Tirkî  |  Erebî

Medya Egîd

Rabori, rojev û pêşeroj diyalektîkek bihevreye. Kesên ku cewhera wê fêm dikin û tekoşîn didin dikarin di kêlî yê de xwe ragihînin kapasîteya afirandina dîrokê. Hişmendiya werimî ya pergala modêrnîte ya kapîtalîst li ser esasê perçekirina yekîtiyê hatiya afirandin. Bi vêre girêdayî operasyona herê mezin li ser hişmendiya pêş dixe û hemû hewildanê wê ewe ku vê bitunî yê perçe bike. Di bingeha hemû pirsgirêk û windahiyan de ev rastî veşartî ye. Serkeftin jî bi têgihiştina vê rastiyê re wê misoger bibe. Dema ku Rêbertî ya me dibêje; “dîrok tu demên xwe de ji bo aliyan, "kêlî ewqasî rewşekî jiyanî bidest nexisti bû.” Ev jî tê wê wateyê ku ev rastî bi realîteyekî tund hatiye nuxumandin. Roj ê rast diyarkirin û şêwazê tekoşînê yê bitun dinava xwe de çarenusa pêşerojê di hewîne. Ji ber vê yekê jî tekoşîna azadî û heqîqetê de kêlî, pozîsyona çarenusê di de diyarkirin. Ji bo me milîtanan jî ev rewş hên zêdetir di rewşekî xeternakdeye. Qonaxa ku em gihiştinê de di tekoşîna kêlî yê de em wek jinên milîtan yê ku me çarenûsa pêşerojê girtiye li ser milê xwe em her daîmî ji bo xwe serkeftinê esas digrin û emê serkeftinê jî misoger bikin.

 

Îktîdara mêr bi polîtîkayên xwe yê xwînrêj li welatê me û li Rojhilata Navîn de hewşenga (arena) şer û tekoşîn ê gihandiye xalekî xeternak. Ew hêzên hegemon yên ku li Rojava û Sûriyî bin ketin di serî de bi rêxistinkirine kî cemaat re dixawastin li Tirkiyê binkeftina xwe derbas bikin. Ya rast ewe ku di serîde plana vê T.C di rûyên cûda de di bin navê dewleta paralel de bi darbeyên nû bi polîtîkayên xwe yên dîzayn kirinê xwastin derbasê jiyanê bikin. Lê belê mezin bûna pêşdîtîna Serokatî ya me hêla ku tedbîran bigre û bi tekoşîna xwere wan vale derxistiye.

Qonaxa ku roja me ya îro gihiştî yê, bi pêşdîtînên Serokatî re di heman demê de tespîtên ku sala 2010’an de da bû diyar kirin îro hemû pêktên. Rêbertiya me berî ya vê 4 salan nîşeneya bi gelek tişên ku wê îro biqewimin kiri bû. Tedbîr û tekoşîna ku hewce dike jî da bû diyarkirin. Cemat, El Nusra, DAÎŞ û rêxistinên weke wan yê ku weke ew gumgumokên ku li gora tekoşîna her zemîna nav ji xwe re dibînin û bi pîlanên nû û bi dîzaynekî nû dest bi tevgerê kirine. Hêzên pergalê bi belavkirina şerên çeteyan yên di Rojhilata Navîn de dixwazin seneryoya xwe ya komkojiyan jiyanî bikin. Di vegira vê senaryoyê de gelê me dî dorpêçkirina îmha û tunekirinê de hatiye hiştin û bi her cûrê nîjadkujî re dixwazin gelê Kurd tune bikin. Di heman demê de di hêla hebûna gelê Kurd de û azadî ya jin de jî em pêvajoyek pir giring re derbas dibin. Ya giring ewe ku ev rojên em têde derbas dibin wesfa azadî ya gelên Rojhilata navîn di de diyar kirin.

Ji bo herema me jî ev demeke şerê cîhanê yê 3.yê ku qonaxa dîroka xwe ya herê tevlîhev jiyan dike tê jiyîn. Herî dawî kiryarê ku bi navê DAÎŞ hatibû rojevkirin û ne zelal bûna êrîşên wan yên li kur û kengî biteqin, dibe rêbazî nû yê pergalê ê ji bo Rojhilata navîn. Îsraîl ji vê rewşê sûd wergirt û êrîşî Gazza yê kir. Ev jî di de diyar kirin ku ji bo pergal xwe bide berdewam kirin û armancê xwe pêk bîne ji derveyê kaos dayîna avakirin tu rê pêşî ya wê ne maye, ji bo wê jî henaseyên xwe yê dawî dikşîne. Di vê wateyê de pergala dashilatdar dixwazê çanda herêmê ya dewlemend, nirxên wê yê bawerî yê bi nakokî yan lihemberî hev bîne û qetil bike. Bi vê awayî jî hêzên ku ji hêza wan kiriye demekî şûn de weke hêza rizgarî yê xwe bide diyar kirin û bi mudexeleyan bi têşeyên ku ew xistine armanca xwe de bidin heremê. Di rewşên heyî de yeke mîn hêzê ku li hember van plansazî yan derdikevin tekoşîna azadî ya Kurd û Rêber APO ye. Her kes baş dît ku, di milê pergalêde jî hat diyar kirin weke ku êrîşê Musil ê dike dan xwiya kirin lê bin de jî êrîşên Kobanê kirin da ku şoreşa Rojava ji holê rakin. Ji derveyê vê jî di sêgoşeya Şengal, Telafer û Musil ê de hewildanên ku dixwazin li wir hen tiştan ava bikin, PDK li hember vane gelê me li wir bê parastin hiştina wan, temaşevantî ya tevahî cîhanê li hember ev komkuja tê kirin û sê meymuna leystina wan tu tişt nikare rave bike.

Di vê wateyê de ji bo parastina gelê me tekoşîna berxwedanî yê pêşxistin, êrîşên ku tê kirin vale derxistin û dayîna seknandin, qandî ku ji bo gelê me, jinan û zarokan derbas dibe, ji bo tevahî ya mirovahî yê jî giring bûyînekî jiyanî ye. Di vê wateyê de Serokatî li hember van êrîşên tên kirin seferbertî îlan kir. Em baş dizanin ku li hember ew hevalbendî ya xeternak yê ku di hemêza xwe de xeterî yan di hewîne ger ku em hen tiştan rast bi nirxînin wê bi xwere serkeftinên pir mezin bîne. Em demên pir xeternak re derbas di bin, her gavên ku em bavêjin wê sedsalan bide diyar kirin. Serokatî bi henaseyek mezin dinava tekoşînê de ye, di çerçoveya zagonan de ya ku tê wateya hilweşandina pergala înkar kirinê hêlaye ku di meclîsê re derbas bibe. Her kes pir baş dizane ku ev gavên hatine avêtin ne yên hikumeta AKP’ê ne, Serokatî ya me û tekoşîna tevgera me ya azadî yê hêla ye ku hikumeta AKP mecbur bi mîne û qavan bavêje. Ji bo vê jî xeterî yên ku wê li Rojava pêş bikeve û li Musilê xeterî yên ku DAÎŞ di hemêza xwe de radike, hem jî di zana bûyîna çanda dewleta Tirk de bûyîn, çavkanî ya pêşketinên tê kirin baş fêm kirin, xwe ji erkên demê re amadekirin û li hember her şertan amade bûyîn wê bikari be erkên pêvajoyê pêşwazî bike. Ji bo vê jî em weke tevger, weke hêzên YJA Star û HPG ji herdeman zêdetir bi hêzin û xurtin. Di vê wateyê de em heta dawiye bi seknekî milîtan tevlê pêvajoyê bibin.  Rêgezê milîtantiyê ewe ku xwedî nirxên xwe derketin, gelê xwe parastin û ya herê giring jî tekoşîna Rêber APO dide meşandin bi hêz bikin û serkeftinê misoger girine.

Ew îdea û ruh mede heye em ê bi gelê xwe re şoreşê ava bikin. Li ser vê bingehê em weke hêzên YJA Star kêlî bi kêlî bi ruhê APOCITÎ re jiyan dikin û eme bi vê ruhê re jî serkeftinê destbêxin. Em tevahî gelê xwe re serkeftinê dixwazin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî