Tirkî  |  Erebî

reber-apo-pkkEz fêm nakim, çima asta we ya berpirsyartiyê ewqas kêm û ketiye? Hûn çima di derbarê mijara doza partiyê de bê eleqe dimînin? Eleqeya ku hûn nîşa cixareyekî didin, hûn nikarin nîşa doza herî bi rûmet bidin.

Di vir de ez li hemberî şexsiyetên we dikevim gumanan. Şexsiyetê armancên biçûk, şexsiyetên elimandinên jiyana erzan! Lê mezinbûna mirov bi doza wî ve girêdayî ye, bi girêdana wî ya bi doza xwe ve girêdayî ye. Kesê ku vê ji xwe re bingeh digire, di vê de tawîz nade mezin e.

Belê, me PKK weke em bi mirinê re rûberûne, weke em di pira sirat re derbaz dibin afirand. Mixabin gelek mîlîtanên me naxwazin vê jî fêmbikin. Nikarin xwe bigihînin hêza rêzê jî. Wê demê hûn nikarin bibin PKK’ liyên xurt, xwedî tecrûbe. Ji ber çîroka vê wisa ye, rastiya vê wisa ye. Ez sosret dimînim, çima we hin tişt di wextê wê de fêrnebûn? Em hêrsdar dibin ku çima mîlîtanekî me yê dirûst hin tişt nîşa we nedaye. Tiştên em dikin li holêne. Em nabêjin nayê fêmkirin, pir zêde hewce bi xwe tangav kirinê jî nîne. Partîbûyîn dikare di şexsekî wisa de jî bê lêkolîn kirin. Mînak weke min pêvajoyan lêbikolin, serdeman lêbikolin. Ev karê lêkolîn kirinê ye. Mesele we sal bi sal lêkolîn kiriye. Ez di sala 1972’an de çawa bûm, divyabû we yekser ev lêkolîn kiriba. Û her saleke min salên şerê mezin e, yên ku van salên şerê mezin fêmneke PKK fêmnake, yên PKK fêm neke nikare şer bike.

Xwezka we karê sal sal fêmkirinê serxistiba û xwezka min her sal rojane nirxandiba. Ji ber hin di bîra min de ye, pêvajoya min a bîryara xetê dana destpêkirinê, ya min di hizir de daye destpêkirin di dawiya 1972’an de bû. Min rêk weke wanexaneyan/dersxaneyan kartîna. Me cîhxane û hinde malên biçûk, odeyên em deh kes li tê de disekinîn tevahî zivirand dibistanê. Û tevahî sekna min a di waneyan de dihate wateya têkoşîn ê. Her kî hatiba beramberî me me bîrdozî nîşa wî dida, me bîrdozî belav dikir.

Ez sala 1973 dihizirim; bi wêrekiyeke mezin ve vê bîrdoziyê di vegotin, kombûna koma wêrek a di sala 1974’ an derxistina holê, di sala 1975’an de di derneka bilind a fêrbûnê de erkeke pêş girtin… Di sala 1976’an de ji mîtîngeke mezin re pêşengî kirin, bi şehadeta Hakî Karer a di sala 1977’ê ve pêşnûmeya bername nîvîsandin, di sala 1978’ê de gava belavkirina peyama navê PKK û damezirandina PKK… Vê bi çalekiyeke mezin a di sala 1979, bi berxwedana Hîlvan-Sîverek ve vê ji dijmin re weke şerekê aşkere yê fermî, bin navê PKK’ê de vê pêvajoyê dana dest pê kirin û ji bo encamên wê yên giran rabikin ketina sehaya Rojhilata Navîn…

Di sala 1980 de darbeya faşîst a 12 Îlonê pêşwazî kirin, di sala 1981’ê de dîsa ketina amedekariya derbazbûna welat, di sehaya Rojhilata Navîn de konferanseke xurt çêkirin… Di sala 1982 de him teoriya kiryarî ya zivirîna welat kûrkirin him jî bi kedeke mezin ve komên ji bo welat hatine amedekirin şandina welat. Herçend ji neçarîbe yan jî ne li gorî daxwaziya me jî be pêngava 15’ê Tebaxa 1984’ê dana dest pê kirin.

Tevî operasyona mezin a dijmin di sala 1985-86 ferzdikir jî, ji bo em pêngava 15 Tebaxê bê qût qût pêkbînin careke din di sehaya Rojhilata Navîn de xebatan xurt kirin û kongreya III. pêkbînin… Di sala 1987 de careke din lê, vê carê gerîlayên ku asta propaxandeya bi çekî derbazdikin mayîn de kirin û şerê vê dayîn, vale derxistina pêkanînên rewşa awarte (olağanüstü hal)… Di sala 1987’ê de li dijî plansaziya dijmin a di sala yekemîn de bi rewşa awarte ve gerîla xilaskirinê li zîndanan de, li çiyan de gaveke hîn kûrtir û hertimî avêtin… Di sala 1989’an de careke din weke çarenûsê bin neketina gerîla û mayîndebûna wî mîsoger kirin…

Ji sala 1990’ê re serhildan jî zêde kirin, li dijî tevahî plansaziya dijmin a tunekirinê, gerîla û serhildan di nava hev de pêşxistin, nemirinî û nebin ketinî derxistina holê… di sala 1991’ê de li hemberî lêgerîna dijmin, guhartina hikûmetê, heta pêkanîna darbeyên nû vê anîna li gel hev… Di sala 1992 de geveke vê ya din jî çêbû û ji bo li dijî me şer nekin pêşiya şerê Başûr girtin. Di sala 1993’an de di sîperên xwe yên têkoşînê de tewîz nedayîn, bi taybetî vale derxistina pêngava Başûr a dijmin… Di sala 1994’ê de vale derxistina polîtîkaya “an dê xilas bibin, yan dê xilas bibin”… Di sala 1995’ê de êdî yên xwediyê van polîtîkayane kirina nava bûnalimê de, wan paş xistin… Û a niha jî hûn dibînîn ez çawa amedekariya pêngaveke nû dikim.

Min yek carî de ev diyarkir in. Ji derveyî vê jî di nava her salê de bersivên bîrdozî yên gîrîng jî heye: Min tezên mêtingeriyê di sala 1973’ê de derxiste zanistî yê. Min di sala 1974 de kir malê komekê. Sala 1975 sala anîna rewşa nîvîskî, sala 1976 anîna teşeya weşandina peyamê, sala 1977 anîna rewşa pêşnûmeya bername, sala 1978 anîna rewşa manîfesto, sala 1979 anîna rewşa broşûr, sala 1981 agahdarkirina rastiya mêtingeriya Kurdistanê û bîrdozî, polîtîkaya PKK kirina belge, sala 1981 di rapora polîtîk de vê bi awayek berfireh nîvîsandinê ne. Di sala 1982’an de bersiv ji pirsgirêkên bi navê nirxandina “pirsgirêk û erkên me yên pêşketinê” derketiye holê re dayîn, di sala 1982’an jî pirsgirêkên pêşketina şexs hîn kûr girtina dest û pêşketina çareseriyê derxistina holê ye… Dîsa di sala 1982’an de nîvîsandina pirtûka “weyna tundi” di sala 1983 de jî hîn xurtir kûraniya “rêka çareseriya pirsgirêka rizgariya netew” pêkanîn heye. Sala 1984 bi raporeke polîtîk a pêşketî ve dana dest pê kirin, ji pirsgirêkên rêveberiyê re hîn zêdetir cîh dayîn, di sala 1985 de di derbarê gelek mijarên curbecur broşûr amedekirin… Di sala 1986 de amedekirina gotinên kongre, di asteke pêş de tehlîlkirina asta bîryaran, di sala 1987 de destpêkirina pêvajoyeke hîn zêdetir tehlîlan dike û di tevahî salên piştî vê salê de, pirtûkên tehlîlê ên herku diçe tehlîlan xurt dike, her yek pênc-şeş cîld nîvîsandin û ji pirsgirêkan re kirina bersiv… Beyî ku di lezgîniya xwe de lewaz bimîne heya roja me ya îro jî hema hema di tevahî mehan de gelek cildên pirtûkên tehlîlan tên nîvîsandin, di bîrdoziyê de xurt û bi tecrûbe bûyîn cara yekem di cîhanê de anîna rewşa bihêzbûnê…

Di van salan de weke polîtîk jî gelek gav hatin avêtin. Hîn rastir gaveke bîrdozî ya herî biçûk jî, tê wateya çêkirina bingeha bandorên polîtîk. Gava mezin a ji bîrdoziya mêtingeriyê qûtbûyîn û ji civakbûn-şovenîzma wî qûtbûyîn dibe bingeha destpêka polîtîk. Di sala 1974’an de pêşketina komê dibe helwesteke polîtîk a bi wêrek. Mirovên me êdî şûna polîtîkaya koledar rizgar bûyîn û hêza jiyana xwe dispêre hêza xweser didan nîşan.

Em di sala 1975 de hîn bi textîkeke bi zanist an jî bi çep re yekitiyeke cûda pêşxistin û dijmin xapandinê ve, rê li pêşiya xurtbûn û pêşdeçûyîneke girîng vedikin. Em gaveke din jî ji ketina nava gel û girseyê re diavêjin. Dîsa em sala 1976’an bi awayekî pir bi wêrekî ve ku dijmin jî sosret dike dibin pêşketineke girseyî ango dixin zemîna sala pêşketina girseyî. Herku diçe bandorbûneke polîtîk û reng qezenckirina polîtîkaya gelê Kurdistanê derdikeve holê. Di sala 1977’an de pir aşkere diyar dike ku em di Kurdistanê de pir baş belav bûne û di her alî de çalekiya me ya serbixwebûnê pêşdikeve.

Em di sala 1978 de jî polîtîkaya pêşdikeve, li dijî tundê pêşxistina polîtîkayê li ser van zêde dikin. Em êdî bûbûn xewna tirsonekên nûkerên herêmî. Sala 1979’an êdî tê rewşa şewitandina her tişt, her cihî, bandorên dijmîn a kevneşopî û nûkertî dibû hêzeke polîtîk. Ji xwe îlana PKK dibû çalekiyeke bilind a polîtîk. Sala 1980’an hîn zêdetir tê rewşa bikaranîna çekan, belavbûna şer û ev jî rê li pêşiya darbeya faşîzma 12 Îlonê vedike ku darbe li şoreşgeran xistiye. Sala 1980-81 di paşve kişandin û di vekirina navnetewî re dibe gaveke mezin a polîtîk. Ji bo reperîn neyên perçiqandin û domdarî bûyînê qezenc bike dibe tedbîrên cîdî yên polîtîk û ji bo di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn raperîn bin nekevin, hertimîtiyê qezenc bike dibe gaveke polîtîk.

Sala 1982’an de, ji nû ve vegerîna welat de, li ser bingeha welatpariziyê de dibe gaveke kokdar a dîrokî. Zivîrîn helwesteke mezin a polîtîk e. Ji ber dema di berê de her raperîn şop li pey xwe nedihişt tune dibûn û yên çûn jî dîsa paşve nezivirîn. Lê vê carê ne li pêşiya raperînên hertimîtî qezenc kirye tê astenk kirin, ne jî yên çûne dikevin şaşitiya paşve nezivirîn ê. Me di sala 1983 de li welat de li ser bingeha propaxandaya çekdarî serdemeke kiryarbûnê dest pê kir. Tevahî girse û gel çavên xwe ji nû ve ji serdemeke polîtîk û dîrokî re vedikin. Sala 1984 jî dibe sala pêngava vê.

Di sala 1985 dibe sala tevî tevahî seferên dijmin ên tengavkirin û tunekirinê dest ji şerê rizgariya netew nebardan, bi israr ferzkirina polîtîkaya rizgariya netew. Sala 1986 di heman demê de dibe sala meşandina bîryara heman pêvajoyê, di dîplomasî û di siyasetê de derfetên bêhn/nefes girtina Kurdistanê firehkirin û hem di hundir hem jî di derve de qenitkirina pêşxistina serdemeke nû ye. Ji xwe tiştên dijmin li ser van salan ferz dikir hebûn. Di milê dijmin hewla vale derxistin û bê bandor hiştin, ji van re heman polîtîkayan ve bersiv dayîn pêşdikeve.

Sala 1989-90 dibe sala girsekirina polîtîkaya welatparêziya şoreşger. Di sala 1991-92 de bilind kirina girsebûyîn û serhildanan mijara gotinê ye. Di vê demê de êdî em ketina nava pêvajoya polîtîk û polîtîkaya şoreşger. Gelê Kurd di tevahî dîroka xwe de cara yekemîn ketiye nava pêvajoyeke polîtîk û li ser bingeha girseyîtiyê helwesta yekitiyê hatiye pêşxistin. Di sala 1992-93 êdî şer belavî Başûr û Bakûr bûye. Di tevahî Kurdistanê de polîtîkaya PKK eleqe dîtiye û bandor kiriye. Polîtîkayên bê PKK ên li ser PKK tên ferzkirin û lêgerînên çareseriya bê PKK darbeyên xwe xwarine. Tevahî cureyên polîtîkayên nûkertiyê bê bandor mane. Hêviya wan a dawiyê şerê 1992 bû. Lê bi tedbîrên hatine girtin ve vale derxistina van hêviyan ve polîtîkaya PKK a welatparêziyê di asta pêşeng de dimîne.

Di sala 1994-95 de PKK polîtîkaya tunekirinê ya dijmin ku bi navê “an em dê tune bikin, an em dê tune bikin” vale hatiye derxistin. Bi sala 1995’an re jî tevî tevahî operasyonên di dîrokê de herî zêde mezin, daye fêmkirin ku polîtîkaya şoreşger welatparêztî ji girseyê nayê qûtkirin û ji berovajiya hilbijartinên bi îlana sexte ku dibêjin me PKK tune kiriye PKK rewşeke pir xurt qenit kirye. Hun dibînin, ji her salê re pêşketinên polîtîk ên wisa mezin hatine cîhkirin û ji van salan re ev pêşketin hatine qezenc kirin. Di heman demê de salên şerê textîkin. Komara Tirkiyê di tevahî dîroka xwe de provakasyon û liberabûn li hemberî tevgerên şoreşger ferz kirye. Ev sal heman demê de salên wisane ku hirtim provakasyon li ser hatine ferzkirinin.

Çepê Tirk bixwe di sala 1972 û 73 de bi tevgerên xwe yên şovenîst, şovenîst-civakî di nava ferzkirineke provekasyonê de bû.  Li hemberî bandora van, di sala 1974 de vê êdî anîna rewşa hêza berxwedana rêxîstî bixwe vale derxistina komploya “bîrdoziya cûda, rêxistina cûda nabe” bû. Li gorî min vale derxistina tevahî hewlên dijmin, çavdêriya ku dixwast bi kesên şandine nav me de çêbike, bi taybetî jî bi van textîkan ve salên Enqere bê bandor kirin û di salên 75-76-77-78 de tevajî textîka wî li dijî wî bikaranîn, tevahî gavên dîrokî li ser vê bingehê avêtin û bi tendûrist ji Enqerê derketin pir girîng bû û min ev serxist. Bi têkoşîna çekdarî ve vale derxistina komploya bi Hîlvan û Sîverek ve dihat ferzkirin, di heman demê de dibû vale derxistina tevahî ferzkirinê KUK, pênç perçegeran, têkoşîngeran. Di van salan de vale derxistina tevahî rêxistinên komploger, vale derxistina komplogerên bi destê çepê Tirkiyê ve tê ferzkirin girîng bû û ev heman demê de dibû bê bandorkirina komploya dibin navê çepê Kurd de dihate ferzkirin.

Di sala 1980 de bi taybetî komploya 12 Îlonê mijara gotinê ye. Me li hemberî vê weke derketina ji derveyî welat û gavên pêşxistina têkoşîna çekdarî da destpê kirin. Ji bo heman komplo di derveyî welat de jî neyê jiyîn şerekî bi înat dihate meşandin mijara gotinê ye. Em ji Komploya Semîr bigrin heya tevahî komployên di her salê de li ser me dihatin ferzkirin hat vale derxistin. Li hemberî israr û ferzkirinên dijmin ên bi rêka kesên ketine nava me de xistina hundirê me, li hemberî israrên dijmin ên weke “hûn nikarin bizivirîn welat, hûn nikarin ji nû ve PKK damezirînin” me têkoşîneke gelek bi inad da nîşan. Dema gotin “yek kes ji wan bile nikare gav biavêje Kurdistanê”, me bi teşeyeke bilind pêngava zivîrîna welat da dest pê kirin. Em çawa gihiştin welat me dest xebatê kir ku em li pêşiya komployên Partiya Komînîst û komployên PDK bigrin. Bi piştevaniyên navnetewî ve li hemberî komploya PKK ji Evrupa dûr kirin a bi navê yekitiya çep a 1984-85 dihat kirin em ketine nava şerekî gelek mezin. Ev hewlên komployên ku hem di welat de, hem di derveyî welat û di zîndanan de li heman berxwedanan re rû be rû maye dîsa bi hewlake mezin ve vale hat derxistin. Sala 1985-86 bi vale derxistin û neserkeftî hiştina komployên dewleta Tirk ve bi kokdar û bi encam bû.

Di sala 1986 de êdî teşhîr û tecrît kirina xwediyên komployan hat mîsogerkirin. Di sala 87 de em di asteke gîrîng de ji van xalan xelas bûn. Em di sala 1987-88 de praniya xwe vale derxistina komploya nû a li ser zîndanan hatiye pêşxistin ve mijûl bûn. Dîsa komployên di çiyan de dihate jiyîn hebû, vale derxistina wan jî pêk hat.

Me di sala 1988 de tevahî salên komployan berovajî kir. Me di vê salê de jî salên komplo yên dijmin hêviyên xwe pê ve girêdayî bû, bi taybetî komployên bi hêza Evrûpa, bi hêza miliyetperesta kevneşop û bi alîkariya tevahî çepên Kurd û Tirk hatiye meşandin vale derxist, me ev sal nebire ber binketinê. Di sala 1989 de me darbeyek mezin li komplogeriyê da û me pêşiya partiya xwe vekir.

Seroktiya komploya di zîndanan de dihate ferzkirin û serkeftiye me di sala 1992 de tecrît û şermezar kir. Ji xwe her yek ji van êrîşan tecrûbeye tehlîlê ya bilind dixwast. Di sala 1991’an de me ev komplo di asteke herî bilinde, di nava dijmin de rêgeza destûra bingehîn a Ozal bile li ber çavan re derbaznekir û me bi nêzîkbûnên xurt ve vale derxist. Di şerê Başûr ê 1992’an de komplo û şopên wê di nava partiyê de dîtin.

Di sala 1993 de li hemberî van êrîşan têkoşîn kirin û derbazkirina van hate jiyîn. Di sala 1994 de me bandorên van derbaz kir û li cihê ku komplo tê de hatiye dîtin me zemînê wî malî. Di vê wateyê de me tevahî mêtingeriya xwe bi darbeyan, bi komployan ve gihandiye serkeftinê darbe kir û bêserkeftin hişt. Bi teşeyeke balkêş ev di dîroka PKK de gihişte serkeftinê. Mirov dikare van pêşketina tevahî di asta Kongreyan de bigre dest.

Sala 1973’an de me cara yekemîn kom îlan kir. Me bi kongreya yekem ve di sala 1978 de îlana partiyê pêkanî û me bîryara şerê polîtîk da. Di kongreya duyemîn a di sala 1982 de me bîryara zivîrîna welat dijwar kir û me gavên vê bîryarê avêt. Kongreya sîyemîn a di sala 1986’an jî bû bîryara domandina pêngava 15’ê Tebaxê û di gerîlatiyê de israr. Bi kongreya çaremîn a di sala 1990’an jî bû sala belavkirina gerîla û bi serhildanan ve kirina yek, vale derxistina astengiyên hûndirîn. Bi kongreya pêncemîn a di sala 1994’an de di nava partiyê de xwe gihandina pijandinê: girtina yekitiya netewî, îqtîdarbûn û artêşbûn li ser zemînekî bi tendûrist dana rûnişkandin û yên ku li benda binketinê bûn xistina nava dangaviyan de.

Mirov dikare di wateya weşandinê de hehsa pêşketinê bike; me rojnameya Serxwebûn ji sala 1978 de weke binesaziyeke bingehîn derxist û heya roja me ya îro berdewam dikin. Dîsa me xebata derxistina pirtûkan pêşxist û bi hezaran cîlt pirtûk weşandiye. Me pêvajoya çapemeniyê di nava deh salan de bi zimankî weşand. Me ji cîhanê re Kurdistan, rastiya şer û şoreşa wê da pênasekirin, herî dawiyê weke di çi tevgerên rizgariya netew de neyî me teknîkeke hemdemî ya weşandinê jî li ser vê zêdekir. Me televîzyon çêkir, me anî amûreke piropogandayeke wisa ku di tevahî cîhanê de bê temaşekirin û bê karanîn. Me radyo jî heman rengî pêşxist. Tê dîtin ku di tevahî van mijaran de dîroka partiyê dibe dîroka şerê mezin. Di tevahiyan de pêşketin heye û ev tevahî weke goşt û neynûk bi hevdû re girêdayîne. Ev tevahî dikare weke şerekê bîrdozî û weke danîşandina neyekser a şer were nirxandin.

Ger hûn dîroka partiyê lêdikolîn ji bo hun bigihijin zanista dîrokê divê hûn di vê alî, li ser bingeha xeta sor a behn van tiştan di mejiyê xwe de bikolin. Ku ji bo her sal tiştên hîn zêdetir bên gotin, çîrokên bên nivîsandin hene ku em dikarin bi romanan xwe bigihînin zanista van rastiyan. Gelek tişt hene ku li ser destan werin nivîsandin. Me pir kêm ev rastî vegotin kiri ye, heta me sedî yek nivîsandiye. Di rastiyê de rastiya partiyê pir zêde nehatiye fêmkirin, nehatiye nivîsandin. Em di xalên giştî vedibêjin an dinirxînin. Li ser rastiya partiyê ne xabatên wêjeyî ne jî zanist nehatine meşandin, nirxandin û xebatên hunerî yên din dê derbikevin holê.

Ez hêvîdarim ku di we de jî her roj zêdetir fêmkirin û li gorî vê xwe komî ser hev kirin pêşdikeve. Bila kesek xwe ji me zêdetir xwedî bandor, erk nehesibîne. Hêza we jî nîne. Li derveyî vê jî em şexsiyetên bihêz in. Zûbizû kesek nikare bi me bîlîze, ev şaş e. Ev, tê vê wateyê ku kesek nikare li derveyî pîvanên partiyê bijî. Kesek nikare pîvanên partiyê derbaz bike. Berovajî tê wateya dibin her şert û merc de ji pîvênên partiyê re girêdayî be, pêwîstiyên wî kirin û birina serkeftin ê. Tevahî xapandin û kêmasiyên di vê hêlê de derbaz bikin.

Çi aliyê vî şerî nîne ku mirov bigre henek an. Ango mirov lê bikene. Ger em bibin mîlîtanên cîdî, bi feresat û netawîzkar, em dê vî karî rêve bibin. A niha pirsgirêka me ya herî bingehîn ev e. Ji derveyî vê çi pirsgirêkên din ên bingehîn nînin. Pirsgirêkên din biçûk û netiştek in, bi vê ve girêdayî dê bigihije çareseriyê. Ji ber vê çendê ger hîn yên dibêjin “em nehatin tehlîl kirin, ez pê re nagihijim, ez fêmnakim, ez nayêm guhartin” hebin, bi taybetî ez dikarim pê re eleqeder bibim. Ji ber ne ez dixwazim hincetan qebûl bikim, ne jî dixwazim yek heval jî bê alîkarî bihêlim. Em hevalên hev in, divê heya dawiyê em bi hev re samîmîbin. Divê çi kêmasiyên ku em ji hev du veşêrin, çi kêmasiyên ku me ji hev qûtbike nebin. Hevaltî tê wateya heya dawiyê duristbûn. Tê wateya di gotina xwe de vekîrîbûn, heya dawiyê encamê ve girêdayî mayîn e, zanista girêdayî mayînê ye. Li gel me hev du tengav kirin nîne, li gel me tevahî tişt li ser bingeha girêdayînê ye, lê girêdayîn jî heya dawiyê dijwar e. PKK ev e. Çi pênaseyeke PKK a din jî nayê hizirîn.

Kesek ji we re nabêje lezgîn gavên mezin biavêjin. Di wateya em dibêjin de hûn gavên biçûk jî biavêjin em dipejirînin. Dîsa kesek jî nabêje gelek şer bikin. Em dibêjin xwe bi van mijaran ve sererast bikin. Berovajî, em dibêjin bibin xwediyê jiyaneke hîn xwedî rêz, hîn bi tendûrist, hîn bihevaltî û tûjî hezkirin.

Vaye hûn dibînin ku partîbûyîn îfadeya herî birûmet a dîroka gelê me, rizgariya netew û mirovahiyê ya herî bi wate ye. Me ev dîrok bi berxwedaneke herî mezin re, bi serkeftinê re anî roja îro. Me tevahî jiyana xwe di nava vê de helandî ye. Me nemirînî wisa di nava vê partiyê de pêşxistiye. Yên ku tevlî vê partiyê dibin divê baş bizanibin ku divê li gorî van nirxan bimeşin û layiqê van nirxan bijîn. Divê xwedî lê derbikeve, nehêle toz bikeve ser, ji bo bilind bibe divê xwe jî bixe nav de, berhemên xwe bidê.

Partîbûna rast wisa ye, PKK bûyîn wisa ye. PKK bûneke wisa hertim mezinbû ye û qezenc kiriye. PKK bûna ku mîsoger biçe serkeftinê jî dê wisabe.

19 Ocak 1996

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî