Tirkî  |  Erebî

Sozdar Avesta

rojev puşber 2

Em dikevin 20. Salvegera Şahadeta Rêheval Zîlan. Ji bo tevgera jin hûn vê pêvajoya 20 sala çawa dinirxînin?

Salvegera bîstemîn a çalakiya mezin û jiyana bi wate ya rê rêheval Zîlan em bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember tevahî şehîdên rûmetê û têkoşîna azadiya jin di tewînin. Em ew soz û biryara xwe ya ku me bi vê wesîlê dabû,

ji bo bibin şopdarê xeta şehîdên şoreşê û azadiyê, nû dikin. Çalakiya rêheval Zîlan bîst salê xwe temam kir. Di vê xeta pîroz de têkoşînek bi wate avabû û bilind kirina wê xûrtir bû. Bêguman, ê ku bû sedema mezinkirina vê têkoşînê rêheval Zîlan bi xwe ye. Çalakiya rêheval Zîlan bersivekî mezin bû, li hember konsebta tune kirina PKK'ê û tune kirina gelê Kurd.

 Tevgera azadiya Kurdistan di sala 1995'an de derbasî pêngavekî nû dibe, bi vê pêngavê re Rêber APO xwast di kongre ya PKK'ê de derbasî merheleyekî nû bibe û bi vê wesîlê jî encam were girtin. Ji ber vê yekê gelek guhartin di kongre ya PKK ê de da avakirin. Bi taybetî di bernamaya PKK ê de û ala wê de guhartinek mezin pêşxist. Di heman demê de xwast PKK'ê di hêla zihnî, şêwazê wê yê kilasîk te jiyanek bi wate bi afrîne û pêşbêxe. Bêguman, nêzîkatiyên li gor xwe yên tasfiyeciya ew bû ku, tevgera PKK'ê şûnve bikşînin, di milê taxtîkê şer de lewaz bikin. Bi rastî ew dem ev nêzîkatî bi awayekî dijwar derdiketin pêş. Lê, bi ruxmê ku ev nêzkatî xwe bi awayekî dijwar dida pêş jî lê, dîsa jî nekarîn tu bandoriyên neyînî li ser tevgerê bike. Berovajiyê wê di sala 1995 û 1996'an de tevlêbûna gerîla û bi alîkariya gel ji bo Rêber APO û tevgera azadiyê zêdetir bû. Lê, di hinek fermandaran de şêwazê rêvebirinê û di textîkê şer de xwe dûbare kirin hebû, ev jî di hîşt ku ji derve de wek hêzên navnetewî, Kurdên ku hevkartiya neyartiya Kurdan dikirin ên ku dixwastin li ser PKK'ê konsêptek nû bikin bandoriya xwe da çêkirin. Ango PKK'ê tengav bikin ji bo derketina nû û konsêbtek nû li ser PKK'ê pêş bêxin. Ji ber ew hêz dizanîn ku PKK'ê hêzekî altirnatîf û afrînere, ji bo tevahî Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo gelê Kurd. Ji ber vê yekê hêzên nav netewî di nava hewlidanekî mezin de bû ku li hember tevgera PKK'ê konseptekî pêşbêxîne. Ev hewildan bi piranî di sala 1995'an destpêkir û di sala 1996'an kete meriyetê. Di bûhara 96'an de bi awayekî vekirî hat nîqaş kirin ku wê tevgera PKK'ê tasfiye bikin. Ev nîqaş bi taybetî jî li ser kesayeta Rêber APO pêşket. Yê ku vê nîqaşê pêşdixistin jî ew dem komara Tansuçîler û hêzên koalîsyonê wek ANP, DYP yên ku bi hev re bibûn koalîsyonek. Ji ber ku di nava dewletê de nakokî pêşketibû û dewleta kûr jî li ser iqtîdarê bû, her hêzek ji wan di nava hewildanakî mezin de bû ku, kî ji wan bi karibe derbeyekî dijwar li PKK'ê bide. Ji bo ku bi vê serkeftina erzan bibin hêzên desthilatdar û hegemon. Ji ber vê yekê dûrişmeyek Tansuçîler bi vî awayî hebû û di got; “yan hebûna Serok APO, yan jî tunebûna wî.” Bi vî awayî ketibû di nava tevgerê de. Hem di nava dewletê de sermayek mezin dabû avakirin hem jî di nava xwe de hêzek çeteçîtî pêşxistibû. Lê belê, Rêber APO ev tehlîke di destpêkê de dîtibû û li ser wê jî dahûrandin da çêkirin. Encama ev konsepta ku hatiye pêşxistin de, ev hêz xwastin di sala 1996'an de li Şamê li ser Rêber APO komployekê bi sekvanî pêkbînin. Lê, ji ber ku Rêber APO ev nêzîkatî dîtîn û li hember wan tedbîrên xwe girt, karî wan êrîşan vala derxîne. Di Gulana sala 1996’an de raste rast êrîş birin ser Serokatî.

Di wê demê de jî tevgera PKK'ê di nava kongre ya çaremîn de bû, hemû rêheval kom bibûn ji ber ku nîqaşên pilan saziya salê dihat çêkirin. Ger di wê demê de li Şamê ew êrîş bi ser keti ba wê li dijî Rêber APO darbeyek mezin pêkhatiba. Di heman demê de wê di çiya de li biryargeha navendî ya li qada Zapê xistibana nava dorpêçê de û darbeyek mezin jî gihandiba wan. Wê ev jî bi alîkariya PDK'ê pêkhati ba. Bi vê wesîlê dewleta Tirk dixwast bihara 96'an bike sala tune kirina PKK'ê. Bêguman, roja ku dixwastin vê komployê li dijî Rêber APO pêkbînin jî hatibû hilbjartin. Roja ku li ser Denîz Gezmîş û her du rêhevalên wê biryara sêdarê hatibû girtin, xwastin wê rojê jî komploya li ser Rêber APO encam bigrin. Her dem Serok APO digot; “têkoşîna me mîrasê wan rêhevalan li peyî xwe hiştine, ji ber vê dewleta Tirk dixwast mesajekî bi vî rengî bide me û got ku we li kuderê dest pêkir emê we di wir de tune bikin. Ev bûyera ku hatî jiyan kirin hemu jî li ber çav bû.

Piştî vê komploya sekvanî li dijî Serok APO pêk hatî, pêvejoyek nû dest pêkir. Di wê demê de rêhevala Zîlan bi rûhê xwe û hîskirina xwe ji pêvejoya ku dihat jiyan kirin, girîngiye Serok APO ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn dizanî ji ber vê ket di nava lêhurbûnê de. Bi rastî rêheval Zîlan di nava zanebûnek dîrokî de bû û di heman wextê de dizanî bû ku serhildanên Kurda yên berê hatine pêkanîn û hatine tunekirin jî ji ber vê sedemê bû. Li ser vê bingehê rêheval Zîlan xwast çalakiyek li dijî vê komployê pêkbîn e. Ji bo hemû hewlidanên hêzên navnetewî vala derxîne û bê ancam bike. Ev çalakî di sala 1996'an roja 30’e Hezîranê de pêkanî. Bi rastî ev çalakî ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji bo jina Kurd despêkek nû bû. Ango wek rojek mîladî hat bi nav kirin. Ji xwe roja 30’e Hezîranê di nava xwe de wateyek gelek mezin û girîn di hewîne. Ji ber ku rêheval Zîlan ev rastî şîrovekir û derxiste holê, ev jî bi çalakiya xwe tesbîtkir.

Em jî wek tevger roja 30’e Hezîranê wek despêkek nû ji bo xwe esas digirin. Lê belê, em dîroka xwe du beş dikin, berî 30’e Hezîranê û piştî 30’e Hezîranê. Êdî di asta pêşketina PKK'ê de û di artêş bûna wê de pêşxistin wek eniya ku hatiye rêxistin kirin mîna PKK, ARGK, ERNK û di qada civakê de astekî mezin hatiye rêxistin kirin. Bêguman, asta azadiyê, asta biryar diyînê û asta encam girtinê bi çalakiya rêheval Zîlan re derket pêş. Mirov dikare bêje milê wê yê rêxistinê pir li pêşe, dîsa jî milê rêgeza wê ya birdozî pir xurt bû, di heman demê de milê textîkê şer pir zêde li pêş bû û wek taxtîkekî nû ji bo tevgerê hat dest girtin. Dîsa di felsefya jiyana azad de derketinek nûye, bi taybetî wek jin ya ku di civakê de têkoşîn kiriye û rabûye serhildanê, lê vê carê bi nasnemeya jina azad wê derbikeve pêş. Ji ber rêheval Zîlan van destkeftinan bi çalakiya xwe misogerkir. Rêheval Zîlan di nameya xwe de ev tişt anî ser ziman û got; “ez şopdarê rêrêheval Binevş Agal û Bêrîtana me.” Çawa ku rêheval Binevş pêşengtî kir di qada civakî de û bû sembola serhildanê di civakê de, dîsa rêrêheval Bêrîtan(Gülnaz karataş) di qada leşkerî de baweriyek, hêviyek mezin dertxist û bû pêşengek mezin ji bo têkoşîna azadiyê a jin di nava artêşê de. Dîsa li hember konsepta navnetewî, ango li hember hemû cûreyên îxanetê derket û bin pêkir. Di heman demê de di tevgera azadiye de derketinek mezin avakir. Bêguman, rêheval Zîlan di pêşketina partiyê de zêdetir rol leyîst. Bi vî rengî mirov dikare wetaye çalakiya rêrêheval Zîlan vegotin bike.

 

Serokatî rêheval Zîlan weke manîfestoya xwe nirxand. Ev nirxandin tenê ji bo çalakiya rêheval Zîlan derbas dibe?

Dema ku Serok APO çalakiya rêheval Zîlan bihîst em bi xwe li gel Rêber APO bûn. Cardin gava ku ew komplo li hember Serokatî pêş ket jî me bi xwe şahîdiyê wan rojan jî kir. Roja ku rêheval Zîlan çalakiya xwe pêkanî, roja din Serok APO me li ser cîhazê mezin komkir û dest bi axiftinê xwe kir. Lê, beriya wê bi demekî nameya rêheval Zîlan li Dersîmê ji bo tevahî rêhevalan hatibû xwandin. Piştî wê bi çend roja nameya rêheval Zîlan gihîşte Rêbertî û li ser vê esasê jî wê ji bo çalakiyê nirxandin hatiba kirin. Bêguman, Serokatî ev çalakiya ku hatî pêkanîn wek çalakiyekî kesayetî negirte dest. Lê, ya ku ev çalakî pêkanî kesekî pîroz û binirx bû. Ji ber ku kesekî ramanê xwe di nameya xwe de nivîsand bû, çalakiya xwe pêkanî bû û hestên xwe derxisti bû holê. Lê belê, Serok APO bi vî awayî şirove kir û got; "ger yek xwe baş rêxistin bike, xwe baş tevger bike û xwe di armancê xwe de kilît bike, ew dem wê bigihîje van destkeftinan."Bi rastî jî rêheval Zîlan gelek bawerî dida Rêber APO. Rêheval Zîlan di nameya xwe de ji bo Serok AP dibêje; "ez baş dizanim ku tu şopdarê rêhevalên şehîdî û dema ku ez şehîd bi kevim, baş dizanim ku hûnê vê çalakiyê baş binirxînin.” Ev tê wê wateyê ku rêheval Zîlan Rêber APO baş fêmkiriye. Heya ku gihîştiye encama biryara çalakiyê bide û biçe pêkanînê. Bêguman, şiroveyên ku Serok APO kirbû, gotin û çalakiya rêheval Zîlan hev tamam dike. Dîsa rêheval Zîlan di nameya xwe de dibêje; "xweziya ji canê min zêdetir canekî din heba minê ji bo we û di oxira azadiyê de feda kira.” Serokatî ne kesekî bi tenê ye, Serokatî saziyeke, ruheke, felsefeya jiyanê ye û şêwazê rêxistinî ye. Dîsa mirov dikare bi yek gotinê vegotin bike ku Serokatî jiyanek ji nû de afirandiye. Ev jî di şexsê Rêber APO de bûye ruhê têkoşîna azadiyê, ruhê PKK'ê. Bi rastî ruhê Serok APO û ya PKK'ê hev tamam kiri ye.

Ji ber rêheval Zîlan şopdarê Serok APO ye û felsefeya qada leşkerî û jiyanê ye. Bi çalakiya xwe re ev tacîdar kir. Ji ber vê yekê dema Serokatî çalakiya rêheval Zîlan şirove dike, ji bo xwe wiha bi nav dike û dibêje; "rêheval Zîlan fermandara me ye û divê em dibin emrê wê de bimeşin." Ango jinek şoreşger dikare di Kurdistanê de derketinek wiha mezin bike. Di heman demê de tabûrek nekarî bû vê çalakiyê baş îfade bike, Serokatî tenê bi şêwazê wê ya leşkerî ve nema. Ji ber Serokatî dît ku çiqasî rêxistin kiriye, çiqasî xwedî biryare û çiqasî bi eşqa jiyanê ve girêdayî ye. Mirov dikare bêje ku şiroveya Serokatî û çalakiya rêheval Zîlan ji bo me wek pêvejoyek nû ye. Ji ber ku bo bingeha xwe naskirinek, bingeha derketinek nû ye ji bo tevgera me. Lê, piştî wê di şexsa rêheval Zîlan de xwedawantî pêşket. Ji ber bi hezaran sala xwedawantî di xaka mezopotam ye de di qada Zagrosan de pêşktiye û heya roja me ya îro berdewam kir, encex kesayetên weke rêheval Zîlan bibin şopdarên wan. Ev jî gelek girîng û bi wateye.

 Tiştê ku Serokatî xwast bêje û bide fêmkirin ji bo tevahî jinan û bike ruhê tevgera jina azad ev bû. Ango xwebûn avakir, jin ji felsefeya koletiya bihezaran sala hatiye avakirin jê qût kir. Ew nêzîkatiyên bi hezar salana li ser jin tê meşandin weke, zilamê ku xwe di mêjî, dilê jin de avakiriye û jina ku gihîştiye asta xwe tenê ji bo zilamekî memnûn bike amade dike, bi hemû nêzîkatiya xwe ya ku ne aîdê wê û ew nêzîkatiyên ku aîdê zilamek, di mal de aîdê malbetê, bav û birayê xwe ye. Lê belê, rastiya jin berê ne wisa bû, rastiya mirovahî ne wisa ye. Jin di wan pêvejoya de kole ne hatibû cîhanê. Berovajiyê wê jin şoreşa neolotîk meşandiye, hemû pêkhatî û destkeftiyan jî meşandiye. Lê, piştê ku netew dewlet pêşket, hîle û kurnaztî ya zilam pêşket ev hişt ku jin bigihîje asta ku hemû destkeftiyên xwe winda bike û ji destê wê biçe. Jin ji destê jinê hate girtin, weke ku Serok APO dibêje; "her tişt ji destê jin hate girtin û derxistin.”Jin bi demê re ji wate ya jinbûnê derket û her wiha vegotina peyva jin jî hate qedexe kirin. Bi tayebtî Serok APO fedayetiya û qehremantiya rêheval Zîlan bi vê astê girte dest, birastî jî wisa bû. Ev lehengtî paşe roj û pêşe roj xist yek. Ji ber dîsa xwedawendî ji nû de li ser vê xaka pîroz şîn bû û şopdarên ji Stara heya Zîlan a ji nûde derketin. Bi rastî ev pir girînge û wateya wê pir mezine, bi taybetî gav avêtina rêheval Zîlan ya li ser rêya heqîqetê û bilind kirina Rêber APO ya vê pêngava pîroz.

 

Nirxandinên gelek kûr yên birdozî di nameyên rêheval Zîlan yên ku pişt xwe de hiştine de heye. Bi taybetî jî rêheval Zîlan dibêje; “ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate û çalakiyek mezin.” Şervanên ku di jiyanê de wate avanekin dikarin çalakiyên mezin pêkbînin?

 Bêguman, ew ruhê çalakiya rêheval Zîlan beriya biçe çalakiya xwe pêk bîne di nameya xwe de anî ser ziman. Dema nameya wê tê xwendin mirov têde ruhek dibîne ew ruhê têkoşînê, evînê welat û jiyanê, dîsa ruhê rêhevaltî û serkeftinê dibîne. Ji bûna vê jî Serokatî hîskir û jê re got manîfêsto. Ger mirovekî jiyanek bi wate avaneke û nekarî be jiyanek bi wate bi afrîne ew dem nikare çalakiyek bi vî rengî jî li darbêxîne. Bi rastî gotina rêheval Zîlan pir girînge dema ku dibêje;"“ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate û çalakiyek mezin.” Jiyan ne bi wate be çalakiyek bi wate jî pêknayê. Dema ku îro em li faşîzmê dinêrin û qirkirînên ku li ser tevahî gelan pêktînên tu wateya wê nîne, ji ber ku jiyana wî jiyanek be wateye, jiyana wî têde desthilatdarî û zordarî heye. Li gorî wan jî çalakiya wan li ser bingeha qetîl kirin û komkujî çêdibe. Lê belê, çalakiya ku em behs dikin ya rêheval Zîlan e. Ji ber ku çalakiyek li hember êrîşên hovane çawa dikare bisekine, çawa jiyana azad biparêze, çawa dikere jiyanek nû li ser vê xakê bide jîn kirin. Niha em mêyzebikin ev jiyana watedar li sere bîst sal derbas bû. Ev manîfêsto heya sînorê Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn belav bû. Roja me ya îro şoreşa jinê bala tevahî cîhanê kîşandiye ser xwe û şoreşa jina Kurdistanê bûye hêviya tevahî jinên cîhanê. Hemû jinên cîhanê niha ji her demê zêdetir di van bîst salan de kêyfxweşin û dilsozin û dizanin ku êdî rêya wan vekiriye.

Di qadekî weke Rojhilata Navîn de çawa ku yekemîn dayîkbûyîn û xwedawendî di vir de derketin pêş, cardin heman demê de li vir jî rû bi rû kuştin û qirkirinê re ma û Rojhilata Navîn xistin di nava çemperê de. Dema ku niha Rojhilata Navîn tê bi lêvkirin herî zêde koletiya jinê û hakîmiyeta li ser wê tê bîra mirov, bi taybetî li ser birdozî û felsefeya îslamî ya radîkal, ya li dijberî îslamiyetê hovîtiya ku bi navê îslam çêdibe. Dîsa dema ku em li Rojhilata Navîn dinêrin em dibînin ku heya roja îro ev kaos berdewam dike. Lê belê, hêviyek heye, ew jî rêxistin bûna jina Kurde. Di van bîst salên ku derbas bûyî de, bi taybet di xeta rêheval Zîlan de tevgera azadiya jin gav bi gav xwe mezin kir. Ji artêşbûyîna jin dest pêkir û îro em mêzedikin partiya azadiya jina Kurdistan di pêşengtiya PAJK’ê de partiya yekemîn a jin di cîhanê de ye. Partiya birdozî, rêxistinî, azadiyê û partiya ku xwe bi parastinê pêşdixîne. Di heman demê de di aliyê felsefeya azadiyê de xwe pênase dike. Lê hişmendî û aqlê zilam bi zanista jin a jineolojî û hemî zanistên bingehîn ya ku di civakê de derketiye li gorî berjewendiyên xwe ev zanist bikaranîn e. Zanista jin bi demê re hatiye înkar kirin û rû bi rû bi helandinê re maye. Ev zanist hatiye berovajî kirin, êdî bûye bin emrê desthilatdariya zilam û hişmendiya wî de. Lê di pêşengtiya Partiya Jinên Azad ê Kurdistan ê de PAJK carek din bi her awayî hem di aliyê birdozî, dîrokî û hem jî di aliyê jiyanî vê ji nû de pênase dike û rastiya jina azad derdixe holê. Bi vê pêngavê re rastiya dîrokê tê rast kirin, ev jî ji bo me hemûyan pir girînge. Dîsa jî di pêşengtiya rêxistinbûna Komalên Jinên Kurdistan KJK'ê re di tevahî Kurdistanê de jin aniha dikare xwe bi xwe bi awayekê serkeftî tevger bike, meclîs û komînên xwe çêbike. Di heman demê de çapemeniya azad ya girêdayî jinê avabike û zanabûna xwe pêşbêxîne, akademiyên xweser ji bo bikaribe li gor felsefeya jina azad û exlaqa nûjen ya civaka exlaqî xwe perwerde bike ava dike. Her wiha ji bo ku bikari be ew bê exlaqiya ku jin xistine emorekî cinsî û wek objeyek bikartînin, li hember van bê exlaqtiyên ku li ser jinê meşandine, akademiyên jinên azad tên pêşxistin. Lê belê, di roja me ya îro de jin ji derveyê van pêşketinan hatiye hiştin. Ango yê ku kedê herê mezin dide jine. Ev di nava mal de, ji derve, bi mezinkirina zaroka bigre ewqasî ked didin lê ew kedê wan ti carî nayê dîtin. Ji bûna vê yekê jin êdî xwe bi xwe rêxistin dike û di asta dîplomasî de xwe pêşdixe û hêz dibe. Lê belê, ya herî girîng ewe ku jin dibin bingeha KJK'ê de parastina cewherî û yekemîn artêşbûna jina Kurd ya ku li ser xeta rêheval Zîlan û Bêrîtan pêşketiye xwe rêxistin dike. Ango di her çar perçeyê Kurdistanê de artêşbûn avakirin, ev artêşbûn jî bûye hêviya tevahî jinên cîhanê û bi taybetî ya jinên Kurdistan ê. Berxwedana ku jin di Bakur ê Kurdistanê de pêşdixe û têkoşîna ku li hember faşizma dewleta Tirk daye mînakekî ber çave. Yek ji wan jinên ku serî li hember neheqtiyê rakiriye rêheval Zîlan û çalakiya wê bû. Dîsa çalakiya rêheval Bêrîtan, Bêrîvanan bû.  Ango yên li pêyî xwe ev mîrasa hiştine û yê ku li ser şopa wan berdewam kirine rêheval Arîn bû. Rêheval Arîn di Rojavayê Kurdistanê de li hember faşizma DAîŞ'ê, ji bo ku nehêle civak windabike û neyar li ser civaka Kurd zordarî, desthilatdarî pêşpêxîne çalakiya fedaîtî pêktîne. Di heman demê de ji bo ku desthilatdariya zilam di şexsê DAÎŞ'ê de vala derbêxîne.

Berxwedanên jinên Rojava di kesayeta Arînan de bû sembola azadiyê. Dîsa jî li Başûrê Kurdistanê li Şengalê di 3’e Tebaxa 2014'an de, komkujî û fermana ku li ser civaka êzîdî pêk hatî piranî li hember jinê bû. Mirov dikare bêje ku li ser xeta Zîlan’an ev têkoşîn kete Şengalê jî û berxwedaniya wê mezin bû. Îro jî jin di Şenagalê de bû xwedî yekîniyên xweser, û bi ruhê Bêrîvanan ev têkoşîn di her kêlîyekê de belav û mezin bû. Êdî jin dikare xwe bi parêze û tevger bike. Dikare van serkeftinane bi civakê bide qebul kirin. Bêguman, di xeta Zîlan’an de li Rojhilatê Kurdistanê di şexsê rêheval Şîrîn Elemholî de wek cara yekemîn li vê qadê hemberî faşîzma dewleta Îranê ya ku siyaseta îdam û tune kirinê li ser civak û bi taybetî li hemberê jinê hemû cûreyên zextê bi kartîne berxwedaniyek bêhempa dide raber kirin. Rêheval Şîrîn dixwaze weke şêwazê rêheval Zîlan çalakiya xwe li Tahranê pêkbîne. Ruxmê ku  tê girtin jî û diçe ber dara sêdarê jî, serê xwe na tewîne û dibêje; “Hun tu carî nikarin destdirêjî li fikir û ramanê me, li îdeolojiya me bikin.”

Artêşbûyîna jina Kurd ji bo her çar perçeyê Kurdistanê nûbûyîneke. Bi taybet wek artêşa YJA Star xwe bi tevger kiri ye. Weke ku Rêber APO di got ; “şoreşa Kurdistanê, şoreşa jinê ye.” Bi rastî jî êdî şoreşa cîhanê şoreşa jinê ye. Tenê ne şoreşa Kurdistanê û ya Rojhilata Navîne, ev şoreş bûye şoreşa tevahî mirovahiyê, ya ku êdî xwedî li kedê xwe derdikeve. Ev jî bi destê jinê hîn zêdetir watedar bibe.

Ji ber vê yekê çalakiya rêheval Zîlan di bîst saliya xwe de, ji bo tevahî jinên cîhanê bûye xeta azadiyê. Çalakî bi van pêngavan re gihiştiye armanca xwe. Ev çalakî Rêber APO mezin kir û ji Zîlan, Zîlan’an avakir. Ev demên dîrokî, vê yekê ji me dixwaze, divê roja pîroz de û di vê sal vegera bîstemîn de, pêwîste mirov carek din xwe li ber çavan re derbas bike û xwe ji nû de lêpirsînan re derbas bike. Em weke tevger di kûr de kêm man û me nekarî em ji pêvajoyê re bibin bersiv. Di heman demê de em jî bibin xwedî jiyanek bi wate û çalakiyek mezin, hem ji bo YPS jin, YPJ û hem jî ji bo yekîniyên jinên Şengalê, wek hêzên parastina jin HPJ û hem jî weke yekîniyên jina azad YJA Star ev refan hîn zêdetir werin xort kirin. Pêwîste li ser xeta rêheval Zîlan hîn zêdetir tevlîbûn mezin bibe. Di xeta azadiyê de xwe kilît bikin ji bo ku em bigihîşin armanca xwe. Ji ber destkeftiyên bîst sala gihîştiye asta ku tu carî bin nekeve. Li ser vî esasî ez bang li tevahî keçên Kurd dikim û jinên azadîxwaz, demokrat û saziyên jinan dikim ku bila nehêlin van destkeftiyên pîroz têkbiçin. Ji bo azadiya Rêber APO û tevahî jinan em têkoşîna xwe bilind bikin û serkeftinê misoger bikin.

Kategori: Nivêsên Rojêvî