Tirkî  |  Erebî

Çîçek Tekoşîn

ROJEVEm biharekê din yê ku semyan bûna dîroka tekoşîna me, berxwedanî û vejîna wê vegotin dike û rewişta tekoşîna me ya azadiyê di hûndirê xwe de di hewîne re derbas di bin. Em demên ku Serokati ya me bi navê

“bihara gelan” pênase kiriye re derbas dibin. Demên biharê herê zêde demên beramberê azadî û bilind bûna gelê kurd û jina Kurde. Ev demane demên pir dirêjin ji bo wê jî mirov nikare bi demekê demsalê re bi fetisîne, encamê henaseyekê dirêj û bûyîna hêzekê ye. Ev hêz di Newrozê re mezin bû, me xist dinava çalakiyê de, bawerî û azîm bûna serkeftinê da me. Cardin me cejna gelan yê ku bi giştî vêjîna gelan dide diyar kirin û di pêşengtiya jinên Kurd de bihara sala 2014 de bi coşa şoreşa Rojava re pêşwazî kir. Her wiha me bi serkeftina di Bakurê Kurdistanê de ya ku tevgera azadiya jin di encamê tekoşînê de serkeftinên ku ji hilbijartinan ser xistiye re pêşwazî kir.

Em bihareke din jî bi coş û hêvîya serkeftinê re pêşwazî dikin. Em şopdarên rêhevalên me yên şehîd ên ku me gihandine van rojane ne. Divan rojên dîrokî de bi ketina meha Gulanê re em di şexsê rêhevalên me yên şêhîd rêheval Mizgîn, Haqî Karer, Deniz Gezmîş de yê ku hebûna me avakirine, temenê xwe fedayê azadiya gelan kirine û xweşik bûyînê pêşkeşê mirovahiyê kirine bi minetdarî bibîrtînin. Li hember bîranîna wan bejna xwe birêzdarî di tewînin û di bêjin ku, we bi berxwedaniyek pir mezin li hember zordestî û deshilatdariyê tekoşîn da meşandin û we li hember wê hişmendiyê seknek da diyarkirin em jî rêwiyê ew riya bêdawî yê ku we hiştiye. Ji bo me rûmetê herê mezin ewe ku xwedî li mirasê rêhevalên me yên şehîd ên ku di riya azadiyê de bûne lêgerînvanê heqîqetê û bûne aşiqê mirovahiyê derketine. Ev pêvajo di be navê bi zanistiya kur yê rêheval Heqî, heval Mizgîn pêşwazî kirin û di be lûtkeya xwedî li tekoşîna wan derketinê.  

 Tê zanîn ku, Serokatî bi riya daxuyanî ya Newroza sala derbas bûyîde û Newroza vê salê de jî armancê xwe bi tevahî mirovahiyê re bi taybet jî gelê Kurd re bi awayekî pir zelal da diyar kirin. Di sala derbas bûyî de pêvajo beramberê Newrozê hatibû, Serokatiya me pevajoyekê nû da despê kirin û em hemû jî ketin dinava pêvajoyekê nûde. Li ser daxuyaniya Serokatiya  me re salekê derbas bû. Serokatî bi riya wê pêyamê re dilê tevahî gelan qezenckir, avekê hênik li ser dilê jinan yê ku di şewite de reşand, nêzîkatiyên cûda bûyîne yê weke ol, ziman, netew ji holê rakir û peyamê ku mirovahî bi azad jiyan bike da. Despêkirina hemleya ku “Ji nûve avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk” da. Hest û ramanên ewqasî germ, samîmî, ji dil bûn ku bi rastiya dîrokê re hati bû hûnandin. Ev peyam xwedî bandorekê pir mezin bû ku, ji bo kesên ku sehneke jî xwe bide danezanîn, kesên ku wate ne denê jî bi karibin xwe vegotin bikin û hevdu bigrin bû.  Em deyndarê fikir û peyamên ku Serokatiya me danîne holêne. Serkeftinên di roja me yê îro de di milê siyasî û leşkerîde hatine jiyan kirin, di Rojava de gavên dîrokî ên ku hatine avetin jî girêdayî fikir û ramanên Serokatîne. Hemû hêzên komloger yên navnetewî ên ku ev hêza Serokatî ji ne dîtinê ve dihatin, di demekê pir kinde fêm kirin ku êdî meydan ji wanre teng dibe û êdî şansê wan yê ku li ser gelan tesaruf bikin ne maye. Bilind bûna helwestê Serokatî, derketina wê ya bi dilawer hemû qirêjiya di deme kê kinde derxist holê. Serdestiya ku weke penceşêr, girêkek bûye belayê serê jin û tevahî gelan lez li aloziyê kiriye û zor daye ku deshilatdariyê berbi vebûn û belev bûyînê ve biçe. Hişyar bûyîna gel û ronahî kirina gel jî da avakirin. Di Tirkiyê de eniya gelê demokratîk yêku zelal bûye, ji vê qut nîne.  

Di vê wateyê de pêvajoya ku Serokatî ji bo safî kirinê dayî despêkirin zemînê her cûrê siyasetê vekir. Derketina bê rê bûyînê di pergalê de qelş avakir û şerê zemînê ku gel bikari be hesap ji deshîlatdariyê bi xwaze û vîna xwe ya azad destbêxe da avakirin. Tiştên ku di îrode em şahidîtî jêre dikin hemû pêşdîtinên Rêberê me sererast dike. Ji îro pêde tişta ku ji bo me giringiya xwe heye jî di azadiya gelande israr kirin û di xebatên demokrat bûyînê de istikrar bûyîne. Em di pêvajoyekê wisa re derbas dibin ku pêşketin bi rojane bi xwere guhertinan tîne. Di Kurdistanê de jî serdemên ku her rojên wê şopên dîrokê di hêle tê jiyan kirin. Di heman demê de serdemê pergala modernîteya kapîtalîzm yê ku di şêlîne, mêtingertî dike jî tengazerî jiyan dike. Di heman demê de derfetê ku tevahî gel pergala xwe ava bike derdikeve holê. Demê ku qirçînî ji bloqeyên deshilatdaran hatin, ew dem di be demê ku herê zêde tekoşîna azadiyê û demokrasiyê pêşbikeve. Îrojî tiştên ku di Rojava de derketiye holê hemû berhemên vîn û fikrê Rêber APO û yê gelê Kurde.

Beramberê hewildanên Serokatî yê bêhempa çavkaniyên hêzên deshilatdar qet ne rewastiyane. Ji bo ku sîh daynin li ser ev pêvajoya ku Serokatî daye despê kirin, hewildanên wan yê ku ji rojevê derxin qet encam ne da û ev weke amorê bumerang li wan zivirî. Serokatî bi nêrînên xwe re deshilatdarên ku  jahr belav dikin, xistine dinava panîkekê de, herê zêde jî kesên ku niha li ser hûkmê ne ketin dinava panîkê de. Ev panîk hêla ku evne bê kontrol tevbigerin û hemû qirêjiya wan derbikeve holê. Di serîde nêzîkatiyên AKP, KDP û hêzên modernîteya kapîtalîst yên ku ji dil û rast nêzî pêvajoyê na bin da diyar kirin ku evne bi hevre ketine dinava hesabên qirêj de. Dixwazin pêvajo li gor berjewendiyê xwe bikar bînin, ne ji bo aşitiya gelan dixwazin bêxin şerê deshilatdariyê. AKP û KDP ketine li pey ew hewaya  erênî ya ku hatiye avakirin jê sûd wegrin, ji bo wê jî dixwazin nirxên ku Serokatiya me ji bo armancekê bilind afirandiye daynin aliyekê. Ev her du alîgir bi helwestên xwe yê siyasî re, pêkanîna sextekartiyê didin diyar kirin. AKP bi dekbaziya xwere li pey kur kirina dewletê ketiye, KDP jî ji dîrokê heya niha helwestê xwe yê bêbextî kirinê de israr dike. AKP ketiye li pey hesaban ku bi riya KDP ê re şerekê navxweyî pêş bêxe û Kurdan bi vê awayî xilas bike. Hêzên kapîtalîst, ji bo KDP yê ku hêvêne wê de îxanet heye bi vê awayî plan kiriye û bikartîne. Li hember şoreşa Rojava ketina dinava helwestên çewtde, bi şînber kolandina xendekan jî berfireh bûna îxanet û komployê derxistiye holê.  Erkê ku ji KDP re hatiye dayîn û lê qayîl bûye jî xilaskirina şoreşa Rojavaye. Hêzên kapîtalîst jî li hember Kurdên Azad KDP weke hêzekê alternatîf derxistye bazarê. KDP nûnertiya xeta nûkertiyê dike û erkê dorpêç kirina Rojava girtiye ser milê xwe. Bi vê awayî bi AKP ê re ketiye dinava îtifaqê de û gihiştine encamê ku kar bi hevre parve bikin. Bi vê awayî wê KDP şoreşa Rojava ya ku hezim nekiriye wê nirxê wan sinordar bike û deskeftiyên hatine dest xistin jî tasfiye bike. Wê AKP jî pêvajoya ku Serokatiya me dayî ye despêkirin bê bersiv bihêle, ji bo ku hevdîtînên tên çêkirin ne vegere mûzakere û ji bo ku gavên tên avetin jî vale derxe tiştên ku ji destên wê were wê bike. Gîro kirina hevdîtina bi Serokatî re, pêvajoya ku hatiye afirandin ji bo ku bi awayekê mûzakere berdewam neke û ne xistina çerçoveye zagonî de jî hemû perçeyê vê planê ne.

    Bê bersiv mayîna gavên ku Serokatî tavêjin, li hember azadiya Kurd hemû kesên ku li hevnakin, li hev hatina wan tê jiyan kirin.  Ev hevalbendîtiyê wan yê qirêj û planê wan yê tesfiye kirinê dide diyar kirin ku, ev kesane li hember hêza Serokatî û azweriya gelê Kurd ê ji bo azadiyê tirsekê jiyan dikin. Hêzên ku me li hember wan tekoşînên bêeman daye meşandin weke hêzên kapîtalîst, nûker û hêzên dewlet parêz ji ber ku ferga projeyên me yê ku ji bo tevahî gelan hatiye afirandin dene,  her cûrê astengî derxistin ji bo xwe jî weke hûnerekê di bînin. Lê belê, êdî gelê Kurd dayîna sekinandin, ji azadiyê qutkirin, ji her deman zêdetir zehmet bûye. Ji bo wê jî polîtîkayên ku ji bo xetên li ser sinor weke Riha, Agirî û bi giştî xetên sînor pêktînin jî, dixwazin bêxin di bin kontrolê xwe de û Kurdistan dorpêç bikin. Encamên ku ji hilbijartinan hatine girtin di milê AKP’ê de ewqasî xistina nîqaşê jî, serkeftinên ku hatine dest xistin ne pejirandina wan digre û ev jî polîtîkayên wan yê qirêş derdixe holê. Di milekê de hemû hewildanên wê ewe ku zemînê xebatên me yên ku ji bo avakirinê tên kirin sûha bikin. Cardin dixwazin xwesertiya ku me di Rojavayê Kurdistanê de cîh kiriye û bi deskeftiyên hilbijartinê re dixwazin sinordar bikin û meylê wan yê ku Serokatî ji derveyê pêvajoyê hiştin taybetmendiyê pergala kapîtalîst yê herê serekeye. Bi vê awayî dixwaze polîtîkayên hemû dewletên heremê bikşîne taxa xwe. Pêşengtiya vê jî AKP di qada ramyarî de girtiye li ser milê xwe, KDP jî xeta îxanetçî bi hêz kiriye, rola alternatîf yê nûkertiya Kurd daniye li ser milê xwe. Yek hewildanên wan jî nikare gelê Kurd bide seknandin. Ewqasî rehet nîne, mirov gelê ku tama azadiyê girtiye û weke çemên ragêş bûnê diherike bide rawestandin.

  Di encamê henaseya dirêj yê di tekoşîna me ya azadiyê de jina Kurd rabûye raperînê û gelekê jî li pey xwe de rakiriye. Bi hişyar bûyînekê mezin re bersivên pir xurt dan neyarên me yê ku tevkujiyê ji bo me rewa dîtine. Dinava civakan de civaka ku herê zêde êş jiyan kiriye, herê zêde tevkujiyan re derbas bûye, yê herê zêde û cûrbicûr li hember nîjadkûjiyan re dûçar mane jî civaka Kurde. Ji bo vê jî bila tu kes xwe ne xapîne, gelê ku ewqasî êş kîşandiye, ceribandinan jiyan kiriye ne gengaze ku tiştên ku jiyan kirine carekê de ji bîr bikin û cardin xwe teslîmê zaliman bikin. Bila neyê ji birkirin ku li hember her zilmên ku hatine kirin de, li hember wan dinava berxwedaniyê de hebûna xwe ava kirine û bi demê re çanda xwe pêşxistine.

Di dema raboriyê de înkar û îmhaya ku li ser gelê Kurd didan jiyan kirin, heya niha jî dema derfet di bînin dixwazin bidin jiyan kirin lê, êdî vê di civaka Kurd de dayîna pejirandin ne gengaze. Di her çar perçeyê Kurdistanê de û ji derveyê Kurdistanê jî jinên wan, ciwanên wan, karkerê wan, kedkarê wan, gundiyê wan û tu mirovê Kurd hişmendiyê înkar û îmhayê na pejirîne. Gelê Kurd êdî gihiştiyê wê zana bûyînê de ku pêwîste ev rewş neyê pejirandin, ji bo vê jî hebûna xwe yê herê bi nirx danîne holê. Nezantiyek pir mezine, mirov weke berê nêzî gelê ku tama azadiyê girtine, ji koletiyê ewqasî nefret dikin, bi wêrektiyek pir mezin ketine dinava şerê ku xwe bi azad di afirînîn nêz bibe. Jinên ku ewqasî bedel dane, perçeyên canê xwe dane, coş û êşa şoreşê di beden û rûhê xwe de jiyan kirine wê vê nezantiyê qayil bibin? Na wê gayil ne bin, ji ber ku ev berûvajiyê cewhera jin û yê tekoşînê ye. Bêguman, hêza me heye li hember ew tiştên ku em na pejirînin jî alternatîfên xwe jî ava bikin. Ji ber ku mîrasê dîroka tekoşîna me sihêmekê bi hêz dide qezenckirin. Di eksena jin de çalakiyên ku azadiya  Serokatî dixe navendêde hatiye despê kirin. Azadiya jin di tevahî cîhanê de veguheriye felsefeya azadiyê û domdariya xwe ji bo ku bibe gerdûn jî berdewam dike. Di encamê hilbijartinan de rol û mîsyona jin cardin xwe derxist holê. Me carekê din derxist holê ku em di xebatên avabûyînê de hêzên pêşengin û me vê rastiyê jî da ispat kirin. Tekoşîna me di her milande berfireh dibe û di tekoşîna xwe ya ku pergalekê bi tevahî mirovahî yê digre dinava xwe de israr dike. Pêdivî heye ku ji bo xwedî derketina bîranînên rêhevala me Sara, Rojîn, Çîçek û bi giştî rêhevalên me yê şehîd xwe derbas kirinê û di riya kadroyên şoreşê de bi serkeftî meşandin heye. Weke tevgera jin azadiya Serokatî armancê me yê herê bingehîne û vê daîmîkirin, misogerkirin bi vê ruhê û zanabûyînê re tevlê bûyîn ji bo me armancê serekeye.     

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî