Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

Gelo her zinarek dinava xwe de hebûnek di hewîne? Ya ji her zinarek qêrîna azadiyê vedide dinava xwe de? Ma kî dizane di be ku zinar bi xwe qîr dike û dengê xwe vedide dinava dilên ku wê bikaribe qêrîna wê fêm bike.

Ma gelo yê ku nikaribe xwe bi gihîne li serê lutkeyan û bi perûbask bibe, ma wê bikaribe li ser wê lutkeyên azadiyê bibe bangawazî? Kesên ku nikaribe xwe bigihîne lutkeyên dilê xwe wê nikaribe qêrîna jî bi bihîze? Di heman demê de kesên ku ruh û ramanên xwe ji gemariya pergal û qirêjiya kapîtalîzm pak ne kiribe wê nikaribe li ser zinaran dengvebide dinava ruh û bedena? Ma qey ewqasî hesena mirov bibe xwedî perûbask û bi fire berbi azadiyê ve xwe bigihîne nepeniya bêmirinê ve. Her kes nikare xwe bigihîne tîrêjên rojê? Ji ber tîrêjên rojê pir tuje her kes nikare ber bisekine. Ew kes dikarin bi sekinin ew kesên ku xwe dinava ew tuj bûyînê de dane helandin û xwe ji nû de afirandine. Ji xwe tîrêjên rojê her kesê dinava xwe de na hewîne? Nepeniyek wisane ku kesên xwe gihandine lutkeyan dikarin dengê zinaran bi bîhîzîn û fêm bikin. Kesên ku xwe gihandine hêza wate dayînê û xwe watedar kirine dikarin.  

 

        Tê zanîn ku jiyana me li ser wateyan tê avakirin. Di dîroka tevgera me de jî, her roj, her meh wateyên pir bi nirx û pîroz digre nav xwe. Ev meh jî di hundirê xwe de rojên dîrokî û hevalên dîrokî di hewîne. Ji bo vê berpirsiyariyên me li hember dîrokê ji her demê zêdetirin. Milîtanên PKK’ê ti carî serkeftinên bi dest digrin bes na bînin. Ji bo ku serkeftinên ji her demê zêdetir bi dest bixin, her timî di hizirin û lêgerinan di din avakirin. Ji ber ku di zanin serkeftin bi xwere serkeftinên bi semyan tîne. Dîsa di feraseta PKK’ê de, her timî ji hişmendiya ku tune û îmha kirinê li ser me pozber dikin hesap xwastin û tol girtin heye. Hêvî û bawariyên me pirin, wê dem bi be dema hesap xwastin û tol girtinê. Ev meha ku em tê dene ji bo tevgera jin, mehekê pir bi nirx û watedare. Di vê mehê de rêhevalên jin ê ku, bêhempa rêhevaltî û girêdaniya rast Rêberê me re bi çi awayî tekirin pir zelal dane diyar kirin û pêşengtiya vê jî kirine. Ya herê girink jî, herê asta jor de bûne parazvanên birdozî, jiyan û felsefeya Rêberê me. Ji bo dîroka tevgera azadiya jin jî, nirxên pir pîroz afirandine.

     Gelê Kurd xwedî çandek pir dewlemend û bi rûmete. Bi taybet jî jina Kurd. Jina Kurd xwe, cîvaka xwe û jiyana xwe bi çanda berxwedaniyêre hûnandiye. Li hember her zor û zehmetiyê berxwedaye û ti carî xwe radestê tu tişekî ne kiriye. Ne zor û zehmetiyên xwezayê ne jî êrişên pergalên baviksalarî ne kariye jina  Kurd radest bigre. Ji ber ku jina Kurd xwedî çanda fedayîtî yê ye, xwedî çanda berxwedanî û tekoşînê ye. Ev çand di kesayeta jina Kurd de şînber dibe. Jina Kurd xwedî çanda xwedawandaye. Ew çanda ku cîvaka exlaqî û polîtîk afirand û dinava wê de nirxên herê pîroz da mirovahiyê. Lê mixabin û hezar caran mixabin hişmendiya ku ji exlaq , polîtîk bûyînê qut dibe û ferasetên xwe bi dakûdolaban ti jî dike dikeve nav cîvaka exlaqî û polîtîk. Lê xwe ewqasî di xapînin ku nizanin çanda dayîka xwedawand dinava ruh û ramanan de aj daye, reyê xwe berdaye dinava tevahî jiyanê. Ji xwe rastî yên hatine jiyan kirin ti carî nayên tune kirin û tu tişt nikare wê tune bike. Yê ku dixwazin tune bikin jî wê bi demê re xwe tune bikin.    

Yek ji wan jina Kurd jî yê ku xwe bi çanda dayîka xwedawand û bi feraset, hişmendî û bi ramanên azad yê Rêber APO afirand rêheval Bêrîtan e.

Bêrîtan ango nasnameya berxwedaniya jina Kurd

Bêrîtan ya ku nûkertî yê têk bîr û bû dengvedana azadiyê

Rêheval Bêrîtan bû nûnera jina Kurd ya azadiyê

Rêheval Bêrîtan berxwedaniya jina Kurd di kesayetiya xwe de şînber kir. Di heman demê de ji bo jina Kurd û ji bo tevahî jinan rêya rastiyê derxist holê. Rêheval Bêrîtan nasnameya Jina ku ji bo xwe ji derveyê rêya azadiyê tu rê na pejirîne. Ji ber ew keça dayîka xwedawand bû. Bûyîna Bêrîtan di hûndirê zinaran de şîn bûyîn. Bêrîtan ewe ku rêhevaltiyek rast bi azadiyê re kirine. Ji bo xwe radest bûyînê na pejirîne û Kurdên nûker re da diyar kirin ku jina Kurd ji bo xwe mirinek bi rûmet û şeref di hilbijêre lê ti carî xwe radestê we nake.

Rêheval Bêrîtan ji hêzên komloger yên navnetewî, Kurdên nûker û hişmendiyên welatfiroş re sekna jina Kurd yê ku bi azadiyê ve girêdayî ye da raber kirin. Rêheval Bêrîtan di kesayeta xwe de xwe gihandi bû bilind bûyînê. Di jiyan û kesayeta xwe de tevahî paşverûtiyê kujt û ber bi hemêza azadiyê ve firda. Ango rêheval Bêrîtan di jiyana xwe de serkeftinê dest xisti bû. Ma ne rêya serkeftinê di rêya qezenç kirina jiyan, ruh, beden û  ramanê xwe re tê destpêkirin. Ji bo vê yekê ye ku rêheval Bêrîtan ewqasî ji jiyana azad û birûmet hes dike ku xwe ber bi bilind bûyîna zinaran ve berdide. Weke ku bi bêje belê çiyayên bilind, yên ku di hemêza xwe de Besêyan, Zarîfeyan, Qumriyan û h.w.d di hewîne ew çawa ku xwe gihandin bilind bûyîna te ez jî bi qandî te bilindim ey çiyayên azad. Ez şopdarê wan jinên ku qandî ji azadiyê hes dikin, mirinê jî hes dikin. Rêheval Bêrîtan jina tekoşervan û berxwedar.

Di nava jiyana azadiyê de berxwedanî û xwe radest ne kirin rêgezê azadî yê ye. Ji bo vê jî cûrên xwe radest nekirina pergala zilamê serdest pirin. Lê armanc û biryar bûyîn yêke. Pir rêhevalên jin ji bo ku nekevin destê neyarê xwînxwer de narincok di xwe de teqînin. Rêhevalên ku xwe di şewtînin. Birastî jî ev biryar bûyîn û wêrektiyek pir xurt û bi hêz dixwaze. Ev xet û biryar bûyîn wê azadiya tevahî jinên Kurd û yê Rojhilata Navîn bi xwere bîne. Ji bo vê jî rêheval Bêrîtan ji jina Kurd re û tevahî jinan re bû xeta jiyana exlaqaî û polîtîk. Di heman demê de da diyar kirin ku ji derveyê  berxwedan û tekoşîn kirina jin tu rê pêşiya jin nîne. Ji bo vê jî em bikaribin di  tevahî jiyana xwe de, kêlî bi kêlî helwestê rêheval Bêrîtan bide raber kirin û jiyanî bike. Ev çand û helwest wê her tim jiyanî bike. Rêhevalên me nirxên pir mezin ji mere afirandine. Helwestê rêheval Bêrîtan, berxwedanî û tekoşîna wê her tiştê vegotin dike. Erkê dikeve li ser milê me jî rast fêm kirin û rast pêkanîne. 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî