Tirkî  |  Erebî

Gulan Şengal

weneye destpekiJi dîrokê heya roja me ya îro hişmendî û ferasetên pergalê baviksalarî û modernîteya kapîtalizm her çiqasî bi navên cûda derdikeve li hember civak û gelan jî lê di cewher û tiştên ku dixwazin li ser gelan pêk bînin jî heman tiştin.

Ji bo vê jî ji dîroka gelê Kurd heya niha, mirov dikare ji dîroka mirovahî dest bigre her tim bi rêbazên xwe yê deku dolap xwastine pêşengê civak, netew û gelan bê îrade bikin û bêxin di bin deshilatdariya xwe de. Li hember ev pergalê deshilatdariyan gel jî her tim tekoşîn dane meşandin û kesên berxweder, tekoşînvan li hember wan serî ne tewandiye û xwe radestê wan ne kiriye derketine pêş. Hişmendiyên komploger her tim ji bo xwe deku dolap rêbazê herê esasî dîtine. Çawa ku her tim ev rê û rêbazên xwe li hember gelê Kurd bi karaniye di roja me ya îrode jî bê navber bi rêya hevparên xwe yên dewletên navnetewî re didin meşandin. Êrişên ku di roja me ya îro de li ser Rêberê gelê Kurd û tevgera azadiyê tê meşandin jî berdewama vê komployê ye. Em dikevin 16. salvegera komploya navnetewî. Li ser vê bingehê me hevpeynîvek li darxist. Em vê hevpeyvîna xwe bi we re parve dikin...

 

 

Jînda Kurdistan

jinda kurdistan 3Bi derketina Serokatî re gelê Kurd jî ji nû ve li ser kokên xwe şîn bû. Ji bo ku gelê Kurd cardin aj bide û li nirxên xwe vegere Serokatî pir ked û tekoşîn da raber kirin. Serokatî her tim hewildan da ku civakek bi exlaq û polîtîk bi afirîne. Bi damezrandina PKK’ê re Serokatî vê civakê di şexsên milîtanên PKK’ê de afirand û belavê tevahî gelê Kurd kir. Bêguman dinava gelê Kurd de jî hişyar bûyînek û xwe zivrandinek jî hat ava kirin. Li hember ked, berxwedanî û tekoşîna Serokatî jî dewleta Tirk û hevparên wê her tim dinava hewildanên qirêj de bûn da ku tevgera PKK’ê ji holê rakin. Pir caran bi êrîşên fizikî jî li hember Serokatî hat pêşxistin. Lê neyar jî vê dît ku nikare Serokatî, partiya Serokatî û rêhevalên şehîd ava kirine ji holê rake. Her çiqasî vê rastiyê neyar ne pejirîne jî lê rastiyek hatiye afirandin.

Serokatî berxwedaniyek û tekoşînek bêhempa li hember pergalên deshilatdaran da ava kirin. Bi taybet jî di hûndirê pergala Îmraliyê de Serokatî şoreş afirand. Birastî jî Serokatî bi ked û tekoşîna xwe re ew komploya navnetewî vale derxist. Di heman demê de Serokatî pêvajoyên pir nû jî da ava kirin. Ev komploya navnetewî di şexsê Serokatî de xwastin tevahî gelê Kurd û tevagera Kurd tune bikin û ji holê rakin. Bêguman weke her tim em deyndarê Serokatî ne. Hem jî êrîşên hûndirîn jî berteraf kir. Bi taybet jî weke jin em di her milande xwe deyndarê Serokatî di bînin. Ji ber ku, Serokatî jin ji nû ve afirand û derxist li ser dîka dîrokê. Serokatî xwe fedayê jiyana exlaqî û polîtîk kiriye. Serokatî di xwaze vê civaka exlaqî û polîtîk jî bi destê jina azad domdarî bike û bi afirîne.

Di heman demê de Serokatî ji bo vê pêvajoyê got; “hevaltiya kêm û dostê sexte.” Ev ji bo me her tim bûye mijarê herê bingehîn yê ku em rexnedayînek pir xurt bidin. Ji bo vê jî pêdivî heye ku em ji her deman zêdetir tekoşîn û berxwedaniya xwe xurt bikin. Dem û kêliyên dîrokî pêşiya me ne. Îro jî em weke tekoşerê azadiya gelê Kurd em di 16.salvegera qomploya 9’ê Cotmehê dibêjîn ku me ti caran rewşa dîlgirtina Rêbertiya xwe nepejirand û bila ti kes ji me hêvî neke ku em rojekê fêrî vê rewşê bibin. Ji ber fêrbûna rewşa dîlgirtina Rêber APO tê wateya ku qomplo xwe bigihîne hedefa xwe. Lewra bi rika qomplogeran em dibêjin ku em ciwanên Kurd bi taybet jin û jinên ciwan ên ti caran fêrî vê rewşê nebin, heya dilopa xwînê ya dawîyê em li pey şopa Rêbertiya xwe ne. Dibin her şert û mercê de em canfedayê Rêberê xwe û doza azadiya gelê xwe ne.

Rêbertiya me jî di şert û mercên zîndana Îmraliyê yên herî dijwar û hîna di salên tekoşînê yên despêkê û heya roja me ya îro gelek nirx da tekoşîna azadiya jinê. Dibin hemû mercan de û di hemû deman de nirxa herî mezin da azadiya jinê. Lewra jina Kurd herdem û di roja me ya îro de xwedî li Rêbertiya xwe derket, lê em weke jinên Kurd ên tekoşer û weke milîtanên hêzên YJA Star em di bêjin ku, emê ji herdemê zêdetir xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Ji ber ku jina Kurd di vê zanabunê deye ku tenê Rêber APO nirxa rastîn û ya herî hêja da tevgera azadiya jinê. Ji lewra pêwîst dike ku jina Kurd li hember vê rewşê qat bi qat xebatên xwe bi pêş de bibe û ji bo azadiya Rêbertiyê tekoşînê bilind bike.

 

Pêlîn Avaşîn

pelin avasin 3Ev komploya navnetewî ya ku li ser Rêber APO hat meşandin di encamê plansaziya deshilatdar û hegemonya yên moderniteya kapîtalîzîm ve hat pêkanîn. Armancê wan ew bû ku di şexsê Rêber APO de tevahî gelê Kurd, cardin tevgera PKK’ê yê ku Rêber APO afirandiye ji holê rakin. Bêguman ne gihiştin armancên xwe. Serokatî weke her tim plansaziyên wan deşîfre kir û vale derxist. Moderniteya kapîtalîzîm tirsek pir mezin li hember Serokatî jiyan dike. Ji bo wê jî her tim bi şêwazên cûda li ser Serokatî daku dolaban dan çêkirin. Li hember vane jî her tim rêhevalên weke Zîlan, Taylan, Halît Oral û di heman demê de dinava gel de jî li hember pêvajoyên bi vê awayî bersiv dayîna wan hatiye çêkirin. Em bi kedên Serokatî re mezin bûn û gihiştin asta herê jor. Pêşketinên ku di roja meya îrode pêşdikeve jî hemû encamên ked û tekoşîna Rêber APO û rêhevalên şehîd dane raber kirine. Serokatî ti carî ji berxwedanî û tekoşîna xwe de gav paşde ne avetiye. Her tim tekoşîn û berxwedaniyek pir bi hêz daye domdarî kirin.

Bêguman nirxên pir mezin û pîroz hatine ava kirin. Cardin pêşketinên pir mezin jî heye. Lê em dizanin ku ev têrê nake. Heya roja me ya îro jî ev komploya nevnetewî bê navber berdewam dike. Ji bo ku em bikari bin van êrîş û komployên navnetewî bin pê bikin û berteraf bikin pêwîste em bi ruhê APOCÎ tevlê pêvajoyê bibin. Ji xwe dîrok jî ev derfet afirandiye ya giring ewe ku em bikaribin vê derfetê baş bikar bînin. Ji bo ku em di pratîkê de serkeftinan destbêxîn û bersivên xurt bidin rexnedayînên xwe û layîqê kedê Serokatî derbikevîn pêwîstî tevlê bûnên pir xurt û ji her deman zêdetir biryar bûyînê ji me tê xwastin. Birastî jî di vê milê de îdea û baweriyê me heye ku emê serkeftinên mayînde destbêxin. Dem dema şoreş avakirin û pergala Îmraliyê ji holê rakirinê ye. Li hember vê jî ez soza xwe didim ku ezê hevaltiya herê rast bi Serokatî re jiyan bikim.

Ji bo ku fikirê Serokatiya me li tevayî cîhanê belav bibe û bi bandor bibe, artêşa me ya jin jî di çarçoveya parêznameyên Serokatiyê de her diçe xwe kûr dike û roj bi roj xwe pêş de dibe. Ji ber asta artêş û rêxistina me a di warê bîrdozî, leşkerî û ramyarî a li hemû qadên jiyanê, di heman demê de rojên azadiya Serokatiya me nêz dike.

Ev jî erkê me hemuyane. Hemû ferden ku xwe azadîxwaz dibîne, pêwîst dike ku bi vê giraniyê tevbigere. Ji bo pêkanîna wan jî pêdivî bi ruhekî cangoriyê heye. Ji xwe me heya roja îro jî xwe bi rûhê cangoriyên mezin anî vê rojê. Bi hezaran şehîdan xwe gorî vê doza azadiyê kirin. Ji lewra pêdivî bi wijdaneke mezin heye. Rêbertiya me hîna beriya salan em vexwendin şoreşa wijdanî. Ji ber kêliya ku wijdan diqede, wê demê rûxandina exlaqî û ya civakî destpê dike. Ji bo wê jî em ji tevahî gelê me re di bêjin dem dema nirxên xwe û şehîdên xwe derketine.

 

Viyan Zeryan

viyan zeryan 2Em salvegera komploya 9’ê Cotmehê yekî din jî pêşwazî dikin, pêwîste em armanc û hedefên vê komployê bi awayekî herê baş derxin zana bûyînê. Komploya ku di şexsê Serokatî de li ser tevahî gelê Kurd û li ser tekoşîna wê ya azadiyê pêk hatiye em bi kurahiya wê re fêm bikin. Ev komplo her çiqasî bi tekoşîn û kedên Serokatî yê bêhempa re vale hatibe derxistin jî, lê em di bînin ku tevgera komplogeran hêna jî dawî ne bûye.

Serokatiya me heye roja me ya îro jî di şertên Îmraliyê de dinav hewildan û tekoşînek pir mezin deye. Hem komplo vale derdixe hem jî bingehên jiyana azadiyê tavêje. Ji bo çareseriyê dinava seferbertiyê deye, lê hikumeta AKP’ê bi vê awayî nêz nabe. Êrişên xwe di de berdewam kirin. Di be ku ev yek ser li ser gerîla nake, lê li ser gelê ku çalakiyên demokratîk pêk tîne êriş dike. Cardin ji bo ku berxwedaniya Rojava bişkîne alikarî di de DAÎŞ. Pêwîste em vane rojane bigrin dest. Niha tiştên ku tên jiyan kirin hemû berdewama komploya navnetewî ye. Em vê jî fêm dikin ku komploya ku di şexsê Serokatî de pêşxistine roja me ya îro de berdewam dike. Hîna jî dixwazin Kurda tune bikin û dixwazin tasfiye bikin.

Pêwîste em li hember vê asteng bûyîn bidin çêkirin. Ger ku em ji xwere di bêjin em cangoriyên Rêber APO ne ew dem em li gor wê tevger bikin. Çawa ku rêheval Zîlan di sala 1996’an de bi çalakiya xwe ya fedaî re komplo vale derxist û girêdan bûyîna xwe ya li hember Serokatî da raber kirin, pêwîste em jî roja me ya îro de vê pêk bînin. Xeta ku em li hember komplo esas bigrin jî xeta rêhaval Zîlan yê fedayîtî ye. Weke hêzên YJA Star erkê dikeve li ser milê me jî ev erke. Lê pêwîste gelê me jî di her qadên jiyanê de xwedî kedên Serokatî derbikevin.

 

Viyan Tekoşîn

viyan tekosinJi dîrokê heya roja me ya îro pir cara li ser pêşengên gelê Kurd û di şexsê wan de jî li ser tevahî ya gelê Kurd komplo hatiye pêş xistin. Armancî komploya navnetewî ya ku bi destên dewletên hegemonîk pêşketine tunekirina hebûna gelê Kurd bû. Ji bo wê jî dema mirov rûpelên dîrokê ve dike di bîne ku ev devletane her tim û bi dîrokên cûda komplo pêşxistine.

Dema em li dîroka xwe jî meyze bikin emê pir baş bibînin ku ev komplo her tim hatiye meşandin. Li hember vê jî neyar ti carî ne gihiştiye armanc û hedefên xxwe. Çalakiya rêheval Zîlan ya ku sala 1996’an de li hember komploya li ser Serokatî hati bû pêş xistin bersiva herê mezin û bi wate bû. Çalakiya rêheval Zîlan çalakiya herê bi wate bû û navê xwe ji bi tîpên zêrîn dîrokê da nivîsandin. Hişmendiyên pergalê baviksalarî cardin dîtin ku ev tevger da raber kirin ku wê jiyanek bê Serokatî ne be û bi hezar cangoriyên ku xwe fedayê vê xetê kirine hene. Em dizanin ku ev hişmendiyên komploger ti carî ji komployên xwe yên navnetewî dest jê bernedane.

Ev hişmendiyên deshilatdar yên ku biryara darde kirina Şêx Seîd girtin, weke ku bi bêjin wê ji bo gelê Kurd dîrok cardin xwe dubare bike ji bo Rêber APO jî dî eynî rojê de heman biryarê girtin. Ango cardin leystokên xwe yên naletlî leystin. Lê belê Serokatî bi hişmendiyê xwe yê bi gewre re û bi tekoşîn, berxwedaniya xwe yê bêhempare cardin leystokên wan vale derxist. Serokatî di hûndirê wan şert û mercande komploya ku di şexsê wê de li ser tevahî gelê Kurd û tevgera azadiyê hati bû kirin çareser kir û cardin destur neda ku gelê Kurd were tune kirin. Li hember vê komploya navnetewî projeya xwe yê jiyanekî nû daniye holê. Cardin neyar li hember mezin bûna Serokatî û binketina xwe dinava xwe de fetisî. Serokatî li Îmraliyê jiyanekî bi azad daye afirandin û ji tevahî cîhanê re da diyar kirin.

Cardin di vê pêvajoyê de ev hişmendî bi rolên xwe yên cûdare derketine pêşberê me. Êrişên ku li ser Kobanê, bi giştî Rojava, Şengal ê tê meşandin cardin bi destê heman dewletan tê meşandin. Bi destê piyonê xwe DAÎŞ yên ku wan afirandiye, komkujiyan pêk tînin û cardin dixwazin gelê Kurd tune bikin. Li hember vê hişmendiyê hem weke tevger hem jî weke gel berxwedaniyên pir mezin tê meşandin. Em jî weke gerîlayên YJA Star sond dixwîn ku emê bi berxwedanî û tekoşîna xwere vê komployê vale derxin. Hêvî û baweriyê me heye ku wê kedên rêhevalên me yên şehîd bigihije serkeftinê. Emê destur nedin komploger di welatê me de xwe cîh bikin.

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî