Tirkî  |  Erebî

 Delal Amed
rojev TirmehBi wesîleya meha Tîrmehê ez şehîdên me yên mezin ên ku berxwedaniya rojiya mirînê di 14’ê Tîrmehê de pêkanîne bi minet û rêzdarî bibîrtînim. Cardin em soza xwe ya li hember girêdanbûna bîranîna wan nû dikin. Ruhê APOCÎ yê berxwedanî û fedaî yên ku şehîdên me yên mezin raxistine di sala 2012’an de di 19’ê Tîrmehê de
bi şoreşa azadiyê yê Rojava re û 23’ê Tîrmehê de jî bi hemleya şoreşgerî ya Şemzînan re gihiştiye lûtkeya herê jor. Ev jî têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê gihandiye asta şoreşê. Şoreşa Rojava ya ku di peşengtiya jin de pêşketiye û deskeftiyên şoreşê ji bo ku were parastin di pêşengtiya YPJ’ê de berxwedaniyên bi qehremanî pêşketine, cardin hemleya Şemzînan ya ku di pêşengtiya rêheval Newal û Ekîn de pêşketiye têkoşîna azadiya Kurdistanê gihandiye lûtkeya jor. Di heman demê de ev ji bo me dibin mercên bingehîn yê ku em bi şoreşê re serkeftinê destbêxin. Ev jî encex bi ruhê APOCÎ yê Fedaî yên ku di 14’ê Tîrmehê de rêhevalên me yên mezin di girtîgeha Amedê de dane diyar kirin re gengaze. Em dikevin 34.salvegera berxwedaniya mezin, ji bo bîranîna şehîdên me yên fedaî asta ku têkoşîna me ya îro gihiştiyê dide diyarkirin ku em pêkanîna erkên xwe re mûkelefin.

Di meha Hezîranê de gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê bi têkoşînên mezin re îmza ji serkeftinên dîrokî re avetin. Li Kurdistana Bakur û Tirkiyê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de HDP ya ku projeya Rêber APO ye bendava derbas kir û AKP xist wê rewşê de ku bi tena serê xwe nikare bibe deshilatdar. İsrara gelê me û yê kesên demokratîk di çareseriya xweseriya demokratîk de hişt ku li Tirkiyê pêşiya demokratîkbûyînê û di pirsgirêka Kurd de pêşiya çareseriya têkoşîna siyasî ya demokratîk were vekirin. Cardin di 15’ê Hezîranê de rizgar kirina Girê Spî re yekbûyîna kantonên Kobanê û Cizîrê şoreşa Rojava mayînde kiriye û gihandiye qonexekê nû. Me van her du pêşketinane û serkeftinane di meha Hezîranê de pêşwazî kir. Bêguman ev herdu pêşketin û serkeftinên dîrokî encamên têkoşîna ku Rêber APO li Îmaraliyê rêvedibe û berxwedaniya gerîla ya ku di pêşengtiya tevgera me ya azadiyê rêvedibe ye.

Serkeftinên ku Bakurê Kurdistanê di 7’ê Hezîranê de dest xistiye asta serkeftina hemleya ku Rêber APO di Newroza sala 2013’an de ya ku bi navê “rizgariya Demokratîk û avakirina jiyana azad” dayî afirandine. Weke ku tê zanîn gava Rêber APO vê hemleyê da destpêkirin dewleta Tirk , hikûmeta AKP ev hemleya ku dihat wateya çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê lê ji bo ku vê hemleyê bêbandor bikin û vale derbêxin weke aliyek tiştên ku diketin ser milê wan pêk ne anîne. Di kêleka vê de amadekartiyên xwe yên şer pêkanîne, ji bo ku pêvajo proveke bike li ser gelê me û gerîla pêngavên xwe yên ketlîam, tasfiye pêkanîne. Rûxmê vê jî Rêber APO di hemleya çaresereya Demokratîk de israr kiriye. Bi taybetî jî sala 2014’an de li hember komkujî û wehşeta çeteyên DAÎŞ’ê yên ku rêxistinekî navnetewî ye û ji bo herêmê pêşketiye di pêşengtiya hêzên me YJA Star û YPJ de ji bo parastina gelê xwe yên Şengal, Kobanê, Kerkûk û Maxmur bi giştî jî berxwedaniya ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêşketiye, aliyê wê yê Kurdistanê derbas kiriye û wesifê gerdûnî qezenç kiriye. Ev berxwedaniya ku tê wateya derxistina demokrasî û nirxê azadiyê yên ku gerîlayên me pêşxistiye hemleya çareseriya demokratîk ya ku Rêber APO ji bo gelan pêşxistiye bihêz kiriye. Serokatî ji bo vê Newroza 2015’an de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê gavên pratîk yên ku ji bo hemleya “rizgariya Demokratîk û avakirina jiyana azad” bigihîne lûtkeya herê jor avetiye. Cardin ji bo ku dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP li Dolmabahçê bi şandeya Îmraliyê re daxuyaniyekê hevpar bide çêkirin pêşketinekê dîrokî ye. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekeme gelê Kurd û Rêber APO weke aliyek tê pejirandin û li ser maseyek hevbeş de hevdîtin tê çêkirin. Di heman demê de xalên ku Rêber APO ji bo çareseriyê ji raya giştî re pêşkeş kiriye pêşketinekê gelek giring û di asta dîrokî deye. Li ser vê bingehê jî Rêber APO hevdîtinên ku li Îmraliyê li ser bingeha projeya çareseriyê pêşdikevin ji bo ku veguherîne mûzakereyê û li ser maseya mûzakere aliyekê sêyemîn yê şandeya çavdêriyê pêkbîne, bi vê re girêdayî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê di hûndirê vê deh xalan de naskirina nasnameya û çanda hebû. Ji bo vê jî ger ku pêşxistina destura bingehîn de gav were avetin wê bangawazî li PKK bike ji bo ku kongreya xwe pêkbîne û di vê kongreyê re wê rawestandina têkoşîna çekdarî ya li hember Tirkiyê îlan kiriba. Ev gava ku Rêber APO pêşxistiye derxist holê ku kî di çareseriya demokratîk de bi israre, kî di bêçareseriyê de û tasfiye kirinê de pozber dike raxist ber çavan. Cardin ev projeya çareseriyê ji bo gelan û ji bo kesên demokratîk yên di civakê de weke alternatîf hatiye dîtin, kesîmên demokratîk, civakên bawerî û etnîkê wan cûda ne di bin yek banê de ji bo têkoşîna demokrasiyê bide aniye gel hev.

Di vê demê de hikûmeta AKP ji bo ku desthilatdariya xwe di Tirkiyê de bêxe sexlemiyê û armanca wê jî gelê Kurd bêxe pişt xwe û bi gotinên weke; “encex ez dikarim pirsgirêka Kurd çareser bikim” di gotin de vê anîna ser ziman lê pratîk de jî pêwîstiyên wê pêkne anîn û gelê Kurd mijûl kirin, xistina di nava bendewariyê de û di bin re jî polîtîkayên xwe yê tasfiye kirinê daye berdewam kirin. Lê belê, bi hemleyên ku Rêber APO û gerîlayên me dane destpêkirin re ev polîtîkayên wê vale derketine. Gava dît tasfiye kirina tevgera me ya azadiyê dayne aliyekê, zêdetir bi hêz bûye ji nasnameya Kurdistanî derketiye û bûye gerdûnî, demokratîk, mirovahî bi nirxên xwe re hevdîtin pêkaniye vê care jî xwast rewş wergerîne aliyê xwe de mûdaheleya pêvajoyê kiriye û di polîtîkayên xwe yên ku heya niha pêkaniye de guhertin daye çêkirin. Polîtîkayên xwe yên mijûlkirinê, xistina di nava bendewariyê de da guhertin vê carê jî bi awayekî eşkere, li ser neyartiya Kurd siyaseta xwe xistiye devrêde. Ji bo vê da diyar kirin ku, pirsgirêkêkê weke pirsgirêka Kurd nîne, agahiya wê ji hevdîtinên şandeya çavdêriya Îmraliyê nîne û tiştekê we ke maseya mûzakere jî nîne. Cardin ji bo ku HDP bi taybetî jî weke partiyekê ku bi destkeftiyên têkoşîna xwe re kesîmen demokratîk yên Tirkiyê dibin sêwana xwe de kom kiriye, bendavê derbas neke bi awayekî vekirî mûdaxeleyê HDP û mitîngên HDP kiriye. Herê dawî jî leystoka xwe ya qirêj li mitînga hilbijartinê ya fînal a li Amedî pêkaniye. Bi destên hêzên cûda li mitînga Amedê teqemeniyê pêkanî û bi vê teqemeniyê re senaryoyên mezin yê komkujiya Amadê xistibû planêde. Planên wê ew bû ku, wê di nava gelê me de hêjmarekê zêde şahadet pêkwere û li hember vê jî helwestên gel pêşbikeve û wê raperîna gelê me weke sedem bide diyar kirin û wê hilbijartinan pêkneyne. Lê xwînsariya gelê me û yê HDP’ê provakasyon û hesabên AKP’ê vale derxistiye. Cardin ji bo ku hêzên me yên gerîla bikşînin di nava şer de hêzên xwe yên artêşê di gelek cihan de bi cîh kirine. Pêvçûnên ku li Tendûrekê hat jiyan kirin mînaka vê ya herê eşkereye. Di gelek cihande hêzên artêşa Tirk, hewildane bikevin herêmên hêzên me yên gerîla de, zemîna pevçûnê avakirine û bi riya balafirên keşîf û yê şer hewildane ku hêzên me yên gerîla tahrîk bikin. Her çiqasî hikûmeta AKP bêpevçûnê ji holê rakirbe jî hêzên me yên gerîla ji bo ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi awayekî sexlem were derbaskirin bi hêzên artêşê re ne ketine temasê de û zemîna bêpevçûnbûyînê parastine. Weke tevgera azadiyê israra me ya di çareseriya demokratîk de û nehatina leystokên AKP yê provakatîf û qirêj hişt ku li Tirkiyê hilbijartinên 7’ê Hezîranê pêkwere.

Deskeftiyên ku têkoşîna me ya azadiyê derxistiye holê û hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi awayekî baş derbasbûna wê hişt ku hilbijartin bi serkeftî encam bigre. Li Kurdistanê gelê me li hember lesytokên AKP yê qirêş bi yekitiya ruhê netewî tercîha xwe ji aliyê HDP ve kiriye. Cardin di gelek cihên Tirkiyê de di serî de Kurd, gelên cûda, kesên etnîk, grubên baweriyê wan cûda ne, di serî de jin, kesên ji civaka cûdane di bin yek banê de kom bûn û tercîhên xwe di aliyê HDP’ê de kirine. Di pêşengtiya HDP de ya ku projeya çareseriya demokratîk ya gelan pêşxistiye israra xwe ya têkoşîna demokrasiyê daniye holê. Di vê wateyê de derbaskirina HDP ya bendava hilbijartinê bi ferqekê mezin re serkeftin qezenç kirin, da diyarkirin ku Tirkiyê tenê ne mehkûmê partiyên desthilatdaranin. Eşkere bû ku pêla demokratîkbûyînê roj bi roj pêşdikeve, her kesê digre di nava xwe de û dînamîkên têkoşîna demokratîk heye û ger ku pêşengtiyek rast were kirin wê ev dînamîk bikevin tevgerê de.

Wekî din jî li Kurdistanê gelê me raxistin ber çavê herkesê êdî gelê me dibin sîha desthilatdarên mêtinger de wê jiyan nekin û ji bo jiyanek azad û demokratîk bi rûhê yekitiya netewî re wê xwe bi xwe rêvebibe, wê çareseriya xwe pêşbêxe û di herêmêde rola pêşengitiyê jî daniye ser milê xwe. Serkeftina hilbijartinên 7’ê Hezîranê zemîna têkoşîna siyaseta demokratîk pêkaniye. Di aliyê din de jî bi derbas kirina HDP ya bendavan re, AKP bi tena serê xwe nikare bibe deshilatdar, ev jî hişt ku neyartiya di Erdoğan û hikûmeta AKP de ya li hember gelê Kurd bigihije asta herê jor. Ji îro pêde wê hikûmeta AKP li ser vê hirs û neyartiyê polîtîkayên xwe yên esasî ê berêxwe dayîna gelê Kurd berdewam bike. Di vê pêvajoyê de ketiye hewildanên hikûmetekê koalîsyonê ava kirinê de.

Di Bakurê Kurdistanê de pêşketinên tê jiyan kirin di vê çerçoveyê deye. Li Rojavayê Kurdistanê jî, di salvegera şoreşa Rojava re meha Tirmehê pêvajoya têkoşînekê tijî re pêşwazî dikin. Berxwedaniya ku li Rojava pêşketiye ev berxwedanî jî di pêşengtiya hêzên YPJ-YPG de berxwedaniya gelê me yê Kurdistanê ê her çar perçeya ne. Ev ruhê şoreşgertî yê ku hişt ev berxwedanî bi serkeftinê re encam bigre di dema derabas bûyî de bi hemleyên pêşketina hêzên YPJ-YPG re berdewam kiriye. Di vê bingehê de ji Kobanê Hemleya Şehîd Gelhat berbi Girê Spî ve hatiye pêşxistin û ji Kantona Cizîrê jî bi Hemleya Şehîd Rûbar Qamîşlo re Til Hemis û derdorê wê hatiye rizgar kirin. Cardin çiyayê Kezwan hatiye rizgar kirin û herê dawî jî berbi Girê Spî ve pêşveçûyîn çê bûye û Girê Spî jî hatiye rizgar kirin. Bi vê pêşketinan re Kantonên li Rojava yê Kobanê û Cizîrê bûne yek. Yekbûna Kantonên Kobanê û Cizîrê dawî lî polîtîkayên kemera Ereban yê hezar salan aniye. Li ser bingeha yekitiya Kurd û Ereban li Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina pergala xweseriya demokratîk jî erdnîgariyek azad re rê hatiye ve kirin. Bi vê serkeftinê re hêzên YPJ-YPG azadiya Rojavayê Kurdistanê mayîn de kirine. Di heman demê de ji bo çareseriya Suriyek Demokrat rolê pêşengtiyê di leyzin û di herêmê de hêza yekemîn yê ku li hember wehşeta DAÎŞ di sekine û şer dike jî hêzên YPJ-YPG ne. Ev di hêla tevahî hêzên ku dixwazin li Surî û herêmê çareserî pêşbikeve û tevahî hêzên ku dixwazin tevlê herêmê bibin, şertê yekemîn ewe ku îrade, statûya gelê Kurd û hêzên YPJ-YPG bêxin hesabê de û bi vê awayî siyasetê bikin. Ev statûya ku di Rojavayê Kurdistanê de ji bo Kurdan hatiye qezenç kirin gelek hêzên ku di vê herêmê de bi taybetî jî hêzên ku bi înkar û îmha nêzî Kurdan dibin rehetsiz dike. Di aliyekê de rastiya vîna gelê Kurd yê ku di herêmê de statûya siyasî qezenç kiriye û di pergala avakirina demokratîk de rola pêşengtiyê di leyze û xwe di spêre vê îradeyê û lêgerîna têkiliyên îtîfaq û siyasetê dike heye. Êrişên komplogerî yên ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser Kobanê û gelê me pêkanîne dide diyar kirin ku çiqasî bêhêz û lewaz bûne. Her çiqasî ev êrişê komplogerî DAÎŞ pêşxistibe û bi polîtîkayên xwe yên hov re gelê me yê sivîl hatibe hedef girtin jî, lê hêzên ku serkeftina gelê me yê Kurdistana Rojava hezim nakin alîkarî dane vê planê û dinava wê dene hene.

Bi taybetî jî dewleta mêtinger yê Tirkiye statûya siyasî ya ku gelê Kurd dest xistiye, yên ku cîranê wêne û li ser sînor 450 km heye hezim nakin. Di heman demê de rizgar kirina Girê Spî yê ku riya bi têkilî DAÎŞ’ê re dihat danîn rizgar kirina wê, têkiliyê wan yê qirêş ên bi DAÎŞ’ê re derketina holê, bi taybetî jî xeta ku bi DAÎŞ’ê re têkilî danî ji destê wê hate girtin ev jî hişt ku hirsekê gelek mezin ava bike ji bo wê di êrişa Kobanê de yekser cihê xwe di nava wê de girtiye.

Ji bo destkeftiyên ku gelê Kurd û tevgera me ya azadiyê di Bakurê Kurdistanê de û li Rojava qezenç kirine astengî bikin hêzên herêmê jî PDK, Îran û hwd vale nasekinin. Rejîma Îranê gelê me yê Rojhilat bi polîtîkayên îdam û zordestiyê hewildide ku gel bi tewsîne. Ji bo ku astengî li pêşiya pêşengtiya ji şoreşa ku were pêkanîn re bike ger di qada xwe de dibe gerek jî di perçeyên dinde dixwaze têkoşîna me sînordar bike. Cardin hêzên Kurdistana Başûr weke PDK, dibîne ku di arêneya siyasetê de nûnertiya gelê Kurd tenê ne ewe û ji bo ku tevgera me ya azadiyê a ku nûnertiya vîna gelê Kurd dike bi serkeftinên ku dest xistiye re siyaset neke û di aliyê hêzên ji derve neyê naskirin dikeve di nava her cûrên provakatîf û êrişên komplogerî de. Hêzên me yên ku li Şengalê û Başûrê Kurdistanê ji bo parastina gelê me hatine cîh kirin hewildide ku li ser hêzên me çavdêriyekê reş kirin û hêzekê weke dagirkerî bide diyar kirin û hebûna me xistina mijara nîqaşê û bi vê re girêdayî nêzîkatiyên provakatîf yê li Şengalê pêşxistiye jî encamên van polîtîkayane ne.

Gava em dikevin di meha Tîrmehê de tevahî pêşketinên ku tên jiyan kirin dide diyar kirin ku têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê di qonaxa şoreşê re rû bi rû ye. Bi awayekê eşkere dide diyar kirin ku ji derveyê têkoşîna şoreşê gihandina serkeftinê cûdatir tu hilbijêrkê me nîne. Weke hêzên YJA Star û HPG bi ruhê berxwedanî û fedaî yên ku rêhevalên me yên şehîdên 14’ê Tîrmehê di rojiya mirinê de dane diyar kirin û têkoşîna me anîne qonaxa şoreşê, emrê wan ji bo me ewe ku em têkoşîna xwe ya şoreşê bi serkeftinê re tacîdar bikin. Ji xwe pêdiviya xwedî li bîranîna şehîdan derketin jî eve.

Em di vê zanabûyînê de ne ku têkoşîna şoreşa Kurdistanê di xeta azadiya jin de û di şoreşa jin de derbas dibe. Weke hêzên YJA Star emê têkoşîna azadiya jin bilind bikin, milîtantiya xetê pêşbêxin û li hember pergala modernîteya kapîtalîst, jina azad a alternatîf bi afirînin. Ji bo azadiya civakê jî û li ser pîvanên azad were avakirin jî modelekê bingehîn were pêkanîn.

Bi taybetî jî em demekê wisa re derbas dibin ku jin û tevahî gel li hember hovitiya DAÎŞ’ê re rû bi rû ma ye, li Şengalê bi hezaran jinên me di destê DAÎŞ’ê de kolene û di bazara de di firoşin. Di heman demê de demekê wisa ne ku di herêmê de bi hezaran jinên li hember tundî, komkujî, zordestî û polîtîkayên destirêjî yê hêzên rejîma paşverû re dûçar mane hene. Cardin dibin navê kevneşopiyên civakê de pergala modernîteya kapîtalîst tevahî ferdên civakê xistiye neyarê jin. Weke hêzên YJA Star erkên me yê demê û herê bingehîn jî parastina jinan kirine. Li ser vê pingehê jî em soza pêkanîna serkeftin û azadiyê didin.  

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî