Tirkî  |  Erebî

HEMRÎN DÊRSîM

Em pêvajoyek gelek peljen û giring re derbas dibin. Di şexsê şehîdên me de me gelek bedel dan. Qonaxa ku şoreşa me hatiyê di siya serkeftin û destgirtiyên rêhevalên me yên qehremanin. Ger ku ev rêhevalên me ne bûna ne me, ne gelê Kurd me ne dikarî em qala azadiyê bikin. Tevgera azadiyê jî di vê astê de

destkevtî dest ne dixist. Em deyndarê rêhevalên me yên ku bi xwîna xwe xaka welatên xwe av dane. Heqîqeta PKK’ê, heqîqeta Şehîdane. PKK partiya şehîdane. Di siya rêhevalên me yên şehîd ên ku xwe kirine pêşeng, canê xwe feda kirine tekoşîna me bê navber berdewam dike. Di salvegera şehadeta rêheval Sara de, Ronahî û Rojbîn de û di şexsê wan de, şehîdên me yên ku em hebûna xwe û azadiya xwe deyndarê wanin bi rêzdarî bibîrtînin

 

 

“Azadiya jinan tekoşîna Sakîne ye”

Rêheval Sara di damezrandina partiyê de ango di kêliya meşa xwe ya azadiyê heya şahadeta xwe bê navber bi kedekî mezin li pey lêgerîna azadiyê bû, xwe di bingeha azadiyê de ava kiri bû. Rûxmê ku zehmetiyên mezin jî jiyan kiri bû cardin tekoşîna azadiya jin her kêlî bi henase daye berdewam kirin. Rastiya rêheval Sara rastiya destanekî îfade dike. Rêheval Sara navê tekoşîna ku li hember pergala desthilatdar ya ku dixwaze jin bi perçiqîne, tune bike bêeman û bi semyan şerkirine. Rêheval Sara heya henaseya xwe ya dawî ji bo tekoşîna azadiya jin bigihije serkeftinê xebat da meşandin. Ev heqîqeta şoreşa me ya azadiyê ye. Rêheval Sara, pêşengê jinên Kurd yên azad û jinên ku di roja me ya îro de di nava PKK’ê de cih digre sembola azadiyê ye. Bê dudulî, bê navber, bê ku bisekine, bi bêrikirinekî mezin û bi eşqekî re vê tekoşînê rêve bir. Ev rêhevala me ya ku tekoşînekî mezin yê azadiyê rêve dibir ji bo ku bêrikirinên tevahiya jinan xeyalên wan pêk bînin kete rê. Ew aliyê xwe yê îsyankar û asî bû nîşaneya civaka azad û jina azad. Xwe her roj di rastiya jina azad de ava dikir.

Em di tekoşîna rêheval Sara de weke ku Serokatî jî di bêje pir bi zelal vê di bînin; “azadiya jinan tekoşîna Sara ye.” Hem di hêla fikrî de, hem di aliyê rêxistinî-birdozî, felsefîk hem jî di aliyê jiyanî de pir tîtize, peljene û pir nêzîkatiyên wê yên hişyar heye. Rêheval Sara vê pir baş fêrî me kir;  pêwîste jinekî her tim sekna xwe ya xwemal bide diyar kirin û her tim nasnameya xwe ya jin bi parêze. Ew jî vê dike, li hember her cûrê zehmetiyan, serî li hember hişmendiya deshilatdaran na tewîne, bi awayekî ji xwe bawer, bi îradelî di meşa azadiyê de di meşiya. Aliyên wê yên îsyankar jêre ji mîrasên jinên ku di kurahiya dîrokê de veşartî mane ma bû. Jinên Dêrsîmê yên asî û tekoşînvan ên hevalên Seyît Rizane tekoşîna Zarîfeyan, Besêyan vîna wan û biryarê wan cardin di rêheval Bêrîtan û Sara de jiyanî bû û xwe weke kevneşopiyek bilind berdewam dike. Ger ku em dixwazin dîroka jina azad bizanin pêwîste em heqîqeta rêheval Sara baş fêm bikin. Ew rêhevalekî ku di her milan de şer dida meşandin. Ew bi xwe jî vê rastiyê weke “jiyana min her tim pevçûn bû” binav dike. Ji bo ku em layîqê heqîqeta rêheval Sara derbikevin, bibin rêhevala wê, em xwedî mîrasê wan derbikevin û di riya tekoşîna ku ew destpêkirine bi gavên ji xwe bawer bi meşin. Di şexsê rêheval Sara de jin, di siya berxwedaniya wê de îrade û bi riya tekoşîna ku ew ava kiri bû jî me xwe  nas kir. Ew rêhevalekî ku di her milan de xwe azad kiri bû. Ji bo wê em xwe di rastiya wê de pak bikin û layîqê keda wê ya ji bo azadiya jin dida derbikevin.

Sara nûnera jina azade

Di roja me ya îro de pergal di her aliyê de li ser jin di nava êrişê de ye, jin ji xeta azadiyê dur dike û her cûrê koletiyê li ser jin pozber dike. Ti carî li ser jin komkujî, mirin û tabû xilaz na be, her roj di şexsê jin de komkujî tê jiyan kirin. Pêwîste di serdema 21.de Kurd, Rojhilta Navîn û tevahî jinên cîhanê azad be. Jin di vê serdemê de xwe jî perçigandin û ji zilma pergalê rizgar bike û azadiyê destbêxe.

Pêşengê tekoşîna azadiya jin rêheval Sara tenê pêşengtî ji jinên Kurd re ne kiriye. Li ser navê tevahiya jinan li hember pergalê şer kiriye. Rûxmê ku dewleta Tirk di zîndanên xwe de îşkenceyên ku mirov hêvî nake pêk aniye lê rêheval Sara xwe radest ne kiriye, berûvajiyê wê bi berxwedaniyekî mezin pêkanînên zilma dewletê şkandiye. Li hember Esad Oktay yê ku di îşkenceyên xwe de weke wehşane serî rakiriye û weke jinekî Kurd tif li rûyê calêd kiriye û bi vê awayî jî çiqasî bê tirs û cesaretliye daye diyar kirin. Ji bo wê em di bêjin; Sara nûnera jina azade.

Girêdan bûna wê ya li hember Serokatî jî bi birdozî û felsefîk bû. Rêhevaltiya wê ya bi Serokatî re peyv nikara vegotin bike. Jiyana xwe bi girêdan bûna felsefeya Rêber APO re dide berdewam kirin, morela ku bi vê felsefê û birdoziyê digre tekoşîna xwe berdewam dike. Girêdan bûna mirovan di zindî bûna wê ya jiyanê de veşartiye. Rêheval Sara di her kêliya jiyanê de ewqasî zindiye ku, derdorê xwe jî ewqasî zindî dike. Li hember jiyanê bi feraseta estetîk nêz dibe, ti carî ji rêgezên azadiya jin tavîz nade. Pir bi nîzam û disîplînlî bû. Di şert û zehmetiyên sala 1994’an de jî ti carî tavîz ji disîplîna xwe ya jiyanê na de û bi vê awayî tevger dike. Jiyana xwe û şêwazê tevgera xwe bi vê awayî rêve dibir. Di têkiliya rêhevaltiyê de pir hişyar nêz di bû. Carna tenê ji bo ku bi yek kesî hevdîtin pêk bîne û nîqaş bike bi seatan di meşe, sohbet dike û nîqaş pêş dixe.

Xwastin darbe li Serokatiya me, gelê me û tevgera me ya azadiyê bidin

 Rêheval Sara di jiyana rêxistinî de jî zûbizû tawîza na de. Kêmasiyek were jiyan kirin li hember vê tekoşîn dide meşandin, li hember kesên ku neyê xetê jî şerekî mezin dide. Her çiqasî tenê jî ma ba lê li hember şaşitiyê bêeman şer dikir. Ji bo wê beriya her tiştê parastina jiyana partiyê bû. Rêheval Sara bi jiyanê re û hevaltiyê re pir girêdayî bû. Ger ku di roja me ya îro de tevgera azadiya jin, ji tevahiya jinan re pêşengtiyê dike ev encama tekoşîna ku rêheval Sara daye meşandine. Rêheval Sara û tevahî şehîdên me yên şoreşê ji bo me di navbera azadiyê de bûne pirekî.

Di rastiyê de komkujiya 9’ê Çile komkujiya ku li ser gelê Kurd bû. Serokatiya me jî şahadeta van rêhevalan weke komkujiyek penase dike û di şibîne komkujiya Dêrsîmê. Hêzên tarî û komploger ji bo pêvajoya Serokatiya me daye destpêkirin tasfiye bikin bi plansaziyekî vê komkujiyê pêk anîn. Di aliyê her kesîve pir baş tê zanin ku, em kengî hemleyên dîrokî û ji bo çareseriyê gav tavêjin hêzên komloger yên navnetewî astengiyek çê dikin û dikevin di nava tasfiye kirinê de. Ji ber ku tevgera me ya azadiyê her ku diçe mezin dibe û bi pêşketinên ku pêktîne re pergal tehdît dike. Ew di bêjin qey wê cardin dîrok xwe dûbare bike, wê cardin Kurd bin bikevin, wê were qetil kirin, îmha kirin û tasfiye kirin û ji bo vê rewşê jî kes dengê xwe der naxe. Ev şehtînekî dîrokî ye. Ji ber ku êdî gelê Kurd rewşekî wisa ji bo xwe na perjirîne. Xwastin di şexsê rêheval Sara, Rojbîn û Ronahî de derbe li Serokatiya me, tevgera me, tevgera azadiya jin û gelê me bidin.

         Wê qetlîam bê bersiv ne mîne

Rêheva Rojbîn di her aliyan de xwe perwerde kiriye, di têkiliyê navnetewî de xwe ragedar kiriye. Di heman demê de bi tevgera azadiyê ve girêdayî bû, bi çalak erkê xwe ve û berpirsiyariyên xwe re girêdayî bû. Di şexsê wê de jina ku bi zanist tevlê di be û têkiliyên dîpomatîk re xwastin darbe lê bidin.  Pir bi zanist vê hevalê me kirin hedefê xwe de. Ronahî jî dînamîzma  ciwantiyê, tevgera wê û enerjiya wê temsîl dike û hevalekî  bi îradelî bû. Xwastin di şexsê rêheval Ronahî de sekna ciwantiya bi îrade ji holê rakin.

Her çiqasî şahadeta van hevalane ji bo me pir giran jî be emê ji bo tolgirtina wan tekoşîn bidin meşandin. Emê ev kesên ku vê komploya reş pêkanîne  derxin ronahiyê. Heya ku em tevahî heqîqeta derxin emê bê navber tekoşîna xwe domdarî bikin. Di serî de Fransa hêzên navnetewî û komploger berpirsiyarê vê komkujiyêne û yek ser dinav dene. Ger ku ne wisa bûya heya niha wê vê komkujiyê derxistiban û aşkere kiriban. Piştê vê bûyerê Fransa bi temamî ji çavê gelê Kurd derketiye. Piştê vê komkujiyê gelek kes hatin li gel hev, gelek dost û derdorên demokrat gelek hêzên li hember pergalê daxuyanî dan ji bo zelal kirina vê komkujiyê bi tevgera azadiyê re ne û dan diyar kirin ku heya ev derkeve ronahiyê wê tekoşîn bidin meşandin. Rêheval Sara ne tenê şehîdê gelê Kurde, ew rêhevalek ku tevahî kesên şoreşger, demokrat xwedî lê derketine û derdora wê de bûne yek. Ji bo wê ew şehîde şoreşa her kesiye. Pêşengê azadiya  jin rêheval Sara bûye sembola hêzên navnetewî yê demokrat. Çawa ku Clara Zetkîn, Roza Lûksemburg bûne malê dîrokê û tekoşîn dane meşandin, rêheval Sara jî weke pêşengê wan tekoşîn daye meşandin û bûye sembola tevahî jinên azad. Em dikarin bi bêjin ku rêheval Sara Rozaya serdema 21. Tenê ev rastî em na bêjin, her kes vê rastiyê tîne ser ziman. Ev komkujiya ku wan di şexsê sê hevalên me de li ser jin pêkanîne wê bê bersiv ne mîne. Kesên ku vê komkujiyê pêkanîne wê bên ceza kirin. Ew di gotin qey pêşengên tekoşîna azadiya jin were qetilkirin, wê tekoşîn bi sekine berdewam nake û tasfiye bibe. Di vê mijarê de yanilgiyên mezin jiyan kirin. Berûvajiyê wê  girêdan bûna me ya bi hevalên me yên şehîd re wê tekoşîna me hên zêdetir bilind û mezin bike û bigijine serkeftinê. Emê bi kîn û nefretekî pir mezin tola hevalên xwe rakin. Di roja me ya îro de bi hezaran Sara, Rojbîn û Ronahî ala azadiyê devir girtine. Ger ku em dixwazin layîqê fermandara mezin rêheval Sara derbikevin, di şopa rêheval Arîn û Zozanan de bi meşin, di serî de Kobanê û xwedî tevahî rêhevalên xwe yên şehîd derbikevin. Ji bo wê em xwe pir baş rêxistin bikin, berxwe bidin û li ser bingeha serkeftinê tekoşîn bidin meşandin. Em carekî din di salvegera şahadeta rêheval Sara, Rojbîn û Ronahî de wan bibîrtînin û bejna xwe li hember wan di tewînin. Di heman demê de em soza tolgirtina wan didin.

  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî