Tirkî  |  Erebî

Sozdar Avesta

Em weke tevgera Azad ya Kurdistanê û gelê Kurd pêvajoyekî dîrokî re derbas dibin. Gelê Kurd, ji bo ku deskeftiyên xwe yên bi bedelên mezin hatine dest xistin biparêzin, bi mehane li hember hêzên deshilatdarên ku bi

konseptên xwe yên ji derveyê exlaq dixwazin dîroka Kurdan tûne bikin, bi vînekê ku di Kurdistanê de kêm tê dîtin giyanê xwe da tînin holê û berxwedaniyê didin meşandin. Dîroka cîhanê, bi mînakên xwîna berxwederên azadiyê re dagirtiye. Lê belê, di Bakurê Kurdistanê de û Tirkiyê de, bi taybet bi hilbijartinên 30’ê Adarê re tiştên ku hatine jiyan kirin gihiştine astên pir cidî. Reyên komkujiyên ku hatine kirin pir kur deye, tiştên ku hatine jiyan kirin mirov nikare bi çend bûyerên ji rêzê bide reva kirin.

 

 

Ev nêzî salek û nîve Rêber APO û tevgera azadiyê ji bo aşitî yê israr û hewiladan didin, lê beramberî vê hikûmeta AKP’ e her tim bi demê re leyst û gavekê ku şansekî cidî bide aşitiyê ne avêt. Bi hilbijartinan re rûpûşê (maske) rûyê AKP ket. Di encamê vê de weke ew boxe yê di arena de birîndar dibe şêt bûye û cardin di her heremê de ew polîtîqayên xwe yê komkujî, faşizîm xistiyê dewrê de. Erdoxanê ku ji êrîşên di Bakurê Kurdistanê de yên ji derve yê mirovahî ku daye meşandin têr ne bûye,  her cûrên alîkariyê dide rêxistina teror yê DAİŞ, bi vê awayî pir vekirî destên xwe yên bi xwîn dirêjî Rojava jî dikê û di virde li hember gelê Kurd şer dide meşandin.

AKP û PDK hevkariyên ku bi hevre dane meşandin  sînor nas nekirine û bi xendekên îxantê yê ku li ser sînor çêkirine xwastine perçe bûyînê ava bikin. Bi girtina wan yê deriyê sînor re gelên me yên ku hewil didin bi sînor re derbas bibin qetil kirin. Lê belê, ev komplogerane ango her du bi hevre ketin ew çala îxanetê yê ku bi hevre di kolan. Berxwedaniya ku di milê YPJ û YPG’ e ve li Kobanê, Serêkaniyê û pir cihên cûda hatiye meşandin hêla ku ev herdu hevkar bê encam werin qewitandin. PDK ya ku çavên wê bi hirsa tol girtinê re hatiye nûxûmandin weke ew “pehlewanê ku bin dikeve ji gûreşê têr nabe” di Başurê Kurdistanê de li hember partiyên siyasî yên ku hêzên alternatîfê demokratîk ava dikin û li hember rêxistinên jin êrîş kirin û saziyên demokratîk qepat kirin. Helbet êrîşên ku PDK di vê pêvajoyê de daye meşandin mirovan dide hizrandin. AKP jî kêmekî ji vê cesaret digre ji bo vê jî bê çaresertiyê de israr dike.  Şertê pêvajoya çareseriyê ya giring ew bû ku, bê nîqaş berdana girtiyên nexweş yên di girtîgehande bû. Encex di vê mijarê de rûyê hikûmeta Erdoxan yê rast derkete holê,  di biryara xwe ya ku girtiyan di şertên girande bigre ısrar kiriye. şûna ku ji nûde giranî bide saz kirina xebatên zagonî, berûvajî vê, tundî daye ew nêzîkatiyên  xwe yê zordestiyê.

Sekna li Meskan û Lîcê sekna Kurdê azade

Nêzîkatiyê AKP yê li hember pêvajoyê, di hilbijartinan da bi hemû zelal bûyînan ve derket holê. Qaşo AKP îslamciye û di meydanan de jî fetva qîr dike û di bêje: “ maf xwarin herame”lê, ser lê danê her cûrê sextekariyê dike û cihê ku hatiye dest girtin jî li ser xwe daye hesibandin. Li Agirî û Norşînê ji nûde hilbijartin daye despê kirin û gelê Kurd jî vîna xwe daniye holê û cardin dekûdolabên AKP vale derxistine. Helwestên AKP yên didin raber kirin gotina “di Osmaniyan de leystok xilas nabe”derdixe holê. Ev helwestên AKP yê ku di hilbijartinan de daye raber kirin ne bes bû, vê carê jî malbatên ciwanên ku tevlî gerîla bûne dane gur kirin û hewilda ye ku rojêvên cûda ava bike. Dema fêm kir ku di vê pisportiya kaos dayîna ava kirin de sernakeve, vê carê jî bi senaryoyên sexte got; “em nexşa rê amade dikin” di milekê de weke ku xebat didin meşan da diyar kirin, di milê din de jî li ser gelê me yên ku nobeta aşitiyê digirtin li Lîce, Meskan û Şaxê êrîş li dar xist. Lîce kela Kevneşopiya berxwedaniyê ye, bi heftane şerê rûmetê didan meşandin, li wir du gelên me yên bi nirx û welatparêz Ramazan Baran û Haci Bakî Akdemir şehîd xistin. Erdoxan bi roja ne ye bi aligirên xwe yê medya re qîr dike û planê A- B- C yê ku li ser gefan dixwe xiste jiyanê. Ev herdu rêhevalen me yên hêja ê ku pêşengê tekoşîna gelê me yên  azadî û demokrasiyê ne bi rêzdarî bibîrtînim. Her wiha meşa gelê me yê Lîce ê serkerftinê silav dikim. Di vê pêvajoyê de AKP li hember helwestê gelê me yê bi vîn û rûmet tengasî jiyan kiriye, ji bo vê jî heyet li ser heyatan rê kir li gel Rêberê me. Bêguman raya giştî jî û gelê me jî pir baş dizane ku, hemû derdê AKP û Erdoxan yê ku aşiqê kursiyê ye û hemû armanca wê jî hilbijartinên Serok komartiyê ye. AKP û hikûmeta wê li gor xwe hesabên ku wê cardin Kurdan bi xapîne dikir. lê, bi hemleya  ku Rêber APO pêşxist re êdî hat dawiya leystokên xwe. Êdî rê ya ku AKP xwe xilas bike ne maye. Ya bê ku dem winda bike wê gavên mayînde bavê je, ya jî wê ev pêvajo di ristê de bimîne. Bêguman yê ku winda bike jî wê AKP be. Ango êdî pêvajoya yêk alî xilas bûye.

Gelê me û tevgera azadiyê cardin berxwedaniyekê bi rûmet pêşdixe. Sekna li Lîcê û Meskanê sekna Kurdê Azade. Bi taybet jî ev pêvajo di pêşengtiya jin û ciwanen de  li hember her cûrên zordestîyê  serî rakirinekê re pêş dikeve. Ev jî bandorê xwe li ser gelan weke ku ew dilopên dikeve li ser avê dibe xelek, fireh û mezin dibe. Ciwanên APOCÎ bi fedayîtî berxwedidin.  AKP ji bo ku pêşiya ciwanên welatparêz ê demokratîk yên Kurd ên ku tevlê refên gerîlayên azad dibin bigre, bi rê ya medya yê xwe yê durû, derewker û qaşo xwe bêalî digre dest, digre gel xwe û bi rojan bi propagandeyên xwe yê reş bê ku şerm bike dibêje: “ew ciwan hatine revandin”. Ji bo dayîka dewlemendiyê herê pîroz zarokên wane. Ez jî niha ji tevahî raya giştî vê pirs dikim; “Erdoxan û Hikûmetê wê yên ku ewqasî ketine,  li ser hestên dayîka siyasetê dide meşandin, ma mirov li ser navê çareseriyê tiştekî ji wan hêvî bike wê rastiyê bide diyar kirin? Helbet nade diyar kirin. Bi taybet jî li ser keçên ciwan yên ku tevlî nava refên gerîla dibin vê pozber kirin, encamê polîtîqayên AKP yê li hember jinê ne.

Jin di her qadan de pêşengtiya tekoşînê dikin

AKP wîrasê pergala koletiyê yê herî dilsoze û bi siyasetên xwe yên qirêj yên ku pêş dixe di navbera jin û jiyanê de torên paşverûtiyê dihone, her wiha bi riya mahra giştî re keçên di temenê biçûk de kole dike û heya mirinê dixe girtîgeha malê de. Ji ber ku Tevgera Azadiya Jin hemû polîtîqayên sexte yên AKP vale derdixe ji bo wê jî AKP ewqasî kîndare. Erdoxan her ku keys dibîne dibêje, jin jî be, zarok jî be yên ku tekoşîn dikin em ê qetil bikin,ev jî hişmendiyê wî ya faşîst dide diyar kirin. Bersiva herî bingehîn yê ku mirov li hember ev polîtîqayên komkujî  bide tekoşîna xwe ya azadiya jin di her milan de pêşbêxe. Hemleya ku tevgera jin daye despê kirin a ku “Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyê de ne” tevahî cîhan bihist ye û bala girseyan kîşandiye li ser xwe. Jin di her qadan de pêşengtiya tekoşînê dikin. Jinên ku bi azwariya li hember azadiyê jiyan dikin  her roj bi Serokatî re yek dibin, bi taybet jî di çerçoveya perspektifên Serokatî yê  xebatên xwe  ji nûve ava bûyînê û perqalên xwe yê xwemal ava dikin.

Jinên ku di her çar perçeyê Kurdistanê de û ji derveyê welat jiyan dikin pir zelal dane holê ku ozne yê vê pêvajoyê ne. Jinên ku dîroka xwe yê ku winda kirine ji xweli yê xwe cardin ava dikin. Mînaka vê ya herê baş jî tekoşîna ku di Rojava de tê dayîne. Li vê derê de, di ava kirina civaka azad de pêşengtiyê û tevlê bûyînekê herî bi hêz pêşkeş dikin û parastina xwa ya cewherî bi hêz dikin. Cardin di qadên Başur û Rojhilat de li hember hemû paşverûtiyên pergala deshilatdar jin bi berxwedaniyekê bi rûmet bersiva wan didin. Pergala deshilatdar yê ku bi hezar salane bi mêylên xwe yê zorba bi her cûran ve li ser bedana jin,  fikrê jin, mejî û ruhê jin xwe ava kiriye, ji bo wê jî pir rehet dest jê bernade. Mînakavê ya herê baş jî êrîşên ku li hember saziyên xwemal hatine pêş xistine. Êrîşên ku PDK li ser navendên RJAK dide meşandin mirov nikare ji rêzê bigre dest. Ev, tirsa  ku li hember vîna azad yê ku di jin de pêş dikeve dide xwiya kirin. Cardin rejîma Îranê li hember jin rêbazên pir hovane dide meşandin, dinava çarşeva reş de zîndî bûyîna jin hepis dike û îradeya jin ne naskirinê de israr dike. Li hember vê rejîmê YJRK ji nûve xwe ava dike û xwe bi navê KJAR vediguhere pergala konferderal. Mirov dikare vê jî weke gavên despêkê yên ku di pêşketinên vê pêvajoya nûde hatiye avetin bi nirxîne.

Veguherandina KJB ya YJA ne tenê guhertina nav e

Em gonaxeke dîrokî yê ku hemû hişmendiyên kevin bûne û pergalên ku wê ji kurde bi hejin û tekoşîna ku li hember vê her ku diçe pêş dikeve û mezin dibe re derbas dibin. Weke jin çarenûsa gelan û jinan dayîna guhertinê de erk û berpirsiyariyên me yên pir mezin hene, ev jî rûmetekê pir mezine. Tekoşîna me ya azadiya jin xwedî mîsyonekê wisane ku pêşengtî di serî de  li Rojhilata navîn û piştira ji tevahî jinên cîhanê re dike. Dema mirov Rojhilata navîn û tevahî cîhanê meyze dike, mirov dibîne ku hişmendiya zilamê deshilatdar hewildide ku jin di her qadê de bifetisîne. Dîtina vê ewqasî zehmet nîne. Şerên ku zilam pêş dixînê herî zêde jin bandor dike. Cardin tengasiyên aborî û qirkirinên çandî li jinê dixe. Destên ku di her qadên jiyanê de qirka jinan digre, herî zêde xwe di saziya siyaseta deshilatdariyê, yê bê çaretiyê de pozber dike.

Ji bo ku li hember van tevahî êrîşane tekoşînekê aktîv û bi parastin were çêkirin cıvata KJB ya 7.a awerte hate li darxistin û ev mijarane pir bi germ hate nîqaş kirin. Pergala jin yê nû ya konfederal a ku KJB û YJA dibe yek navê xwe bû YJA. Li ser vê bingehê; pergala konfederal ya jin YJA, ji jêr rêxistina xwe ji meclîs, komîn, kooperatîf, ocak, akademî û aboriya lebatî de da diyar kirin ku, xwedî bingehekê wisane ku dikare  ji hemû civakê re bibe bersiv. Di civata me ya ku sê rojan berdewam kiriye mijarê ku herî zêde hatiye nîqaş kirin jî, pergala ji nûve ava bûyînê û rêxistin bûyîna civakê pêş xistin bû. Di serî de tekoşîna ku li ser navê azadiya jin yê ku di Rojava de tê meşandin û gavên mezin avetiye hate silav kirin. Pergala YJA; modela rêxistina ku xwe radigre qada civakî û hemû nirxên jin yên kom bûne digre nava xwe. Ev tê wateya ku; qonaxa tevgera jin ya xwe gihandiyê êdî xwedî hêz û îradeyekê ku biryarên xwe hîn bi serbixwe û bi hêz bide. Wê ev ava bûyîn xwe di her qadande bi misoger bide his kirin. Ango veguherandina KJB ya bi YJA ne tenê guhertina nav e, ya jî nû bûyînekê teşeye. Ev derketina jin ji tarîtiya dîrokê û asta tekoşîna ku xwe gihandî yê vegotin dike. Xwemaltiyê hên bi rêxistin kiri di civakê de dane diyar kirine. Asta me ya jina a ku vîna azad û rêxistin bûyînê derketiye holê ye. Xwediyê vê asta rast û ruhê  jî rêhevalên me yê şehîde û Rêber APO ye.

KCK’a jin bersiv dayîna şahadeta rêheval Sara ye. Di dîroka me de jî tê dîtin ku, Serokatî ya me li hember bîranîna rêhevalên me yê şehîd yên ku her yek ji wan abîdeya qehremantiyên mezinin bi  hemleyan bersiva dayîna wan dide çêkirin. Rêber APO, ji bo bîranîna rêheval Bêrîvan û Zekiye yan giranî da xebatê xwemaltiya jin, ji bo şahadeta rêheval Bêrîtan jî bi artêşa jin re bû bersîv, şahadetên rêheval Zîlan û Sema jî birdoziya rizgariya jin pêş xist û vê hêzê jî bi partî bûyînê re derxist lutkeya herê jor. Bersiva ku Rêber APO da şahadetên rêhevalên me Berwar, Rojbîn û Şehrîstan yên ku li hember komploya 15’ê Sibatê bi durişmeya “hûn nikarin roja me tarî bikin” jî pêşxistina projeya jiyana azad yê jin bû. Erê pênase kirina Serokatî ya “KCK Jin” jî pêşxistina pergala jin ya xwemaltiyê ye. Ev jî bersiva herê mezin ya ku di şexsê rêheval Sara de qetlîma ku li Parîsê hati bû kirine. Serokatî di bêje “azadiya jin tekoşîna Sara ye.” pêşdîtina Rêber APO yê ku ji bo vê pergalê û pêşketinên her çar perçeyê Kurdistanê de tê jiyan kirin ve da raberê me, ev hemle nirxên azadiyê, yê ku jinên Kurdistanê kom kirine vane xistina malê jînên heremê û tevahî jinên cîhanê re di be gavek.

Êdî dem dema ku, di her qadan de û di her kêliya jiyanê de bi vîna jina azad têvlê bûyîn jiyan kirin û dayîna jiyan kirinê ye. Bi vê wesilê re carekê din em hemû jinên me yên ku berxwedaniyên mezin didin meşandin pîroz dikin û tekoşîna wan de serkeftinên bê dawî dixwazin. Ez bang li tevahî jinan dikim da ku tekoşînê bilind bikin. Ez bang li keçên me yê ciwan yên ku dînamîzma tevgera me ya azadiyê ne dikim da ku werin çiyayên azad û tevlî nava refên YJA Star bibin.   

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî