Tirkî  |  Erebî

NORŞîN CÛDÎ

Em ji 26’ê Çile heya niha heycan û coşa serkeftina Konbanê jiyan dikin. Bi rastî jî gelê Kurd, li ser navê gelê cîhanê serkeftina ku li Konbanê pêkhatiye weke serkeftina dîrokê digre dest. Xirab kirina pergala desthilatdariyê yê ku li gor xwe dixwazin bidin avakirin û xirabkirina

ahêngên hatine ava kirin ewqasî hesanî nîne. Ji bo vê serkeftina ku hatiye jiyan kirin, di heman demê de li hember berxwedanî û lehengtiyên ku hatine jiyan kirin em nizanin çawa hestên xwe vegotin bikin. Di demekî ku li ser tevgera me ya azadiyê ewqasî leystok tên leystin serkeftinekî bi vê awayî dest xistin gelekî  giringe. Di roja me ya îrode tevahî cîhan behsa vê serkeftinê dike. Şervanên Kobanê YPG-YPJ, gelên me yên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi rojan di nava berxwedaniyê de bûn. Di vê berxwedaniya dîrokî de bi sedan hevalên me şehîd ketin. Beriya her gotinê em rêhevalên me yên ku di vê berxwedaniya bêhempa de şehîd ketine bibîrtînin û  bejna xwe li hember wan ditewînin.

 

 

 

Bêguman sedûsîhûsê roj berxwedaniyekî bidestan hat jiyan kirin. Dibe ku Konbanê jîngehekî biçûk bû, lê ev rewş ne bû asteng ku nekeve rûpelên dîrokê de. Bêguman çavkaniya ev berxwedanî û vîna bêhempa felsefe û birdoziya Rêber APO ye. Ji bo me şansê herê mezin ewe ku em di nava tevgerekî ku Rêber APO daye ava kirin de cih digrin. Di roja me ya îro de em ne tenê di herêmekî de di her çar perçeyî Kurdistanê de li Kobanê, Şengalê, Kerkûk û Hewlêrê de me xwe rêxistin kiriye. Di kîjan şert û cihan de be me li hember faşîzma DAÎŞ berxwedanî pêşxist. Tevahî cîhan ji vêre şahîdîtî kir. Dibe ku di her derê Kurdistanê de berxwedanî hebû lê ev di Kobanê de gihişt lûtkeya. Îro ji kesên ku neyartî PKK’ê re digin, yên ku PKK’ê terorîst di bînin re dan diyar kirin ku kî ji bo azadiya mirovahiyê, demokrasiyê şer dike û têkoşîn dike aşkere bû.  

Şerê li Kobanê despêkirî heya roja me ya îro em li hember DAÎŞ’ê di nava şerekî bêhempa de bûn. Lê me ti carî ne fikirî ku hêzên em li hember şer dikin tenê DAÎŞ’ê. DAÎŞ tenê êrîşkar û komkujiyê tetîkçî û di aliyê fizîkî de xwiya dikir e. Tê zanin ku îro di cîhanê de alozî û krîz tên jiyan kirin. Pergal bi vê aloziya ku ketiye tê de ahengekî şer ava kiriye û dixwazin vê şerê aheng li Kurdistanê li ser xaka Kurdistan û gelê Kurd pêşbêxin. Ev jî bi destê çeteyên faşîst DAÎŞ hate plan kirin. Li gor wan wê hêzê herê mezin û berxweder yê dîrokê bi rêya DAÎŞ tune bikin û derp lê bidin. Hesabên ku kiri bûn negirt û vale derketin.

Li Kobanê yê bin ket tenê ne DAÎŞ ê

Li Kobanê piştê ewqasî berxwedanî tenê DAÎŞ bin ne ked. Yê ku bin ked pergala zilamê deshilatdar yê dewletçî, tu hiqûqa mirovahiyê nas nake û ji mirovahiyê derketiye. Di dîroka Kurdistanê de li ser vê xakê gelekî şer hatiye jiyan kirin. Xaka Kurd her tim bûye navenda dagirkeriyê. Tiştên ku li Kobanê tê jiyan kirin jî berdewama wê ye. Çawa ku di dîrokê de li hember van êrişane berxwedanî û qehremantiyên bêhempa pêşketine, roja me ya îro jî li Kobanê bi hezaran keç û xortên Kurd yên egîd berxwedane û serkeftinê ku kes hêvî ne dikir ji gelê Kurd re dan jiyan kirin. Qehremantî û egidî kevneşop û çandekî yê gelê Kurd ê bi hezar salan e. Bêguman xwedî çandekî wisa wê bedelên wê jî mezin be û bûye jî. Me azadiya gelê Kurd hedef girtiye, em dizanin ku wê ne rehet be. Ji ber azadi ti carî tiştekî hesanî nîne û bedelên wê jî her tim giran bûne.

Bedelên ku me Kobanê jî dan bedelên ewqasî hesanî nîne. Di vê şerê de bi hezaran egîdên bi nirx, mirovên bi leheng gihiştin şahadetê. Tevahî mirovahî şahidî ji qehremantiya li Kobanê tê jiyan kirin dike. Her kes pir baş dizanî ku  ger Kobanê bikeve wê mirovahî bikeve û ji bo mirovahiyê çiheye wê winda bike. Ev xak xwedî çandekî berxwedanî yê ye; gelên Mezopotamya hebûna xwe li ser vê çandê dane ava kirin. Ger Kobanê ketiba, wê di vê rewşê de çanda berxwedaniyê ê bi hezar salan binketiba. Ji bo wê gelê me û gelên din li derdorê Kobanê de bûn yek. Bûn yek dil û bi Kobanê re gihiştin hev. Hêzên ku ji bo ketina Kobanê bûne yek jî gelekî ziyanî jiyan kirin. Ev rewş hişt ku tevahî hedefê wan tarûmar bibe. Tevgera azadiya Kurd cardin serkeftina xwe îlan kir. Ew jî mecbûr man ku cardin şahidiyê jêre bikin.

Yê li Kobanê serketiye ruhê berxwedaniya ku PKK afirandiye

Em bi vê serkeftinê re gelek kêfxweş bûn. Lê em ji bîrnekin ku heya em gihiştin vê serkeftinê jî me bi hezaran mirovên xweşik şehîd dan. Di serî de şervanên YPG-YPJ û ji gelê me jî gelek mirovên bi nirx di pêvajoya vê berxwedaniyê de şehîd ketin. Ked û bedelên ku ew dan tenê ne ji bo Kobanê ji bo tevahî Kurdistanê destkeftiyên gelekî mezin bûn. Dibe ku weke dewletên deshilatdar çekên me çênabe lê di aliyê hişmendî, birdozî û polîtîk de destkeftiyên me yên gelekî mezin hene. Di vê mijarê de em ji tevahiya jî dewlemendtirin. Ji bo vê yê ku li Kobanê serketiye ruhê berxwedaniya ku PKK afirandiye.

Li Kobanê nêzî sedûsîhûsê roj bênavber berxwedaniyekî di şert û mercên zehmet de di serîde şervanên YPG-YPJ tevahî gelê me berxwedaniyekî bêhempa dan raber kirin û şerê îradedan. Kêliyekî jî dest ji vê şerê ne berdan. Êrişên gelekî mezin dihatin raber kirin. Ji ber di destê DAÎŞ de çek û teknîkên giring hebûn. Ji derveryî van jî şerê taybet jî dihat meşandin. Hêzên ku dixwastin em binbikevin şerê taybet yê bêeman didan meşandin. Rûxmê vê jî rêhevalên me ji xwe û çanda berxwedaniya ku afirandine gavekê jî paşde ne avetin. Bi tu awayî hêviyê xwe qut nekirin. Yê ku vê serkeftinê serxist jî ev hêvî û ruh bû. Îro tevahî hêz bûne yek dixwazin DAÎŞ tune bikin lê nikarin serbikevin. Tenê hêza ku serdikeve jî PKK ye. Çanda berxwedaniya PKK dayî afirandine.

 

Serkeftina Kobanê binkeftina hêzên desthilatdar e

Tevahî gel serkeftinê heq dikin lê gelê Kurd, ji zû de vê heq dike. Ji ber Serok APO bi salane ji bo jiyan kirina vê serkeftinê têkoşîn dide. Gelê me û tevgera me di vê oxirê de gelek bedelên mezin daye û şev û roj ji bo ku ev serkeftinê destbêxin şer kiriye. Armancê Rêberê me tenê ne azad kirina gelê Kurd û Kurdistane. Birdoziya Rêberê me û felsefeya wê gerduniye û hedefê wê azadiya tevahî gelan e. Ji bo vê azadiya Kobanê azadiya tevahî mirovahiyê ye. Kobanê ji bo gelên cîhanê hêviyek e. Ji ber dewletên desthilatdar gelan aniye astekî wisa ku tu gel xwe azad his nake û xwe hewcedarê desthilatdaran di bînin. Kobanê da diyar kirin ku ev ne wisane. Di vê wateyê de Kobanê bû nîşaneya azadiya gerdûnî.

Modernîteya kapîtalist tevahî gelan hewcedarê xwe dike, bi rêya birçîtî, xîzantiyê dixwaze terbiye bike û hewildide ku mirovahî veguherîne komên robotan. Ji bo ku jiyan bê wate bike çi ji destê wê tê dike. mirovahî ji nirxan dur dike û dixe valetiyekî mezin de. tekoşîna azadiya Kurd û gelê wê bi rêya tekoşîna ku afirandiye vane tevahiya vale derxistiye. Sekeftina Kobanê binkeftina hêzên desthilatdar e. Binkeftina birdozî û felsefeya ku ava kirine. Tevahiya va hêzane li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê planzasiyê wan hebû lê ev plansaziyê wan û ahengê wan vale derket. xwastin vîna gelê Kurd bişkînin, lê serneketin û bin ketinê re rû bi rû man.

Dibe ku her roj li Kobanê bedelên mezin hate dayîn û ev serkeftin hate destxistin, lê ev nayê wê wateyê ku berxwedanî û şer xilaz bû. Şer û têkoşîn hîna xilaz ne bûye. Dibe ku şerekî û têkoşînekî mezintir li pêşiya me ye. Ji bo me hîna jî xeterî xilaz ne bûye. Ji ber ku pir alî hene ku hîna jî li hember vê serkeftinê tehemûl nakin û ne pejirandine. Ji bo vê em dest ji xwe bernedin û serkeftina ku me li Kobanê destxistiye çi dibe bila bibe em bi parêzin.

Em vê ti carî ji bîrnekin, em ne hêzekî ku tenê di aliyê leşkertîdene. Cardin em destkeftiyên xwe tenê di aliyê leşkertî de dest nagrin. Armancê me yê herê bingehîn ewe ku li hember modernîteya kapîtalîst hêzekî azad yê alternatîf bi afirînin. Serokatiya me ji bo ku ferdê azad û welatê azad bi afirîne têkoşînên gelek mezin da meşandin. Ev têkoşîna wê ti carî yek alî ne bû. Bi guhertin û veguhertinên birdozî, teorîk, siyasî, felsefîk û paradîgmasal re bi nasnameyê Kurdê azad dayîna afirandin û vê nîşanê tevahiya cîhanê bide têkoşîn da meşandin. Em weke kadroyên vê tergerê û gelê Kurd ji ber ku Rêberêkî me yê bi vê awayî heye em gelekî bextiyarin.

 

Pêwîste armancê me yê herî mezin jiyanekî azad dayîna afirandin be  

Îro berpirsiyartiya herê mezin yê ku dikeve li ser milê me xwedî derketina ev nirxê ku Serokatî pêşxistiye. Di Kurdistanê de, Rojhilata Navîn de û tevahî cîhanê de li hember ev pergalê şerekî bêeman dayîna meşandin û jiyanekî azad afirandin be. Ger ku em tu cudayî nexin di nava ol, bawerî û ramanan de em vane serbêxin wê ew dem tevahî mirovahî serbikeve. Ew dem wê ew mirovê azad yên ku Serokatiya me dixwaze biafirîne serbikeve. Tişta ku pergal herê zêde jê di tirse jî pergala jiyanekî azad yê ku emê bi afirînin e. Pergalekî bi vê awayî tunebûn û xilasiya wê ye. Ji bo vê wê şerekî gelekî mezin li hember me bide meşandin. Pêwîste em li hember vê amadebin.

DAÎŞ êrişê her deverê Kurdistanê kir. Kerkûk, Maxmur, Şengal, Cîzre, Hesekê û gelek cihê cûda. Lê belê li ser Kobanê êrişekî pir cuda hebû. Di vê êrişande TC jî rolekî mezin leyîst û alîkariyên mezin jî da. Ne tenê TC gelek welatên cuda di rêyên aşkere û veşartî di serî de rejîma Surî piştgiriyê da DAÎŞ. Di heman demê de xwedî kirin û ji bo ku ser me de were çi ji destê wan dihat kirin. Ger ku rejîma Surî di Rojava de di aliyê leşkerî de alîkarî nedaba ne gengaz bû ku DAÎŞ di Rojava de ewqasî pêşve biçe. Dibe ku rejîm vê vekirî nayne ser ziman û na pejirîne lê em dizanin ku dibin mezin bûna DAÎŞ yê ewqasî lez û bez de xwe belav dike alîkariya rejîmê yê vekirî û girtî tê kirine. Rejîma Surî ji bo ku em di Rojava de jiyanekî azad ne afirînin, pergalekî xweser yê ku girêdayî hêza gelan yê cewherî pêşnexin di serî de alîkarî daye DAÎŞ û tevahî hêzên mûhalîf yên ku li hember me neyartî pêşdixin. Ji bo vê tevahî şerên qirêj yên tê jiyan kirin, komkujî û hovitî kirina malê DAÎŞ wê ne rast be. DAÎŞ aliyê ku dihat xwiya kirin bû. Em ji bîrnekin ku çeteyên DAÎŞ bi destên hêzên navnetewî yê hevpar hatiye pêşxistin. Gava mirov kombûna çeteyên DAÎŞ meyze dike ji Yemenê heye Suudî Erebîstan, Tirkiye, Îran û heya Çeçenîstan gelek kes di nava wê de cih digrin. Rûxmê ku DAÎŞ xwe sipartiye sînorê gelek dewletan jî lê ev dewletane çavên xwe ji tiştên ku tên jiyan kirin re digrin. Ev jî ji bo ku me bêxin tengasiyê de dikin. Têkoşîna tevgerame ya azadiya Kurd û gelê me tevahî hesabên wan û ahengên wan tarûmar kirin. Niha hemû matmayîna vê jiyan dikin. ji bo vê serkeftina me tenê ne li hember DAÎŞ’ê, me li hember tevahî hêzên navnetewî serkeftinekî mezin serxist.

Destkeftiyên me mezin û di asta navnetewî dene; ji bo vê em xwe li hember tevahî êrişan amadebikin. Ji niha ve rejîma Surî li hember serkeftina Kobanê bêtehemûltiya xwe dide diyar kirin û êrişê herêma Hesekî dike. Di heman demê de Îran di herêma Rojhilat de ketiye di nava tevgerê de û dewleta Tirk jî bi daxuyaniyên xwe re helwestê xwe dan raber kirin. Niha her kes ji bo hemleyek bike, benda pêşketinên ku were jiyan kirin û gavên bê avetine. Misogere ku gava lewaztiyekî me bibînin wê bikevin êriş ê. Şertekî wisa nîne ku wê ev êrişane tenê li Kobanê, Rojava û Şengalê were pêkanîn. Dibe ku li Bakur, Rojhilat û Başûr de êrişên pir cidî pêş bikeve. Ev ne îhtimalekî biçûke, em ti carî van îhtîmalane ne deynîn aliyekî, xwe li hember her curên îhtimalan amade bikin.

AKP û DAÎŞ du rûyê cuda yê eynî maskê ne 

Biştê serkeftina ku me li Kobanê dest xist herê zêde pêwîste em li hember TC hişyar bin. Ji ber ku pêşketinên çêbûn herî zê de planê wan tarûmar kirin. Erdoxan got; “ji bo me PKK û DAÎŞ wek heve.” Qaşo bi vê gotinê re helwestê xwe yê li hember DAÎŞ jî da diyar kirin. Lê helwestê wê li hember me ye. Ji ber tevahî cîhan di zane ku yê herê zêde DAÎŞ xwedî kir Erdoxan û dewleta wê ye. Ev rewş, rewşekî ku bi dehan cara hatiye peyîtandin e. Ji bo vê em jî di bêjin; “AKP û DAÎŞ du rûyê cuda yê eynî maskêne. Ji ber wisane ji bo me DAÎŞ û AKP yeke û binketina DAÎŞ binketina AKP ye. Ji bo vê dikare her curên êrişan pêk bîne û ji bo îmha û tunekirinê dikare biçe planan. Ji ber TC û hikûmeta AKP li hember Kobanê binketin jiyan kirin. Ev ji bo wê binketinekî mezine. Ji bo vê jî ji îro pêde wê polîtîkayek û stratejiyek çawa pêşbêxe ne diyare.

Piştê berxwedaniya Kobanê gelê Bakur ketin di nava ruhekî mezin yê raperînê de. Ev rewş wan xist di nava panîkê de. Her çiqasî ew nedin diyar kirin jî lê nepeniya serkeftina Kobanê di serhildanên gelê Bakur de veşartiye. Ew ruhê ku li wir derket di rastiyê de mizgîniya ruhê serkeftinê bû. Ji xwe sedemê ku AKP bêperwa êrişê li ser gel kir jî ev bû. Bi taybetî jî dibin êrişên li Cizîrê pêşketin jî ev rastî veşartiye. Jixwe bi daxuyaniya ev çend rojin dikin re ev hêrsê wan derdikeve. Hewildide ku destkeftiyên tevgera azadiyê bêxe malê hêzên cuda. Ev qirêjtî û bêexlaqtiyekî mezin e.

Kobanê ji bo her kesî û her cihê bûye mînak

Serkeftina li Kobanê hatiye dest xistin li Şengalê jî û li Başûr jî dikarin dest bêxin. Ev zemînê me heye. Dibe ku DAÎŞ di serî de Musul û Başûr de cihê ku êriş kirine encam girtî ye, lê me da diyar kirin ku em di wê hêzêde ne ku em dikarin vê encamê biguherînin. Di vê rewşê de Kobanê delîlê herî mezine. Ji bo her kesî û her cihê bûye mînak. Emê di herêma Şengalê de jî serkeftinekî bi vê awayî dest bêxin.

Berxwedaniya Kobanê berxwedaniya Jin e

Ger ku îro li Kobanê serkeftinekî mezin hatiye dest xistin çavkaniya vê berxwedanî û vîna ku jin dane raber kirine. Berxwedaniyekî şerê vîna jin, ruh ê jin yê bêeman daye afirandine. Ji ber ku ji destpêka berxwedaniyê heya roja me ya îro di serî de şervanên YPJ û tevahiya jinan di derdorê Kobanê de xwe kirin xelek û azadiya xwe di azadiya Kobanê de dîtin û şer kirin. Hêzên desthilatdar û pergalên wê êdî ji jina ditirse. Hêzên YPJ berxwedanî, cesaret, îdea û vîna ku li Kobanê dane raber kirin û sekna wan ya ku xwe di azadiyê de mifte kirine hûrmeta tevahî cîhanê qezenç kirine.

Di şexsê rêheval Arînan de, Gulanan de, Zozanan de, Destînan de û Jiyanan de ruhê jina Kurd yê berxwedêr cardin jiyanî bûye. Ev rêhevalane bi giyanên xwe re di serî de Kobanê û ji tevahî Kurdistanê re bûne giyan. Di şexsêvan rêhevalan de çanda Xwedawendan ji nû ve şîn bûye. Ev rêhevalên me cardin dan diyar kirin ku jinên Kurd bi ti awayî xwe radest nakin. Cardin ji tevahiya cîhanê re dan diyar kirin ku ew şopdarê Zîlanan, Bêrîtanan, Besê û Zarîfeyan e. Ji bo vê dîroka 26’ê Çile qandî dîroka azadiya Kobanê ye, di heman demê de wê weke dîroka berxwedanî û azadiya jin jî bikeve qeydan.

Me serkeftina Kobanê dest xist lê vê serkeftinê parastin zêdetir giring e. Ji bo vê em pêwîstî di bînin cardin bêjin ku ji bo me xeterî xilas ne bûye. Em ti carî ji bîr nekin serkeftina ku me dest xistiye di encamê bedel dayînên gelekî mezin de hatiye dest xistin, ji bo vê jî me gelekî bedel dane. Girêdan bûna me ya van rêhevalên me re zehmetî çi di be bila bibe xwedî li van nirxane derketin û parastin be. Erkê me yê herê bingehîn jî eve. Em bi vê zanabûyînê re xwe ji bo serkeftinên nû amadedikin.   

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî