Tirkî  |  Erebî

dagirkirina Rojhilata Navîn bû

rojevvRêber APO Bi Pêngava “ Rizgariya Demokratîk û ava kirina Jiyana Azad” ve Komploya 15’ê Sibatê bin xist, Li ser komploya nav netewî 15 sal derbasbûn. Panzdeh sal berxwedaniyeke bê hempa li dijî komploya navnetewî hat meşandin.

Li zindanê di kesayetê Rêber APO de bi berxwedaniyeke ku efsûna mirovahî rave dike, li derve bi serhildanên gelê me yên bê rawestîn, li çiyan gerîlayên me li dijî pergala hovane -ya ku bi teknîka xwe ya pêşketî ve şerê bê kanûn da meşandin- têkoşîna şerê gel ê şoreşgerî meşand. Berxwedana gelê Kurd a ku ji tarîtiyê ronîbûn, ji koletiyê sekna azad afirand, dibe ku tevahî komploya navnetewî ji holê ranekir, ji lewra ev komplo û hêzên beşdarî komployê bûn bertaraf kir.

 

Di serî de em komploya nav natewî ya ku gelê Kurd weke “Roja reş, Dîroka reş” binav dike lanet dikin. Em bi tundî hêzên ku beşdarî vê komployê bûne lanet dikin û soza tolgirtina dîrokê ya ku bi pêngava şerê gel ê şoreşgerî re pêşket û pratîk bû û niha demên xwe yê şoreşê û zaferê jiyan dike, carek din li ser ezmûna têkoşîna şoreşa azadiyê nû dikin.

Komploya navnetewî di dilê hemû gelê Kurd ê ku bi hênasa azadiyê lê dide, weke êşek herî mezin tê jiyan kirin. Komplo di hest û ramanê jina azad a têkoşer de wek tolek û hêrsek mezin tê jiyan kirin. Komplo di dilê ciwanên azad ên Kurd de wek nefreteke ku qêrîna xwe li hemû cîhanê vedide tê jiyan kirin. Komplo di roniya çavên zarokên şerker ên azad de, weke herikîna çemên ku tu tişt nikare pêşiya wê bigre tê jiyan kirin. Yanê em dikarin bêjin ku, me komploya navnetewî ji bîr nekir. Ji lewra em li hember vê komployê nehatin şikandin jî. Bi ramanê azad ê Rêber APO (paraznameyên wî) ve, bi rêgezên azad ê xeta azadiya jinê ya ku têkoşîna Sara’yan temsîl dike ve em li dijî komployê li ser pîyanin. Ji komployê re bersiva herî xurt a ku naveroka têkoşîna 15 salan di xwe de hildigre, Newroza bi heybet a Amedê ku hemû cîhan li benda daxuyaniya Rêber APO bû. Ew cîhana kapîtal ku hewîrdorê Serokatî dorpêç kiribû, di sala 2013’an de ji bo peyama “pêngava demokratîk û jiyana azad” hemû cîhan lê temaşe kir. Ew roj li dinyayê banga Rêber APO dengveda. Ev pêngav vala derxistina herî mezin a hêz û lîstokên kapîtalan bû. Bi vê pêngavê ve girêdayî, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê pergala kapîtalan vala derxist. Gelê Kurd ku ji tunebûnê azadî û hêza polîtîk a mezin derxist holê û xeta sêyemîn ya ku em wek netewa demokratîk binav dikin jîyanî dike. Ev panzdeh sal pişt rast kirin ku tevahî dehûrandin û diyardeyên Serokatî heqîqetê binav dike û nêrînên Serokatî jiyanî dibin.

Pêşketinên roja me ya îro piştrast dikin ku, komploya navnetewî destpêka êrîşa hovane ya li ser Rojhilata Navîn bû. Pergala Kapîtalîst êrîşa li ser Rojhilata Navîn, bi êrîşa komploya nav netewî destpê kir. Ev komplo di serî de êrîş û dagirkirina Rojhilata Navîn bû. Piştre êrîşên Irak, Afganîstan û hwd destpê kir. Niha di Rojhilata Navîn de pergal û dîzaynekî nû tê jiyan kirin. Raperîna gelê Ereb ya ku wek tovê azadiyê destpê kir, niha di milekî de destavêtina hêzên navnetewî, milekî komên çete yên ku bi navê îslama sexte dest diavêje, di milek din de jî dewlet netewên ku dixwazin statûya xwe biparêzin ve ji cewher hat derxistin. Xeta herî serbixwe jî xeta azadî û demokrasiyê, xeta têkoşîna azadiya gelê Kurd a ku di bingehê perspektîfa netewa demokratîk ve tekoşîn dike ye. Şer di vê çerçevê de pir bi awayekî tund tê meşandin. Ev şer şerê cîhanê yê sêyemîne. Di heman demê de mirov dikare bibêje ku, şer di navbera modernîteya gel a demokratîk û modernîteya kapîtalîst ve tê meşandin. Ji bo wê taybetmendiya van şeran lêkolîn kirin û rojane li gor vê helwesta xwe ya exlaqî û polîtîk dana jiyandin pir girîng e. Gelê Kurd di navenda vî şerî de cîh digre û weke rolekî qeder diyar dike, di çerçoveya xeta sêyemîn de tevdigere. Em dikarin bibêjin ku têgihiştina komploya navnetewî têgihiştin û fêmkirina şerê ku niha herêm dijî ye. Ev şer wê çawa encam bigre, têkoşîn û asta serkeftina aliyan wê vê rastiyê destnîşan bike.

Di herêmê de pêşketinên ku tên jîyîn derfet û merc derdixe holê ku pergala komploya navnetewî ji temamî bê tune kirin. Di komploya navnetewî de, rola sereke ya hêzên sermayedarên kapîtal bû, xala din jî dewlet û hêzên paşverû yên ku em wek sitatûparêz binav dikin bû. Dewletên herêmî niha emrê xwe yê dawî jiyan dikin. Yên ku hatin hilweşandin, ji xwe aqubeta wan diyare, yê dinê jî wek zindiyek ku êdî emrê xwe tije kiriye hewl dide emrê xwe dirêj bike. Di vê bingehê de, di komploya navnetewî de lingê herêmî tam kulek bûye, ew ling êdî tê şikandin. Bi van pêşketinan ve girêdayî, divê pergala navnetewî jî têkilî û dîplomasiya xwe ji nûve ber çav re derbas bike. Yek ji pêşketinên girîng jî ew e.

Li ser meseleyên Sûrî ne tenê şerê di nava sînorên wî welatî de tê jiyan kirin. Îro milekî vî şerî DYE, YE, li milekê dinê jî Çîn, Rûsya, Îran heye. Ev herdû alî di mijara ku wê pirsgirêka Sûrî di konferansa Cenevrê ya 2. de çareser bikin lihevkirina wan heye. Di nav sînorên Sûrî de jî şerê sunî-şêî heye. Ango em dikarin bêjin ku şerek berfireh li Sûrî tê meşandin. Li Sûrî kîjan hêz bikaribe hem di warê pergal û siyaset, hem jî di warê zanist û civakî û leşkerî de bi bandor be, ew hêz wê bikaribe li Rojhilata Navîn jî bandoriyek mezin ava bike. Ji ber wê şerê li Sûrî hem pir alî ye, hem jî çareseriya wê ewqas zor e. Hêzên navneteweyî dixwazin vê pirsgirêka Rojhilata navîn a ku di mesela Sûrî de bûye girêkek, di 2. Civîna Cenevrê de çareser bikin. Niha hemû têkiliyên dîplomatîk, danûstendinên siyasî, ango tirafîqa navneteweyî pir kûr û berfireh tê meşandin. Ji Lewra cardin dixwazin wek peymana Lozanê Kurdan derveyî vê pergalê bihêlin. Di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de, ji bo Kurd bi hêza Siyasî û rêxistinî beşdarî civînê nebin, her tişt tê kirin. tevahî leystok di vê çarçoveyê de tê meşandin, Êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê jî perçeyek ji vê leyîstokê bû. Ji ber wê di warê têkoşîna li dijî komployê de, çi dibe bila bibe, hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê wê bi vîna xwe ya siyasî û bi ramanê berxwedêr ê ku bi keda gel ava bûye tevlî 2. Civîna Cenev bibin. Ji ber ku di hesabên hêzên navneteweyî de, di 2. Civîna Cenevrê de pirsgirêka Kurd bi taybet girtina dest nîne û mijara wan a bingehîn ewe ku mesela Sûrî bigrin dest û nehêlin Kurd li wê derê statûya xwe ya siyasî bidest bixe. Lê belê, her çiqasî nexwazin Kurdan tevlî vê civînê bikin jî, wê Kurd şoreşa xwe ya azadiyê biparêzin û têkoşîna xwe ya bi rûmet bi hemû rêbazan jiyanî bikin.

Armanca komplo ya sereke, hêza azad a pergala modernîteya demokratîk û jiyana Kurdên azad ên ku di kesayeta Rêbertî de dihatin temsîl kirin, ji holê rakirin bû. Li şûna Kurdê azad jî Kurdê nûker, nijadperest, dewletparêz ê ku ji berjewendiyên netewî zêdetir bercewendiyên eşîretî diparêze û ji pergala Kapîtal re xizmet dike hat pejrandin. Bi komployê ve xwestin pergala xeta azad a jiyana têkoşer û wekhev ji holê rakin. Ji xwe pergala navneteweyî bi destê hêzên siyasî ên başurê Kurdistanê, pir hewl dide ji bo ku yekîtiya Kurd çênebe. Ewqas paşve xistina konferansa netewî jî bi van leystokên derve û hundur ve girêdayî ye. Ji ber wê jî bi pêngava sala 2013’an re armanca Rêbertî ya sereke ew bû ku bi awayek lez û bez konferansa netewî ya Kurd pêkanîn bû. Ger ku di vê salê de ewqas xebatên konferansa netewî pêş ket û nîqaşên berfireh li ser hatin meşandin, bi keda mezin a Rêber APO ve girêdayî ye. Lê wek em jî dişopînin, bi leystokên derve û hundur ve, ev konferans her tê asteng kirin. Yanî ji bo ku Kurdê azad ji tu tiştî sûd wernegire, hemû rê û rêbaz tê bikar anîn.

Mirov dikare bêje ku, ev hesap û lîstikên hêzên herêmî û navnetewî yên komployî hatin xirakirin. Pêşketina herî mezin a van salên dawî jî, pêşketinên Rojavayê Kurdistanê ye. Niha ala ku li Rojavayê Kurdistanê tê hildan, xeta azad û pergala demokratîk a Rêber APO ye. Her kes vê yekê baş dizane ku, Rêbertî 20 sal li wê parçeyê têkoşîneke bê hempa da meşandin. Ji bo ku asta polîtîk û zanistiya Kurdan pêş bikeve tekoşîneke mezin hat dayîn. Ev di gelê Rojavayê Kurdistanê de zanistiyeke mezin afrand, rêxistinbûn û yekîtiya Kurdan di ruh û mejî de pêş xist. Bêgûman ev zanistiya polîtîk, bi xwe re sekna parastinê jî derxiste holê. Ger di gelekî de zanistî û sekna polîtîk hebe, misoger wê bizane çawa xwe biparêze jî. Bi vê rastiyê re li Rojavayê Kurdistanê hem yekîtiyeke Kurd a polîtîk, hem jî hêza parastinê derket holê. Niha ev sekna bi rûmet a ku di Rojavayê Kurdistanê de hat qezenc kirin, ronî dide xeta sêyemîn a serbixwe û azad. Li wir ê ku serkeftina xwe mîsoger kir, xeta azad a Rêber APO’ye. Ev di heman demê de binkeftina komploya navnetewî ye. Ji ber wê, pir hêz bi awayek cûda destek didin van çeteyan û ev bû 2 salin, bi taybet jî di salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de êrîşên xwe dijwartir kirin û hêjî ev êrîş berdewam dikin. Di warê leşkerî de vîna gelê Kurd derket holê û bi berxwedanî û lehengiyek mezin li dijî êrîşan xwe parast. Êrîşa çeteyên El Nûsra-El Kaîde rasterast êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavaye. Êrîş ne tenê di warê leşkerî de bû û xwestin di asta aborî û hwd de Rojava dorpêç bikin û hêz-vîna gelê Kurd bişkînin. Bi destê dewlet netewên ku wek belayekê li ser serê Rojhilata Navînin, ev êrîş di warê siyasî û aborî de hat berdewam kirin. Ji ber ku tevahî hêzan nexwestin ku li Rojavayê Kurdistanê xweseriya demokratîk jiyanî bibe. Mirov dikare bibêje ku gelê Kurd li dijî hemû êrîşên mezin li berxwe da û xwe parast. Ji lewra jî partî û rêxistinên ku nedixwestin yekîtiya Kurd çêbibe, li gor berjewendiyên teng tevgerîn û alozî derxistin jî derketin holê. Bi giştî her çiqasî raperîna gelan û Rojavayê Kurdistanê yê ku serketiye di nava talûkan de jiyan bikin jî, niha parçeyê herî azad Rojavayê Kurdistanê ye. Hem bi aramiya xwe û hêza xwe ya parastinê, hem jî bi hêza xwe ya siyasî û yekbûyî ve encamên ku bidest xistine, hêzên dagirker neçar dihêle ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Li Rojavayê Kurdistanê di encama berxwedaniyê de, modela xeta sêyem a xweseriya demokratîk wê serbikeve û ev encam wê ji bo Rojhilata Navîn bibe çîrûska roniya çareseriyê. Di berbanga serdema modernîteya demokratîk de Rojavayê Kurdistanê modela biçûk a Kurdistana xweser û azade, gava destpêkê ya yekîtiya konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîne.

Bi komployê ve armanc ew bû ku, bi dîlgirtina Rêber APO re tune kirin û belavbûna yekîtî û rêxistina azadiyê bû. Her çiqas pîştî komploya navnetewî pir zor û zehmetî hat kişandin, pêngavên dijwar jî hatin derbas kirin. Tevgera azadiyê xwe parast û di encama tekoşînek tund de pêşketinên mezin bi dest xist. Di van salên dawiyê de bi taybetî jî di pêşketinên sala 2013’an de hêza yekîtiya Kurd derket holê. Wekî ku Rêber APO di hevdîtinê xwe de diyar kir; “Mizgîniya min ji gelê me re, komploya navnetewî vala derket”. Lê em nikarin bibêjin ku me komplo bi tevahî ji holê rakir. Vaye êrîş û komploya hovane ya ku herî dawî ji aliyê dewleta parelel ve pêş ket, komkujiya 9’ê Çile’yê bû. Li navenda kapîtalan Parîsê de sê jinên şoreşger hatin qetil kirin. Bi hevkariya dewleta paralel a ku beşê Tirkiye Cemaate, milekî wê yê dinê jî hêzên giladio yên navnetewî ye û bi piştgiriya hêzên veşartî yên di nava Firansa de ev komplo pêş ket. Dibe ku wek tetik kêş yek kes hat girtin, lê hêzên yekser ên ku ev komplo pêk anîn, hê jî di tarîtiyê de ne. Lê belê, gelê Kurd van cureyên êrîşan pir dîtiye û pir baş dizane ji milê kîjan hêzan ve hatiye pêk anîn. Armanca vê êrîşê yek; hevdîtinên dewlet û Serokatî sabote kirin bû. Ya duyem; peyam dan ku ew ti carî destûr nadin xeta azad û jiyana rêxistin kirî. Ya sêyem jî; Ev komplo bi taybet li dijî xeta azadiya jin bû. Rêhevala Sara nûnera partîbûna jin û emsala têkoşeriya jinê û xeta jiyana azad bû. Ev êrîş destnîşan kir ku, komplo di kîjan astê de ye û di heman demê de berdewama komploya navneteweyî ye. Ev êrîş di kesayeta rêheval Sara, Rojbîn û Ronahî de hêza partîbûn û rêxistinbûnê, hêza dîplomatîk û siyasî û hêza ciwantiya radîkal hedef girt. Divê her Kurd û hêzên têkoşer vê rastiyê baş fêm bikin û peyama vê êrîşê baş bixwînin.

Têkoşîna li dijî komployê dihat wateya têkoşîna li dijî projeya hêzên navneteweyî (Projeya Rojhilata Navîn a Mezin) a ku nûnertiya wê ya siyasî ye û di heman demê de têkoşîna li dijî êrîş û polîtîkayên AKP’ê ye. Hukûmeta AKP’ê ev bû 11 salin li ser erka xwe ye. Erk û berpirsyariya AKP-Cemaat ew bû ku komploya navneteweyî berdewam bikin û di milê siyasî de îrada gelê Kurd bişkînin. Rola wê ya sereke li hdijî tevgera azadiyê, ava kirina Kurdên dewletperest bû. Ango Kurdê AKP ava kirin bû. Bi vê ve armanc dike ku li Bakûrê Kurdistanê hêza rêxistinî û têkoşîna gel tasfiye bike û têkçûna tevgera azadiyê pêk bîne. Mirov dikare vê rola AKP’ê wek berdewama komploya navneteweyî binav bike. Xwestin AKP’ê ne tenê di Tirkiyê de, di tevahî Rojhilata navîn de wek modelekî bidin pejrandin. Bi vê mebestê hemû hêz ji bo pêkanîna vê polîtîkayê hat bikaranîn. Lê belê têkoşîna ku 15 salan derxist holê, da nîşan dan ku ev her dû polîtîka jî jiyanî nabin. Hem tevgera azadiya Kurd, hem jî gelê Rojhilata Navîn berxwedaniyek mezin dan meşandin. Di asta navneteweyî de polîtîkaya hêza sereke a ABD nekarî li Rojhilata Navîn cîh bigre. Mirov vê rewşê dikare di pratîkên Irak, Afganîstan û hwd de jî bibîne. Di warê Tirkiye de jî AKP’ê hem di polîtîkaya xwe ya herêmî de, hem jî di nava pergala Tirkiyê de têkçûn û tengezariyek mezin jiyan kir. Di demên dawî de rewşa şerê AKP û cemaatê yê ku kirêtiya wan derxist holê, ev rastî baş rave kir. Ji ber wê pergala Tirkiyê û hukûmeta AKP’ê di vê navberê de zoriyek pir mezin jiyan dike. Ev di heman demê de tê wê wateyê ku darbeya paralel dewlet, kiryarên wek Cemaata Gulen xwe rêxistin dike. Ev derbeyek huquqî û siyasî ye. Di 14 Nîsana sala 2009’an de li dijî tevgera azadiya Kurd “Operasyona qirkirina siyasî” hat meşandin. Wê demê gelê Kurd mijara ku huqûq çawa tê bikaranîn? di nava hêzên polîsan de yê ku bi bandor kine? Di çalakî û gotinên xwe de anîn ziman. Lê ne hukûmet, ne jî muxalefetê guh nedan van gotinan. Rêbertî rastiya “Dewleta paralel” pir caran anî ziman, lê ji bilî gel û tevgera azadiyê tu hêzê ev yek bi baldarî neşopand. Vaye niha jî piştî destpê kirina operasyona 17’ê Kanûnê, her kes li gor berjewendiyê xwe bikartîne. Di vê rewşê de yan wê AKP ji ber van zorî û tengezariyan gavên demokratîk biavêje û di bingeh de tevahî pirsgirêkên Tirkiyê yên di tarîtiyê de ne çareser bike, an jî wê di vî şerî de têk biçe an jî wê cardin bi itîfaqên kiret ve pêşeroja Tirkiyê tarî bike. Ev jî tê wê wateya ku êdî wê pergala Tirkiyê bikeve nav kaosek mezin. Ji ber ku me di dîroka Tirkiyê de dît ka van itîfaqên kirêt encamên çawa qirêj û tarî bi xwe re anîne. Ger di serî de li gor pêdiviyan gavên demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk neyê, her wiha tevahî pirsgirêkên Tirkiyê neyên çareser kirin, wê pêşeroja Tirkiyê bi aloz derbas bibe.

Di têkoşîna 15 salan de Rêber APO û tevgera azadiya Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd her dem derfet ji bo hûkumet û dewleta Tirkiyê da. Ev pênc salin jî bi awayek raste rast hevdîtinên Rêbertî bi dewletê re heye. Pêngava ku di sala 2013’an de hat avêtin, mînaka vê ya herî berbiçave. Bi destê paralel dewlet û ji ber newêrekiya hukûmeta Tirk her dem derfetên aştiyê hat xirakirin. Êrîşa li dijî heval Sara jî mînaka vê ya herî dawî ye. Niha jî rewşa agirbestê berdewam dike, lê li ser pira siratê ye. Ango li beramberî gavên ku tevgera azadiya Kurd avêtiye, dewleta Tirk hê jî tu gavên berbiçav neavêtiye. Ger ku ev rewşa navber neyê derbas kirin û dewleta Tirk pêwîstiya gavên destûra bingehîn a ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd neavêje, wê agirbest tenê bi serê xwe têrê neke. Niha li pêşberî dewleta Tirk du rê heye, an wê gav biavêje û ji bo pêşveçûna merhalê wê bikeve tevgerê, an jî merhaleyek dijwartir wê destpê bike. Wek din rêya navber nîne.

Rêber APO di sala 1993’an de artêşbûna jinê ava kir, di sala 2013’an de jî artêşbûna jinê 20 saliya xwe temam kir. Di encamê têkoşîna 20 salan a artêşbûna jinê û di encamê berxwedaniya 15 salan a li dijî komplo û li dijî her awayî cure êrîş û planên tunekirin û tasfiye kirinê, niha ne tene artêşek jin heye. Bi pêşengiya Sara, Rojbîn, Sorxwîn, Nûda, di piratîka sê salên dawî yên tekoşîna şerê gel ê şoreşgerî de di pêşengiya fermandar Rojîn û Çîçek, bi ruhê fedaî yê Jîn, Sarya, Warşîn û Ronahî re tekoşînek mezin hat meşandin û hêza nirxên jinê xwe li cîhanê belav kir.

Di warê siyasî û asta polîtîk de jinên Kurd konferansa jinên Kurd a netewî, konferansa jinên Rojhilata Navîn li dar xistin, her wiha civînên aştî pêk anîn. Ev dest nîşan dike ka wê jina Kurd bi hêza xwe çawa pêşengiya aştiya bi rûmet bike. Li dijî pergala desthilatdar û kapîtal a ku dibêje; “destpêkê li jinê bidin” Rêber APO bi felsefeya xwe ya azadiyê dest avête pirsgirêka jinê, bi vî awayî jî jina Kurd gavên mezin avêt. Ango mirov dikare bibêje ku jina Kurd bi yekîtî, bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî ve komploya navnetewî şikand, plansaziyên wan ên qirêj vala derxist. Ev destnîşan dide ku wê jin di serî de ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd, ji bo çareser kirina tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn, pêşengî bike û cardin derfet nede ku ev kaos û tarîtî berdewam bike.

Rêber APO bi fikrê xwe, bi berxwedanî û sekna xwe li dijî komploya netewî şer kir, di zihniyet û raman de pergala kapîtalîst derbas kir û komplo pûç kir. Wek hêza YJA Star ji bo ku em asta tekoşîna 15 salan û bi taybet ya van sê salên dawî yên şerê gel ê şoreşgerî binirxînin, li hember asta şer nebesî û serkeftinên vê merhelê çine? 6. Konferansa me ya YJA Star bi dirûşmeya “Em Tekoşîna Sara û Rojîn’an bilind bikin û esareta li ser Rêber APO bişkînin” hat lidarxistin. Di vê pêvajoya rizgariya demokratîk û ava kirina jiyana azad de, 6. Konferansa YJA Star pratîka xwe ya leşkerî û rêxistinî bi berfirehî girt dest, kêmaniyên di taktîk û pratîk de destnîşan kir û analîzek mezin ve derbas kir. Hem rexnedayîna pergala Îmraliyê ya ku hê berdewam dike da, hem jî ji bo şikandin û ji holê rakirina esareta Rêber APO, biryardariyek mezin di xwe de pêşxist. Ji ber ku soza me ya ji bo derbas kirina hevaltiya kêm heye, soz û xeyalê me heye ku em xwe bigîhînin Rêber APO. Me wek artêşa jin soz da gel ku emê astengiyên ku nahêle gelê Kurd bigihêje Serokê xwe, derbas bikin û ji holê rakin.

Em nikarin bibêjin ku me tevahî pergala komployê şikandiye, lê em rihet dikarin bidin diyar kirin ku me hesap û planên komplogeriyê vala derxistiye. Komplo şikestiye, derbeya mezin xwariye, lê ev hêz jî hewl didin ku di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de cih û misyoneke mezin bigrin. Di vê mirov hemû serpêhatî û 15 salên komployê di vê bingehê de binirxîne.

Li ser vê bingehê em careke din didin diyar kirin ku heta em neghêjên azadiya Rêber APO û Kurdistaneke xweser-azad ava nekin, wê tekoşîna me berdewam bike. Ji ber ku azadiya Rêber APO têkçûna mezin a komploya navnetewî ye. Di vê wateyê de em komployê tenê nalet nakin, em li dijî wê bi hêrs û tola mezin têdikoşin, ta ku xwe bighînin azadiya Rêber APO...

Leyla Sorxwîn Amed

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî