Tirkî  |  Erebî

Ferîde Alkan
reberapo resimKomploya navnetewî dikeve sala xwe ya 17. Ji bo vê beriya her gotinê ez ew hêzên tarî yên navnetewî, xwînxwar yê ku di şexsê Serokatiya me de xwastin tevgerame ya azadiyê bi fetisînin, weke gelê Kurd û jinên Kurd  êşên gelek mezin li me bidin jiyan kirin nefretekî mezin şermezar dikim. Ez Rêber APO yê ku li hember komplo bi berxwedaniyekî mezin re li ser linga disekine, bênavber têkoşîna xwe domdarî dike û di şertên komployê de dişexsê xwe de ji bo gelê Kurdistanê, jinên Kurd, saziyê wan yê demokratîk û jiyana wan yê azad rêxistin dike bi hûrmet û hezkirin silavên xwe didim raber kirin. Cardin rêhevalên me yên ku li hember komplo sekinîne û jiyana Rêber APO hebûna xwe di pejirîne bi dirûşmeya “hûn nikarin roja me tarî bikin” bedenên xwe dane ber agir, yên bûne bombe û di neyar de teqiyane Halît Oral, Aynur Artan, Selamet Menteş, Berwar, Bêrîvan û rêheval Tayland bi minetdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember wan di tewînim. Em soz didin heya ku em Serokatiya xwe ji wê dîlgirtinê rizgar nekin û ji bo vê jî bedelê wê çi dibe bila bibe emê bi îdeayekî mezin têkoşîn û berxwedaniya xwe berdewam bikin. Bêguman 16 sal ji bo têkoşîna jin, jina Kurd, tevgera azadiya gelê Kurd, ji bo gelê Kurd û dostê Kurd gelekî bi êş, biberxwedan û têkoşîn derbas bû. Me ji bo xwe tişta ku esas girt jî bê Serokatî jiyan kirin di tevahî ruh û dilê xwe de his bikin û wisa jiyan bikin. Ji bo me yek kêlî jî vê ji bîrkirin îxanete. Em her roj bi dirûşmeya “bê Serok jiyan ne be” bidest jiyana xwe dikin. Komploya navnetewî di sala xwe ya 16.de bi têkoşîn û berxwedaniyekî gelekî mezin re vale derketiye. Di Kurdistanê de em ketin pêvajoyekî wisa de sazîkirin û rizgarkirina demokratîk, jiyana azad bi kedekî mezin re ji nû ve destpêdike. Mînaka vê ya herê şînber jî azad kirina Kobanê, operasyona rizgar kirina Şengalê ye. Cardin ji bo azadiya Rêber APO berxwedanî û têkoşîna gelê me yê Kurdistanê û ji derveyî welat, berxwedaniya kesên demokrat, sosyalîst û têkoşînvanên azadiya jin mînakê vêne.  
Di vê merheleyê de em bi îdeayekî mezin re ketin demekê ku komploya navnetewî bi giraniya xwe vale hatiye derxistin. Kêm maye ku em dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Serokatî bibînin, hemêz bikin û di vê bingehî de emê jiyana demokratîk û azad bi demekî herî kin de tacîdar bikin. Ev 15’ê Sibatê ji yêndî cûdatir bi ruhê serkeftinê û bi îdeayê mezin re gavek beriya gavekî em bigihijin Serokatiya xwe em ketin tê de. Li ser vê bingehê ez tevahî gelê me yê ku li Awropa û herçar perçeyê Kurdistanê ji bo azadiya Serokatî bi eşqeqî mezin têkoşîn didin meşandin silav dikim. Serokatî di şexsê xwe de ji nû ve hebûna gelekî avakir. Gelekî kir xwedî kesayet, nasname, ziman û fikir. Gelekî li ser bingeha civaka exlaqî û polîtîk gihand têşeyek û cewherê xwe. Di kesayetiya jina Kurd de, gelê Kurdistanê de jiyan dikin di cîhanekî û pergalekî wekhev û mafdar afirand. Ji destpêkî heya niha hêzên navnetewî yê desthilatdar, hêzên dewletparêz, xwînxwar hêzên zilamên desthilatdar bi hirsekî mezin nêzî vê afirandinê bûne. Di demên cûda û bi rêyên cûda re xwastin vê tasfiye jî bikin. Herî dawî bi komploya 15’ê Sibatê re di şexsê Serokatî de operasyonekî îmha kirinê pêkanîn. Ger gotin di cih debe cîhana zilamê desthilatdar, cîhana zilamê dewletparêz divê komployê de bûn yek. Berjewendiyên xwe kirin yek. Li ser vê ji dewletên biçûk û hêzên biçûk radest girtin. Wisa kirin ku ruyê erdê di şexsê Serokatiya me de, ji tevgera azadiyê re û gelê me re qedexe kirin. Tê zanîn ku ji ber tu welat destur neda ew balafirê Serokatiya me têde bû ji bo wê ew balafir bi seatan jor ma. Bi mehan cih nedan Serokatiya me. Ya rast di şexsê Serokatiya me de cih nedan civaka Kurdan, tevgera azadiyê û  înkar kirina tevahî civakên ku baweriya wan bi şoreşê û sosyalîzmê heye. Bi rastî jî tevahî hêzên komploger ji bo ku ev komployê wan serkeftî derbas bibe planên gelekî mezin pêkanîn. Lê dema mirov van 16 salan dinirxîne di bîne dewletên ku komplo li ser Serokatiya me pêkanîne Amerîka, Yunanîstan, Misir, Surî û di heman demê de hêzên ku li ser bingeha berjewendiyên xwe bûne hevkarê wan, di protokolên Anakara de, hevdîtinên Washington de xwe di vê berjewendiyê de xwast rêxistin bike, di Kurdistanê de hêzên xeta PDK, netew dewleta Tirk û netewa dewleta Îranê di van 16 salan de şkestinên mezin jiyan kirin. Di rastiyê de ji bo komplo ne gihiştin armancê xwe. Kesên ku di komployê de rolên mezin leystîne dawiya wan diyare. Yek ji wan jî dawiya Hûsnû Mûbarek di holê deye, cardin rewşê deshilatdarên Yunanîstanê yê wê demê di holê deye. Gava mirov vê pêvajoyê giştî digre dest, dibîne ku rûxmê di şertên ne wekheviyê de di rastiyê de yê serketiye Rêberê me û di şesê Rêberê me de civaka gelê Kurdistanê, civaka demokrat yê Tirkiye, civaka demokrat yê Rojhilata Navîn û tevahî jinên cîhanê ye. Ev hêzên komploger yên ku di şexsê Serokatiya me de xwastin vê rastiyê tune bikin, îmha bikin, mecbûr man ku vê rastiyê nas bikin, fêm bikin, weke aktorekî siyasî nas bikin, weke hêzekî leşkerî nas bikin, weke hêzekî birdozî û polîtîk nas bikin û muhatep bigrin. Bêguman beriya hertiştê ev bi kesayetiya Rêbertiya me yê têkoşînvan û xeta wê ya ku di her şertê de ji bo azadiya gelê xwe berxwedanî dide meşandin, hêza wê ya siyasî, polîtîk xwe fedayê mirovahiyê, azadiya jin û gelan ve pêşket. Tevahî cîhan pir baş dizane yê ku vê komploya navnetewî vale derxist, tevahî planên wan tar û mar kir Serokatî bû. Şêwazê Serokatî yê têkoşîn û berxwedaniyê vê komployê vale derxist. Rêber APO Îmralî ango ew cihê îşkence û tecrîtê di nava çar metreyan de xist cihê rêxistinkirina azadiya jin, cihê ji nû ve avakirina azadiya gelê Kurdistanê. Li wir bangawazî tevahiya cîhanê kiriye û bandorbûyînekî asta rêhevaltiyekî xurt de daye avakirin. Di hûndirê wê çar metreyan de cîhanek û jiyanekî alternatîf avakiriye.
Ev pêvajoya 16 sal bi berxwedevantiya Rêber APO re gihiştiye asta fînalê. Gelê me bi taybetî jî jina Kurd di hûndirê vê 16 salan de bênavber jêre bûye bersiv. Jixwe gelên ku xwedî Rêberên mezinin ew serkeftinê misogerkirine. Bi vê rastiyê re têkoşîna jina Kurd û gelê Kurd bi kêlî kêlî vê tekoşînê re bûne yek û ev jî bandorê xwe li ser vê kiriye. Tê zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê li hember komplo bi hezaran mirov rabûn ser linga. Cardin di sala 1999’an de bi sedan ciwan li hember komplo tevlê nava refên gerîla bûn.Bi dehan ciwan li hember rejîma Îranê serî rakirin û mirinê danber çavên xwe. Zarokekî bi navê Zehra ya yanzdeh salî ji bo dîl girtina Serokatî agir berdan bedena xwe kes hêvînedikir ku wê xwedî derketinekî bi vê awayî derbikeve. Di heman demê de wek roja îro jî tê dîtin di Rojavayê Kurdistanê de jî xwedî derketin û berxwedaniyekî dîrokî pêşket. Gelê Kurd li hember helwestên ku di gotin, ger em Rêberê wan bigrin wê hertişt xilas bibe, bi helwestên xwe re bersiv dan û gotin ji bo me têkoşîn û berxwedanî ji nû ve destpêdike. Cardin Başûrê Kurdistanê rûxmê xeta îxanetkar û hevkarên ku di komployê de cih digirtin jî gelek ciwan tevlê nava refên gerîla bûn. Bi tevlêbûnên xwe re dan diyar kirin ku bê Serok jiyan na be. Ev ji bo ew xeta îxanetkar û hevkarê wan helwestek gelekî xurt bû. Di Bakurê Kurdistanê ji girtîgehan, zarokên heft salî heya kalên heftê salî û daketin li ser qada û bi hirsekî mezin helwestên xwe dan raber kirin. Bi azwerî û eşqa Rêbertî re ev gurtir bû û bi sedan ciwan daketin serê çiya. Gerîlayên Kurdistanê, gerîlayên azadiyê li hember komploya navnetewî di carekî de teqandina jimar jiyankir. Ev israrekî mezin ji bo têkoşînê bû.  Lê ev têkoşîn û berxwedaniya gelê Kurd ji her deman zêdetir xurtir bû û qad bi qad zêde bû. Bi vêre dane diyarkirin ku Kurd ne Kurdên berêne, êdî kes nikare Kurdan bi xapîne, bi Kurdan re bi leyze, dîroka  gelê Kurd êdî weke berê nameşe. Kurdê klasîk miriye, cihê wê de Kurdên îradelî û di her şertan de ji bo xwe têkoşînê esas digre, Kurdên hêvî û baweriya wan ji herdeman zêdetir bi hêz bûye vê hêz û baweriya xwe jî şehîdên xwe û Rêberê xwe digre heye. Dibe ku hêzên komploger yê navnetewî yê ku ne xistine hesabên xwe de ev Kurdên azad û zanist bûne. Ji ber ku ew planê xwe li ser Kurdên klasîk vê komployê rêxistin kiribûn.
Di heman demê de dostên Kurd yên xwedî wîjdan weke rêheval Elefterya, kesên demokrat û sosyalîst jî li hember vê komployê bûn xwedî helwestekî. Ev her çû derdorên akademîk û demokratîk jî bandor kir. Di şexsê Rêber APO de piştgiriya tevahî demokratên cîhanê û piştgiriya azadiyê têşe girt. Di Tirkiyê de şînber bûyîna vê jî projeya HDP ye. Li ser navê Tirkiyeyek demokartîk û Kurdistanekî azad perspektîf pêşketin, proje hatin ava kirin. HDP di şertên komployê de û encamên berxwedaniya Rêbertî de derket pêş. Bi vê awayî hesabên komploger yên ku di şexsê Rêber APO de tevahî gelê Kurdistanê di nava çar dîwaran de tecrît bike vale derket. Di şexsê Rêbertî de têkoşîna azadiya Kurdistanê, jinên Kurd tevahî diwaran hilweşandin û xwe gihandin Latîn Amerîka, Afrîkaya Başûr, Afrîkaya Bakur, xwe gihandin tevahî Rojhilata Navîn, Awistralya û birastî jî bû piştgiriyekî gelekî mezin di cîhanê de. Roja 1’ê Mijdarê piştgiriya bi Kobanê re ev xwe da xwiya kirin. Bi vê awayî jî ew polîtîkaya tecrît kirinê jî vale derket. Gava mirov van tevahî pêşketinan di nirxîne û dibîne ku komploya navnetewî di şexsê Serokatiya me de, bi berxwedanî û yêkbûna gelê Kurd yê her çar perçeyî Kurdistanê û her deverê ku Kurd lê hene komplo pûç bûye. Bêguman weke tevgera azadiyê demên ku me pir zehmetî jiyan kir jî hebû. Bi taybetî jî sala 2002’an de bi destê komplogeran xwastin di nava me de jî tevsîyê pozber bikin di vê de me zehmetî jiyan kir. Ya rast di 16 salên ku şertên dîl girtina Serokatî de em bi xwejî di nava esaretê de bûn û her rojên me bi bêrikirinên mezin re derbas dibin. Di vê wateyê de me gelek rojên zehmet jiyan kir. Lê azweriya me ya li hember Serokatî, hêvî û baweriya li hember tevgera me ya azadiyê, kûrbûyîna me ya li hember xeta PKK û PAJK’ê re û bi sekna hêzên gerîla yên çalak HPG û YJA Star di parastina rewa de, xwedî derketina gelê me tevahî van pêvajoyê zehmet di astekî giring de me derbas kir. Me vê di pêvajoyên herê zehmet de weke hemleyên têkoşînê yê mezin girt dest û heya roja me ya îro anî. Me rojên gelekî giring bi berxwedaniya rêhevalên xwe yên pakrawan weke rêheval Rojîn, Reşîd, Mehmet Goyî, Ezda, Rûken, Nêrgîz û bi hezaran rêhevalên me yên hêja re dest xist. Em gihiştine astekî wisa ku tevahî armanc û hedefê me azadi kirina Rêber APO ye. Bêguman yek jî fektorên bingehîn yê vê pêvajoya berxwedanî û têkoşînê jî li ser navê tevgera azadiya jin û li ser navê tevgera tekoşîna azadiyê rêheval Sara her kêliyên xwe bi şopandin û pêkanîna Serokatî re derbas dikir. Her kêliyên bê Serokatî bi izdirap re digirt dest û ev şerma ku navbera me û Serokatî de, ev dîwarê di navbera gel û Serokatî de bi helweşîne û di demekî herî kinde bi Serokatî re hevdîtin dayîna ava kirin bi îdeayekî gelekî mezin têkoşîn dida meşandin. Ji bo vê gelekî bi coş û heycan kar û xebat dida meşandin, bi hirs û kînekî mezin li ser komploya navnetewî de di çû û têkoşîna xwe li hember wê kûr dikir. Ev pêvajoya têkoşînê bi ruh û bîranîna rêheval Sara re jî girêdayî ye. Bi rastî jî piştê komkujiya Parîsê di tevahî cîhanê de, bi piştgiriyekî mezin, xwedî li Serokatî derketin pêşket. Bi şahadeta rêheval Sara re û bi tekoşîna jin re ev pêvajo xurtir bû.
Li ser vê bingehê ez di dawiya salvegera komplo ya 16.de, dixwazim ji gelê me re bi taybetî jî jin re vê bangawaziyê bidim. Komploya navnetewî bi giranî binketiye. Di Kurdistanê de netewa demokratîk xwe gihandiye ruhekî. Xwe gihandiye helwestekî exlaqî. Çerçoveya jiyanekî demokartîk û azad şînber bûye. Pêwîst e her kes ne tenê bi çalakiyên protesto dikin, şermezar dikin bi baweriyê serkeftînê û bi baweriya ku emê Serokatî ji esaretê rizgar bikin berbi netewa demokratîk û jiyana azad bi hemleya şoreşê re xwedî derbikevin. Li ser vê bingehê jî di avabûyînê de, pêşxistinê de berêxwe bide şêwazê vîna xwe diyarkirinê. Niha sekna têşeyê li hember komploya navnetewî vegotina wê li Tirkiye têkoşîna demokratîk bi awayekî radîkal belavê tevahî qadan bikine. Bi taybetî jî li ser bingeha peştevaniya gelê Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî jî hilbijartinên di pêşiya me de jî destbigre û li herderê sazkirina demokratîkbûyînê û avakirina jiyana azad esas bigre xwe rêxistin bike, têkoşîn bide meşandin. Şoreşa ku li Rojava pêşketiye di asta hêr jor de xwedî lê derketin û ya xwe dîtin giringe. Ev proje xwe ji nû ve ava dike û rêve dibe, projeya Kanton, Suriya demokratîk û Kurdistana azad projeya Serokatîye. Jiyanî kirin û şînber bûyîna vê projeyê şînber kirina azadiya Rêber APO ye. Pêwîst e gelê me yê Rojhilat jî ji her deman zêdetir û bi çalak tevlê pêvajoyê bibe û bila bizanibûn ku pêvajoya li Rojava pêşdikeve ji bo wan jî derfetekî mezin ava dike. Ji bo wê bi têkoşîn û berxwedaniyên mezin re li hember komplo serîrakirin pêşbikeve. Ji bo Başûrê Kurdistanê jî ava kirina netewa demokratîk gelekî giringiya xwe heye. Berteref kirina êrîşên DAÎŞ, azad kirina Şengal, Kerkûk, Mûsûl û tevahî Başûrê Kurdistan bi şînber bûyîna netewa demokratîk re derabas dibe. Bi vê awayî wê diwarên Îmralî were hilweşandin û komploya navnetewî vale derbikeve. Cardin ji bo Bakûrê Kurdistan jî û tevahî gelên me yê ji derveyî welat bi piştevaniyekî asta şoreşê de bi tevahî gelan re pêşxistin û ji nû ve ava kirina demokratîk re wê komplo vale derbikeve. Bi îrade bûyîna gelê mere wê û bi xwe pêşxistina rizgar kirina demokratîkbûyînê re wê komploya navnetewî vale derbikeve. Wê di şexsê Serokatî de netewa demokratîk, azadiya Rojhilata Navîn bi vê awayî şînber bibe. Bibe xwedî kesayet, nasname û bi vê awayî wê esaret jî ji bingeh de holê rabe. Ew dem wê gihandinekî bi rûmet Serokatî re ava bibe. Li ser vê bingehî carekê din rêhevalên me yên bi rûmet yên ku xwedî li Serokatî û nirxên xwe derketin û me anînê vê rojê rêhevalên me yên pakrawan bi minet û rêzdarî bibîrtînim. Di heman demê de têkoşîna gelê me yên ku bê navber domdarî dikin silav dikim. Berxwedanî û têkoşîna Serokatî yê ku ji bo van pêşketinane bûye rûh, bawerî, enerjî û pêşeng bi rêzdarî, coş û bi heycan rêzdariyên xwe didim raber kirin û silavên xwe rêdikim. Ez baweriya xwe ya ku wê ev 15’ê Sibatê bibe hemleya fînala azadiyekî mezin didim dıyar  kirin. 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî