Tirkî  |  Erebî

Evîn Lêgerîn
14temmuz14 Tirmehê di dîroka partî ya me de, ji nasnameya partiyê re, em dikarin bêjin ku hewirdorê ku herdem bi îşkenceyê re derbas dibe de hebûna xwe parastine. Di vê bingehê de ji welatê xwe re, ji gelê xwe re, bi navê xwedî derketina nirxên netewî û gelerî,

roja ku biryara berxwedaniyê hatiye dayîn e.
Di partiya me de ê ku herî bêhtir pêdivî ji jê re heye, bi nasnameya partiyê ve mirov bûn, bi nasnameya partiyê ve artêşbûyîn, bi nasnameya partiyê ve jiyanî bûyîn pir girîng e. Ne tenê zimanê serkeftinê, bi vê ve bingehê hemû pêngavên nerênî digire. Em dikarin di kesayetiya lehengên berxwedanvan de, rastiya herî bedew bilêvbikin. Şehîdên me yê mezin M. Hayrî Durmuş, bi nîvîsa xwe ve vê rastiyê bilêv kirî ye. Weke me, mirovên ku jiyanê re girêdayî nîne, lewre ev girêdanbûn encax bi nasnameya partiyê ve gengaz dibe. Ji derveyê vê em nikarin tu jiyaneke din bipejirinîn û bijîn.
Tiştên ku van hevalan xwestin bidin diyar kirin, bi awayeke tevahî nasnameya partiyê ve jiyankirin e. Bi nasnameya PKK’ê ve di şerê rizgariya netewî de, weke Kemal Pir dide diyar kirin; “Dixwazî deh an jî bîst sal bidome, bi nasnameyeke şer û berxwedaniyên mezin ve çûndina serkeftinê girîng e.” Dîsa kesaniyên sembola şahadeta mezin Mazlum Doğan ku nîşan da; “Bi yek kibrîtê ve agirê azadiyê gûr dike.” Gelo ev naye wê wateyê ku hemû derfetan wisa nirxandin? Bi biryarbûna roja 14’ê tirmehê ve girêdaniya we heye? Bi gotineke ku dibêje “Ez dixwazim bi vê ve girêdaniyeke çêkim, lê belê ez tênagîhîjim” bi vê gotinê ve gelo hûn dikarin xwe bilêvbikin? Gelo hûn dikarin bi vê ve rastiya xwe veşêrin? Bi vê ve girêdayî gelo hûn dikarin êdî tu kesî bixapînin? Di vê bingehê de gelo hûn dikarin êdî vê rewşa xwe re bêjin bes?...
Di asteke biryarbûnê de gelo hûn ji bo xwe çiqas vê berxwedaniyê dinirxînin? Hem di dîrokê hem jî roja me ya îro de tukes weke van hevalan di nava bêderfetiyê de jiyan nekire. Ev bêderfetî rewşeke pir zor û zehmet bûn. Di nava bêderfetiya herî mezin de van hevalan jiyan kir. Derfetê wan herî mezin bedena wan bixwe bû. Bi vê ve wê derfeta xwe bi awayeke mezin û lehengî feda kirin. Wan hevalana di hewirdorê ku herdem bi îşkenceyeke ve derbas dibe de jiyan kirin. Li hember vê yekê lehengbûna herî mezin, li hember vê bêderfetî û îşkenceyê nîşandan. Di pêvajoya ku bawerî û hêvî pir kêm bû de, belkû hewirdoreke ku dihat gotin; “Partî tine bû, partî nema” ev lehengî û ev helwest xwedî wateyeke pir mezin e. Di wir de hêvî û bawerî heta dawî bû. Ew dem pêwîst e wateya 14’ê tirmehê bê fêm kirin. Fêmkirina vê rojê wê di we de bandorên ku rastiya we bi xwe dide nîşandan, êdî naye pejirandin û êdî pêwîst e hûn van taybetmendiyana daynin mileke din û bi awayeke mîsoger derbas bikin. Pêwîst e hûn vê rastiyê bipejirînin.
Weke wan hevalan temsîl kirina partî û bi nasnameya partî ve girêdanbûn, pir mezin e û pêwîst e em jî vê mezinbûn û nirxên mezin biparêzin. Gelo di vir de ê ku hêze kîye? Îro ev rastî di rastiya Serokatî de liberçav e. Kesayetên van rêhevalên me kesayetên serkeftinê ye û ev kesayet tu astengî nasnake û wê rîya xwe de heta dawî bidome. Em şêwazê çalekiya lehengên din jî bimeyzînin. Mînak dijmin dibêje; “Ezê tişta ku dixwazim, axaftineke ku dixwazim tu yê bêjî.” Kemal Pîr dibêje; “Na, yek hevokeke ku tu bixwazî ez bêjim, ez tucar nabêjim.” Ev gotineke bi wate û mezin e. Ev şehîdên me yên mezin, çalekî û berxwedaniyên mezin ji me re rêya xilasbûna hemû nexweşiyan dide diyar kirin. Ev ruhê van rêhevalên me me ji tevahî qerejiyan derxist û ji nû de jiyanek bi rûmet dame. Li ser vê bingehê em soz didin ku emê heya dawiyê tekoşîna van rêhevalên xwe de bi meşin û emê serkeftinê misoger bikin. Ji derveyê serkeftinê em tu rê ji bo xwe na pejirinîn. Ji xwe ji bo gelê Kurd û tevahî mirovan serkeftin ji her demê nêtir bûye û misoger bûye. Îdayê me û hêviyê me pir mezine emê ji bo gelê Kurd û tevahî Kurdan serkeftinê û jiyanek bi rûmet ava bikin.

 

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî