Tirkî  |  Erebî

Hindistan PENABER

newroz 2014Li van çiyayên ku dagirkeran her demî xwestine dengê bilûra şivanan, dengê zarokên ku dayîk wek ronahiya çavê xwe lê dinêrin û hêrsa pîrên ku ji nav lêvên wan yên qelişî dengê duayan derdikeve bifetisînin,

şervanên azadiyê dubare çîrok û bîranînên xwe li van çiyan efsaneyî kir. Herî zêde bîranîn di van rojan de zindî dibin. Ji ber ti roj wek van rojên em jiyan dikin, wateya ronahîbûnê bi xwe re nagerîne. Em biharê bi nû-roj ango Newrozê pêşwazî dikin. Pêtên agirê Newrozê ya li nav quntar û girên çiya bilind dibe, li hemû perçeyên Kurdistanê geş dibe.

 

Li rêzeçiyayên xwe li stûyê hev pêçayîne, gerîlayên azadiyê agirê Newrozê geş kirine. Ez dixwazim coşa gerîlayan ya vê rojê bi were parve bikim.

Seatên ber destê sibehê bû. Agahî ji mere hat ku ji bo wateya Newrozê ji aliyê gerîlayan ve wê şahiyek were li darxistin. Ne dem û ne jî mekan, agahiyên me jê nîn bû. Me jî wer dizanî bû, tenê em û gerîlayên li hawirdora me vê agahiyê dizanin. Ji bo ku peyva îro şahî heye ji nav gotinên me dernekeve, em hemû bêdeng bûn. Ya ji me di hat xwestin, di dema xwe de ketina tevgerê bû. Em ji wê berpirsyar bûn ku tenê bi vê wezîfeya xwe ve rabin.

Piştî me amedekariyên xwe kir, em sibehê ketin rê. Di vê rêwîtiya xwe de carna daristan, carna deşt, carna jî me şiverê li pey xwe dihêla. Her cihên ku em têre derbaz dibûn wek ku hinek tişt ji mere vedigotin, bîranînên wan li gel me dima. Carna kenek gerîla, carna bîranînên wan li cem me dibûn not û me van bîranînên wan derbazî deftera bîranînên dilê xwe dikir.

Di rêyên zirav û dirêj de bêyî ku gerîla ferq bikin, bi xeyalên cîhanek azad ve pêşde diçûn. Van xeyalan, li gorî meyzandinên her kesê tê guhertin. Her yek bi çavê xwe li van xeyalan dinêre. Hinek ji me dizanin van xeyalan jiyan bikin, lê hînek jî têrker vê cîhana xeyalan nas nakin û nizanin jiyan bikin. Ka werin li cîhana hundirîn a gerîlayan binêrin, bi sûrprîz û bedewiyên çawa ve dagirtiye.

Ne tenê em, ji nav her quntarên çiya, teraş û gurzên daristanan gerîla wek lêhiyê diherikîn. Her ku me gerîla li ser rêya xwe didît, em ji nû ve diketin wê ferqê ku ne tenê em, gelek gerîla xwe ji bo şahiya were li darxistin amede kirine. Coş û kelecana vê li nav xetên eniya wan diyar dibû.

Serê sibê cîhan pele ewrî bû. Her yek ji me li cem xwe digot, heya danê nîvro wê baran lê neke, lê piştî nîvro wê dest bi baranê bike. Ji bo wê, daxwaziya me hemûyan ew bû ku heya bernameya şahiyê bi dawî bibe bila baran lê neke. Ji bo ev xwesteka me pêk were, me hemûyan enerjiya xwe kom kir û da vê daxwazê. Lê mixabin, wek me texmîn kiribû, heya nîvro baran lê nekir. Lê piştî nîvro jî, baranê heyfa danê sibehê jî, ji me hilanî.

Wexta em gihiştin cihê ku şahî wê were li darxistin, me dît ku bi sedan gerîla ji bo pêşwazî kirina vê rojê kom bûne. Bi tevlîbûna gelek fermandarên YJA Star û HPG’ê, ev roj bi merasîmek leşkerî hat destpê kirin. Piştî merasîmê li ser girîngiya rojê ji gerîlayan re civîn hat çêkirin. Piştî nîvro jî, şahiya hatibû amede kirin, pêşkêşî gerîlayan hate kirin.

Cilên gerîla çiqasî li bejna wan dihat? Çek û rextên li ser bejna wan, weke ku hêrsa hezaran salan rabikin gerîla serbilind kiribû. Ji dengê meşa wan, av bi xum xum dibûn.

Bi destpê kirina şahiyê re, pele ewrên xwe li rûyê asîman nîşan dabûn, hêdî hêdî xwe kom dikirin. Wexta li ser dikê me li şanoya ji bo girîngiya rojê hatî amede kirin temaşe dikir, me dît ku dilopên baranê jî destpê kirin. Baranê bi awayek hêdî û bêdeng, bi hemû narîntiya xwe ve, li ser rûyên biken yên gerîlayan daweşî. Ji navsera çiyayên bilind cihokên avê yên ji lêkirina baranê diherikîn, bi dengê xwe wek enstrûmana mûzîkê tevlî dengê gerîla dibû.

Coşa gerîlayan ya Newrozê, bi van dengan çend qat zêdetir dibû. Ji lewra helbestvanek dikarî bû, ji vê coşê îmgeyan di bexçê xwe yê helbestan de kom bike. Wênevanek dikarî bû ji xetên rûyê gerîlayan, dîmenên biken li ser rûpela dilê xwe xêz bike.

Li ber dengê vedana beled û lê kirina dilopên baranê, me jî deng dida henaseyên gerîlayên dengbêj. Hun dizanin, di van rojan de ji şahiyê zêdetir, ji bo gerîla rêhevalên xwe bibînin, her yek bi kelecanek mezin dixwaze were şahiyê. Hinek gerîla dibe demkurt hevdu dîtibin, lê hinek gerîla yên bi salan hevdû nedîtibûn jî, di rojên bi vî rengî de hevdu dibînin. Ji bo derbaz kirina bêrî kirinên salan hevdu hemêz dikin.

Yek jê gelek gerîlayên ji govend girtinê hes dikin, bi wesîleya rojên wiha ji bo ku govendê bigrin tên cihê şahiyê. Helbet li cem gerîla govend girtin, nabe nasîbê her kesê. Hele wexta gerîla bi coşa dilê xwe li derdora agirê ku bi înada ser hemû gemariyan de diçe geş dibe govendê digrin?…. Ev wêne dibe yek ji wêneyên ku ti carî di hiş de neyên ji bîr kirin. Ji ber dîmenên govenda gerîlayan, şewq dide pêta agir. Agirê tê hil kirin, xwe li nav reşkên çavê wan dide û çavên wan diteyîse.

Piştî baranek dijwar li me kir, dinya wisa vebû ku kesê bawer nedikir ku berê nîv seatê li vir ew qasî baran lê kiriye. Ji ber taviyên biharê bû, ji nişka ve hat û çû. Piştî baran sekinî, gerîlayan dest bi govendê kirin. Xweza bi dengê gerîlayan yê çiyayî bişkûk li dar û kulîlkên xwe yên biharî zêde dikir. Wê rojê gerîlayan têra dilê xwe govendê girtin.

Çiya, ti carî nehêlaye agirê azadiyê bitemire. Her demî bang li awaza xwe ya ‘‘Ez heme û ez ê her demî hebim’’ dike. Ev bang, banga heskirinên bê dawî ye. Ev bang, nîşaneya serxistina doza wa ye. Li cem gerîla vê rojê derbaz kirin, dilê me firehtir kir. Bi îdaya kesayet wexta tê tehlîl kirin dîrok di wî/wê de veşartiye, gerîla sond ji hevre dan û bi hêviyên dubare di rojên bi vî rengî de hevdu bibînin, xatirê xwe ji hev xwestin û her gerîlayek bi ser wezîfeyên xwe de çû.

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî