Tirkî  |  Erebî

Azê Malazgîrt

rojev-aze-malazgirtCardin xwîn, cardin giyan, cardin rondikên çavan û cardin komkujî…

Tişta ku ji bo Kurdan tê layîq dîtin…

“Ey Kurd; mafête yê herê rawa parastina gundê xwe, taxa xwe, mala xwe jî guneh tê dîtin. Weke bezên ku di her cejna qurbanê de serê xwe li ber kêre tewînî, ji tere tişta ku maf tê dîtin jî cardin xwîn û komkujî ye.”

mixabin cardin di vê cejna qurbanê de Kurd qurban tê hilbijartin.

 

Dîroka Kurdê bi rûmet jî her tim bi berxwedanî hatiye nivîsandin. Niha cardin mirovahî, şahîdî yê berxwedanekî ku heya niha ne hatiye dîtin dike. Gelê leheng, jîr û egîd li hember hovitiya û bê rehma ku di sedsala 21.de derketiye û bûye belayê serê mirovahiyê DAÎŞ li Koban ê îro meheke berxwedaniyek bêhempa bi xwîna xwe, canê xwe her ku diçe bilind dike. DAÎŞ di Rojhilata Navîn de ji bo gelê mazlum bûye weke kabusek. Lê hêzên ku 24 seat bi tang, top û dewletên xwe re nikare li hember wan bisekine lê gelê Kurd yê berxweder bi dilekî mezin, baweriyek û bi rûmeta xwere berxwe dide û Kobanê li wan dike dojeh. Li hember DAÎŞ yê ku neyarê mirovahî yê ye, neyarê îslamê ye bi têna serê xwe berxwedaniyek bêeman di de meşandin. Ev berxwedaniya gelê Kurd yê bi rûmet ji niha ve navê xwe bi peyvên zêrîn li dîrokê nivîsandiye. Ne tenê li Kobanê li her derê gelê Kurd ji bo ku rûmeta xwe nede perçiqandin berxwedaniyê dide meşandin û li her derê dike Kobanê. Bûye yek deng û yek dil. Belê her der Kobanê her der berxwedanî!

Di dîroka Kurdan de berxwedanî bûye şêwazê jiyanê. Êdî berxwedanî bi Kurdan re tê bîranîn. Ji bo wê jî dema tê gotin jiyan berxwedanî tê bîra mirov. Ji xwe têşeyê xwe vegotina gelê Kurd yên ku aşiqê azadiyê ne ev teşeye. Yek hêz jî li bendê be ku wê gelê Kurd xwe radest bike nêzîkatiyek valeye. Bi taybet jî bi hezar salane ji bo gelê Kurd xwe bi xwe rêve birin bûye bêrikirinekî mezin, ev jî bi şoreşa Rojava re dest xistiye. Piştê ewqasî bedela wê çawa van nirxane berde, vê hêvî kirin pir valeye. Ji xwe bi êrişên dawîre dixwazin gule li xeyal û hêviyê jiyana azad yên ku Kurd bi salane dikin bidin. Tişta ku tê armanc kirin jî, bi şoreşa Rojava re kantonên rêveberiya cewherî yên ku li ser esasê xweseriya demokratîk hatine ava kirin hilweşînin û di welatê me de cardin me bê statû bikin, di cîhê jiyana azad de di cendereya netew dewlet de vîna me tune bi hesibîne û bi xwe re bi de girêdan. Cîhê ku AKP jî û hêzên navnetewî di bêjin heremê bi ewle jî xak û welatê Kurdan e. Dixwazin şoreşa Rojava bi fetisînin û tekoşîna ku 40 sala ne bi bedelên giran biha li Bakur ê Kurdistan ê tê meşandin û li Tirkî yê cara yeke me ji bo çareseriyê hêvîtên ava kirin di pişt perdê de tê hedef girtin. Ev pir eşkere tê xwiya kirin û ev polîtîkayê nîjadkujî di milê her kesê de tê fêm kirin. Cîwanên leheng yên gelê Kurd bi taybet jî keçên Kurd ev siyaseta nîjadkujî pir kurde ferq kirine û xwedî li şoreşê û welatê xwe derketine û di bêjin çi di be bila bibe emê tekoşîna xwe bi serkeftinê re tacîdar bikin. Bi berxwedaniya xwe ya efsanwî re vê datîne holê. Di roja me ya îro de Başur, Rojhilat, Bakur ango dilê tevahî perçeyan ji bo Rojava tavê je. Ger ku her Kurd ev li kuderê dibe bila bibe agirê Kobanê di dilê xwe de his dike û ev zana bûyîn dest xisti be, bêguman ev heqîqeta ku li wêde rê tê kirin dide xwiya kirin.

Belê di rojên dawî de ev heqîqet bi dilekî ciwan re Arîn Mîrkan re gihişt lûtkeyê.

Ev berxwedaniya ku bû abîde, Kobanê bû Arîn. Qîrîna ku ji Zorava, Kaniya Kurdan û Miştenurê bilind di bû Arîn bi çalakiya xwe re her tişt da gotin.

Bi vê temenê re, bi vê aqilê re û bi vê dilê re rêz ne girtin tê wateya ku ji mirovatiyê qut bûye. Li gor min pêwîste her kes pir baş guh bide qêrîna Arîn.

Bila her kes dengê Arîn baş fêm bike.

Ruhê Arîn baş bi xwînin.

Jinên Kurd emrê xwe ji Arîn girtin. Wisa xwiya dike ku kesên di bêjin em bi şereflîne emrê azadiyê ji Arîn girtin.

Arîn Mîrkan sekna Kobanê ye.

Arîn Mîrkan sekna Rojava ye.

Arîn Mîrkan sekna jina azade.

Arîn Mîrkan ruhê gelê Kurd yê di serhildanê de ne.

Weke Kemal Pîr, Mazlum Doxan, Xeyrî girtîgeha Amedê ruxandin û deng dan cîhanê û gelê Kurd hişyar kir. Ev çalakî jî ji nû de giyan da gelê Kurd.

Arîn Mîrkan weke Bêrîvan yê ku sala 1990’an de gelê Botanê dawetê azadiyê kir.

Bi taybet jî weke jinekî da diyar kirin ku wê cewhera jinekî welat parêz di vê pêvajoyê de gelê xwe û azadiya xwe bi vê awayî xwedî derbikeve. Arîn bayê nîjadkujî yê ku li ser gelê Kurd tê bikaranîn li hember vê bûye bahoz, ev ruh jî di her derê bûye ruhê Kurd. Ev ruh di her deran de bûye Kobanê û birayarê qezenç kirinê dide û tu kes nikare gelê Kurd ji vê biryara wan vegerîne.

Arîn her derê kir Koban ê. Di vê şerê namus û rûmetê de yek cîhê ciwanan heye. Bi taybet jî tişta ku li ciwanên keç yên Kurd tê jî di vê tekoşîna rûmetê de cîhê xwe girtin e. Di vê rojên şer yên germ de li welatê xwe, gelê xwe û rûmeta xwe xwedî derketin bi bîhistîna qîrîna Arîn re derbas dibe.

Di serî de Arîn Mîrkan, tevahî şehîdên me yên di serhildanên Bakur de şehîd ketin û şehîdên ku bi canê xwe û xwîna xwe xaka Kobanê av didin bi minetdarî bibîrtînim û bejna xwe li hember wan di tewînim. Em soza serkeftinê didin û em di bêjin emê tekoşîna xwe bi serkeftinê re tacîdar dikin. Li ser vê bingehê ji bo ku tevahî ciwanên Kurd xwedî li rûmeta xwe derbikeve dawetê li serê çiya dikim.

Em ji bîrnekin ku DAÎŞ’ê hov di serî de neyarê jin e.

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî