Tirkî  |  Erebî

Zeynep Sozda

ROJEVKaosa ku bi giştî cihanê de tê jiyan kirin bandore xwe yê herê qirêj li ser mirovahiyê û bi taybet jî ser jin tê çêkirin. Di her aliyan de jî ev kaos berdewame. Bi taybet jî kesimên desthilatdar hewildidin ku ev koas

li ser pergal û hişmendiya wan ango Kapîtalîzmê zêde nede çêkirin. Ji bo xwe bi hêz bikin û li her welatan de xwe bingehîn bikin dixwazin ji vê kaosa ku bi xwe didin avakirin jê feyde bigrin. Lê, na xwazin jî ev kaos li ser wan bandorê xwe bidin çêkirin. Xwasteka wan ewe ku, di hûndirê vê kaosê de serkeftî derbikevin. Ji bo vê jî hewildinin ku pevçûnên cûda pêş bêxin. Ji bo pergal û heşmendiyê ku ew dixwazin ava bikin. Bêguman dinava vê kaosê de wê henkes serbikevin hen jî wê bin bikevin. Hêzên ku dinava tekoşîn û berxwedaniyê dene wê li ser piya bimînin. Ji bo vê jî alternatifên nû û modelên nû pêwîste were avakirin. Her wiha dinava ewqasî tevliheviyan de rewşa jin bi çi awayî ye. Ev kaos li ser jin çiqasî bandorê xwe dide çêkirin. Li her qadê jiyanê de jin tê kujtin, dest dirêjî li ser pêş dikeve. Ango, bi her awayî li ser jin nêzîkatî tê meşandin. Li hember ewqasî rûxandin, kujtin û pirsgirêkan jî yê ji bo vê rewşê hişyarî dide raber kirin jî jine. Jin ji bo vê jî kar û xebatên cûr be cûr jî di de meşandin. Lêgerînên jin berûvajiyê zilame. Em dizanin ku, yê ku çareseriyê bîne jî jine. Ev di xwazayî ya jin de jî derdikeve holê. Ger ku, li hember ev pergala desthilatdriyê alternatif were pêşxistin jî wê jin bike. Wê jin bi xwe re nirxên civakê yê kû hatine rûxandin derxe holê. Weke azadî, wekhevî, , haq, exlaq, wicdan û h.w.d. Rengê jin wê ji bo gelan azadiyê bîne. Mirov di bîne ku di pergala zilam de şkestin hatiye çêkirin. Ev perqal ê dî îflas kiriye. Wê ev car ev şkandin bikeve bin xîzmeta jinê. Dema mirov baş meyze bike û şîrove bike mîrovê bi bîne ku jin di her qadê jiyanê de kar û xebatê vê dide meşandin. Ji ber ku rengê jin di ramyarî de nayê dîtin ji bo vê jî zilam derdikeve pêş. Ji bo vê pêwîste ev ked û hewildanên jin derkevin pêş, berçav bibe û were derxistin. Di her astê de tevlê bûna jinê, lêgerîn û xwastegê wan were dîtin û binav kirin. Di Rojhilatanavînde ramyarî ya herê ber çav ya zilame. Rûxmê ev ramyarî ewqasî komkujî, kujtin dide çekirin û li ser exlaqa civakê jî dileyîze. Li Tunus û Misirê bin navê bihara ereba de guhertin hate çêkirin. Lê çi bû, di civak û jiyana civakê de tu guhertin û veguhertin ne da çêkirin. Ji bo ku desthilatdariya xwe rojane bide jiyan kirin pêwîste li gor hişmendiyê xwe pergala xwe bide avakirin. Mînak, komara Fransa li ser hev çend cara hate darxistin, tê gotin pênç cara tê avakirin. Ji ber ku, kî tê pergala xwe avadike ji bo vê jî gel na pejirîne. Tişta ku di Rojhilatanavîn de tê jiyan kirin jî bi vê awayî ye. Ew dem pêwîste ji bo ev gelane perspektîfê birdozî û alternatif hebe. Ji bo vê jî, pêwîste reng û hişmendiya jin vêderê de derkeve. Li her dere perçe perçe tekoşînên jin tê jiyan kirin. Mînak li Misir, Tunus, Lûbnan, Suriyê, Tirkiyê tekoşînên jinan heye. Lê mixabin, perçelîne û perspektifên wan jî nîne. Ew jî azadî, wekhevî, çareserî, maf û ramyarî ya exlaqî dixwazin. Pirsgirêka sereke xwe rêxistinkirin û destê hevdû girtine.. Em tucarî ji bîrnekin ku yêk bûyîn û hev girtin bi xwere hêz bûyîn û rêxistinbûyînê tîne. Pergala baviksalarî dîplomasiyê her tim ji bo berjewendiyên xwe kar tînin. Hatina wan ya li gel hev jî ji bo maddiyetê xwe ango sermaye yên xwe xurt bikin. Dîplomasiya jin ji bo xwedî li hev derketin, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê û li hember ramyariyên qirêj ên ku gel ber bi tunebûyînê ve di bin pêwîste were xurtkirin. Ji bo vê hevdu naskirin, hevdu qanî kirin, nêrînên hevdu girtin, fikre hevdu naskirin, bi hevre perwerde dîtin û ev dîplomasîyê zivrandina nirxê civakî ji bo me erkê serekeye. Em di Rojhilatanavîn de jiyan dikin, tu jin qandî jina Kurd tekoşînên dijwar û xurt jiyan nakin, ji bo vê her tiştên xwe feda dikin. Lêhurbûyîn didin çêkirin, perwerde tê dîtin, xwe li ser birdozî û felsefeya Rêber APO perwerde dikin.

 

Tê zanin ku, di Newrozê de Serokatî ya me ji bo çareseriyê pêyamek weşand. Ji bo vê jî, pêvajoyek hate despêkirin. Paşte kîşandina gerîlla ji qaden Bakur hate çêkirin, agir best hate pêş xistin. Tişta ku, di hêla me de dihate xwastin hemû pir vekiri hate pêk anîn. Pêwîst bû ku di hêla ramyarî de her tişt pêşketi ba. Di hêla Hikûmeta AKP’ê û dewlate Tirk de mijarên ku weke guhertinên destûra bingehîn, biryarên ku ji bo vê were girtin, her tişt bi zagon û huquqî were pêkanîn bû. Lê, divan milan de tu guhertin ne dan çêkirin. Herê dawî jî paketa ku hikûmet dayî diyar kirin de jî tu tiştek nîn bû. Ramyariya ku hikûmeta AKP’ê pêşdixe li ser durûtiyê ye. Mînak, qereqolên didan çêkirin, pergala kurucitî cardin dayîna despêkirin, li ser girtiyan de çûyîn û h.w.d. Zelal bûyîn di ramyarî yê wande nîne, her car gotinên xwe didin guhertin. Zimanê ku pê ramyarî dike rê bi pêvçoyînan re vedike. Hewildanên wê ewe ku, ji bo xwe wext serbêxê ji bo ku hilbijartinên de cardin serbikeve û desthilatdariya xwe domdarî bike. Her wiha êrîşên ku li ser Rojava tên kirin ji hikûmeta AKP’ê qut nîne. Birastî jî, şerê birdoziyan tê kirin. Ango birdoziya moderniteya demokratik û yê modernîteya kapîtalîzm. Gelê Kurd ê Rojava hêza xwe, hebûna xwe û girêdaniya xwe didin raber kirin. Bi hêza xwe welatê xwe ji çeteyên desthilatdaran di parêzin. Artêşa ku bi navê YPG û YPJ ava bûyî jî hêza gel didin diyar kirin. Gel bi xwe van hêzên xwe derxistin holê û roja me ya îro jî bi hevre tekoşîn û berxwedanî xurt dikin. Di heman demê de, li wir meclisên gel, rêveberên taxan hatiye avakirin. Dinava van meclîsanede jî, ji dervey gelê Kurd gelên cûda jî cihê xwe digrin. Armanca wan jî civak bi hemû reng û baweriyên xwe jî dikarin tevlê bûyîn bidin çêkirine. Di Rojava de gelê Kurd, li hember êrîşên ku ji bo gelên Kurd tê kirin na pêjirinîn û serî xwe li hember pergalên desthilatdaran radikin. Ji bo vê jî, li hember vê vîna ku pêşketiyê çeteyên xwe pêş xistine. Ev jî rastiyege, ev çetane bê birdozî şer dikin. Pir kesên ku cihê xwe dinava van çeteyan de digre jî, nizanin ji bo çi şer dikin. Armancê wan jî ji bo petrolên ku di xaka Kurdan de hene. Ji bo van petrolan bêxin destê xwe de jî pêwîste cihên Kurdan hemû bigrin bin destên xwe de. Weke jin em vê rewşê û nêzîkatiyan qebul nakin. Nêzîkatî û ramyariyê AKP’ê yê li hember pêvajoyê û gelê Kurd bi taybet jî li hember Rojava yê Kurdistan lîstigên dileyzin em qebul nakin. Ji bo vê jî li hember ramyariyê wan ê qirêj polîtîqaya exlaqî de kur bûyîn were çêkirin. Ji bo vê jî ger ku jinên her çar perçeyê Kurdistanê ,rêxistin bûyîn û yêkitiyekê xurt daynin holê wê bikaribin ev ramyariya qirêj ê ku li ser gel didin meşandin û ewqasî jî bi xwere rûxandin didin çêkirin helweşînin û têk bibin.

Zordarî û çemisandina ku di Rojhilatanavîn de û bi giştî cihênê de li ser mirovahiyê tê pêşxistin mirovan di tirsîne. Bi taybet jî êrîşên ku li ser jin pêşdikevin. Weke kujtin, destdirêjî û her cûrên cudatir jî. Zilam di xwe de maf di bîne ku, jina xwe bi her awayî bi kuje û perçe bike. Li her derê Kurdistanê jî, Tirkiye jî û Rojhilatanavîn jî tê kirin. Bêguman ev ji xwede pêşnake, dewlet vê di parêze, xurt dike. Zilam û dewlet bihev re di meşin. Yê ku zilamtî avadike jî ev hişmendiya zilame. Her wiha jin bi xwe jî pêwîste hên zêdetir, parastina xwe ya cewherî pêş bêxe, di milê fikride jî û fizîkîde jî bikari be xwe bi parêze. Di civakê de yêk jî pirsgirêkên jin jiyan dike jî pirsgirêka aboriye. Aborî hemû di destê zilam deye. Ji bo vê mijarê Serokatî ya me bi hezar cara gotiye kû; “ aborî ne karî zilame.” Ev pirsgirekê civakî her diçe bi destê hişmendiya kapîtalîzm kurtir dike. Ji bo ku jin di wê pergala bavik salarî de aborî bêxe destê xwe de zehmete. Ji bo vê, an yê bi hişmendiya zilam tevbigere, an jî jêre tu tiştek nîne. Ji bo ku jin bi hişmendî ya dayîk salarî tevbigere cardin aboriya xwe bêxe destê xwe de pêwîstiye alternatif bûyîna li hember pergala bavik salarî heye. Ji bo vê jî di milê fikir pêşxistin de pêwîstî heye. Ji bo ku em di milê maddî de jî, jin ji bin hûkma zilam derxin. Ji bo jin bikaribe bi rengê xwe, hişmendiya xwe, çanda xwe aboriya rast pêş bêxe û ava bike. Weke jin pêvajo û jiyanakê azad dayîna avakirinde erkê xwe pêkanîn û dayîna şopandinê ji me tê xwastin. Pêşiya me hilbijartinek heye. AKP li ser vê pir kar dike, bi taybet jî di heremên Kurdistanê de. Li gor xwe difikiri ku wê li heremên Kurdistanê de serbikeve. Ji bo vê, tişta ku ji me tê xwestin jî tekoşînekê ji her deman zêdetir pêk anîne. Ji bo vê, di her qadên civakî de xebatên pir xurt pêş bêxin. Bi taybet jî weke jin em rê nedin ku hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê de serbikeve. Xebatekê pir mezin ji me tê xwastin.

Tê zanîn ku li ser navê ol, pir rûxandin tên jiyankirin. Ev çeteyên ku binavê ol tên darxistin pir zêde ziyan didin baweriyên me. Ev îslama ku bin navê İslama nerm hatiye pêşxistin jî pir zêde xûsar di de mirovahiyê û jinê. Ziyan dide rastiya îslamê jî. Ev hişmendî dînê islamê ji rê derdixe. Ji xwe rastiya xwe de İslam bi xwe nerme, ger ku rast were pêk bînin. Ya ku îro tê kirin jî li ser ol ramyarî kirine. Ev jî bi tirsan, wetfayan pêş dixin. Îslama nerm ango her tiştê xistina bin xizmeta xwe de. AKP’ê vê bi vê awayî kar tîne. Mînak kefîya ser serî jinan xistina destûra bingehîn de tê wateya kadroyên xwe dayîna avakirin. Ev rastiyege ku rastiya ol di aliyê bawerî de, aliyê wê yê metafîzîk, wek mijarekê exlaqî û pêwîstiyekê civakî nagrin dest. Her timî berûvajî dikin. Dixe îslama nerm yê ajana. Teoriya îslama nerm kî avakiriye û ji kur hatiye. Yê avakirî jî Amerîka ye. Îslamciyên sexte jî îro li Amerîkane. Li gor vê, pergala xwe ya qirêş pêşdixin. Ji bo ku mirov bibe oldar pêwîstî nake ku mirov ji çanda xwe,zimanê xwe, cil, bergên xwe û nirxên xwe yê netewî qut bibin. Ji bo vê jî liystokên xwe yê herê qirêj jî li ser jin tê kirin. Di bêjin; emê alikarî li we bikin, xwedî li we derbikevin, xwedê gotiye xêr li feqira bikin. Pêwîstiyê we yê aborî hene emê vane çareser bikin. Gelo, em ji xwe di pirsin ku çima em xwe dixin rewşa ku henkes xêr li me bikin. Xuda li me wisa nake, ev siyasetege. Di vê mijarê de hên zêdetir, lêkolîn were kirin û jin were zanist kirin. Ji ber ku herê zêde li ser jin têkirin. Ji bo tekoşîna jin hên zêdetir xurtir bibe, pêwîste her jin bi ruhê rêheval Sara tekoşîn bide meşandin. Ji ber ku, rêheval Sara di tekoşîna xwe de tucarî pes nekir, her timî xwedî li jin û rêxistinê der diket. Heval Sara ruhê PKK’ê û azadiyê xwede di parast. Bi gotinên dawî de bi dûrişmeya; “di xeta Sara’yan de bi serokê azad û nasnameya azad re ber bi serkeftinêre meşandin.” Ji bo tekoşîna xwe xurt kirin mirov li kur di be bila bibe ya girink ewe ku em xebat û tekoşîna jin bilind bikin û azadiya jin dest bêxin.

Kategori: Nivêsên Rojêvî