Tirkî  |  Erebî

Tamara Wan

helepceBelê em dikevin salvegara Helebçe yê de. Cardin pirsa ku serî mirovan de derbas dibe xwe derdixe holê. Çima, ji bo çi û ji bo kî? Gelo hûn di bêjin ew hişmendiya ku pir rehet 5 hezar mirov qetilkiriye para xwe

ji mirovahiyê girtiye? Ango dilê wê ji bo wan zarokên ku hên tama jiyanê ne girti bûn êşiya ye. Na ne êşiyane ji ber ew ne mirovin, dilê wan û ruhê wan nîne. His nakin, ji ber jiyan nakin, di leşê wande xwîn na herike. Em bejna xwe li hember şehîdên Helebçe di tewînin û wan bibîrtînin.

 

Dîroka Kurd weke çemekê du alî her tim xwe herikandiye. Yek aliyê wê berxwedanî, tekoşîn û aliyê din jî qetilkirina gelê Kurd. Dema mirov pêşketinên kurdan, raperînêen kurdan meyzedike her tim berxwedan û tekoşîna hebûna xwe danê meşandin. Hêzên dagirker ji bo tûne kirina gelê Kurd her tim ketine dinava êrîşan de. Hebûna Kurdan ji bo xwe weke xeterek dîtine. Şopên Helebçe di mejî û dilê mirovahiyê de ne hatiye paqij kirin li ser gele Kurd çend Helebçeyê din jî hatin jiyan kirin. Dil û mejiyê Kurdan de êşên nû vekirin. Ji bo ku mirov van bûyeran bide diyar kirin pêwîst nake ku mirov dû biçe lê bigere. Her roj di her kêliyê jiyanê de ev tên jiyan kirin. Roboskî, Gelyê Tiyarê, Ceylan, Uğur û h.w.d Helebçe ango qetilkirina Kurdan. Ev komkujî di dîroka mirovahiyê de tiştek nû nîne. Di roja me ya îro de her roj Helebçe tê jiyan kirin. Dema mirov ji bo helebçe nirxandin dike û wan dîmenan di bîne tevizandinek pir bi êş bedenê mirovan de derbas di be. Ev jî berdewama siyasetên netew dewletin. Ji bo ku gelê Kurd bi temamî ji holê rakin fizîkî jî tunedikin. Armanc kurdan ji holê rakine. Kurdên mayî jî di milê mejî de, fikirde û ruhde tune bikin bû. Bi taybet jî ji bo ku civakek bi navê Kurd nebe hemû qirêjiya ser gel didin meşandin. Rojhilata navîn û Kurdistan dinava xeteriyên pir mezinre derbas dibe. Rewşek wisane ku Kurdistan hatiye çar perçe kirin. Cardin sînoran ava kirine û erdnîgeriya Kurdistan bi cetfelan hatiyê belev kirin. Hêza civakê ji hevdû gut kirine, di milê civakî de jî hatiye perçekirin. Her wiha her netew dewletek li gor xwesertiya perçeyan siyaset dane meşandin û Kurdan li ser hev belav kirine. Her netew dewletek wisa li Kurda dike ku Kurd têxin dibin desthilatdariya xwe de û li ser Kurdan siyasetên curbicur didin meşandin. Cardin ji bo ku gelê Kurd dinava xwe de bi helînin, bijavtinanre derbas bikin, xiyanetil nirxê xwe bike her cûr rêbaz li ser Kurdan didin meşandin. Dinava vê de komkujî jî heye, bi riya birçî bûyînê terbiye kirin jî heye. Ji bo vê jî hevpeymanan bi hevre didin çêkirin. Niha ji bo Kurdên Başur jî ev ramyarî tê bikar anîn. Ji bo ku çavên Kurdan bi tirsînin, vîna wan bişkînin, ji hêvî û baweriyê gut bikin her tiştên ku ji derveyê mirovahiyêne li ser gelê Kurd didin meşandin. Ev mînakek ji bo Kurdan pir giringe xwastin vê peyamê bidin Kurdan, ger hûn li hember pergal û hişmendiyê min serî rakin ji çekên kîmyevî bigre her tiştê emê li ser we pêk bînin. Emê we bi tepisinîn. Rewşa ku li Helebçe hatî jiyan kirin vê dide diyar kirin. Ew zarokên biçûk di hemêza dayîka xwe de, dayîk, kal û h.w.d Dema mirov îro wê rojê meyze bike di be ku di hen aliyan de rastiya xwe derketibe holê, êdî kes çavên xwe ji vê rastiya ku hatine jiyan kirin nagrin. Lê, mixabin heya niha tu hesab ji netew dewletên ku vê dan kirin ne hatiye kirin. Tenê mirov weke komkujiyek bigre dest emê nekaribin rastî yê rast daynin holê. Ev bi giştî destên netew dewletê pêk tê û ev siyaset roja me ya îro jî berdewame. Pêwîste komkujiya Helebçe bi hemû rastiyanve derbikeve holê. Bila ew pergal û hişmendiya bavil salarî hesabê Helebçe bide û bê hesab ne mîne. Sedemên wê yê dîrokî, pêşeroja wê û siyasetên netew dewletan çi bû bila ev derkevin holê. Em roja me ya îro li pey wê heqîqetê ne.

Ne tenê hukûmeta heremê, bi giştî hêzên netew dewlet ava kirine, yê ku rêve dibin û yê ku roja me ya îro li ser van komkujiya sermaye ava dikin lanet dikin û soza tolgirtinê didin. Bi giştî di cîhanê de hêzên ku destê wan ketine dinava xwîna van zarokên ku nû bi nû çavên xwe ji jiyanê re vekirine û tola 5 hezar mirovên hatine şehîd xistin didin. Cardin di vê mehê de komkujiya Qamîşlo jî pêk hatiye. Yê ku vê komkujiyê pêk anîne ji ya Helebçê qut nîne, siyaseta wan û cewherê wan yê kin. Ev hişmendî û pergal her tim dinava tevgerê deye. Bêguman ev komkujiya Helebçe ne cara yekeme û ne ya dawiyê ye. Komkujiyên bi vê awayî her tim li ser gel tê kirin. Gelek netew dewlet ji bo berjiwendiyê xwe ji bo vê komkujiyê pêk bînin buye yek. Em wek gelê Kurd her tim di komkujî, tunekirin û qirkirinê re rûbirûne. Em meyze bikin ku çi buyer li ser gelê Kurd were meşandin tu refleks dernakeve holê. Pêwîste em bikaribin li gor vê zanistiyê tevbigerin û tekoşîna xwe li hember ev hişmendiyê hên zêdetir xurtir bikin. Birastî jî tevgera azadiyê û bi taybet jî Rêber Apo di gelê Kurt de zana bûyînek netewî pêş xistiye. Ji bo vê jî pêdivî heye ku em tekoşîna xwe hên zêdetir xurt bikin ku ev komkujiyanê cardin neyê jiyan kirin. Bêguman em hesabên dîroka xwe û yê gelê xwe ji pergala bavik salarî yê deshilatdariyê bi xwazin. Her wiha enfala ku di Başurê Kurdistanê de hatî jiyan kirin jî ne kêm bû. Gel ji hev perçe perçe kirin, xwastin vîna gel bişkînin û di wande ruhê berxwedaniyê tune bikin. Wan ji çanda wan, ji axê û ji nirxê wan gut kirin. Mînakê wan îro di dome. Di Başurê Kurdistanê de çanda modernîteya kapîtalîst xwe pir zêde daye rûnişkandin, pêşketinên pir berû vajî tên jiyan kirin, ji çanda xwe rev yê ku Amerika dayî avakirin re yêk bûyîn tê jiyan kirin. Em du aliyan de xwe berpirsiyar di bînin. Yek emê rastiya wê derxin holê û hesap ji wan bi xwazin emê tola gelê xwe bigrin û em soza tekoşîna xwe xurt kirin û bilind kirinê didin. Emê bibin hêza gelê xwe yê ku wan di parêzin.

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî