindanê de tiştek pir taybet heye, hevalek wekî Kemal Pîr heye. Heval Kemal Pîr ne Kurd e jî, lê dîsa hebûna xwe û azadiya xwe di nav Kurdan dibîne. Çawa? Yanî bi azadiya Kurdan dibîne. Ne mesele em Tirkan xilas bikîn, em sosyalîzm bînin, ne bi vî awayî meyze dike. Jiyan hin zêdetir bi berxwedan ava dike. Jiyan bi rêxistinbûn ava dike. Ji bo wî Kurdbuyîn an Tirkbuyîn an jî ji gelekî cuda buyîn ne pirsgirêk e. Tiştê cewher çi ye? Jiyanekê azad e. Û wî ev di zindana Amedê de zelal derdixe holê. Di bin îşkence de bi sekna xwe dijminê xwe jî bandor dike. Dijmin jî êdî hemberî wî rêzek dide.

Hevala Zeryan Hezex: Soza ku wana ji Kurdistan re dan, pêwîste em heman soz ji wan re pêk bînin.
Hevalê Kemal Pîr tekoşînekê ji bo gelê Kurdistanê dike. Ev pir bal dikişîne. Got, ez çavê xwe didim, lê ser biryarê xwe ez net im. Ez dikarim tekoşîn bikim heya Kurdistan rizgar be. Tekoşîna ku vê rojê despêkiriye heya îro berdewam dike. Wekê Şehîd Arîn Mîrkan, wekê Şehîd Çiyager wana îfadeya çi kirin? Çiqas sal jî ser derbas dibin, her sal ji me re nû tê. Em şopdarên wan in, em dikarin soza wan jî pêk bînin. Ji bo Kurdistanekê azad, gelekî azad û wekhev jiyankirin, ev bo me giring e. Li ser vê esasî jiyan kirin. Herî zêde wekê hevalekê jin bi soza xwe hemberî Serokatî, herî zêde ku ser min bandor kiribû jiyana Heval Kemal Pîr bû. Biryardayîna Kemal Pîr, jiyana Kemal Pîr û berxwedana ku kir, ev pir ser min bandor kir.
Wextê ku Kemal Pîr net bû, em jî net in ku em di Kurdistanekê azad û wekhev bi Serokê xwe re jiyan bikin. Taybet wekê gerîlayekê jin xeta Kemal Pîr dane meşandin ji bo min pîrozbûnekê pir mezin e. Her roj ez vê pîroz dibînim, ji ber ku bi Rêhevalê Kemal Pîr jiyan dikim. Bi rastî ez nikarim bînim ser ziman, ev îlhamekê pir cuda ye. Pêwîste her gerîlayekê jin veya jiyan bike. Her roj xweşikbûna vê bibîne, hezkirina jiyanê bibîne. Wisa her roj jiyan xweştir dibe û ber bi azadiyê ve diçe. Li ser vê esasê jiyankirin, wateya vê cuda dibe.

Ji bo Şehîd Alî Çîçek jî biryara rojiya mirinê, biryara jiyanê bû. Biryara wî taybet yekbûna wan çar hevalan temsîl dike.

Hevala Sara Riha: Rast e, Alî Çîçek mînakekê balkêş dide pêşiya me. Aniha em dibînin taybet li ser ciwanan polîtîkek tê ava kirin. Taybet li ser ciwanên Kurdistan polîtik hatiye ava kirin. Ji bo ku xwe ji bîr bikin. Ji bo ku hişmendiyê xwe winda bikin. Ji bo xayîn di vê sîstemê, di vê pergalê berdewam bikin.Lê hevalekî mîna Şehîd Alî Çîçek li hemberî dijmin, li hemberî îşkence di vê emrê xwe yê 17 salî, di vê ciwantiya xwe seknekê wisa heye, ku mirov hin zêdetir bandor dibe. Bi vê hişmendiya xwe azadî bi xwe ava kiriye. Belkî emrê wî piçuk bû, lê dema tu dîroka wî meyze bikî, berxwedaniya wî meyze bikî yan bersivdayîna wî hemberî dijminê meyze bikî. Bi rastî tu dibînî ku di vir de êdî hişmendiyê dijmin di vir de bin pî bûye, hişmendiyê dijmin di vir de xirab bûye. Di vir de hin zêdetir di mêjiyê de azadî ava bû. Di nav zindana Amedê de pir tişt qewmîn, îxanet qewmî, xwe dûr kişandin qewmî, wekê ne berxwedan. Li hinek aliyan ve mirovên xirab hebûn, lê belê bi vê ruhê hemberî van sekinandin ji bo me destekek mezin e. Xeta Kurdan diyar dike, xeta ciwanan diyar dike. Em dibêjin, ciwan xeta milîtantî ne, xeta azadîyê ne. Ji ber vê Şehîd Alî Çîçek ji bo min mînakekê pir mezin e.

Heval behs kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê despêka hemû tekoşîna Kurdistanê ya îro ava kiriye.

Hevala Ronahî Kurdistan: Niha di Bakurê Kurdistanê de kêm zêde nîv sal di kolanan de şerekî dijwar ê çekdarî hate despêkirin. Encamek pir milan me girt, em di pir milan de bi ser ketin. Sûr mînakek e, projeyên AKP hebûn. Dixwestin li Surê pir tişt dane avakirin. Lê bi ser nexistine. Tekoşîna Şehîd Çiyager, tekoşîna Şehîd Zinar Raperîn û Şehîd Doğa Jiyan bi vê pevajoyê ve bûn yek. Kurd pistî ku ewqas êş kişandine bûne xwedî îrade û dibêjin ku dikarin ji vir û şûn ve bibin bersiv. Niha dawiya AKP’ê ye. Bîr ve nekin, tekoşîna gelê Kurd, serkeftina gelê Kurd e û azadkirina gelê Kurd bi azadkirina Serokatî derbas dibe. Pirsgirêkê Kurd di Imralî de derbas dibe. Bi îradeya Serokatî ve derbas dibe. Ez Serokatî ji vir heya Imralî silav dikim. Ez dibêjim ku îradeya min bi kesayeta Serokatî hatiye avakirin, bi girêdayînbûna çar şehîdên 14’ê Tîrmehê hatiye avakirin.

Hevala Hêlîn Çekdar: Em nikarin wan şehîdan ji bîr bikin. Em wana ne tenê wan rojên taybet bînin ziman. Ew şehîdên ku ew berxwedanî dane meşandin ji vê demê heya îro ev berxwedanî dimeşînin. Ev reya ku em ser de dimeşin, ev şerê mezin ku tê meşandin. Roj bi roj qetilkirin çêdibe yan jî zilm û zorê tê ser me. Em hemberî vê tekoşîn dikin. Bi rastî zoleme û îşkenceyek pir mezin xwar, ji ber ku wana hinkî nikaribûn xwe bi rêxistin bikin, hevdu nedîtin. Ji bo hevalên ku îro di zindanê de ne, ev hevalên 14’ê Tîrmehê tên esasgirtin. Îro rêxistinbûn çêbû. Ew belkî bi salan dimînin. Êdî em dikarin bêjin ku ew belkî fîzîkî di nav çar dîwaran de girtî ne, lê di mejiyê de azad in. Hevalên ku tekoşînekê herî mezin di nav dijmin de dikin. Ruxme ku dijmin ew girtiyan xistiye bin destê xwe, hevalên îro bila xwendina pirtûkên Serokatî bin, nîqaş be, parastin be ew heval her tişt didine meşandin. Ji bo vê em dikarin bêjin di mejiyê xwe de azad in. Serokê me jî di nav çar dîwaran de ye, lê tekoşîna herî mezin dimeşîne. Her roj dijmin bi leystokên xwe yên qirêj diçe ser, lê gelê me bi çalakî û bi siyaseta xwe li pey wî tê û ji bo vê em dikarin bêjin ku Serokê me jî di mejiyê xwe de azad e. Ya herî pêwîst jî ev e. Eger ku fikrê azad be, berxwedaniya herî mezin li hemberî dijmin derdikeve.

Hevala Sara Riha: Em aniha meyze dikin, hin bandora zindana Amedê dibînin. Ne Kemal Pîr‘an, ne Alî Çîçek‘an di vir de kêm bûn. Ne jî em bêjin Esad Doktor Yildiran‘an. Hin jî bi awayekê cuda jiyan dikin. Asta berxwedanê di nav Kurdan de, di nav gelê me yê berxwedanê de di nav Cizîrê de, di nav Surê de bi çalakbûna xwe, bi rêxistinbûna xwe, bi artêşbûna xwe berdewam dike. Bi YPS re, bi YPG re. Ev ruhê Kemal Pîr e. Ev ruhê ciwanên ku di nav kolanan de ewqas şer dikin. Ev ruhê Alî Çîçek e. Tiştek xilasbûn nîne. Di zindana Amedê despêkir û niha xilas bû, tiştek wisa nîne. Xetekî nû avakirin ji me re, xetekê berxwedan avakirin û bi vê berxwedanê hin jî nav me de jiyan dikin. Mesele aniha di nav kolanên Mêrdînê, nav kolanên Sîlopî, Şirnexê, nav kolanên Colemergê di her derê xwe zêdetir rêxistin dike. Di astekê bilind de em ê bigihîjin azadiyê. Digihîjin berxwedanekê mezintir. Di vê de aniha Esad Doktor Yildiran, ruhê xwe zêdetir berdewam dike. Tayyip Erdoğan bi xwe Esad Doktor Yildiran derve ye. Belkî reya wî guhertiye, lê fikrê wî, ramanê wî neguhertiye. Mîna marekê xweşik xwe dide nîşandan. Lê rastiya wî ev e: bi îşkencekê herî zêde dixwaze te tune bike, te bin pî bike, te bin erdê bike. Bi aliyê xwe yê herî hovane derdikeve holê. Nirxê herî qirêj derdixe holê. Esad Doktor Yildiran ruhê Tayyip Erdoğan hin ser xeta dirêj jiyan dike. Bi tecrîda Serokatî di girtîgeha Imralî de niha ruhê zindana Amedê tê jiyankirin. Berxwedaniya vê heye. Ev mîratê Serokatî avakiribû, di zindana Amedê de jî Serokatî avakiribû. Lê aniha di zindana Imralî gihiştiye astekê hin cuda. Astekê hin mezintir di zindana Imralî tê jiyankirin. Ruxme ku tenetî tê jiyankirin di vê derê dem, ruxme ku tecrîd tê jiyankirin, ji hemû tiştên xwe qutkirin tê jiyankirin. Dîsa Serokatî bi gel re xwe kirî yek. Bi civakê re kiribû yek, bi azadî re kirî yek. Nav çar dîwaran de di tecrîda de dimîne. Ev wekî mirovekî bi fikrê azad bi ruhê xwe azadî jiyan dike. Serokatî bi xwe dibêje cezayekê rumetî ye, cezayekê pir giran. Mirov dema niha sekna Serokatî bifikre. Gotinên Serokatî bifikre, Serokatî aniha di vê zindanê de jiyan nake. Belkî di vir de îşkencê herî herî mezin e. Di vir de tecrîdekê pir pir mezin heye. Lê Serokatî di vê tecrîdê de bi sekna xwe, bi fikrê xwe yê azad, bi nirxandina xwe ya azad, bi hişmendiya xwe azad jiyan nake. Ji me zêdetir di wir de civakbûnê avakiriye, jiyana azad ava dike. Rojane nûbuyîn ne girêdayî şert û mercên fîzîksel. Berxwedanî kiriye milîtantî. Ev di wir de aniha di astekê jor de tê jiyankirin. Şkandina tecrîdê fîzîkî dikeve ser milê gerîla, ser milê gelê Kurd. Aniha em çiqas ji bo Serokatî ber xwe bidin, em çiqas azadiya Serokatî bifikrin. Em ji bo vê dixebitin. Ji bo vê şev û roj, saet bi saet, saniye bi saniye em xet çalak bikin û ewqas em dikarin bigihîjin bi vî awayî. Çawa ku mesele Serokatî di xwe de saniye bi saniye çalakbûnê ava dike, saniye bi saniye guhertin di xwe de ava dike, saniye bi saniye civakê ava dike, gel ava dike. Serokatî di aliyê fîzîk de pêwîste gel me be jî. Em vê hesretê xwe yê çend salan têrê bikin. Dîrok her tim bi zêdebûna xwe xwe xeber dike. Ser hevdu ser hevdu mezintir dibe. Aniha ruhê Kemal Pîr di kolanan de li Bakûr û Başur, li Rojava, li Şengalê, li Rojhilat zêdetir bûye. Bi vê mîratê em berxwedana xwe hin zêdetir bikin û bigihîjin ku Serokatî bi awayekê fîzîk jî li gel me be û em jî vê hesretê xwe êdî xilas bikin.

Di dawiyê de wekê gerîlayên YJA-Star hûn dixwazin ji bo xwendevanên me çi bêjin?

Hevala Hêlîn Çekdar: Roja ku em tê de, pêvajoyê ku em tê de pêwîste hêzekê pir xurt em bistînin. Bi destekî tenê em nikarin tiştek jî bikin, pêwîste em du dest bibin. Pêwîste em hemû destê xwe bixine yek. Bi rastî ez dixwazim ji gelê xwe re bêjim, pêwîste em di roja me ya îro bibine yek. Eger em nebine yek, wê bibe sedem ku pir tişt werine serê me. Me belkî bi salan îşkence xwar, me zorahî xwar, me bi hezar şehîd da, bi hezar birîndaran, bi hezar êş û elem da. Bi rastî ez dibêjim bese êdî! Heta kengî? Ez dixwazim ku îro Kurdên her çar parçe dibine yek. Bibin destek ji bo vê qirêjbûnê em tune bikin. Ji bona vê jî ez vê dixwazim.

Hevala Ronahî Kurdistan: Ji bo avakirina tekoşînekê rast pêwîste em bikevin lêgerînekê rast. Bila gelê me li hemberî sîstema kapîtalîzmê derkeve û bikeve lêgerîna Modernîteya Demokratîk. Lêgerîna Modernîteya Demokratîk mirov dibe hemû encaman. Bila hemû gelan, hemû kes û hemû netewan bikevin ser reya lêgerîna rast û felsefîk. Felsefe bi lêgerîn hatiye avakirin. Mirov dikare bêje felsefe ku Serokatî di gerdûnê de dixwaze bide avakirin, felsefeya bingehîn wek di Hîlala Zêrîn ev lêgerînên me yên Kurdîtî û lêgerînên gelan ên netewî ne. Ew bi lêgerînên felsefîk des pê dikin. Lêgerîn hebe, encam jî hene. Lêgerîn hebe, tekoşîn jî tê avakirin. Lêgerîn hebe, kesayet jî xurt dibe. Lêgerîn hebe, gel jî ber xwe dide. Ji bona ku gel bêje ez wekê netewek im. Ez li ser xaka xwe wek netewekî Modernîteya Demokratîk dixwazim bidim jiyankirin. Ji bona vê pêwîste lêgerîn hebin.

Hevala Zeryan Hezex: Ez dixwazim bêjim, bangawaziya min ev e: Werin tevlî vê refê bibin! Reya vî hevalî Kemal Pîr jiyankirin. Nikarim bînim ser ziman, ji ber ku pêwîste jiyan bikin. Vî hezkirin, vî bawerî, vî hêvî ku tu her tim vê tekoşîn dikî pir cuda ye. Tu wextê jiyan dikî, tê de net î. Yanî me vî anî ser ziman mirov pêwîste jiyan bike.
Di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de ez ê bejna xwe hemberî hemû hevalên ku niha li Bakûr û her çar parçeyên Kurdistanê şehîd dikevin, ditewînim. Ez di vê baweriyê de jiyan dikim, ji ber ku: Bê Serok jiyan nabe! Em Serokê xwe azad bikin!

Kategori: Nivêsên Rojêvî