Tirkî  |  Erebî

rojev-siteNe di rewşê mecbûrî de be, kes destûr nade ku axa welat ji aliyê hin kesan ve were qirêj kirin û bê êşandin. Dizane ku çiqasî qedrê wê bizanibe û jiyana xwe jî li gor wê çandê ava bike, wê ax jî xwedî lê derbikeve û wê nexe tengasiyê. Wê ax jî wan mirovan qirêj neke.

Lê, mirovên ku jehra şaristaniyê tam kiribe, dibêjin ku ax bi çave qirêj li wan dimeyzîne û heya ku wê jehrê nevereşîne, ji wê qirêjbûnê xilas nabe.

 

Bi derketina şaristaniyê re derketina mêzînê (terazî) jî bereketa berheman û tama wan tune dike. Ji vê yekê bawer kirin gelek watedar e. Tam watedar e. Nebat bi vî rengî şîn dibe û tam ava dike. Gava ku bê watebûyîn çêdibe, xwarina herî xweş jî ji mirovan re bê tam tê. Pîvandin, wezinandin sînor dayîn e. Di roja me de gotineke weke vê tê gotin heye; “Ger tu bihejmêrî wê bereketa wê kêm bibe.” Ev gotin berhema hişmendiya komînal, parvekirin, bêhesab, perçe nake û belavkirinê esas digre ye. Berhemên ku dikevin teraziyê û tên pîvandin, bereketa wan tune dibe. Ji ber ku pîvandin feraseta beramberiyê kûr dike, çanda diyariyê tune dike û mirovan çavbirçî dike. Ango ev tê vê wateyê ku, dema mirov pir bi hesab û kîtab dibe, wate-tahm kêm dibe û sînor zêdetir dibin. Her pîvandinek sînorek e. Her çiqasî pîvanên ku bi terazî tên pîvandin weke nîşaneya edaletê were xwûya kirin jî, lê dişibe giyaneke ku şaristanî wê dikuje û bi dermanê xwe tedawî dike. Bi taybet jî, pir baş tê zanîn ku dewleta hiqûq mirovan aniye asta tunekirinê. Bi hebûna dewletê re hebûna mirovahiyê jî rastî tehdîdan hatiye û her bi mirinê re rû be rû ye.

 

 

Bi ruxmê vê rastiyê jî pirsgirêkên civakî bi saziyên dewletê re, bin navê çareseriyê de bê çaresertiyê kûr dikin û civak bi rêya van saziyan tên fetisandin. Lê civakên komînal pisgirêkên xwe bi xwe çareser dikin. Xwedî feraseteke jiyanî ya ku ava kirina civak û edaleteke bê terazî esas digre.

Mînaka herî baş a ku mirov ji bo vê mijarê bide, têkiliyên ku di jiyana komînal de tên jiyan kirin e. Hestê dilşewatbûnê weke ku hestekî dilbaşiyê ye didin nîşandan. Lê belê rastî ne wisa ye. Di civaka komînal de dilê civakan bi hev naşewite. Ger mirovek an jî malbatek di warê aborî û manewî de pêdiviyê wan bi tiştek hebe, civak pêdiviyên wan pêşwazî dikin. Ji bo vê ferdên civakê diçin biryareke hevbeş û heya ku pêdivî ji holê radibe xebat tê meşandin. Lê di serdema şaristaniyê de, ev feraset di mirovan de hatiye şkandin û her ku diçe cihê wê dilşewatbûna ku ti wateya heqîqetê tê de nîne û wîjdanekî şaş ava kirine. Ger em li jiyana xwe meyze bikin, emê vê rastiyê bibînin. Mirovên şoreşger ên herî bi wîjdan jî meyzekirina wan a dilşewatbûnê jî li gor civaka komînale. Ji ber ku dilşewatbûn ti pirsgirêkan çareser nake û ti tişt ji civakê re nade qezenc kirin. Rêhevalên hev dilê wan bi hev naşewite. Civakên ku hestên komînaltiyê jiyan dikin, ti carî dilê wan bi hev naşewite. Jiyaneke ku cudatî û wekhevî  têde heye, komînal e. Di vê jiyanê de tiştekî ku dil bide şewtandin nîne.

 FİDAN NURHAQ

Kategori: Nivêsên Rojêvî