Tirkî  |  Erebî

EYRIHAN JÎNDA

Rewşa Qeyranê (Qaos) ya ku di Rojhilata Navîn de berdewam dikê, bi qandî derfetên azadîyê, ewqasî xeterî û alozîjî bi xwere anî. Ev rewş piştî 100 sal şûnde cardin li heremê hatîye holê, ji bo gelên heremê derfeta ji koletîya devleta netew rizgarbûyînê anî rojevê.

Gelên heremê ku bi hatina dewleta netew re gelek nirxên xwe yên netewi, civakî, çandî û aborî winda kirin. Îro carek din derfeta gihiştina van nirxan hatiye dest xistin. Car dî bi nirxên xwe yên netewîre hevdîtin çêdikê û li gor rastîya dîroka xwe jiyanek li dardixe. Ji xwe di despêka sedsala 20. de şêwaza dewletê ya herî nûjen; ango dewleta netew, li ser civaka Rojhilata navîn hate ferz kirin û heta îro jî wek qemburekî (Qofbun) li ser pişta civakê xwe di domînê. Tevahî Gelên heremê pirsgirêka nasnamê jiyandikirin. Kurd, Areb, Ermenî, Asurî û her wekî van gelek kêm netew û netewên dinjî heman qederê parvedikirin. Ev rewşa aloz ya gelan rastîya pergala kapîtalîst didê diyarkirin. Ji ber ku bi xwe di rastîya xwede qirîz jiyan dike. Di bin êrîşên pergala kapîtalîst de hêlekî civakê yê ku dest ne hatiye avêtin nema ye. Ev şêwayê pergalê ku bi destê hêzên Rojavayî hate çêkirin û li ser herema me hate ferz kirin îro hatîye ber hilweşandinê. Lê belê ne tenê ji ber ku gelên heremê li hember vê bertek nîşan didin û têkoşîn dikin. Di heman demêde ji ber ku hêzê Rojavayî yên emperyalîst jî êdî vê pergalê li pêşya perjewendîyên xwe wek kelemekî mezin didîtin û di bînin. Ji ber wek berê ne dikarî hemû qirêjiya xwe derbasî heremê bikê. Ji bo wê jî pîlansazîya ji nû ve dîzayn kirinê ji hêla hêzên kapîtalîst û emperyalîst ve hate amadekirin û ji bo jiyanî kirina wê jî hewl danên mezin çêbûn. Jixwe yek ji wan sedemên vê rewşa qeyranê jî, mudaxeleya van hêzên derveye.

Di vê rewşa alozî de bi şêwayekî hemû hebûnên li heremê zerer di bînin. Lê di heman demê de her kes derfeta ji bo mafên xwe yên rewa xwe rêxistinkirin û têkoşin kirinê jî bi dest dixin. Bê gûman hemû gelên herêmê kêm, zêde tevlî vê pêvejoyê bûn. Bi taybetî gelê Ereb ji Tunis heta Surî bê navber di rewşekî serhildanêde bû. Lê belê, kêm pêşengtî û ne zelalîya di armanc de, ya herê giring jî ne qutbûyîna ji paradîgmeya dewlet parêz, bûye sedema ku têkoşînvanên li hember dewlet bi kevin xefka dewletê û bibin wek berdewamîyekî wê yê ji dewletê qirêjtir û xetertir. Jixwe di demên bi vî şêwayîde yê bi hêz ewin ku bizanibin çi dixwazin. Yên nizanin çi dixwazin, ew li beramberî xeterîya ku di her şêwe mecrayîde bi herikin jiyan dikin. Dema ku gel dirabin serhildanê û digihin ber deryê serkeftinê hêzên pragmatîst xwe wek pêşeng nîşandidin û bi armanca ku berê gel bidine riyeke ku diçê şêwayek nû yê kole krinê. Ji ber wê jî zelalbûna armanc tê wateya ku ruxmî tevahî benda jî serkeftin misogere.

Gelê me yê ku nêzî nîv sed sale xwe rêxistin dikê, hemû siyasetên înkar îmha û qirkirinê têk bir. Sînorên ku li ser erdnîgarîya Kurdistanê hatine dayîn bê watekir. Gelê me di pêşengiya Rêber APO de xwe ji nexweşîya dewlet parêzî rizgar kiriye. Fêm kirina pergala Konfederalîzma Demokratîk wate ji çi sînorên dewletê re ne hiştiye û pergala Konfederalîzma Demokratîk ji gelên heremêre bûye îlham. Ji hêzên Rojavayî yên emperyalîst re jî bûye kelem û li pêş pêkanîna berjewendîyên wan yê aborî. Gelê me wek avekê ku di herikê, bi amadekariyekî birdozî re li kuderê valatiyekê dibînê xwe rêxistin dikê. Ev rastîya gelê me di pêşengiya tevgera APOCÎ de tu sînora nas nakê.

Di demekî bi vî şêwayîde dewleta Tirk di pêşengîya AKP’ê de di astê siyasîde di herêmê de kete rewşekî gelekî zehmet. Siyaseta hikûmeta AKP ê Tirkîye di herêmê de bi tenê hişt. Dibin navê berjewendiyên netewîde zerer da hest, bîr û hebûna civaka Tirkiye. Hemû hewldanên dewleta Tirk ew bû ku gelê Kurd nebê xwediyê mafên xwe. Avabûna kantonên Rojavayê Kurdistanê, hişt ku nexweşiya Tirkiyê ya (kurdo fobî) kurtir bibê. Êdî bi şêwayekî eşkere destek da hêzekî wekî DAÎŞ û wek gura ew rêkir li ser Rojavayê Kurdistanê.

Bêguman ev siyaseta AKP di herêmêde dewleta Tirk bitenê hiştîye û dijminê wê zêde kirine. Di nav Tirkiyê bixwedejî hikûmeta AKP ji derbeyanre vekirî hiştîye. Di dema xwede AKP ji bo ku di Tirkiyêde bibê desthilatdar hêviyên çareser kirina pirsgirêka Kurd da civakê, bi vî şêwayî bu partîya yekemîn. Îro jî ji ber ku rastîya wê û sextekariya wê derket holê, û hat fêmkirin ku bi rastî ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd ne semîmiye û bê projeye. Lê hertim hewl didê ku li himber xwe di raya giştî de heman baweriyê çêbikê. Ji ber ku ji hilbijartinare demekî kêm maye jî, hîn zêdetir di van hewldanên xwede bi israre. Heger ku AKP nikaribê heman baweriyê çêbikê ewê bi temamî winda bike. Ji ber ku ev 13’de sale her ku Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe xwe wek çareservanê pirsgirêka Kurd lanse dikê û bi vî şêwayî dengekî ku heq ne kiriye digre. Dîsajî wekî her tim heman siyaseta mijulkirinê bi kar tînê.

Bi bûyera Dolma Bexçeve wêneya ku derket holê, di têgihîna civaka Tirk de guhertin û nûbûn çêbûn. AKP bi hesabên gelekî qirêj nêzî civîna Dolma Bexçe dibû. Lê belê Dolma Bexçe, fêrbûna ji dema ku komara Tirk avabûye û virde cara yekemîn em wek aliyekî fermî yê muzakereyan da diyarkirin. Wek terefek fermî nîşan dayîna me di raya giştî ya Tirkiyê û raya giştî ya cîhanêde em wek tevgerek sîyasî ku xwedî şert û merc danîn holê. Êdî ji vê demê û pêde AKP e bi xwazê jî nikarê me wek rêxistinekî terorîst bi nav bikê. Di Newroza îsal de jî mesaja Rêber APO hemleya siyasî ya Dolma Bexçeyê derxist zîrwê. Ango hesabên AKP yên qirêj vala derketin û lê zivirîn. Jixwe ji dema dest pê kirina diyalogan û heta niha jî Rêber APO rojeva Tirkiyê didê diyar kirin. Pêvejoya ku AKP dixwezt bike qurbana hilbijartina, di insiyatîfa Rêber APO deye. AKP ne dikare bivî şêwayî vê pêvejoyê berdewamke, ne jî dikare yek ser xirab bike. Ji bo wê jî bêyî ku bertekê raya giştî li hember xwe çêke dixwaze ku pêvejoyê bi destê me xirab bikê. Bi gelek rêbaza hêzên me di çeperên nêzde tehrîk dikê û dikşîne pozîsyona pevçûnê. Li gelek cihên Bakurê Kurdistanê operasyonên bejahi bi armanca pevçûnê pêş xistin , li ser sînorên Heremên Parastina Medya bi taybetî di herêma Colemêrgê de operasyon û top baran berdewam dikin. Bi taybetî li Oremar û Gerdî bûyerên ku ru dan bi armancê tehrîk kirina hêzên me û sebote kirina pêvejoyê bidestê me bû. Ji xwe êdî bi şêwayekî gelekî ber bi çav diyare ku wê vê siyaseta xwe berdewam bike. Pêwîste AKP pêngavên ber bi çav bavêje û samîmiyeta xwe bide diyar kirin, yana ewê di hilbijartinade gelek xwîn winda bike. Ji ber vê jî AKP li rêya revê digere. Ji bo vê jî di encam de wê AKP hewldanên xwe yên bi destê me sebotekirina pêvejoyê berdewam bikê.

Tevahî hêzên di Tirkiyê de pir baş dizanin ku, ji bo deshilatdariya xwe li Tirkiyê berdewam bikin pêwîste piştgiriya Kurdan qezenç bikin. Partiya mejî nexweş ango MHP jî êdî nikare çand, ziman û hebûna me înkar bike. Her çiqasî di roja Newrozê de kongreya xwe bi navê kurultaya Newrozê binav kiribe jî, lê tu tiştekî lê ne da qezenç kirin. Lê çi dibe bila bibe êdî tu kes nikare li Tirkiyê û di Rojhilata Navîn de siyasetekî bê Kurdan bike.

Hêzên Rojavayî di pêşengiya Amerîka de li gor berjewendiyên xwe yên aborî ku dixweztin ji nu ve herêmê dîzayn bikin, piştî ku çeteyên wekî DAÎŞ derket xwest ku feydê jê bibînê . Lê belê tevahî hêzên dewletî li Rojava û li Rojhilat her wiha hêzên herêmî jî xwestin ku sûd ji wehşeta DAÎŞ bigrin. Bi taybetî jî rejîma Surî û rejîma Îran ji bo ku temenê xwe dirêjkin her şêwayê alîkarî dane DAÎŞ. Dema ku alîkarî dikirin jî bi şêwayekî ser girtî dikirin. Rejîma Tirkiyê ku alîkariya DAÎŞ bi eşkere dikir, armanca wê ew bû ku rejîmekî Surî yê wek kopya xwe îslamîk û girêdayî AKP be. Her wiha armanc dikir ku destkeftiyên Kurda cardî ji destê wan derîne. Ango di herêma me de DAÎŞ bû berdevkê tevahî hêzên desthilatdar. Lê belê şerê herî dijwar li himber tevgera me û gelê me kir. Tevahî hêzên herêmî û cîhanî DAÎŞ bi kar anîn. Lê herî zêde Îran û Surî sûd jê wergirtin. Di vê derbarêde yê herî zerer dît jî dewleta Tirk bû.

 Îro divê rewşa qeyranêde destkeftiyên gelê Kurd mezinin lê belê hîn mayînde nebûne. Xeteriya tunebûnê jî hîn ji holê ne rabûye. Lê belê, pêla xwe avakirina ku ji Rojava destpêkir wê xwe belavî tevahî Kurdîstanê bike. Pergala konfederalîzma demokratîk ne tenê li Kurdistanê tevahî cihên ku Kurd lê hene wê xwe bide avakirin. Derfeta xwe avakirinê ji her demekî zêdetir li Bakur, Başûr, Rojhilat û di Rojava yê Kurdistanê de heye. Hêla xwe avakirinê ya herî giring avabûna hêzên xwe parastinêye. Bê guman parastina xwe ya cewherî rêxistinkirin erkê dema me ya serekeye. Wek civak asta me ya xwe parastinê asta me ya axlaq dide diyarkirin. Dema ku em têdene demek wisaye ku, gelê me xwedî li xwe, dîrok û çanda xwe derdikeve. Pêwîste em di hilbijartinan de xwedî li ked û nirxên xwe derbikevin.

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî