Tirkî  |  Erebî

serkeftinê misoger dike

15e tebaxBeriya her gotinê, em pêngava ku di pêşengtiya rêheval Egîd de pêşketiye rêhevalên ku di vê pêngavê de şehîd ketine û tevahî rêhevalên me yên pakrawan bi rêzdarî bibîrtînin û minetdariya xwe li hember wan didin raber kirin. Erdnîgariya Kurdistanê ya

ku ji tevahî gelên qedîm re, ji şoreşa neolotîk re û pêşketina şaristaniyê re dergûştîkiriye, her tim bi çanda gelê xwe yê otantîk, bi rêbazê gel yê jiyanê û bi dewlemendiya xwe ya sererd û binerd re bûye navenda kêşweriyê. Kurdistan ji ber dewlemendî, ciwanî û merçên wê yê jiyanê her tim ji bo împarator, qiral û şahan bûye cîhê herê mezin, yê ku dixwazin deshilatdarî ya xwe li ser bidin meşandin. Ji destpêka şaristaniyê û heta roja me ya îro Kurdistan bûye meydana şer. Ji ber ku cîhê Kurdistanê yê stratejîk pirin. Deshilatdaran him bi hev re, him jî li dijî gelan ji bo ku koletiyê li ser wan ferz bikin, her dem li Kurdistanê şer dane meşandin. Bi berdewamiya van şera ra û bi pêşketina îxanetê re gelê Kurd hate lewazkirin û pelixandin.

 

Di şerê cîhanê yê yekemîn de Rojhilata Navîn û her wiha erdnîgariya Kurdistanê di milê pergala kapîtalîst de car din hate dagirkirin û perçekirin. Li hemberî vê dagirkirinê gelê Kurd û gelê Tirk wek hev û bi îtîfak ji bo welatekî azad şerê serxwebûnê dan meşandin. Komara ku piştî şerê serxwabûnê hate damezrandin mafê gelê Kurd yê jiyana azad nasnekir, gelê Kurd bi vê îxanetêra rû bi rû hîştin. Gelê Kurd nikaribû vê îxanetê ticarî qebûl bikê, ji ber vê rewşê dest bi îsyanan kir. Ev îsyan bi îxanet û deku dolaban hatin tepisandin.

Ji bo ku li Kurdistanê îsyan car din serê xwe ranekin, Kurdistan xistin leşkergeh. Xaka Kurdistanê ji axa û begên ku bûne hevkarê komarê re hate hiştin. Siyasetên înkar û îmhayê kûr kirin, qirkirin di asta herî jor de dane meşandin, gelê me bi mirinê re rû bi rû anîn. Gelê Kurd anîn rewşekî wisa, îsyan kirinê daynin aliye kî ê dî kete wê rewşê de ku ji sîha xwe bi tirsin.

Di şert û mercên Kurdistaneke bi vî awayî de Rêber APO bi navê PKK îsyanek hemdem destpêkir. Tevgera PKK ê berî ya her tîştî, şerê xwe li hember ew kesên ku bûne hevkarê dewletê û bi kesên komplogeran re daye meşandin. Bi rê ya berxwedana li Hîlwan û Siwêrekê derbeyekî mezin li pergalê dan. Ji bo ku tevgera PKK li Kurdistanê pêşnekeve, dewleta Tirk bi desteka hêzên NATO hemû hêzên xwe li ser tevgera me û gelê welat parêz dan meşandin. Di encamên êrîşên dewleta Tirk de gelek kadro û welatparêz hatin şehîd xistin, bi sedan kadro û bi hezaran sampatîzan di sizayên leşkerî di û zindanan da hatin girtin. Ji bo ku ruhê mirovê azad, îradeya azad bişkînin û teslîmiyetê li ser wan ferz bikin, bi îşkenceyên ku mêjiyê mirovan nikare tesewir bike li hember kadroyên tevgerê didan meşandin. Mazluman, Kamalan, Xeyriyan û Akîfan li hemberî zor û hewildanên ku di girtîgehê de ji bo ku vîna wan radest bigrin dihat kirin, keti bûn dinava berxwedaniyek bêhempade. Canê xwe ji mirinê ra dan razandin û bi dûrûşmeya “Berxwedan Jiyane”, ruhê PKK li Kurdistanê nemir kirin.

Ji bo ku ew berxwedaniya di zindanda hîn mezintir bibe, hevaltiya wan hevalên şehîd her jîn bibe û ji bo gelê Kurd azad jiyan bike, Rêber APO hêzên gerîla birêxistin kir. Ji bo ku hemleyekî leşkerî li Kurdistanê dest pê bike Hevalên ku li Libnanê perwerde didîtin derbasî qada çiya bûn. Yek ji wan yekîneyan ji dibin fermandariya rêheval Egîd de derbasî çiya bû. Rêheval Egîd çawa ku digihêje Kurdistanê dest bi rêxistina gerîla dike. Ji bo ku berxwedaniya gerîla bi hêz bibe hewildanê gelek mezin raber kir. Her wiha ji bo danezana tekoşîna gerîla bike plansazîyê gelek çalakiyan datîne. Di nava wan pîlansaziyan de, Eruh, Şemzdîna û Şax ê yê ku girêdayî bajarê Wanê hebû.

Di şeva 15’ê Tebaxê sala 1984’an yekîneya gerîla di bin fermandariya heval Egîd de reçda (baskin) li ser Eruhê dikin. Bi vî awayî, guleya yekem li hişmendiya dagirker ya dewleta Tirk dixin. Şûbeya leşkerî û avahiya qeymeqam û tevahî saziyên dewletê bidest dixînin. Venerîna( denetim) bajêr bi dest dixînin û li ser riyan propeganda ji gel re dikin. Bê ku ti windahiyan bidin vedigerin cîhên xwe. Di wê şevêda li Şemzdînan jî reçd tê kirin, lê li Çataxê cerd (baskin) nayê kirin.

Ew guleya yekem ya ku ji milê rêheval Egîd de li hişmendiya dewletê ket, bingeha dewletê hejand. Pêngava 15’ê Tebaxê bersiva herî mezine ji berxwedana zindanan re, bû bersiva girêdana bi biranînên Mezlûman, Kemalan, Xeyriyan û Akîfan bû.

Taybetmendiya herî diyar yê rêheval Egîd ew bu ku, îsra ra wî ya ji bo pêşxistina gerîla li ser ardnîgariya Kurdistanê bê sînor bû. Hêzên di bin berpirsiyartiya xwe da her perwerde dikir, bidisîplîn dikir û dizanibû, di her şert û mercanda wan çalak bike. Her wiha bi ziravî nêzî hemû karê xwe dibû, ev rewş bandaora xwe li ser nêzîkatiyê wî yên çalakiyên leşkerî jî dikir, ji ber wî jî her serkeftî bû. Taybetmendiyên rêhevl Egîd di çalakiyên wî da diyar bû, her dem digihîşte armança ku datanî pêşiya xwe.

Girîngiya pêgava 15’ê Tebaxê ya dîrokî, girîngiya gerîlatî di Kurdistanê da diyarkirin, bi awayekî vekirî ji tevgera Kurd re rêbazê gerîla û fermandarî li Kurdistanê wê çawa bê da nîşandan. Li hember xeta çeteçîtiyê sekna rêheval Egîd gelek zelal û dijwar bû. Li xeta Rêbertî, li her cîhî û di her demê de xwedî lê derdiket. Di rastiyê de bi îsrar bû, di tekîliyên xwe yên bi gel re gelek dilnizim bû. Bi sekna xwe, bîr û baweriyê xwe re, heskirina wê ya li hember gel re, dinava gel de jî heskirinek pir kur hati bû ava kirin. Bi vî awayî navê wî li hezaran zarokên Kurd hate kirin.

Gerîlatî di Kurdistanê de ji rêheval Egîd gelek sûd di girt. Ew fermandarê mezin yê gerîla bû. Di 28 Adara 1986 şehîd dikeve. Ji bo îsrara di ruhê berxwedaniya rêheval Egîd de gerîla hate mezin kirin û heval Egîd her bû çavkaniya perwerde yê gerîlayan. Rêbazên leşkerî yê rêheval Egîd heta roja me ya îro bi şehîd Erdal, Îbrahîm, Adîl û şehîd Reşîd re berdewam dike.

Em îro çirûskên ruhê pêngava 15’ê Tebaxê li her çar perçeyê Kurdistanê dibînin. Pir bi zindî ev ruh îro li Rojava jiyan dike. Tevgera ji bo avakirina jiyanek azad û demokrat mînaka herî mezin yê vê ruhê ye. Em jî weke rêhevalên pakrawanên şoreşê, soz didin ku emê xwe bi ruhê 15’ê Tebax’ê ji nûde avabikin. Emê, vê pêvajoya ku Rêberê me dayî despêkirin de, heya dawî ya canê xwe tekoşîn bikin û bi ruhê tekoşînê tevbigerin.

Şagritên Mahsum Korkmaz

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî