Tirkî  |  Erebî

RONAHÎ SERHED

Ji ber ku demek kin ji bo pêvajoya hilbijartinê maye, ji bo wê jî pêvajoya ku em têdene tevahî lez bûna xwe di derdorê hilbijartinê de vegotin dike. Ruxmê tevahî hewildanên dewletê yên ku dixwaze bi pergala xwe ya bendavê, vîna civaka Kurd yê azad ji derveyê meclîsê bihêlin jî lê, hêz bûna HDP yê derbas kirina bendavan deshilatdaran xistiye nav penîkê de.

Ji bo vê jî ji bo ku pêvajoyê bêxe di xeteriyê de serî li her cûrên provakasyonan dide. Bi riya operasyona ku li ser gerîla pêkaniye zemînê provakasyonê dane destpêkirin û li Agiriyê li ser gerîla operasyon pêkaniye. Ji bo ku sih li ser pêvajoya hilbijartinê çê bike.

 

Di berdewamiya wê de jî hevdîtinên bi Serokatî re dayîna seknandin re AKP dixwaze peyamê ku, ji bo deshilatdariya min lewaz nebe ez dikarim cardin şer bidim destpêkirin dide. Her çiqasî pêvajoya hilbijartinan nêz dibe AKP jî xetimandina ku jiyan dike û ji bo ku vê derbas bike ji nû ve tundiyê rojev kiriye û xitap kirina wê ya kesimê netewperest mohra xwe li pêvajoyê daye.

 

Evne rûyê siyasetê yê ku derdikevin rojevê ye. Ya rast di vê pêvajoyê de nirxandinên Serokatî yên ku di berfirehiya mûzakere de bi rayedarên dewletê û şandeya HDP’ê re kiriye mohra xwe li pêvajoyê daye. AKP, li gor van nirxandinane pozîsyon girtiye. Helwestên Erdoğan ê dijraber yê di nava AKP’ê de rastiya nakokiyên hûndirîn dide diyar kirin. Lê nêzîkatiyê hikûmetê ewe ku van nêzîkatiyan dibin re digre dest, bi demê re dileyze û nêzîkatiyê wan yê ne samîmî û hemleyên taxtîk pêşketiye. Piştê ku hevdîtinên hatine kirin di siyaseta qada civakê de hate diyarkirin dewletên weke Îran, ABD, Irak, Surî û dewletên heremên derdor, polîtîkayên xwe yên Kurd û yê herêmê li gor vê kifş kirin. Ji ber çareserkirina pirsgirêka Kurd a demokratîk wê dawî li avahiyên netew-dewlet, paşverû, desthilatdar, statûkociyan bîne ji bo wê têkoşînek birdozî, siyasî û leşkerî tê meşandin. Çawa ku çarenûsa pirsgirêka Kurd wê tevahî çarenûsa gelên Rojhilata Navîn bide diyar kirin ji bo wê hêzên modernîteya kapîtalîst li ser şoreşa Rojava re ketiye di nava rekabetê de û rol ji hev distînin.

Her çiqasî pêvajoya ku Serokatî ya me daye destpêkirin bi awayekî vekirî li hember dernekevin jî, lê  ji bo ku encam negre her firsetê de astengî çê dikin. Hêzên hegemon yê Rojavayê Awropa, ji Kurdên Rojava re işiqa kesk pê dixe, lê di ew polîtîkayên xwe yên resmî ên ku li hember Serokatiya me û tevgera me de tu guhertin nadin çêkirin. Bi vê re girêdayî hêzên navnetewî gava demê wê  tê hêzên herêmî yê netew-dewlet dijberê Kurdan didin bikaranîn. Ji bo desthilatdarên netew-dewlet tirsa herê kûr pirsgirêka azadiya gelê Kurd e ji bo wê  her ku fersendê dibînin polîtîkayên xwe yê ji holê rakirinê her tim dixin devrê de. Ancax hem di Rojavayê Kurdistanê de, di derdorê tevgera azadiya Kurd de pêlên gelparêz û demokratîk hem jî di Bakurê Kurdistanê de di derdorê projeya HDP’ê de siyaseta demokratîk bûye xwedî nasname. Ev pêşketina îradî hiştiye ku polîtîkayê înkar-îmha weke berê nikaribin rêve bibin. Hewildanên hêzên hegemonîk ewe ku siyaseta bê Serokatî û PKK’ê  Kurdan pejirandin, Kurdên hêza parastinê û veguherînê ne di Rojhilata Navîn de demokrasiya bingehîn yê ku bilind dibe dixwazin li gor hişmendiyên xwe eyarek nû bidin demokrasiyê. Di berê de jî ev hatiye ceribandin lê vale derketiye, ji bo wê hişmendiyên komploger bi siyasetekî cûda “ji PKK’ê re na, ji Kurda re erê” dubare dike. Hêzên kapîtalîst destur didin ku qonax bi qonax DAÎŞ bi hêz bibe û biştre jî rola rizgariyê dayne li ser milê xwe. Ev dide diyar kirin ku rewiştê hêzên kapîtalîst ê dîrokî û siyasî li ser gelan û yên tên perçigandin ne hatiye guhertin.

Polîtîkayên dewleta Tirk ê Rojava ji destpêkî de hilweşiya ye, di polîtîkayên ji derve de bê îtîbar bûye û alikariyê ku bi awayekî vekiri dayîna DAÎŞ hatiye tehşîr kirin. Heya niha jî di siyaseta hûndirîn de bi çar destan hemêz kirina pêvajoya mûzakere jî weke konseptekî daye diyar kirin. Meyze kirina wê ya li pêvajoyê mûzakeran jî, di stratejiya hilbijartinên de ji bo xwe weke bingeh bikar tîne lê gava dît ku atmosfera ku dixwast ji bo xwe bikarbîne ne dît, ew dem hat dîtin ku hate asta dest jê berdanê. Lê belê di siyaseta Tirkiyê de AKP di hilbijartinên destpêkî de gava hikûmet ava kir, di ferqa xwe û îdeayê xwe li hember pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyê xwe yê siyasî danî bû holê. Her çiqasî desthilatdariya AKP hişmendiya wê ya înkar hebe jî, lê gava di siyasetê de dikeve tenqasiyê de di çe li gel Serokatî nîqaşên ji bo ku pirsgirêka Kurd di aliyê siyasî de  were çareserkirin, her wiha xistina rojeva hikûmetê de helwestên hikûmetê dide diyarkirin. Serokatiya me li hember polîtîkayên AKP yê qezenç qezenç, bi rêya demokrasî û azadî yê pêvajo berovajî kiriye û ji bo ku AKP êdî li ser pirsgirêka Kurd bilind ne be, rojeva gelê Tirk û yê dewleta Tirk xistiye bilind kirina têkoşîna demokrasiyê de. Projeya HDP di atmosferekî bivê awayî de pêşketiye û belav bûye. Niha jî gihiştiye astekî ewqasî bilind de ku bûye nûnerê tevgera siyasî ya gelan û di awayekî cidî de jî AKP tehdît dike û di tirsîne. Hem jî xwedî awayekî berfirehbûyîn û curbicur bûyînê re.

Biştê ku pirsgirêka Kurd ji malzemeya siyasî yê textîksel ji holê derket AKP polîtîkayekî, ji MHP û ji CHP faşîstdir, netewperstiyekî hişk ji xwe re esas girtiye. Bi civîna herê dawî ya MGK’ê re polîtîkayên înkar û îmha yên ku wê piştê hilbijartinê bide raber kirin biryara wê hatiye girtin. Ger ku hewildanên wê yê sabote kirinê li Tendûrekê encam girtiba wê ew dem sabote kirina pêvajoyê kiriba malê tevgera me, hem jî wê HDP tenê bikiriba û bê alternatîf ketiba hilbijartinê de. Berê jî bi êrişên leşkerî re hewildanên wan yê sabote kirinê pêş ketibû. Di cewher de AKP xwe ji pêşeroja Tirkiye re û bi siyasetekî demokrat çareserkirina pirsgirêka Kurd re ne razandiye. Hikûmeta AKP’ê pêvajoya mûzakere ji bo siyaseta xwe ya herêmî, netewî û navnetewî li gor berjewendiyên xwe yên siyasî weke melzemeyekî siyasî di destê xwe de girtiye. Bi gotina wan weke enstrûman nêzbûyînê wêdetir ne çûne. Ger mebestê wan çareserî bûya bi çavekê fermî li Rojhilata Navîn meyze kiribana û balevbûn, bandorê wê û asta wê ya li Tirkiyê berçavre hatiba dîtin, wê ew dem cihekê ji bo her du alîjî şertên siyasî bi awayekê rehet û kêrhatî avakiriba. Lê ji ber ku ev tê wateya serkeftina xeta Rêber APO di Rojava de, Tirkiyê de li  tevahî Kurdistan û Rojhilata navîn, ji bo wê hikûmeta AKP û dewleta wê ti ticarî hezim nekiriye. Di heman demê de çareser kirina pirsgirêka Kurd ji bo dewleta Tirk tê wateya winda kirina qertê Kurdan. Hikûmeta AKP’ê di kaosa Rojhilata Navînde stratejiya parastinê zêdetir, bi xeyalên Osmantiyê jiyan dike û sekna wê ya siyasî û xwe xistina di rolê serokê bi hêz û fersetçî derketiye pêş.

Tê zanîn ku hevdîtinên Serokatî yên mûzakere ên ku heya niha tu pêşketinek bi xwe re ne aniye, ji bo xweşiya şoreşa Rojava daye domandin. Bi hêviyê ku ew faşîzma reş ya dewleta Tirk berovajî bike, ji bo gelê me pêşerojek bi ronahî avabike, pêngava Aşmê xistina destpêkirinekî dîrokî de israr kir. Lê belê ev pêngav di dewleta Tirk de guhertinekî siyasî pêşnexist. Îran jî ji bo ev nêzbûna ku tê çêkirin rehetsiz bûye û li hember Kurdan gef xwarin, provakasyon û siyaseta xwe ya êrişê daye meşandin. Di heman demê de PDK jî dizane ku di pêvajoya Serokatî rêve dibe de wê winda bike, ji bo wê ew jî bûye xwedî heman siyaset û nêzîkatî yê.

Tevgera azadiya jin ya ku asta xwe ya bandor kirinê bilinde, bi berxwedaniya Rojava re di qada herêmî de û di nava navnetewî de hêza civakê yê herê dînamîk û balkêş hatiye nas kirin. Jin jî fitîlê azadiyê dane ber agir û di nava wê de rêxistinbûna parastina cewherî de derfetên mezin afirandiye. Tevgera me ya azadiyê bûye cih û navenda ku enternasyonalîzîma cîhanê cihê xwe di nava wê de bibîne. Asta nûnertiya jina Kurd sextekartiya feraseta hukuka Awropa yê wekheviyê xistiye dibinerdê de. Li hember feraseta azadiya sexte yê dixwazin di Rojhilata Navîn de ava bikin û paşverûtiya zilam yê di Rojhilata Navîn de derketinekî şoreşgerî pêkaniye. Ya herê rast jî di jinan de şiyar bûnekî dîrokî tê jiyan kirin û tevahî civakê jî li peyxwe de dikşîne. Têkoşîna guhertina civaka zayendperestî jî zêde bûye. Wisa bûye ku pirsgirêka jin di heman demê de weke pirsgirêka zilam tê dîtin. Di vê mijarê de di aliyê zilam de jî derketinên wêrek hatiye dîtin. Zilam li Afganîstanê burka li xwe kirin û daketin kolanan bi vê çalakiya xwe re peyamê dan civaka zayendperestî. Li hember hişyar bûna jinan yê di Rojhilata Navîn de, netew-dewletên faşîst jî li hember jinan bi awayekî nîjadkujiya jin ketiye di tevgerê de. Ji nişkave zêde bûna kuştina jin ne tenê derketina paşverûtiya civakêve girêdayî ye, ev bi awayekî zanist, bi sîstematîk kirinê çavkaniya xwe digre. Ev darbeyekê li ser hişyariya jin yê ji bo azadiyê ye. Ji bo vê  jin zêdetir xistin di hedefê xwe de. Di heman demê de jî pêvajoyekî ku herê zêde pirsgirêka jin tê nîqaş kirine. Di şênberbûna Kurdistanê de, israra Serokatî yê ji bo ku jin jî cihê xwe di nava mûzakerê de bigre bi awayekî cidî zor daye hişmendiya netew-dewletê. Ev darbeyekî li hember çanda pênç hezar saliye. Serokatî li ser navê jin, tevahî gelan û kesên ku tên berciqandin têkoşînek gelek mezin dide meşandin. Pêwîste em jî vê bigihînin vegotinekî bi hêz û bikin malê civakê.

Gava mirov pêşketinên têkoşîna ku di nava salê de pêşketiye meyze dike, asta civakê ya pêşwazî kirina 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê û Newrozê gelek bi semyan derbasbû. Cardin di kampanyaya îmzeyên ji bo azadiya Rêber APO û çalakiyan de gelê Kurd û dostên wê peyamên bi hêz ên ji bo azadiya Rêber APO da. Ev ji bo gelê me asta wê ya xwedî derketina azadiyê dide diyar kirin. Lê belê di aliyê dinde jî wê pêvajoya ku xeteriya wê, şer û bedelên wê giran jî berdewam bike.  

Di sala derbasbûyî de me di berxwedaniya Şengal û Kobanê de dît ku, hêja li ser gelê Kurd nîjadkujî tê pozber kirin, hem jî bi rêya rêbazên gelek hov tê kirin. DAÎŞ mînaka vê ya herê şênbere. Yê ku vê nîjadkujî yê perçe bike jî bi hêz rêxistinkirina parastina cewherî û yê parastina rewa ye. Serkeftina têkoşîna me ya azadiyê ji her deman zêdetir têkoşînkirinê pêwîst dike. Ji bo ku em bikaribin têkoşînekê bi hêz û bênavber li her deverê belav bibe bidin, pêwîstiya herê bingehîn ewe ku em pêwîstiyên parastina cewherî, parastina rewa û siyaseta-demokratîk baş pêkbînin. Şertên serkeftina têkoşîna me ewe ku bi parastina cewherî re bandoriya birdozî jî bidin diyar kirin. Di heman demê de em berxwedaniya xwe mayînde bikin û bigihînin rêxistinbûyînekî siyasî û civakî. Her çiqasî pêvajo berdewam bike jî ji bo tevahî xeteran emê erkên xwe yê parastina cewherî berdewam bikin.

Ev pêşketinane dide diyar kirin ku, pêvajoya em têdene her çiqasî xeteriyan jî di hewîne lê di heman demê de potansiyela azadiyek bi hêz jî di hûndirê xwe de di hewîne. Di pêvajoya pêşiya me de em bi awayekî bi hêz xwedî li erkên xwe derbikevin, sala 2015’an bikin sala azadiya Rêber APO û sala ku jin pergala xwe ji bo jiyanekê azad bi peymana civakî re bi bandor derbasê jiyanê dike. Li ser vê bingehê tevahî avahiyên me yên kadro erkên demê yên ku dikevin li ser milê wan bi hêzekê mezin hemêz bikin. Tevahî xebatên ku em di vê demê de bikin tê wateya ji nû ve avakirina riya ku berbi azadiya Serokatiya me, gelê me û ji bo jin ê. Ger ku em bi vê bawerî û îdiayê li ser erkên xwe de biçin astengiyên ku em derbas nekin û serkeftinên ku em nagihinê nabe.              

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî