Tirkî  |  Erebî

 Newal DİCLE
  PEVAJOCILE2
Gelê Kurd û hemû gelê ku jiyanek azad û hevbeş dixwaze, îro şere li Kurdistanê dimeşe, bi hişmendîya ku şere kî mirovahîye ye. Ji bo ev têkoşîn ser bikeve têkoşina xwe bê navber berdewam dike. Gelê Kurd li Rojava, Şengalê her roj berxwe dide û jiyana xwe ya azad tanzîm dike. Îro Bakure Kurdistanê ji bo jiyanek azad di nava têkoşîneki dîrokî deye.

Di Newroza 2013’an de peyama Rêber APO vekiri û zelal bû. Di Rojhilata Navînde aşitiyek mayinde encax bi Kurda re peşbikeve. Ji bo ve Rêberti rêbazê çarenûsa demokratik xwest pêşbixe û pir nirx da ve çarenûsa demokratik. Gelê Kurd û herêmê her çiqasî wate dane Rêbertî û piştgirî raber kirin jî di serîde Dewleta Tirk û hêzên statûkoparêz ev peyama Rêbertî wek gefek girtin dest û xwestin peşiya vê bigrin. Taybet li Rojava yê Kurdistan sîstema netewa demokratik gav bi gav peşketina wê ji bo gelek hêzên statûkoparêz tirsek mezin da avakirin. Ji bo vê rê û rêbazê siyasî, leşkeri ûpsikolojîk xwestin vê rewşê paşde bixin heta tûne bikin. Taybet hikûmeta AKP di pêvajoya hilbijartinan da li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi rêka çeteyên DAIŞ’ê xwast deskeftiyen Kurdan têk bibe û têkoşina azadiyê paşde bixe.

 

Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji bo AKP serkeftin bidest nexist li peşiya xwe xeterî baştir dit. Ji bo ku Rêbertî û tevgera azadî, pergala jiyana azad gav bi gav herkesî didît û lê xwedi derdiket. Êdi gêl bêhtir nêzi hev dibûn û jiyan bêhtir bi wate dikirin. Yê ku tena serê xwe bibe desthilatdar ev rewşek xeter bû ji bo vê gerek peşiya vê rewşê were girtin û were tasfiyekirin. Di zû de biryar hatibû dayin û pêwajoya ku me bibe hilbijartinê 1’ê Mijdare di hûndirê xwede gelek lîstok heyî destpêkir .

Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê dewleta AKP polîtîkayên xwe yê tûnekirinê berdewam kir û rêbazên hovane hemû xistin meriyetê. Beramberî van politikayên AKP gêl bi xweseriya Demokratik û parastina cewherî bersiv da û iradeya xwe dani holê û berxweda.

Berxwedana gelê Kurd elbet bivan çend mehên dawire ne sinordar bû. Gelê Kurd ji bo ku jiyana xwe berdewam bike dizanî bû tenê bi berxwedaniyê di kare bijî. Gelê Kurd bi sedan sala li hember dewletên desthilatar xwe bivî rengî parastine. Bi PKK’ê rê berxwedaniya gelê Kurd ruhek nû girt. Ev rûh li zîndanên Amed’ê bi Sara, Mazlum, Kemal û Xeyri’yan rê bilindtir bu. Gelê Kurd bivê berxwedanî re ji xewa xwe ya sêdsalî şiyar bû. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re gelekî ku ji nûve vejîna xwe jiyankir. Ev vejîn û şiyarbûn nesekinî û her berdewam kir. Çiqas dewlet zilm kir gel berxweda û rabû serhildana.

Îro dilê serhildanê Botan û pêra Sur berxwe dide û ev berxwedan ne berxwedanek ji rêze ye. Berxwedaniyek ser esasê parastina cewherî û îradeya serbixwe ye. Berxwedaniyek wisa ye ku kî dikare bişkîne û têk bibe? Li vir ya herê giring û nayê dîtin jî êdi gelê Kurd ji vê rojê pêde carek din nikare paşde gav bavêje. Elbet bedelên giran yê werin dayin , di be ku ji taxminên ku tên kirin zêdetir jî be….

Kesek jibîr neke çiqas derfet û çekên dewletê hebe jî lê beramberî wê PKK heye û gêlekî ku xwe di heqîqata PKK’ê de avakirî heye. PKK ku ev çil sala şer dike hemû deskeftiyên xwe di spêre rastiya gelê Kurd. Gel îradeya PKK’ê a herî mezine. PKK îro îradeya heri mezin a gele. Niha dewleta AKP ne bi gelekî ku beriya vê çil salan ya ku di xewn debûn şer dike. Gelê Kurd şiyar bûye, dest bi berxwedaniyê kiriye û bi ruhê têkoşînê xwe nûkiriye. Dewleta AKP bi gêlekî wisa re şer dike. Gelekî bi çanda PKK’ê rê xwe avakirî heye peşberî wan.

Mirov carekî disekine û pirs dike gele ki wisa wê çawa were sekinandin û bin bikeve?

Xwestin rêka şerê psikolojîk serbikevin lê ne bû. Ev rêbaz her kêli ceribandin û encam negirtin. Ev şerkê ku bi rêka medya ya xwe dide ser nakeve û her kes derewên wê dibîne.

   Bi rêka çanda qirkirinê xwastin pêkbînin lê ser neket. Hemû rêbazên wek sînema, stran, helbest, perwerde hwd. bi cûreyên rêbaza li ser çanda Kurda ferz kirin. Çanda APOYÎ iro tenê ne li Kurdistanê li cihanê bi bandor belav bûye û hêjî bandor dike.

      Kurd bi siyasetê xwestin bê bandor bikin ev jî nebû. Bi pêşdîtinên Rêber APO îro partiya gelan HDP hat avakirin. Rêber APO da diyar kirin ku HDP tenê ne partiyek ji rêzê ye û di heman demê de tenê ne yê Kurdane jî. HDP ji derdorên demokrat eleqeyek mezin û piştgiriyek girt. Hilbijartinê 7’ê Heziranê minaka heri berbiçava. Hilbijartinê7’ê Heziranê ji bo dîroka Tirkiyê gelek despêk bixwere anîn. Dewleta AKP encamê hilbijartina tehamûl nekir, şev û roj ket di nava hewildanên qirêj û xwest encam biguhere. Di encamde hikûmeta AKP’ê serneket.

     Rêbazên leşkerî xistin devrê de. Tenê ne yek Tirkiye dêh Tirkiye ji bo ku were avakirin aboriya xwe dan şer. Hemû dewletên NATO û piştgiriya dewletên Rojhilata Navîn dan pişt xwe û rûxmê wê jî nikaribûn PKK xilas bikin û tune bikin. Berovajiyê wê PKK’ê kêlî bi kêlî mezin bû û belav dibe. Ti car tang, top û balafirên şer yên PKK’ê çênebû. Tenê milîtanên wê yên ku bi îman û bi wîjdan şer dimeşînin hebû. Her tim serkeftinên PKK’ê ji vir hat…

   Beramberî PKK hemû rê û rêbaz hatin bikaranîn. Her gotin xilas lê PKK xilas nebû. Ji bo vê îro li Sur, Slopiya,Cizîr û seranserî Kurdistan şerekî dijwar û qrêj dimeşînin. Tu têkiliya AKP û çeteyên wê bi mirovahiyê re nîne. Cardin hovitiya ku li ser gel tê meşandin û li ser cenazeyan tê meşandin tu îzahata wê bi mirovbûnê re tuneye. Bivî rengî dixwazin îrada gel û berxwedaniya gel bişkînin.

    Lê tişta em dibînîn û dizanin ku ev wisa na meşe. Zarokên ku kevir di destêwande û bi maşîneyên zirxî re şer dike, ji kevirê jinên ku benda çêdikin, kalên ku laşê xwe ji bo neviyên xwe dike mertal, dayîkên ku kênên zarokên xwe hê neditî, bavên ku dibêje; “emê li ser şopa zarokên xwe biçin mirinê” evin vîna azad ya Kurda ê herî mezin. Beramberî vê îradê tu hêz nikare bisekine. Ji berku ji derveyê irade û rûmeta xwe tişteki ku winda bikin tûneye. Gelê Kurd bi vê hêz û baweriyê re berxwe didin. Ya ku ser bikeve jî ev baweri û îmane. Tişta ku em bikin vê serhildanê mezin û bilind bikin. Pêwîste ev berxwedanî bi çend deveran re sînordan ne mîne. Li tevahiya Kurdistanê belav bibe û bibe dengê cîhanê.

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî