Tirkî  |  Erebî

ZÎLAN TOLHILDAN

Di destpêkê de bêbextiya qomploya 15’ê Reşemehê ku ji aliyê hêzên navnetewî de li ser Rêbertiya me û tevgera azadiyê hatî meşandin bi tundî lanet dikim.RÊBER APO di şîroveyên xwe yên di sala 2011’an de weke mizginiyekê di hevdîtinên xwe yên roja 15’ê Reşemehê de dabû diyar kirin ku, qomplo vala derket. Ev jî bi ked û berxwedaniya RÊBER APO ya bêhempa, tekoşîna gelê Kurd û tevgera azadiyê vala hatiye derxistin. Li himberî nêzîkatiyên paşverû yên hêzên navnetewî ku di tine kirina Rêbertî, gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê de israr dikin, berxwedanî û gernasiyekê mezin hate nîşandan. Berdêlekê gelek giran hate dayîn. Di encama ked û berxwedaniya ku hatî dayîn de qomploya navnetewî vala derket.

RÊBER APO bi berxwedaniya ku di hundirê Îmraliyê de da nîşandan, hemû polîtîkayên gemar yên AKP û hêzên navnetewî vala derxist.

Li himberî polîtîkaya qirêj a hêzên navnetewî RÊBER APO bi deryaya ramanên xwe, bi nivîsandina parêznameyên xwe yên dîroka dayîka xwedawend û ya heqîqetê dide nîşandan, tekoşînekê geleke mezin da ava kirin. Nirx û pîroziyekê geleke mezin digre nava xwe. Hatina parêznameyên RÊBER APO, gihiştina wî ya destê me, hêzen qomploger vala derxistiye. Hemû plansazî û êrîşên topyekun yên hêzên qomploger bi van parêznameyan hatiye deşifre kirin û bikeftina xwe ya mezin li himberî vê jiyan kiriye. Yekbûna ruhê gelê Kurd û tevgera azadiyê ya li xwedî derketina Rêbertiya xwe re vê qomployê vala derxistiye. Ramanên RÊBER APO ji vê re pêşengtî kir. Berxwedaniyekê ku bi ti berxwedaniyan re neyê beramberê hev, Rêbertî di wan mercên zor û zehmet de da çêkirin. Bi kûrbûna hest û ramanên xwe tirs û xofekê mezin xistiye dilê dijmin. Dijmin ji vê hêza RÊBER APO gelekê ditirse. Ji lewra weke em jî dibînin, îro bi hemû amrazên xwe yên gemar dewleta Tirk ketiya nava tevgerê. Binekftina xwe ya li himberî ramanên RÊBER APO, tekoşîna gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê, bi giran kirina tecrîda li ser Rêbertiyê re dan nîşandan.

Dixwazin bi van rêbazan şerê pîskolojîk bidin meşandin, gel û gerîlla ji Rêbertiyê qut bikin. Bêyî navber hem li qadên siyasî, civakî û hem jî di qadên leşkerî de êrîşên dewleta dagirker ya Tirkiyê berdewam dike.

Kurdistan êdî bûye qadên tekoşînê. Di her cihê de berxwedan û tekoşînekê mezin tê dayîn. Dijmin ji vê hêz û zanabûna gelê Kurd ditirse.

Pergal siyasetekê pir qirêj dide meşandin. Dirûtiya xwe bi gotinên li aliyekê dibêjin, em ji bo çareser kirina pirsgirêka gelê Kurd amedene, di warê din de jî bi hemû rêbazên xwe yên qirêj operasyon û êrîşên dibin navê tine kirin û îmha kirinê de li ser Rêbertî, gel û gerîlla didin meşandin.

Rêbertî di parêznameyên xwe yên dawiyê de, têkiliyên xwe yên bi Mehmet Xeyrî Dûrmûş re vedike. Rêhevaltiya rast ya hevalê Mazlum Dogan, gernasî û çalekiyên fedayî yên bi sedan hevalan vedike. Qala hevaltiya rast, dostaniya rast dike. Her wisa dubare qala dîroka PKK û dîroka Kurdistanê dike. Rêgezên jiyana azad vedike. Rêbertî bi van hemû mijaran rûpûşiya pergala qirêj dubare derxistiye holê. Rêbertî bi van parêznameyên xwe bêbextiya 15’ê Reşemehê vala derxistiye.

Ji bo vala derxistina bêbextiya 15’ê Reşemehê, Serokatî ked û xuhdanekê geleke mezin da. Ji bo em xwedî li vê keda Rêbertî derbikevin, ev sala 2012’an ji me wezîfeyên pir girîng dixwaze. Di pêkanîna azadiya RÊBER APO de di vê herkesekê ji me xwe berpirsyar bibîne.

Di vê em hêza xwe ya cewherîn di her warî de têxin meriyetê. Tekoşînê di astekê herî jor de bidin meşandin. Bi hêza xwe ya cewherîn em ê azadiya RÊBER APO pêkbînin. Bi azadkirina RÊBER APO re, encex em rexnedayîna rêhevaltiya xwe ya kêm bidin. Ev pêvajoya di hemwext ji me rexnedayîneke bihêz û lêhûrbûnekê kûr dixwaze.

Dijmin bi gotinên ku neman, me wan xilas kir, şerekê pîskolojîk dide meşandin. Li himberî van nêzîkatiyan rihekê berxwedanî xwe amede kirin, li himberî vê pêvajoyê 24 seat gerîllatî kirin wezîfeyeke dîrokî ye ji bo me.

Em weke tevger ji herdemî bihêztirin. Hîn li pêş dane. Li ser lewaztî û kêmasiyên ku tên jiyan kirin, di vê lêhûrbûn bê çêkirin. xwe perwerde kirin, 24 seat di vê bi şêwazê ramanên RÊBER APO em jiyan bikin. Hem di warê leşkerî û hem jî di warê textîkî de ji bo ku guhertin were çêkirin, pêwîstî bi lêhûrbûneke kûr heye.

Weke kesayet jî, ji bo ku xwedî li RÊBER APO derbikevim û azadiya wî pêkbînim, soza rast û bi şêwazekê herî xûrt a tevlîbûnê dubare dikim. Şêwazê serkeftin û azadiya RÊBER APO weke her demî dîsa jî ez ê ji xwere esas bigrim. Ez soz didim ku layîqbûn û rêhevaltiya xwe ya rast a bi RÊBER APO re, di meriyeta xwe bidim diyar kirin. Ji bo azadiya RÊBER APO, çi wezîfeya kuk bikeve li ser milê me, bi awayekê herî rast ji bo pêkanînê ez amedeme û ez ê pêkbînim jî. Dubare hemû hêzên qomploger yên di vê bêbextiyê de cihê xwe girtine lanet û şermezar dikim.

Kategori: Nivêsên Rojêvî