Tirkî  |  Erebî

Tolhildan Goyî
8ADAR KURDI
Roja 8’ê Adarê vegotina roja li hember pergala ku heye xwedî mafê xwe yê cewherî derketin, parastin, serî rakirin û roja berxwedaniyê ye. Di roja me ya îro de modernîteya kapîtalîst 8’ê Adarê weke roja pergala zilamê serdest rol û mîsyonên ku ji bo jin daye diyar kirin digre. Wisa kiriye ku vê rojê weke amorekê ku

ji bo berjewendiyên xwe yê aborî bikartîne. Di nava pergala ku jin tevahî mêtingeriyê jiyan dike de 8’ê Adarê ji cewherê wê derxistine, hûndirê wê vale kirine. Ev jî tê  wê wateya ku rastiya jin rê derxistinê.

Dîroka 8’ê Adarê tam weke rojekê ku bilind kirina têkoşîna jin wateyê xwe girtiye. Sala 1857’an de li bajarê Newyork ê girêdayî Emerîka bi hezaran jinên ku di febrîqayên tekstîlde kar dikin ji bo rojên xwe yê kar ên 10 seatan û şertê wan yê kar wekhevbe, mûçeyê wan wekhevbe desbi grevê kirine. Ji bo ku ji derve ji wan re piştgirî ne yê dayîn deriyê fabrîqayê mifte kirine. Piştê wê jî ew agirê ku bigûman pê ketiye û di hûndirê wê fabrîqayê de 128 jinên kedkar jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer pêşiya berteka vekiriye. Piştê wê jî sala 1903’an de li ABD ji bo ku jin mafê xwe yê aborî, polîtîk, û şexsî bi parêze koalîsyona sendîqayên jin avadibe. Di sala 1908’an di meha Sibatê de daxwazên jin di Newyorkê de ji bo dengdayînê mafê xwe yê polîtîk û aborî bi çalakiyên xwe re yekemîn roja xwepêşadana jin tê pejirandin. Têkoşîna jinên Emerîqaliyan bandor li ser jinên Ewropajî kiriye. Di sala 1910’an de konferansa jin ya jinên navnetewî yê sosyalîst de bi pêşniyara Clara Zetkîn re ji bo ku ew roj bibe roja têkoşînê tê qebulkirin. Di dawîde 1972’an de li Sîdney bi navê tevgera Mart bi organîzasyonek mezin hatiye pîroz kirin û heya roja me ya îro tê.

Dîroka mirovahiyê bi jinê re destpê dike. Demên destpêkî yê civakbûyînê û bûyîna mirov di pêşengtiya jin de pêkhatiye. Ji bo vê jî pêwîste were zanîn ku heq û azadiya ku ji destê jin tê girtin di aliyê nirxê manewîde aslinde nirxê manewî yê mirovahiyê ye. Ango jina hatiye xistin vegotina civaka ku hatiye xistin dike. Li Newyorkê cara yekemîn jin bi hevre ketina di nav berxwedaniyê de û li derê febrîqa kilît kirin û derê wê girtin û şewitandina jinan dide diyar kirin ku hişmendiya heye berxwedaniya jin û azadiya wê qebûl nakin û jinên azad ji bo xwe xeteriyek dibîne ve girêdayî ye. Di wan salan de tişta ku hatiye şewitandin ne bedena jine, tişta ku hatiye şewitandin jina azad û di vê bingehê de şewitandina civaka azade.

Civaka azad ya ku jêre tê gotin serdema zêrin û bi destê jin hatiye avakirin B.M. 12000 di wê derê de bi rengê jin û bi kedê jin hatiye têşe girtin. Di civaka xwezade jin asta xwe ya xwedawandatiyê jiyandike. Piştê ku dewlet û hiyararşî pêşdikeve bi wê civakê re tevahî nirxên ku jin di civaka xwezade avakiriye dest danîne ser û jin jî di nava pergala zilamê mêtingerde hêdî hêdî tê xistin. Di vê demê re şkestina yekemîn tê gotin. Piştê vê demê jî jin bi hezarsalan hatiye tûne kirin, mêtinkirin, nasnameya wê tûne kirine, dengê wê gut kirine, jiyana wê ji destê wê girtine ew jî ji jiyanê xeyidiye, bê bawer ketiye û bûye nesneya ku ji xwe biyanî bûye. Bi pêşketina civaka dewlet dar re bi olên yek xwedayî re navê jin jî hêdî hêdî ji dîrokê hatiye sîl kirin. Bi îslamiye tê re rastiya jin bi awayekî cûda hatiye girtin û carekê din jî nekariye vegere ew roj û jiyana xwe ya xwedawandiyê. Bi vê awayî pergalên baviksalarî rastiya dîroka jin ango rastiya dîroka mirovahiyê ji tevahî civakê dizîne. Jin mehkûmê labîrentê hatiye kirin û di wirde xeniqandiye û xistiye di nava bêçaretiyê de. Hişmendiya zilamê serdest jin di nava pergala xwe de weke metayek û cinseltiyekê bikartîne. Di wê mafê xwe de dibîne ku li ser beden,fikir û jiyana jin hertiştê bike.

Pergala kapîtalîst, pergala ku herê zêde nirxên ku di civaka azad de ji bo mirovahiyê hatiye afirandin tûnekirina wê, û hem jî serdema ku herê zêde jin mêtîngerdike , qetildike û pergala ku herê zêde ji rastiya jin re îxanet kiriye. Cardin wisa li jinê kirine ku cinsê herê zêde ji cinsê xwe hatiye dur xistin û bîyanî bûye jin bi xwe ye. Jina ku di saziya malbatê de kedkarê pê pere ye, qada aborî de jî koleyê bê mûçeye. Di gadê civakî de jî ya bi temamî nedîtî hatiye xistin ya jî bi êrişekê yê kûr ê psîkolojîk re bi destdirêjiyê re dûcar maye. Ji xwe di polîtîka û siyasetê de jî cihê wê hertim di plana duyemîn de ye. Gotina ji bo jin hatiye bikaranîn weke “porê wê dirêj, aqlê wê kêm” di aliyê pergala baviksalarî de weke heriyek li jin xistine. Jin amorê kapîtalîzmê yê kare. Ji bo vê jî her tiştê ku jin ji bo maf û azadiyê dixwaze ji bo wê çalakî dike, berxwe dide, deng derdixe ew dem di nava pergala zilamê desthilatdar de û civaka ku bi hişmendî û feraseta xwe ava kiriye bi kuştin, komkujî re rû bi rû di mîne. Di nava pergalek û rastiya civakek wisa de tiştê ku dikeve para jin rastiya jinekê ku bêziman, bêxeyal, bê hîse. Ji bo vê yekê ye ku di civaka heyî de pirsgirêka jin pirsgirêka herê kûr û bi bingeh derdikeve pêşiya me. Heya ku azadiya jin neyê destxistin mirov nikare behsa civakek azad jî bike. Ji bo vê yekê ye ku Serokatî bi salane li hember pirsgirêka azadiya jin xwedî kede û nirx dide raberkirin. Pergala ku heye dibêje “destpêkî jina bidin” lê di felsefeya Serokatiya me de jî di despêkîde azadiya jin esas girtiye. Pergala desthilatdar ya baviksalarî yekemîn bandorê ku di civakê de avakiriye hilweşandina hişmendiyê ye. Ev pergalane nirxê civakê yê exlaqî, polîtîk tûnekirine. Civakekê zayendperestî, yekane û civakekê ez ezî avakirine. Bêguman di nava civakê de kurbanê herê mezin yê ku bi cewherê xwe re biyanî bûye jine. Yê ku herê zêde cewherê wê nêzî azadiyê jine. Lê bi laçikek reş jin nûximandin û dîl girtin. Kirin mehkûmê jiyanekê girtî, bêçare û bêhêvî.  

Di Kurdistanê de jin bûye kurbanê feodalîte. Lê bi felsefeya Rêber APO re hevdîtinek pêk aniye û ji nûde zindî bûye. Dîroka xwe, rengê xwe keşîf kiriye hêz û baweriya cewherî qezenç kiriye. Jina ku cesaretê wê nîn bû ji mala xwe jî derbikeve avahiya hişmendiyek nû qezenç kiriye û hêza xwe ya cewherî keşif kiriye polîtîk bûye û weke çûka anka xwe ji nûde bi xweliyê xwe afirandiye. Jina Kurd cara yekemîn bi PKK’ê re artêşbûna jin jiyan kiriye û li hember amorên mêtingeriya pergala desthilatdar xwe gihandiye astekê wisa ku hem parastina cewherî ya xwe bike hem jî ya tevahî civakê bike. Tevgera me ya azadiyê di dîroka xwe de şahidiyê ji gelek qehremanên leheng re kiriye. Di heman demê de ruhê xwe jî ji rêhevalên weke rêheval Zîlan, Bêrîtan, Sema, Zekiye, Arîn û bi Sarayan digre. Her çiqasî di dîroka Kurd û Kurdistanê de dagîrkerî û komkujî were jiyan kirin jî, lê li hember vê her tim rastiya berxwedanê jî pêşketiye. Gelê Kurd sembola berxwedaniyê ye. Di roja me ya îro de tevgera PKK’ê û jina Kurd xwedî li vê kevneşopiyê derdikeve û li hember pergala dagirkeriyê bi qehremanî berxwe dide û şer dike. Îro şoreşa me ya ku li Rojava di pêşengtiya jin de pêşdikeve ji bo tevahî jinên cîhanê bûye model û çavkaniya morelê. Di vê wateyê de têkoşîna me ne tenê netewî ye di heman demê de gerdûniye jî. Di vê aliyê de felsefeya Serokatî ya ku rizgariya tevahî jinên cîhanê û azadiya wê digre hedefê xwe hêza herê mezin ya li hişmendiyê deshilatdaran û zordestan daye. Di nava PKK’ê de jin pêşengê jiyanê ye û ruh dide jiyana azad, xwezayê û civakê. Ji bo vê jî têkoşîna me bingeha xwe ji azadiya jin digre. Ger civaka ku bi hezar salane tê perçiqandin, tunekirin û tê qirêjkirin ji pencê pergala kapîtalîst yê we re rizgar kirin ev encex bi yekbûyîna tevahî jinên cîhanê bi vîna xwe ya azad re û bi têkoşînekê azad re gengaze. Ew dem wê jin ji nû de nirxên xwe dest bigre û civaka exlaqî û polîtîk avabike.

Em roja 8’ê Adarê roja jinên cîhanê bi vê zanabûyînê re pêşwazî bikin. Ev jî bi yekbûyîna tevahî jinên cîhanê re wê misoger be. Di heman demê de têkoşîna azadiya jin wê ji bo mirovahiyê jî rizgarî bîne. Ji bo jiyanek azad û rast avakirin ev giringe. Ji bo vê tevgera me ya azadiyê pêngava herê mezine. 8’ê Adarê ne xemilandina jinekê kole û xistina qefesê deye. 8’ê Adarê vegotina têkoşîna jinên zana û bi azad jiyanê di afirînin û serkeftinê destxine.

                          

Kategori: Nivêsên Rojêvî