Tirkî  |  Erebî

Hemrîn Dersîm

Di Rojhilata Navîn de li gor ahengên siyasetên berê guheretinên pir cidî tên jiyan kirin. Bi taybet jî piştê ku çeteyên DAÎŞ, hêzên navnetewî û NATO siyasetên xwe de pir guhertin pêşxistin. Bi salane hêzên emperyalist ji bo ku

xwe di Rojhilata Navîn de bidin rûnişkandin her tim serî li rêbazên cûrbicûr dane. Pir cara xîtab û şêwazên xwe de jî nêzîkatiyên cûda didan raber kirin. Bi taybet jî şerê ku niha di heremê de pêş dikeve jî bi xwere xeteriyên pir mezin tîne. Dinava gelan de şerên mezhep, ol û bi destê gelan gel dayîna tunekirin pêş dixin. Li ser heremê her cûrên siyaset û qirkirinê pêş dixe, pişt re jî xwe weke hêzê rizgarkirina wan dide diyar kirin. Ji destpêka dîrokê heya niha hêzên emperyalist, Rojavayê Awropa û modernîteya kapîtalîzm her tim dijberê civakan siyaset pêşxistine. Bi taybet Amerîka piştê ew êrişê ku 11 Îlonî li ser hati bû kirin weke hêced girt dest û dest mûdaxeleyê Rojhilata Navîn kir. Di serî de Afganîstan, Iraq, Lîbya, Tunis û herê dawî jî şerê ku li Suriye tê meşandin ji hev qut nîne.

 

Birastî jî çima di demekî wisa de pêlek bi navê îslamiyetê derket holê? Her kes pir baş dizane ku ev ji xwe de derneketiye. Derketina vane bi destê emperyalîzm û yê hevparên wê hatiye pêşxistin. Derketina wan jî li ser esasê tunekirina hêzên alternatîf yên ku li hember wan radibe, wan û siyaseta wan na perjirîne. Tevahî cîhan pir baş dizane ku dema ev çeteyên xwînxwar di Rojavayê Kurdistanê de derketin bi komên biçûk û binavê islamiyetê û parastina nirxên islamiyetê xwe didan diyar kirin. Ev pir baş tê zanîn ku ev ne hemû çîrokin û DAÎŞ dijberê nirxên mislimantiyê ye. Pêwîste ev pir baş were zanîn ku ev çeteyên DAÎŞ berdewama El-Qaîdê ye. Yê ku El-Qaîde ava kir jî Amerîkaye, yê ku niha dixwaze ji holê rake jî cardin Amerîka bi xwe ye. Ji xwe armancê wan ewe ku dinav heremên Rojhilata Navîn de her tim şerekî nav xweyî bidin meşandin. Di Rojhilata Navîn de ewqasî îstîxrarsiztî û şer heye hemû bi destên hêzên ji derve tê meşandin. Wisa bûye ku di Rojhilata Navîn de kuştin û qetilkirina mirovan pir ji rêzê bûye. YPG û YPJ bi ruhê APOCÎ tevlê şer dibin

Ev sê salin di Rojava yê Kurdistanê de berxwedaniyek bêhempa li hember çeteyên DAÎŞ yên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê ne girtine tê kirin. Cardin hêzê YPG û YPJ jî li hember vane tekoşînên dîrokî didin meşandin. YPG û YPJ bi ruhê APOCÎ tevlê şer dibin. Hêzê kî ewqasî bê qontrole ku li kur çi bikin ne diyare. Ji xwe şerekî ji derveyê zagon û rêzikên şer didin kirin. Bila tu kes neyê xapandin, jî hêzên ku di bêjin “emê dijberê van çeteyane rabin, emê alîkarî bidin hêzên ku li hember vane şerdikin” di binre jî alîkarî didin van çeteyane. Mînaka Musil ber çavane. Hêzên ku alîkarî didin DAÎŞ, bi hevparên xwere destek dan van çeteyane û pir bi rehetî ketin Musil de. Ango Musil dan çeteyên xwe. Ji xwe her kes jî dît ku tu berxwedanî dinav Musil de pêşneket. Bi ketina xwe re jî rêzîk û şêwazê jiyana xwe li wir da ava kirin. Cardin hemû armancê wan ewe ku di bin navê Îslamê de, tepkî û aciz bûna gelan li hember Îslamê pêş bikeve. Ango dixwazin mirovahî li hember baweriyan, olan nefret û tepkî pêşbêxe. Di heman demê de Rojhilata Navîn mozaîka gelane, baweriyane. Lê wisa dikin ku tevahî gel li hember hev rabe û li hember nirxên hev dijbertî pêşbêxe. Em pir baş bi şopînin tevahî gelan jî di kuje; Mislimana jî di kuje, elewî jî, êzîdî jî û h.w.d di kuje.

Cardin tevahî cîhên pîroz jî di helweşîne. Bi vê awayî dixwazin nirx û cîhên pîroz yên di Rojhilata Navîn de tune bikin. Tiştên ku DAÎŞ pêk tîne, di tu serdemê de ne hatiye jiyan kirin û di tu olan de jî tiştek wisa nîne. Tu hêz nikare alîkariyê xwe yê bi DAÎŞ’ê re ve şêre. Ev bi alîkariya dewletên Ereban dibe, yên Rojava yê Awropa dibe di heman demê de dewleta Tirkiye û h.w.d. alîkarî didin ev çeteyên DAÎŞ.Ma ev çeteyane ewqasî çek û hêjmar ji kur tîne? Armancê van hêzên dewlet parêz yên ku alîkarî didin DAÎŞ jî ji bo tunekirina tevgera azadiyê ye. Ev hêzane li hember hêza Serokatî û tevgera ku Serokatî afirandiye tirsek pir mezin jiyan dikin. Ji ber ku bîrdozî û paradîgmaya Serokatî her ku diçe xwe bi pergal dike û di heremên Kurdistanê de bi taybet jî Rojavayê Kurdistanê de dide runişkandin. Raman û fikrên Serokatî ji bo van hêzane mirine. Li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Weke ku bi kevirekî dixwazin du çûka bi kujin. Her kes pir baş dizane ku heya niha tevgera azadiyê PKK stûyê xwe ji tu hêzan re ne tewandiye û xwe radestê tu hêzan nekiriye. Her tim bi hêz û vîna xwe ya bi zatî re û baweriya xwe ya ku ji gelê xwe digre li hember tevahî hêzên dagirker berxwe daye, tekoşîn dayê meşandin û serkeftinên dîrokî dest xistine.

Di heman demê de hesabên van dagirkerane yê malê bi yê sukêre hev negirt. Li gor planê wan ew bû ku wê Surî bikeve. Lê wisa xwiya kir ku dewleta Surî ne tena xwe ye hêzên ku alîkarî didin wan weke dewleta Rus, Çîn û hen dewletên Ereban. Wisa xwiya dike ku wê Surî demekî bi wê awayî berdewam bike. Ji ber ku hen tiştên ku di hûndirê Surî de pêşdikevin di hêle ku emrê Surî dirêj bibe. Niha rewşê ku di Rojhilata Navîn de tê jiyan kirin ji mere pir ecêb nayê. Ji ber ku salane Serokatî rastiya van dewletane û siyasetên wan yên qirêj tehlîl dike û rastiya wan dide diyar kirin. Bi taybet jî Serokatî di paraznameyên xwe yên dawî de van mijarane pir zelal daye diyar kirin. Heya ku ev alozî hebin û hişmendiyên deshilatdarî ji bo berjewendiyên xwe nirx û baweriya gelan bikar bînin wê ev rewş berdewam bike. Lê Serokatî her tim tekoşîn û berxwedanî ya ku li hember van hişmendiyê deshilatdar û pergala modernîteya kapîtalîzm pêwîste bi çi awayî tekoşîn û siyaset were pêşxistin di paraznameyên xwe de pir vekiri dide diyar kirin. Cardin li hember hişmendiya modernîteya kapîtalîzm, bi hişmendiya modernîteya demokratîk tevgerandin wê bi xwe re jiyan û pergalek bi çi awayî bi afirîne di de xuya kirin. Çareseriya herê bingehîn yê ku wê di Rojhilata Navîn de were pêşxistin jî pergala hişmendiya modernîteya demokratîk dayîna ava kirin û ji nû ve afirandine.

Ya rastî mirov dikare bi bêje ku niha pergala modernîteya kapîtalîzm pêvajoya tengazeriyê jiyan dike. Perpitina wê ewe ku çawa di hûndirê vê aloziyê de derbikeve. Bêguman di hûndirê vê aloziyê de wê hêzên mafdar yên ku ji bo gelan û nirxên gelan tekoşîn didin serkeftî derbikeve. Mirov dikare ji bo serdema 21. bi bêje serdema şer, kuştin, xwînxwarî, talan, komkujî û tunekirina gelanê. Lê belê, her çiqasî êş û bedelên ku tên dayîn giran be jî lê wê alternatîfa jiyana azad were ava kirin. Wê nirx û baweriya gelan were parastin, wê jiyanekê hevbeş dinava gelan de were afirandin. Dawiya vê şêrê wê civaka exlaqî û polîtîk be. Ger ku em dixwazin rastiya ev şerê ku di Rojhilata Navîn de bi taybet jî di Kurdistanê de tê meşandin vale derxîn, tune bikin, bin pê bikin pêwîste mirov hêza civakê ava bike. Wê ew dem pergala kapîtalîzm bê bandor bi mîne.

Tevahî cîhan ji çeteyên DAÎŞ’ê ditirse lê tevgera azadiyê PKK îro li hember wan çeteyane berxwe dide û tekoşînên bêhempa dide raber kirin. Ev sê salin berxwedanî pir dijwarî berdewam dike wê ev berxwedanî xwe bigihijîne lutkeya serkeftinê. Emê destur nedin ev çeteyane xwe di Kurdistanê de cîh bikin û di heman demê de di Rojhilata Navîn de jî emê destur nedin. Her çiqasî çekên wan yên giran hebe jî lê li hember ruh, bawerî û vîna APOCITÎ nikare berxwe bide. Ji ber ku tu hêz qandî hêza ruhê APOCITÎ mezin nîne. Cîhan tevahî were wê nikaribe li hember berxwedaniya me bisekine wê cardin serkeftin yê me be. Şerê me yê ku niha bi DAÎŞ re tê kirin stratejîke. Niha cardin êrişên xwe li ser Kobanê didin meşandin. Bêguman vê çarê jî pir eşkere bi alikariya dewleta Tirk re pêk tê. Em pir baş dizanin ku alîkarî tê dayîn. Çîrokên tê gotin weke ku, dîl girtiyên me destê wandeye em nikarin tu tiştek bikin hemû derewin. Qaşo di bêjin dîl girtî lê tu tiştek wisa nîne. Lê ev diyare ku bi DAÎŞ re peymanek çêbûye. Dîl girtiyê wan jî weke ku tûrist bûn. Halê wan qet weke dîl girtî xwiya nedikir. Bila baş were zanîn ku DAÎŞ Tirkiye ye, Tirkiye jî DAÎŞ e. Her du alî bi hevre êrişên pir qirêş li ser Kobanê pêktîne. Niha DAÎŞ Tirkiye weke navendê xwe bikartîne. Di heman demê de xwe li Tirkiyê rêxistin dike, cîhê xwe ava dike, nexweşxaneyên xwe ava dike û h.w.d.

Pir baş tê zanîn ku ev pêvajo Serokatî daye destpêkirin. Em jî weke tevger bi vê peljeniyê re tevdigerin. Piştê nêzîkatiyê dewleta Tirk yê durî û alikariya wan yê bi van çeteyan re û helwestê ku li hember wan dide raber kirin deriyê pir tiştan ve dike. Her roj bi zimanê xwe yê durire û bi siyasetên xwe yên mijulkirinê re behsa paketa çareseriyê tê kirin, lê di pratîkê de tu tiştek jî nîne. Ji xwe heya niha li ser gel hertim êrişên xwe pêktîne, destur nade ku gel çalakiyên xwe yê demokratîk pêkbîne. Li hember kedên Serokatî yên ji bo aşitî û mûzakere dide meşandin, siyasetên xwe yên mijul kirinê pêk tînin. Weke ku ne şer ne jî aşitî. Ev pêvajo bi vê awayî nayê meşandin û nayê pejirandin jî. Serokatiya me her tim ked da raber kirin ku şer pêşneke ve, xwîn neyê rijandin û li Tirkiyê aşitî pêş bikeve. Lê ne dewlet ne jî hikumet vê fêm nekirin û cardin li bey tune kirin û îmha kirina me ketine. Bêguman ev plan planekî navnetewiye. Heya niha her tim li ser tevgera me planên xwe pêşxistine û wê jî îro pêdejî pêşbêxin. Ji xwe hemû hewildanên wan ewe ku tevgera me ya azadiyê di heremê de tune bike. Ji ber ku tevgerame ji bo berjewendiyên xwe xeteriyê herê mezin di bînin. Ji xwe tê zanîn ku PDK lewaz bûye, bê bawer bûye. Ji bo wê jî Amerîka dixwaze morel bidê, bi rêya çek û bi êrişên xwe yên hewayî re. Birastî jî êrişên hewayî çiqasî bi encamin ya jî birastî jî DAÎŞ’ê dixe an ne ew jî mijarêkî dine. Di be ku agahî dide DAÎŞ û wisa jî lê dide. Di vê demê de destê kî bêrika kî deye ne diyare. Rewşên pir awarte tê jiyan kirin. Lê wê fikir û ramanên Serokatî weke her tim serkeftinê bi xwere bîne. Birastî jî her tişt li ser kêliyên dîrokê tê meşandin. Di be ku di kêliyê de destkeftiyên dîrokî jî bikeve dest de, di be jî darbeyên mezin jî were kirin. Ji ber ku siyaseta cîhanê kêlî bi kêlî tê guhertin. Ev rastiya xwe jî heye her çiqasî dewleta Tirk ne wê zana bûyînê de be jî, lê wê ew jî bikeve nava vê tevlêheviyê de û wê pir tiştên cûda re jî rûbirû bi mîne. Ji bo me nêrînên Serokatî pir giringe û em li gor tiştên ku Rêber APO di bêje tevdigerin. Êdî wê serkeftin ji bo me gengaz be. Rêhevalên me yên şehîd jî vê emir dikin.

 Wê KJK ji bo tevahî jinan serdemekî nû bi afirîne

Weke tevgera jin ji bo ku di eniya jin de jî bersivek xurt ji bo pêvajoyê were dayîn û tekoşîna azadiya jin hên zêdetir di qadê civakî de belav bike û bi bingeh bike guhertinekê da çê kirin. Di kurultaya YJA de biryarên pir xurt hatin girtin. Ev demek bû Rêber APO ji bo pergala KJB’ê nêrin dida diyar kirin. Pergala wê teng dima ji bo wê pêwîst dikir ku hên zêdetir xwe berfireh bike. Di heman demê de di asta nav de jî YJA pir teng di ma. Li ser vê bingehê, navê rêxistina pergala konfederal yê jin (Komalên Jinên Kurdistan ) KJK ye. Ji bo wê jî xwe ji nû ve bi navê KJK’ê ava kir. Wê pergala xwe ji jêr heya jor ji gund û gundika destpêbike bikeve dinava tevahî qada jiyanê û mirovan. Ji îro pêde jî di bingeha ji nûde ava kirina netewa demokratîk de, biryarên ku di kurultayê de hatine girtin û di çerçoveyê plansaziyên ku xwe gihandiyê wê xebatên xwe di bin banê tevgera me ya jin ango bi navê KJK- Komalên Jinên Kurdistan bê meşandin. Di heman demê de wê rêxistin bûyîna xwa ya sêwan berdewam bike. Lê wê li gor konfederalîzmê ango di asta pergala jin de xwe rêxistin bike. Bêguman berê jî pergala wê hebû hati bû runişkandin û di heman demê de saziyên wê jî hebûn. Lê birastî jî teng dima. Li ser vê bingehê jî wê bikaribe bikeve dinava tevahî jiyana civakê. Ev pêwîstiyek bingehîn bû. Ji bo wê jî li ser esasê her heşt bingehên konfederalîzmê hat dest girtin. Ji bo netewa demokratîk û ji nû ve ava kirina jiyana azad xwe rêxistin bike û pergala xwe bide meşandin. Dinava pergala KJK’ê de baskên wê jî hene weke PAJK, YJA Star û jinên ciwan ev jî hêzên pêşengin, yê ku pêşengtî ji pergala KJK’ê re bikin. Bêguman di cîvata KJK yê dawî de biryar û îdayên pir xurt pêş ketin. Em pir baş dizanin ku pergalên deshilatdar yê baviksalarî her tim şer pêş dixe û xwe li ser jî dide jiyan kirin. Ji bo vê jî kesên ku herê zêde di be mexdurê vê şerên ku pêşdikevin jî jinin. Her tim bi êrişên hovanere rûbirû di mînin. Mînaka vê ya herê ber çav jî jinên Şengalê ne. Jin her tim di be xenîmetê şer, dikin cariye, tê firotin, dest dirêjî li ser tê çêkirin û h.w.d. Bi kurtasî tu tiştek na mîne ku jin jiyan neke. Yên ku vane pêş dixe jî, pergala zilamê serdeste. Ev rewş ne tenê di Kurdistanê de û Rojhilata Navîn de heye di tevahî cîhanê de rewşa ku jin jiyan dike yeke. Di be ku rêbaz û şêwaz cûda bin, lê cewher û armanc yêke. Li hember vane jî em weke tevgera jin KJK’ê xwe berpirsiyar di bînin. Rexneyê ku Serokatî ji bo me jî dike li ser vê binghe yê. Ango pêwîste em di tevahî qadên jiyanê de jin li hember pergal û hişmendiya zilamê serdest û deshilatdar yê ku jin tûne dike û bê nirx dihêle perwerde bikin, zanist bikin û bêxin xwedî îrade. Niha em dikarin bi bêjin ku KJK e nûnertiya vê dike. Hem yê Rojhilata Navîn, hem jî yê tevahî cîhanê. Wê KJK bi hişmendî û paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaza jinê re pêşengtiyek bike. Di heman demê de wê KJK ji bo tevahî jinan serdemekî nû bi afirîne.

“Kes nikare roja me tarî bike”

Tişta ku pêwîste weke tevger jî û weke milîtanên APOCÎ em ti carî ji bîr nekin jî komploya navnetewî ya ku li ser Serokatiya me hate pêş xistin. Bêguman berxwedaniya Rêber APO, rêhevalên me yên şehîd û berxwedana gelê mere komplo vale derket û ne hişt ku encamên komplogeran dixwastin pêk bê. Lê ev nayê wê wateyê ku ev komplo xilas bû û temamî ji holê rabû. Her tim bê navber li ser Serokatî û tevgera ku Serokatî ava kiriye û li ser gelê Kurd komplo heye û bi şêwazên cûda jî her tim xwe derdixe holê. Niha ev şerê ku li Rojava bi taybet jî Kobanê tê kirin jî berdewama vê komployê ye. Ji xwe ev komplo komployek navnetewî ye û tevahî dewletên cîhanê jî li ser tûnekirina kurdan hevpar bûyînek dide ava kirin. Ji xwe armancê wan ew bû ku di şexsê Rêbertî de tevahî tevger û gelê Kurd tûne bikin. Ji xwe dinava xwe de ketibûn hesabên wisa de ku, ger Serokatî bê bandor bikin wê tevgera wê jî û gel jî bê bandor bibe. Lê mirov dikare bi bêje ku berxwedanî û biryarê ku Rêber APO dayî raber kirin, cardin bî îdayên rêhevalên me yên ku gotin, “kes nikare roja me tarî bike” û berxwedaniya gelê me û tevgera me jî plansaziyên wan û hesabên wan hemû vale derxistin.

Ev ruhê APOCÎ her dem û li her deran tê jiyan kirin. Îro jî ev ruh di her qadên jiyanê de berxwe di de welatê xwe, nirxê xwe û gelê xwe li hember dakirkeran di parêze. Wê bi vê berxwedanî û ruhê re ev hêzên deshilatdar vale derbikevin û wê ne gihijin hedefên xwe. Em di vê baweriyê de ne wê ev komploya navnetewî vale derbikeve. Ji ber ku ev şer bi milîtanên ruhê PKK’ê û bi ruhê PAJK’ê xwe rêve dibin û ava dikin tê meşandin. Ev ruh ruhê Rêber APO ye û di milîtanên xwe de jî daye ava kirin û ev milîtanên Rêber APO heya dawiyê jî fedayî yên Serokê xwe û xeta xwe ne. Ji bo wê jî ne ev hişmendiyên komploger, ne jî çeteyên DAÎŞ cîhan tevde jî were wê nikaribe li hember ev ruhê APOCÎ bisekine. Ev hêzên komploger her tim li hember pirsgirêkên gelê Kurd durî nêz bûne û ne xwastine ev pirsgirêk çareser bikin. Em vê pir vekirî didin diyar kirin ku wê ev hêzane sernekevin. Vîn, bawerî, ruh û hêza ku em ji Serokatî ya xwe, rêhevalên xwe yên şehîd û ji gelê xwe digrin wê me ber bi serkeftinê ve bibe. Di heman demê de em xwe bi fikir û ramanên Rêber APO her tim nû dikin û di afirînîn. Ji bo wê jî tu hêz wê nikaribe gelê Kurd. Berxwedaniya ku li Rojava bi taybet jî Kobanê tê kirin pir vekiri û eşkere vê rastiyê di de berçavên tevahî cîhanê. Her salvegera komployê de hirs û nefretê me zêdetir pêş dikeve. Di heman demê de hirsê me yê tolgirtinê jî xurtir di be. Cardin ji bo ku em hevaltiyek di asta herê jor de bi Rêberê xwe re bidin jiyan kirin her tim xwe lêpirsînan re derbas kirin tê çêkirin. Ji bo ku em bikaribin hevaltiya xwe xwedî derbikevin û Rêberê xwe tenê ne hêlin her kêlî xwe lêpirsînan re derbas dikin. Her çiqasî pêvajoya ku em jiyan dikin xeterî û riskên wê hebe jî, lê em di wê baweriyê dene wê berxwedaniya PKK’ê serbikeve û serkeftinê misoger bike. Emê xwedî li erk û berpirsiyartiyên xwe yên milîtantiyê û yê dîrokê derbikevin. Em soz didin tevahî rêhevalên xwe yên şehîd jî, rêhevalên ku pêşengtiyê ji tevgera me ya azadiyê re kirine û me gihandine vê astê wek rêheval Sara, Egîd, Reşîd, Rojîn, Arjîn û h.w.d emê layîqê hevaltiya wan derbikevin. Emê heya dawiyê ew ruhê ku me ji wan rêhevalên xwe girtine yên ku xwe ji bo doza xwe kirin mertal û bûn fedayî yê jiyanê emê serkeftinê misoger bikin. Em soz didin gelê xwe jî emê tekoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin, emê kêlî bi kêlî azadiya gelê Kurd serbêxînin. Em bi eşqa serkeftinê nêzî erkên xwe dibin û emê bi vê eşqê re jî azadî ya Rêber APO û ya gelê Kurd destbêxin. 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî