Tirkî  |  Erebî

Bêrîtan Cudî

Ev rastiyeke bi salên dawî re di heremê de her wiha di cîhanê de bandor û rêzdariya Serok APO û tevgera me ya azadiyê zêde bûye. Di heman demê de em di pêvajoyek wisa re derbas bûn ku her kes hêza Serokatî ya ku tevahî pêvajoyê û pêşketinên siyasî rêve dibe dît û hate pejirandin jî.

Ev jî ji bo sala 2014’an hên zêdetir zelal bûyînek bi xwe re anî. Bedelên vê jî pir giran bû, lê belê em ji bîrnekin ku, ev zehmetiyên ku derketin pêşiya tevgera azadiya Kurd di heman demê de firsetên dîrokî jî bi xwe re anî û ev hatin nirxandin jî. Nijadkujiya ku li ser me tê pozber kirin û polîtîkayên hîçîtiyê bi berxwedanên mezin û bi afirandinên bi semyan re vale hatiye derxistin.

 

 

 

Di siya ev berxwedaniyên ku  hatine kirin de niha çavê tevahiya cîhanê li ser pêşketinên ku di Kurdistanê de tên kirine. Ev tekoşîna şanaziyê bi heyranî temaşe dikin. Bi berxwedaniya Koban ê re di cîhanê de, Tirkiyê de hêjmara kesên ku sempatî û piştgirî didin tevgera azadiya Kurd zêde bûne. Bi salane yekitiya ku di navbera gelan de dixwaze were afirandin û hêza yekitiya ku di nav kesên şoreşger û demokrat de di vê navberê de derket asta jor. Ev yekitî bi tevlê bûna kesên Alman, Tirk, Erep û her wiha Amerîka re û bi şahadeta Paramaz Kizilbaş re hêza wê ya manewî hên zêdetir bûye û xwe gihandiye yekitiyekî. Ev pêşketina ne bi xwere ji bo tekoşîna azadiya Kurd di milê siyasî de destkeftiyên giring anîne û hêza morelê ava kiriye.

Her çiqasî roja îro pêşketinên siyasî û leşkerî bi Rojava re hatibe mifte kirin jî, di pişta neyarên li vir jî hikûmeta şer ya T.C ye. Pêşketinên siyasî û leşkerî di derdorê Bakur ê Kurdistanê de di nirxîne û pêşketinên ku cûda çê di bin jî bi vê awayî temaşe dikin. Di serî de tu pêdiviyên pêvajoyê ne aniye cîh, berûvajiyê wê bi helwestên xwe yê mîlîtarîst weke ku di nava amadekartiyê de be, cîh hatiye li ser tevahî nirxên ku gelê me afirandiye êriş kiriye û li hember bendewariyê gel jî berûvajî ketiye. Pêvajoyê hilbijartinê yê ku heya niha bi hileyan biriye, li ser helwestên xwe tiştên nû daye qezenç kirin û pêkhatiyên demokratîk yên herê ji rêzê jî guhdar ne kiriye û berjewendiyên xwe li ser dengan rant daye çêkirin. Cardin serberstiya ziman ya ku bi mecburî xistibûn zagonên xwe de jî, derket holê ku vale ye. Hersê dibistanên ku tenê ji bo amadekartiyên destpêkî hatin vekirin jî bêtahemultiyê raber kirin. Ev êrişên wan dide diyar kirin ku, li hember cûda bûyîna ne vekirîne û hêja jî di mantixê xwe yê yekanede israr dike. Di hûndirê salê de bi komkujiyên karkeran yê ku li Soma destpêkir û dawiya wê ne hat re da diyar kirin ku çiqasî dijî civakê ye. Di heman demê de destê xwe nade ew zilamên patik sitûr û bavê pereyan lê, di xwe de maf di bîne ku li hember çalakiyên karkeran yên ku deng derdixe jî bi kînekî mezin êriş bike. Cardin terora zilaman yên ku kujtina jinan rewa di binin, her ku diçe di civakê de wisa daye rûnişkandin ku weke bûyerên ji rêzê tê destgirtin. Ev jî rûyê dewletê yê herê qirêj dide diyar kirin. Bi taybet li hember çalakiyên demokratîk ên xwepêşandinê êrişên pir hovane pêkanîn. Di herê dawî de li hember çalakiyên ji bo Kobanê hati bûn pêşxistin bi mûdaxeleyên xwe yên terorîst pir zelal da diyar kirin ku gelo, ev hikûmet xebat ji bo feydeyê gel dike, ya jî ji bo feydeyê kesên ku dewletê bi paralelekî kur rêve dibin  xebat dikin.

Beriya her tiştê pêwîste were dîtin ku çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bûne belayê serê gelan û hikûmeta AKP’ê bi hevre di nava hevkariyê dene. Di nava rewşek wisa de ne ku, ev êrişên hov hem xwedî dike, hem jî tevahî deriyan ji bo wan ve dike. Lê belê, her çiqasî dixwazin ev hevkariya xwe veşêrin jî lê her roj bi agahî û belgeyên cûda re ev nûkertiya wan tê îspat kirin. Êdî rim (çuvaldiz) nakeve telîsê de û leystokên AKP yek bi yek derdikeve holê û wisa lê hatiye ku êdî nikare xwe vêşêre. Lê belê, weke çûka heştirme(deve kuşu) rûxmê ku tevahî bedenê wê ji derveye ev rewşa înkar kirine ketiye rewşekî ku mirov pê bikene. Di serî de ji bo çeteyên DAÎŞ’ê bi tiran cepxane bar kirinê re destpêkirin, piştê wê dîmenên DAÎŞ yên birîndar di nexweşxaneyên cûda de derman dikin hate dîtin, dîsa belgeyên ku bi alîkariya valiyên bajara ve hatine amade kirin kete dest. Di heman demê de cîhê weke Konya yê ku AKP tê de serwere cenazeyên çeteyên DAÎŞ’ê diçin li wir û di heman demê de goristana bi navê cîhat jî ava kirine. Cardin wêneyê şaredarê Serêkaniyê yê bi çeteyên DAÎŞ’ê re, qampê wan yên perwerde li cîhên weke Riha, Îstanbûl û Entapê, herê dawî jî dîmenên ku li ser sinor leşker û çeteyên DAÎŞ’ê bi hevre hevdîtin pêkanîna wan û wan rê kirina Konbanê keti bû dest. Ji xwe berdana konsolosên Tirk yên di statûya misafiran de girtî bûn leystokek pir aşkere bû. Li gor xwe weke serkeftinên MÎT’ê dan diyarkirin jî, lê ev rewşa ku zarok jî pê nayê xapandin kes bawer nekir. Dewleta TC û hikûmeta AKP’ê riskên ku ji bo Kurdan û tevgera azadiyê tune bikin girti bûn, gihiştiye asta ku wê tune bike. Rûxmê tevahî êrişan jî destkeftiyên ku tevgera azadiyê dest xistiye û raya giştî yê cîhanê jî di holê deye lê, ji bo Tirkiye rewş berûvajiyê vê tê jiyan kirin. Niha di cîhanê de ji derveyê DAÎŞ tu dostên wê ne mane û bêbawer bûyînek û tecrîtek jiyan dike. Tevahî hewildanên wê ewe ku di Rojhilata Navîn de Îslamiyetekî sunî bide ava kirin. Lê niha di navbera wan û dewleta Suudî Arabîstan û Misirê de nakokî hene. Di heman demê de bi taybet jî li hember DAÎŞ’ê tevlê koalîsyona hevpar ne bûyîn hêla ku di Rojhilat de jî dijberî qezenç bike.

Tiştê herê balkêş dema Hikûmeta AKP’ê vane dike jî xwe hêna jî parazvanên pêvajoya çareseriyê di bîne û mejî weke alîgirê ku pêvajoya çareseriyê naxwazin datîne holê. Her tim bi riya demagojî behsa çareseriyê dike lê ji bo çareseriyê jî ti carî gavek na avêje. Hêja jî di nîjadkujiya Kurdan de bi israre gotinên xwê û çalakiyên xwe re di rewşekî tahrîkê deye. AKP êdî ne di pozîsyona wê vane berdewam bike de ye. Herê dawî jî bi devê xwe got; “ji bo hen kesan DAÎŞ çî ye, ji bo me jî PKK ewe. Ji mere çî ye, li pevçûnên ku di navbera  du komên terorîst de li Rojava û Kobanê  tê jiyan kirin.” Bûyerên Kobanê hatin jiyan kirin dilopa ku li ser berdaxêre rijya bû. Nêzîkatiyê Erdoxan û gotinên ku ji bo Kobanê di gotin; “ket û wê bi keve” hevesê wê yê ji bo îmha kirina kantonan sebra gelê Kurd ji holê rakiriye. Polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê yên di mijara bêpevçûyînê de û mijara Şoreşa Rojava de rast nîne. Ji ber vê jî li hember tepkiyên gel ê xwezayî di kêliyê de polîsên xwe û tomayên xwe xistin devrê de bi riya şuxulandina bombayên gazê û guleyên rast li ser xwepêşandinan êriş kirin. Di  encamê van êrişan de bi dehan Kurd hate qetîl kirin. Tevgera dewleta Tirk yê şerê pîsîkolojîk salên 1990’an cardin zindîkir û rûye hizbil kontra yê nû HÛDAPAR xist devrê de. Bi vê awayî jî derketîna tevgera JÎTEM yê kesk da diyar kirin. Cardin pratîkên kontra xiste jiyanê. Nirxandinên weke ku “Kobanê hêncete, sedemê herê bingehîn bêaramiyê belav kirine û dixwazin derb li çareseriyê bidin” pêş dixe. Weke ku em cîhê xwede na sekinin, hêncetê me nîn bû em zorî ava dikin, bi vê awayî xwe jî nav derdixin û tevahî wehşeta xwe jî dixin malê me. Di heman demê de hewildanên wê ewe ku ferasetek wisa ava bikin û rastiyek wisa belav bikin weke ku pêvajoyekî çareseriyê hebû û Kurd çareseriyê naxwazin, pêvajoyê xirab dikin.

Perspektîfên Serokatî yê “parastina cewheriya gelan” ketin meriyetê. Êdî tevahî gel di encamên êşên pir giran de fêm kirin ku pêwîste parastina xwe ya cewherî nexin di bin destê desthilatdaran de. Yê ku pêşengtiya vê jî kir hêzên YPJ, YJA Star, YPG û HPG bû. Cardin kesimên cûda jî yên yekitiya xwe ava kirine û yên di serî wan tengasiyê de ne alikariyê ji van hêzane xwastine. Ji ber ku gerîlayên ku di nasnameya PKK û PAJK’ê de teşe girtine di heman demê de xwe gihandine ku bibin parazvanên olên cûda û gelên cûda yên di heremê de jiyan dikin. Çawa ku di serî de li hember êrişên DAÎŞ’ê mirovên Misilman, Xiristiyan û Êzîdiyan di parêzin, di heman demê de bûne ewlehiyên ji bo Şîî, Elewî, Yersanî û Kakaî yan jî. Di heman demê de hêzên ku weke NATO û artêşên dewletan yên fermî ê ku di bêjin li ser cîhanê desthilatdarin di bin siya hêzên gelan de mane. Bêguman rewş bi vê  awayî be helbet wê gerîlayên PKK’ê di Rojhilata Navînde bibe parêzvanên ewlehiya tevahî gelan.

Di vê demê de gerîlayên jin ketina rojeva cîhanê hêla ye ku bala tevahî cîhanê were li ser tekoşîna me ya azadiyê. Ev jî pêşketinek pir bi wateye. Bi vê awayî carekî din hate fêm kirin ku di destê jin de çek û çeperan de şer kirin bi xwedî wateyek hên bi kurtire. Her kes dizane ku çeteyên DAÎŞ’ê jinên Êzidiyan li sukê beramberî 10-20 dolaran de di viroşin, lê ev çiqasî di be gerekçeyê tekoşînê nenase. Rûxmê ku li ser de hezaran sal derbas bû jî hişmendiyê ku di demê koletiyê de jin li sukê di firotin hên qirêjtir û xirabtir xwe nû kiriye. Li vir berxwedaniya jinên ku weke berxwedaniya Dersîmê kirine ji bo ku nekevin destê wan hovan de jinên ku xwe ji zinaran avetine jî heye. Lê di roja meya îro de jinên ku êdî di zanin ku li hember êrişan wê çawa xwe bi parêzin jî heye û hişyariyek wisa jî pêş ketiye. Di serî de gerîlayên YPJ di heremê de dengvedanek mezin daye û di heman demê de ji bo ku jin li hember tundiyê, destdirêjiyê, firotinê û komkujiyan çawa bikaribin bi parêzin perspektîfên giring dide û bûye mînak. Di vê wateyê de YPJ ne tenê cesaret dide jina Kurd, cesaret dide jinên ji gelên cûda jî weke Erep, Asurî û Ermenî jî û baweriyek mezin dide wan. Dema çete êrişê heremê dikin hêzê ku destpêkê de rastê wê tê û windahiyên mezin dide wan hêzên YPJ û YJA Star e. Ev çeteyên hov li hember cesareta jinên Kurd tirsekî mezin jiyan dikin û ev neyekser jî be xwemikurtên. Di bêjin, “ger em bi destê jinên Kurd werin kujtin em naçin bihuştê.” Bi van gotinan re xwe li hember lêdanên jinên milîtan di parêzin. Jinên Kurd bi vê berxwedaniyê re rûpelên nû li ser dîroka xwe ya azadiyê yên bi dest xistine zê de dike.

Bêguman sparteka YPJ yê dîrokî mîrasê artêşa jin ya bîst salane. Di roja me ya îro de jinên Rojhilata Navîn di xwazin sûd ji vê mîrasê me bigrin. Di serî de jinên Êzîdî, Suryanî û Asurî herê dawî jî jinên YNK jî daxwaza wan hebû ku ji van gerîlayane perwerde bibînin. Ji ber ku jin, jine ji bo wê pirsgirêka wan yê ewlehiyê pir cîdîye. Mînaka herê giring jî fetwayên Selefiyan yê ji bo tatmîn kirina cînseltiyê tu sinoran ne nas kirina wan dide diyar kirin ku asta ewlehiyê kîjan astê deye. Li gor vê jî destdirêjiya li ser jinên Xiristiyan, Elewiyan û yên baweriyên cûda helal di bînin û jinên Misliman jî ji bo zewicandina seatekî bikar anîn pir zêde belav kirine. Jinên ji welatên weke Misir, Tunus û welatên Ereban di bin navê xizmet kirina cîhadê rê dikin ji çeteyên di herema şer de û piranîna van jina ne bi ducanî di vegerin welatê xwe. Demên ku fuhuşên cîhadê nayê kirin jî fetwa yê ku zilam dikarin bi termên jinan re her wiha zarokên keç yê biçûk re bikevin têkiliyê cinsî didin. Dema mirov vane meyze dike di bîne ku ev tiştê ku tên jiyan kirin temamî qetlîamên jinane.

Bêguman tiştê ku jin jiyan dikin ne tenê bi şertê şer ve girê dayî ye. Hişmendiya bênç hezar salî yê zayendperstî û nêzîkatiyê wan berdewam dike ku tevahî qadên jiyanê bike kavil. Niha ji bo jin di milê civakî, çandî û aborî de rewşekî ku herê binkeftî ye. Nasnameya jin yê di heremê de û di cîhanê de asta ku pênase kirina mirovahiyê de nayê dest girtin paşverû û bi koletiye. Di cîhanê de tundîtiya li ser jin her ku diçe zêde di be. Di tevahî cîhanê de û di  her welatê de rojên ku jin bi şêwazên cûda neyên kujtin nîne. Medya ya heye navê  vê weke “terora zilam” bi nav kir.  Ev gotin çiqasî  raste û çiqasî tiştê ku tê jiyan kirin dikare îzah bike nizanim lê ev rastiya ku heye çavkaniya xwe ji pergala deshilatdariya zilam digre û kes jî nikare vê veşê re. Ji vê rewşê jî di serî de ekîbê wan yê şerê taybet medya û pergalê wan yê perwerdê berpirsiyare. Jin mexdur didin lê ji bo çareseriyê tu alternatîfê wan nîne û vane dayne aliyekî huquqa xwe jî û xwe jî vale derdixin. Zilam û bûyerên ku pêwîste were ceza kirin ji ne dîtinê tê û kesê ku pêwîste were parastin jî na parêzin û ‘aqlê xwe yê edaletê re berûvajî di kevin.’ Dewlet nikarin mafê jin bi parêzin û bi ewlehî bikin, ji ber ku pergala wan ji bo mêtinkirina jin hatiye saz kirin. Huquqa pergalê çiqasî di derdorê zilamê deshilatdar de hatiye ava kirin mînaka herê berçav û zelal dide diyar kirin bûyerê ku li ser serê jina bi navê Reyhaneh Jabbarî li Îranê tê kirine. Ev keça ciwan dema mala îstîxbaratçiyek restore dike zilam li ser destdirêjî dike di wê kêliyê de dema xwe di parêze zilam birîndar dike. Dema zilam dimire jin jî di pergala Îranê yê zilam de tê darde kirin. Di virde rastiya jinekî ku di be mahkûmê pergala zilamê mêtinger heye. Rûxmê ku suçdar zilame yê ku tê darizandin jine. Li vir gotinekî mirovê xwedî raman dikeve bîra min de di bêje; “tiştên ku zilam di derheqê jin de di bê je bawer nekin, ji ber ku ewne hem dozdanin(davaci) hem jî dadrêsin (yargiç). Nameya ku ev keça ciwan berê were darde kirin ji bo dayîka xwe nivîsandi bû pir hestiyar û peyamên xurt ti jî bû.

Dema mirov ji van bûyeran dikeve rê em na bê jin pêwîste jin yek bi yek were parastin lê, dema mirov di bîne ku ev pergal mirovan dixe kîjan rewşê de û lêpirsînan re derbas dike di bîne ku, pêwîstî heye jin ji bo xwe qadên azad bi afirîne. Ji xwe hertim jin weke mexdur dayîna diyar kirin, ji cîhekî şûnde terora zilam rewa tê dîtin. Ûslup û dîmenên dikşînin cesaret dide zilamên ku meylê wan hene. Jin tenê di milê tundî, tacîz, destdirêjî û kujtinan re dikeve nûçeyan de. Cîh ji bo nîqaşê wan û hebûnek wan nîne. Li hember tundîtiya zilam tedbirê herê bingehîn ewe ku jin parastina xwe ya cewherî pêşbêxe, rêxistin bûna xwe bi hêz bike. Rêber APO ji xwe vane tevahiya bi pêşdîtinên xwe re ji zûde tedbîr girtine. Ji bo vê jinên Kurd tiştên ku pêwîste were kirin çi be xwe gihandiye bextiyar bûna pêk anîna wan.

Di hûndirê vê salê de jin li hember ev êriş û tundîtiya ku li ser jin tê meşandin di nava berxwedaniyê de bû. Kampanya ya KJK’ê da bû destpêkirin “bi jina azad re ber bi netewa Demokrat ve”ji ber êrişên li Rojava û Başur qandî ku dihat xwastin deng ne veda. Lê di vê alî de çalakiyên biçalak û rolê jin yê di ava bûyînê de xebat hate meşandin. Herê dawî pir bi berfirehî çalakiyên ku “dayîkên şemiyê” da bûn destpêkirin balkişandi bû. Bi hezaran jin her cûrên mêtingertiya zilam protesto kirin. Di heman demê de amadekartiyên ji bo roja tekoşîna li hember tundîtiya jin di vê pêşengtiyê de hate berdewam kirin.  

      Di roja me ya îro de kesên ku pêşengtiyê ji daxwazên civakê yê ji bo azadiyê, demokrasî û wekheviyê dike jinên Kurdin. Niha jî hêza herê bingehîn yê ku tevahî êrişan berteref dike di serî de êrişên çeteyên DAÎŞ û çanda dewletê yê ku ji jinê re her tiştê rewa di bîne û li hember tevahî îşkenceyan disekine jinên gerîlayên Kurdin. Pêwîste bi zana bûyîna vê rolê xwe re ji her deman zêdetir em tevlê bûyînek bi hêz raber bikin. Ji bo vê erkê me yê herê bingehîn jî  bi ruhê rêheval Arîn Mîrkan tevlê bibin û weke wê bêhesap, fedekar û bi milîtanî tevlê bibin. Ez dixwazim vê jî bi bêjim, di rojên derbas bûyî de nivîskarekî Ereb ji bo heval Arîn goti bû; “ew zilamtiya Ereban xist di bin erdê de, zilamên li Musulê yek hurdem jî berxwenedan lê, jina milîtan ya bi navê Arîn bi berxwedaniyek rewnaq her kesê heyrana xwe kir. Li hember şexsiyetek wisa bejna xwe di tewînim û rêzdarî raber dikim.” Pêwîste her kes weke rêheval Arîn tevlê pêvajoyê bibe û bi berpirsiyartiyek bi zanist bide rabar kirin û tevahî mirovahiyê heyrana xwe bike. Hilbijêrk û şansê me yê herê sereke ewe ku em bi ruhê vê berpirsiyartiyê û vê zana bûyînê re tevlê salê û tevahiya salên pêşiya me bi bin.

  

 

  

  

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî