Tirkî  |  Erebî

Viyan Lezgîn

hpg konferans1Di serî de ez dikarim vê bêjim; pêvajoya ku konferans tê de destpêkir pêvajoyek pir hesas bû. Li Rojavayê Kurdistanê pevçûnên dijwar dihatin jiyan kirin. 7’mîn konferansa HPG’ê bi her awayî pir bi heyecan derbas bû. tişta ku destpêkê bala me hemiyan kişand, slogana konferansê ya; “Emê ne wek berê jiyan bikin, ne jî wek berê şer bikin” bû. Ev slogan ji bo me hemiyan bûbû nîşaneya ku pêvajoya li pêşiya me, wê ne bi şerek hêsan ne jî bi jiyanek hêsan ve derbas bibe.

 

Ev rastî bi Newroza îsal ve bi pêvajoya tekoşîna nû ya ku bi însiyatîfa Rêberê me ve hatibû destpêkirin ji bo me hê zelaltir bû. Wek tê zanîn pêvajoya ku Rêber APO pêşxistiye, pêvajoyeke ku azadî û biratiya tevahî gelan armanc dike. Em jî wek gerîla û wek jin ya ku di nava artêşê de pêşenge, tevlî vê pêvajoyê bûn. Bi ruxmê ku me di biharê de xwe ji bo şerek dijwar amade kiribû, lê bi bangawaziya Rêber Apo ya ku di Newrozê de hat kirin, wek rêxistin em tevlî vê pêvajoyê bûn û hevalên me ji Bakûrê Kurdistanê paşde kişiyan. Bi vî awayî em heya dawî samîmî nêz bûn. Ev pêvajo ji bo me wek tevger pêvajoyek dîrokî bû. Me carek din ji tevahî cîhanê re raber kir ku em alîgirên çareseriya demokratîk û jiyana azadin. Lê dewleta Tirk dîsa bi erkên xwe ranebû û tu gavên erênî neavêtin. Dijberî wê jî di polîtîkayên xwe yê berê de israr kir.

Ev mijar hemû bi berfirehî di konferansê de hatin nirxandin û şîrove kirin. di encam de derket holê ku divê êdî em xwe ji bo pêvajoyek nû bi amadekariyên xurt ve amade bikin. Bêgûman, ev pêvajo ji bo me bû zemînê lêhûrbûnek mezin, her wiha wek hêzek leşkerî ji bo me bû pêvajoyeke xwe bi her awayî amade kirin. 7’mîn Konferansa HPG’ê jî li ser bingehê van pêşketinan hat li darxistin.

Di serî de hatina ewqas heval li cem hevdû bi serê xwe heyecanek pir mezin di me da, ava kir. Her wiha li ser bingehê rexne û rexnedayînê, nirxandina pratîka du salên derbasbûyî hêzek xurt derxist holê. Bi rengek zelal Nirxandina pratîkê, bû ezmûna herî mezin ji bo ku em tarzê xwe yê şerkirinê ber çavan re derbas bikin. tişta niha dikeve ser milê me jî ewe ku em vê hêzê di tekoşîna xwe de rast rêxistin bikin.

hpg konferans2

Di sala 2011 û 2012’an de diviybû me hemleya şerê gel ê şoreşgerî bibira zaferê. Lê bi ruxmê encamên girîng yên ku bi xwe re anîne, em negihiştin armanca ku me danîbû pêşiya xwe. Di qonaxa stratejîk a çaremîn de û di hemleya şerê gel ê şoreşgerî de, ji ber kêmaniyên me, me nekarî em azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ji ber wê tiştên me yên ku di nîvî de mane, ji dil de em êşandin. Dema ku her hevalekê/î pratîka herdû salên dawiyê nirxand, asta biryardarî û hêzek mezin jî derket holê. Min jî wek gerîlayeke ku tevlî vê hemlê bûye, xwe di ber çavan re derbas kir û kêmaniyên xwe bi rengek zelal dîtin. Ji ber wê emê wek gerîla ji îro pêve xwedî seknek çawa bin û di tekoşîna xwe de çawa xuliqkar bin û xwe bighînin gerîlatiya zaferê, konferansê di van mijaran de hizrandinek cidî di me de da ava kirin.

Wek hemû pêvajoyan, di vê pêvajoyê de jî Rêber Apo rol û misyona pêşengiyê da jinan. Ji ber wê wek jin barê me girantire. Li ser vê esasê, ezê jî hewl bidim barê pêvajoyê daynim ser milê xwe û jê re bibim bersiv. Di vê oxirê de pir rêhevalên me wek rê heval Bêrîtan, Jîn, Arjîn, Rojîn Gewda û heval Reşîd bi rûmetî canê xwe dan û bi fedekariyên mezin tevlî kerwanê nemiran bûn. Em jî wek hêzên parastina gelê Kurdistanê deyndarê vê fedekariya rêhevalên xwe ne. Bi rastî jî mirov çiqas kar û xebat bimeşîne, dîsa jî têra ruhê wan yê fedaî nake. Ji ber wê bi hêza ku me ji vê konferansê girtî û li ser bingehê perspektîfên Rêber APO, emê tekoşîneke dijwar bimeşînin ji bo ku bikaribin erk û hêviyên rêhevalên xwe yên şehîd ên nîvco mayî bipratîk bikin.

Her wiha ji bo em bikaribin azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd pêk bînin, di konferansê de biryardarî û îdîayên xurt derketin holê. Ji xwe di van mijaran de heya dawiyê baweriya me bi hêza me û bi îrada gelê me heye. Her wiha ger emê jiyan bikin, divê em jiyaneke azad a bi rûmet ji xwe re esas bigrin.

Li ser van bingehan, wek gerîlayeke YJA Star’ê emê ji vir û pêve tevlîbûneke li gor ruhê demê ji xwe re esas bigrin û ji bo xwe bighînin gerîlatiya zaferê bi her awayî xwe carek din ber çavan re derbas bikin.

Bi hêz û heyecana ku min wek gerîla ji konferansê girtî, her wiha bi nirxandina pratîka derbasbûyî re, ezê ji bo her cure pêşketinan re hertim amade bim. Ji xwe me di dawiya konferansê de sonda vê da. Di PKK’ê de jî sondxwarin hertim gav avêtinek nûye. Me jî sond xwar ku emê ji bo serkeftina şoreşê û ji bo azadiya Rêber Apo bi bawerî û îradeyek mezin gavên pêwîst bavêjin. Em jî wek milîtanên tevgerê, ji bo ku em bighêjin van armancên xwe, emê heya dawiyê tekoşînek dijwar bidin meşandin...

Kategori: Nivêsên Rojêvî