Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

8adar1Dema dayîka min ji min re digot, tu cûdahiya jinan ji hev nîne, ew dem min zêde wate ne didayê. Ew dayîk bû û jin bû, ew bi ezmûnên xwe yên jiyanê ve bi min re diaxivî. Lê, ez jî bi mejiyê xwe yê ku perqal qirêj kiriye û bi fikrê xwe yê perçe

kirî nêz dibûm. Dema rastiya pergala baviksalarî vegotin dikir û hovîtiya wê dida diyar kirin jî, ji min re weke çîrokekê dihat. Lê, min ne dizanî ku ew gotin çavkaniya rastiyê bû û dayîka min dixwest çavên min ji rastiyê re veke. Min ne dizanî ku bi ezmûnên xwe yê jiyanê re dixwest çav û dilê min ronî bike. Dayîka min li hember pergala baviksalarî, ez perwerde dikirim. Ji bo ku ez nebim pariyê devê wê perqala hovane. Belê, jin çavkaniya rastiyane. Dema mirov digihêje hêza xwe pênase kirinê, ew dem mirov hîs dike ku nêzî stêrkan dibe. Ez niha ketime wê zanebûnê ku di jin de asoyeke ku çav, dil û mejiyê mirovahiyê ronî bike heye. Ango hêzeke veşartî di jinê de heye. Erê, ji xwe modernîteya kapîtalîst jî ji vê hêzê ditirse, dizane ku ger ev hêz cardin vegere wê pergala wî ji holê rabe. Belê ev hêz di roja me ya îro de di astek mezin de derketiye holê û diyare ku wê jiyana xwe ji nû ve biafirîne. Jin çavkaniya xilasiya mirovahiyê ye. Em jibîr nekin ku bingeha Netewa Demokratîk bi hêzbûn, yekbûn û rêxistinbûna jinê ve girêdayî ye. Dema civakbûna mirov ne be, ew dem mirov jî nabe. Wê Netewa Demokratîk bi nirxên civaka neolotîk ve cardin şîn bibe. Jin ji bo ku jiyaneke azad biafirînin û jiyan bikin, pir berdêlên giran biha dane.

 

Lê, modernîteya kapîtalîst wisa li jînê kiriye ku nayê pênase kirin. Ewqasî bê nirx û perçe kiriye ku jin bi xwe jî nikare xwe pênase bike. Ji xwe hedefên modernîteya kapîtalîst ewe ku civak, ferd û jiyaneke vala ya bê bingeh û dûrê jinê ava bike. Jin bi her awayî dûrê qadên jiyanî û yên civakî kiriye, ji ber dizane ku heya ruh û fikrê jinê ji holê raneke, wê nikaribe pergala xwe ava bike. Ji ber wê jî mîsyonên pir cûda yên ku xizmetê pergala wê dike da jinê. Lê, dema em roja me ya îro tamaşe dikin, em dibînin ku jin li hember vê rastiyê bi zana bûye û ji xwe re wek rêyekê nepejirandiye. Lê, rastiyek hebû ku ev êş her tim di quncikeke dilê jin de mezin dibû. Ji ber tiştên ku ne aîdê wê bûn, li ser wê hatin ferz kirin. Pergala baviksalarî her carekê bi rûyek cûda derdikeve pêşiya jinê. Di rû û şêwe de dibe ku guhertin hebin, lê cewher heman tişte. Lê mixabin ku dîsa jî nekarî jinê bixapîne. Ji ber ku jin her dem bi nirxê xwe re xwe ava kiriye. Jin xwe bi xweliyê hevdû diafirînin. Ji ber ku çavkaniya mirovahiyê û ya jiyanê jine, ji ber wê jî ji bo ku pergal jiyanê zuha û tune bike, destê xwe dirêjî çavkaniya jiyanê dike. Ji bo ku pergala baviksalarî vê çavkaniyê zûha bike, her tim di nava tevgerê de ye. Lê, nizane ku çavkanî ti carî zuha nabin û naçikin. Ger çavkanî zuha nebe, ew dem jiyan jî zûha nabe. Dema mirov dîrokê rast dixwîne û şîrove dike, ew dem em dibînin ku jiyaneke çiqasî bi wate heye û her tişt di nava wate bûyînê de tê jiyan kirin. Lê, dema mirov jiyana pergala baviksalarî tamaşe dike, ew dem bê nirxbûyîn û bê wate bûyînê dibîne. Belê, ger em bi baldarî dîrokê bişopînin ew dem mirov rastiyan zelaltir dibîne. Modernîteya kapîtalîst fêlbaze. Vê fêlbaziya xwe li ser tevahî mirovahiyê, bi taybet jî li ser jinê dide meşandin. Bila di vir de kes xwe nexapîne bi taybet jî zilam, ev hişmendiya ku pergala baviksalarî ava kiriye, tevahî mirovahî bi xwe re xistiye.

Belê, em vegerin mijara xwe... Wek min go, her jinek di jinek din de veşartiye. Êşên ku jin jiyan dike, li her derê yeke. Zordestî li her derê li ser jin tê meşandin. Pergala baviksalarî her timî ji jina serîhildêr, bi hêz, zana û xwedî vîn ditirse û ji bo vê jinê ji holê rake, serî li her rêbazên kirêt ên dij mirovî dide. Vaye em dibînin ku jin di her qadên jiyanê de weke amûrekê tê bikar anîn. Jin bi her cureyên şer re rû bi rû dimîne. Ji şerê taybet bigre heya şerê piskolojîk... Çawa ku deshilatdariya pergala baviksalarî dîroka jinê berovajî kiriye, rastiya jinê jî wisa lê kiriye. Êdî mirovahî bi vî awayî ji cewherê xwe derdikeve û bêbextî li nirxê xwe dike. Di pergala baviksalarî de, pir bi zanist û biplan jinê dixin nava tengezariyê de. Bi jinê re jî tevahî mirovahiyê dixin nava vê tengezariyê. Jin her tim di nava zordarî û deshilatdariya zilam de hatiye fetisandin. Ewqas jin di nava vê pergalê de hatiye fetisandin ku êdî bi xwe dibêje çarenûsa mine ku di rewşek wiha de jiyan bikim. Lê, pir caran hingî ji vê rewşa xwe tengezar dibe û nema dikare êrîşên vê pergalê tehmûl bike, riya intîhar, şewitandin û daliqandinê weke riyek xilasiyê dibîne û bi vî awayî dawî li jiyana xwe tîne. Ka hun bi xwe bêjin, ma ev bûyer li kuderê cîhanê nayên jiyan kirin. Ji ber vê ye ku em wek jin êşên hevdû hîs dikin û em di dil û mejiyê hevdû de veşartîne.

Dema mirov di nava qirêjiyê de be, ew dem xweşikbûn û pakbûyînê nabîne. Heya ku mirov xwe ji qirêjiya pergalê pîr û pak neke, nirxê hebûna xwe wek jin jî nabîne. Min di nava vê jiyana pîroz de nirxên xwe nas kir. Wê demê min fêm kir ku, ji ber hişmendiya min qirêjbû, min wate nedida gotinên dayîka xwe. Niha jî fêm dikim ku gotinên dayîkan rast fêm kirin, civaka exlaqî û polîtîk fêm kirine. Nirxê dayîka xwe zanîn nirxê jiyana azad zanîne. Li ser vê esasê, ji bo me tevahî jinan, pêdivî bi rastiya xwe nas kirin heye. Ji bo ku em bikaribin dîroka xwe, jiyan û nirxên me yên ku ji me hatine dizîn, bidest bêxin, divê em hişmendiya xwe, ruh û bedena xwe ji şopên koletiyê paqij bikin. Dema em ji van şopan rizgar bibin, emê wek jin hêz û vîna xwe ya cewherî derxin holê, emê wek jin ji hev bawer bikin û wê hezkirina me ya li beramberî hevdû kûrtir bibe. Bêguman wê demê jî emê bikaribin ji dilde yekbûyînek xurt ava bikin. Em jin wek yek bedenî ne, çawa ku di bedenê mirovan de yek perçe bê perçeyê din nabe, em jin jî wisa nin, heya ku yek jin jî rastî êrîş, destavêtin û şidetê were azadiya me wê pir bi wate nebe. Divê em bi vê rastiyê tevbigerin û dengê xwe biherikînin berbi qadên azadiyê. Divê em di her qadên jiyanê de bi nasnameya xwe ya jin tevbigerin. Em ji bîr nekin ku ji bo azadiyê û ji bo şoreşê mifta sereke jine... Raman û hişmendiya jina azad wê mirovahiyê ji vê qirêjîyê derxe. Li ser vê bingehê ez 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê, di serî de li rêhevalê jinê Rêber APO, dayîkên şehîdan û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim.

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî